Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq

img
STENBOL - Pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku hêmayên azadiyê yên girtiyên siyasî û wênekêşên ji erdnîgariyên cuda tîna ba hev, li Karşi Sanatê li benda ziyaretvanan e. 
 
Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotografê ku demekî dirêje piştevaniyê bi girtiyên siyasî re dikin û di vê mijarê de xebatên hunerî dimeşînin, bi pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku berhemên girtiyên li girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê pêşkeş dike, deriyên xwe li ziyaretvanan vedikin. Pêşangeh, li cihê Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê tê lidarxistin. Di pêşangehê de berhemên nivîskar, helbestvan, wênexêz û avahîsazên salên dûvdirêj in di girtîgehê de û wênekêşên ji erdnîgariyên cuda anîne ba hev. 
 
 
Di ketina eywana pêşangeha Di Tariyê de Tîqetîqê de afîşek hunerhezan pêşwazî dike ku li ser wiha hatiye nivîsandin: “Derve teng e, kolan circire, qad vala ne. Cîhana fikran di nava bêdengiyeke mezin de ye. Hevalên me kêm in, keyfxweşiya me jî. Giraniya jirêzêbûna huner û siyasetê li ser me ye. Bila ne weke gilîkirinê be! Tenê yên di hundir de dizanin bê ka hundir çiqas zehmet e lê ev der jî gelek hewadar nîne. (...) Ferq û cudahiya di navbera hundir û derve de ewqas nediyar bûye ku me hewcehî pê dît dîsa bangî te bikin. Em dixwazin guh bidin mirovên hewl didin ji cîhanê bên sirgûnkirin, zanîna jiyanê ya her roj cîhanên nû daifirîne. Lewma em ji we dipirsin; gelo jinûveafirandina xwe ya di nava derfetên bisînor de çawa pêkan e? (...) Bi hezkirinê” 
 
 
Li eywana pêşangehê jî ekraneke mezin a fona wê ya piştê reş e mirov pêşwazî dike û li ser ekranê helbestên girtiyan tên xwendin. Bi vê yekê re ziyaretvanan vedixwînin cîhana fikran a girtiyan. 
 
 
Yek ji hûrgiliyên din ên pêşangehê ku bala mirov dikişîne jî, maseya camê ya li nîveka eywanê ye. Di hundirê maseyê de name û wêneyên aydê girtiyan hene. Ji vê mebest kirine ku hesta gihiştina hev di ziyaretvanan de biafirînin. 
 
 
Dîwarên qada pêşangehê ji serî heta binî bi wêne û karîkatûrên girtiyan hatine xemilandin. Ziyaretvan, di van xêzan de dibin şahid ku tevî şert û mercên giran jî girtî xwedî cîhaneke berfireh a xeyalan e. Mijara esasî ya xêzan jî weke “Azadî” derdikeve pêş. 
 
 
Hinek xêzên girtiyan ji gelek aliyan ve dikin ku ziyaretvan bikevin nava lêhûrbûnekê. Girtiyekî ku çaydankê di nava agirê daran de xêz kirî, azadî wiha pênase kiriye: “Azadî û evîn. Ji bo min ev her du lazim in. Ez ê ji bo evînê jiyana xwe, ji bo azadiyê jî evîna xwe feda bikim.” Di heman demê de pirtûkên girtiyan û wêneyên wênekêşên ji erdnîgariyên cuda jî hatine pêşandan. 
 
 
PÊVAJOYA AMADEKIRINA PÊŞANGEHÊ
 
Ji Xebatên Karşi Sanatê Ezgî Bakçay diyar kir ku pêşangeha wan encama kedeke mezin e û wiha qala pêvajoya amadekirinê kir: “Me bi rêya Org’ê ji girtiyan re name şandin. Me ji wan pirsî bê ka çawa hêj jî afirîneriya xwe û hêviya xwe ya jiyanê wiha zindî dihêlin. Wan jî weke bersiv wêne, karîkatûr, çîrok û helbest şandin. Di pêşangehê de em vê dibînin heta dibihîzin.” 
 
 
‘ARMANCA ME EW E KU DI NAVBERA HUNDIR Û DERVE DE BIBIN PIR’ 
 
Di berdewamê de Bakçay got ku di pêşangehê de hewl didin di navbera girtiyên siyasî û kesên derve de bibin pirek û ev tişt anî ziman: “Hûn bi pêşangeheke ji berhemên hunermend, nivîskar, helbestvan û hwd. ên salên dûvdirêj in di girtîgehê de re rû bi rû ne. Şop û dengê zêdetirî 30 girtiyan li vir e. Armanca me ew e ku dengê kesên afirîner ên ji ber fikr û berhemên xwe ketine girtîgehê li derve parve bikin û zêde bikin.” 
 
 
‘GIRTÎBÛN TENÊ KESÊN LI HUNDIR ELEQEDAR NAKE’ 
 
Bi domdarî Bakçay anî ziman ku weke Xebatên Karşi Sanatê her sal pêşangehan li dar dixin û wiha got: “Ji ber ku berpirsyartiyên vê galeriya hunerî yên polîtîk hene. Li gorî me huner ew e ku gerdûnên mimkin ên wiha diafirîne, têkiliya di navbera hundir û derve de didomîne, di esasê xwe de awayekî çalakbûnê ya ku sînoran derbas dike ye. Ev der, yek ji pêşangehên me ye. Di esasê xwe de ziyaretvan ji bo hevdîtin û gihiştina hev a bi girtiyan re tên vê derê. Li gorî min ev gihaştina hev pir girîng e. Em di eleqeya ji bo pêşangehê de jî dibînin ku rewşa girtîbûnê tenê kesên li hundir eleqedar nake. Bandorê li sedan heval û dostan jî dike. Ev yek di esasê xwe de dike ku em pirsa ‘gelo kî ji me li hundir kî li derve ye’ dide kirin.”
 
 
BANG LI ZIYARETVANAN KIR
 
Bakçay, got ku dê pêşangeh heta 21’ê cotmehê vekirî be û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşangeha Di Tariyê de Tîqetîq parçeyeke têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Weke berdewamiya vê pêvajoyê ye. Li pêşangehê bigerin û heke pêkan be, ji bo hûn pêywendiyan bi kesên hûn di pêşangehê de dibînin deynin, heta heke hûn bibin hevalên wan ên nameyan dê gelek baş bibe.” 
 
MA/ Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

30/09/2023
22:02 Celalettîn Can rakirin nexweşxaneyê
21:11 Di roja çaran a FîlmAmedê de 9 belgefîlm
19:21 Dayik û Mirovên Şemiyê hatin berdan
15:59 Ji bo girtiyê nexweş Emîn Çam ê 72 salî banga berdanê hat kirin
15:29 ÎHD’ê faîlên Huseyîn Morsumbul pirsî
15:18 Heke Celalettîn Can neyê tedawîkirin dê çavê wî nebînin
14:55 Xizmên Windayan: Divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe
14:54 Di mîhrîcanê de forûm: Ji bo piştevaniyê dê komîteyek bê avakirin
14:33 Kongreya MED TUHAD-FED’ê: Divê zincîra tecrîda li Îmraliyê bê şikandin
14:19 Gerok Ma li Geverê kêfa zarokan anî
14:14 Li Ûrmiyeyê zarokek hate qetilkirin
14:04 Li Rojhilat kolberek hate qetilkirin
13:24 Gunay: Kongre dê bibe kongreya herî krîtîk a dîroka me ya siyasî
12:13 Dayikên/Mirovên Şemiyê bi ledanê hatin binçavkirin
11:21 Sedema kêmkirina cezayê faîlê pitik Ûytûn ‘pengizîna kapsulê ye’
11:17 Salvegera komploya 9’ê Cotmehê: Azadiya birêz Ocalan azadiya me hemûyan e
11:02 Di Wîkîferhengê de kurdî bû zimanê 8'emîn
10:45 Unsal: Abdullah Ocalan aktorek girîng e, divê gavên nû bên avêtin
09:57 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê tê avakirin
09:31 Ji stranbêj Mesûd Gever strana 'Payîzok'
09:06 Kaçmaz: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bixebitin
09:06 Kongreyên DAD'ê dest pê dikin: Dê xeta nû ya têkoşînê bê diyarkirin
09:06 Bi hinceta 'ewlehiyê' amûrên paqijiyê nedan girtiyan
09:05 Girtiyên ku der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin îfade dan
09:05 Dozgerî ji bo çalakiyên Kobanê biryareke emsal da
09:05 Qeyûm li şûna ku xizmetgûzariyê bike mîhrîcana asîmîlasyonê li dar dixe
09:05 Tûrnûvaya futbolê ku Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk daye destpêkirin didome
09:04 Bi gefên kuştinê re rû bi rû maye: Jiyana min di xetereyê de ye
09:04 Ozen ê li dijî tecrîdê xwe şewitandibû: Divê hebûna Abdullah Ocalan were qebûlkirin
09:04 Yureklî: Bingeheke hiqûqî ya azadiya Abdullah Ocalan ava bûye
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2023'YAN
29/09/2023
21:11 FîlmAmed didome: 14 belgefîlm hatin nîşandan
20:50 Welatiyekî ji Rojava li sînorê Tirkiyeyê hat qetilkirin
20:48 Li Dihokê 25 donim zevî şewitî
18:41 Xebatkara Yenî Yaşamê hat berdan
18:01 Hiqûqnasan li Banayê lêkolîn kirin
16:43 Roja 3’yemîn a Mîhrîcana FilmAmedê: Li 2 saziyan 6 belgefîlm hatin nîşandan
16:25 Hevserokê BEKSAV’ê Uçar hate berdan
15:35 Li Şirnexê ji bo ‘dengên tên veguhestin’ daxuyanî: Desthilat dixwaze encama hilbijartinê biguherîne
15:19 Dozgerê ku doza girtinê li HDP’ê vekir serdana Partiya ÎYÎ kir
14:32 Kedkarên tenduristiyê protestoya ‘xwarinê’ li dar xistin
14:06 Li Pakistanê di êrişê xwekuj de hejmara miriyan ji 50 kesî bihûrî
13:10 Xelkê Amedê nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê da: Heqê rê me perîşan kir
12:51 Ozalp ê OHD’î hate berdan
12:32 Meclisa kartvîzîtê tirkî bê pere çap dike ji bo kurdî pere xwest
12:28 Xebatkara Yenî Yaşamê li Dêrsimê hate binçavkirin
12:24 Doza Kobanê taloqî 2’yê cotmehê hat kirin
11:08 Partiya Çepên Kesk amadekariyên kongreyê dike: Dê tablo biguhere
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 KCD, DBP, TJA, MED TUHAD-FED’ê ji bo 9’ê Cotmehê banga Amedê kirin
11:00 Jinên girtî bi xwesteka ‘bikeve tevgerê’ serî li CPT’yê dan
10:52 Endama KJAR’ê Mahabad: Şoreşa jinan wê teqez serbikeve
10:40 Doza Hasret Tûtal: Dadgehê ne faîl, Hasretê darizand
09:51 Şagirtê Seyît Evran: Rojnamegerên şoreşger gihand
09:07 Girtiya tedawiya wê tê astengkirin dibe ku çavên xwe winda bike
09:06 Muzîkjen Hosseînî: Çanda populer muzîkê kir amûreke mezaxtinê
09:04 Hevseroka DFG'ê Muftuoglû: Tu dîwar nikare me ji pîşeya me dûr bixe
09:03 Jinên ku kargeha dirûtinê ava kirin: Gelek kêmasiyên me hene
09:02 Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?
09:02 BEKSAV amadekariya mîhrîcaneke fîlman dike
09:02 Gundê êzidiyan ê dîrokî Kiwex pêşkeşî sermayeyê tê kirin
09:01 ‘Polîtîkaya bêcezahiştinê bû sedemê kuştina xwişka min’
09:01 Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin: Komplo bi saya sekna Abdullah Ocalan vala hat derxistin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:45 Li dijî 2 şaredariyên CHP’ê operasyon hate lidarxistin
08:04 Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
07:55 Li Silêmaniyê êrişeke çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
28/09/2023
23:08 Li Îzmîrê konsera dengbêjiyê
23:02 'Heya Ocalan azad bibe dê têkoşîna me bidome'
21:33 Cezayê li Kavala û Atalay hatibû birîn hat erêkirin
21:28 Serokê AKP'ê yê navçeyê yê berê mala cîranên xwe gulebaran kir: Kesek jiyana xwe ji dest da
21:11 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di roja duyemîn de didome
19:47 'Îfadeyên amadekirî' bi wan dan îmzekirin û ew girtin
19:35 Hevserokê BEKSAV'ê Ûçar hat binçavkirin
16:35 MED TUHAD-FED’ê ji bo kongreya xwe banga beşdariyê kir
15:19 Siyasetmedar û rojnamevanek hatin cezakirin
14:06 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
14:02 Girtiyê ku tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
13:37 Doza Kobanê: Ji bo girtinê ‘gumana maqûl’ têr nake
13:37 Partiya Çepên Kesk dê di vekirina Meclisê de daxuyaniyê bide
13:17 AYM dê serlêdana parlamenterê girtî Atalay lêkolîn bike
12:27 Di 10 salan de hezar û 803 karkerên çandiniyê bûn qurbaniyên cînayetên kar
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Li ber Konseya Ewropayê wê 500 kes ji bo Ocalan nobedê bigirin
11:33 Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê nêzî 3 hezaran bû
11:15 Piştî ku sansur rabû, wezaret ji festîvalê vekişiya
10:46 Li gundê Bana leşkeran avêt ser malan
09:22 Bafil Talabanî dîsa bû Serokê YNK’ê
09:21 Dest û dengê girtiyan: Di Tariyê de Tîqetîq
09:03 Qala Denîz Bulbun kirin: Ew evîndarê Kurdistanê bû
09:01 Aydogan: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê deriyên serdemeke nû jî vebin
09:01 Aktîvîsta TJA'yê Yildiz: Em ê bi kampanyayê kuçe bi kuçe xwe birêxistin bikin
09:01 Li ARÎ-DER'ê kargeha mamostetiyê
09:00 Piştî Ceylanê herî kêm 228 zarok hatin qetilkirin
09:00 8 sal in nexweşiya wî nehatiye teşhîskirin: Roj bi roj dihele
09:00 Salih Muslim: Dema Rêber Apo azad bû dê komplo jî bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2023'YAN
27/09/2023
22:06 Cenazeyê Akman hat definkirin
21:25 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
20:46 Li Mêrsînê 10 kes hatin girtin