Zextên derûnas ên li ser girtiyan: Têkoşîna li dijî terorê serkeftî ye yan na?

  • rojane
  • 09:02 29 Îlon 2023
  • |
img
EDENE - Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD'a Mêrsînê ku çûn Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê, ragihandin ku dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, berdana girtiyan bi zextên dozger û derûnasê girtîgehê bi pirsên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" tê astengkirin. 
 
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Mêrsînê parêzer Ozgur Çaglar û Firat Baykara duh serdana Girtîgeha Aksarayê ya Tîpa T'yê kirin û hevdîtin bi girtiyan re kirin. Parêzer ku li ser serlêdana malbatan li girtîgehê serdana girtî Metîn Gelnî, Ridvan Er, Saît Gurkan, Ahmet Goksû û Mervan Sûngûr kirin, binpêkirinên ku girtî pê re rû bi rû mane, wekî raporekê amade kirin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyên di şert û mercên tecrîdê de ne, hefteyê carekê beşdarî xebatên werzîşê dibin û hat gotin ku ji xeynî vê tu çalakiyeke civakî û çandî tune ye. Di raporê de pêkanînên li girtîgehê wiha hatin ragihandin: "Girtiyan got ku xwarin hindik tê dayîn, rojname nayên dayîn, cureyên xwarinê kêm in, dema hevdîtina vekirî 30 deqe ye, ehevdîtina bi telefonê jî 10 deqe ye, ava germ tenê rojê nîv saetî tê dayîn û ya gelek odeyan jî nayê berdan, ji bo 19 kesan rojê tenê 30 saet ava germ tê berdan, di dema sewqkirina nexweşxaneyê û yên din de rastî lêgerîna derxistina pêlavan û lêgerîna li hundirê dev û muameleyên xirab tên, 3-4 mehan carekê wan dibin revîrê." 
 
BERDANA 3 GIRTIYAN HAT ASTENGKIRIN
 
Di raporê de hat ragihandin ku ji girtiyan Temel Yeşîlbaş, Îbrahîm Al û Saît Gurkan rastî pirsên Lijneya Îdare û Çavdêriyê yên wekî "Gava tu ji girtîgehê derkevî tu yê daxilî nava siyaetê bibî yan biçî çiyê? Fikra te ya der barê Abdullah Ocalan de çi ye?" hatine û berdana wan hatiye astengkirin. 
 
ZEXTÊN DERÛNASÊ GIRTÎGEHÊ
 
Di berdewama raporê de ev tişt hatine destnîşankirin: "Derûnas, li derveyî etîka pîşeyê hereket dike û pirsên wekî 'Dewleta me 40 sal in li dij terorê têdikoşe, ev têkoşîneke serketî ye yan na? Ger ji çiyê terorîstek were û çalakiyekê li dar bixe, hûn ê alîkariyê bikin an jî giliyê wî/ê bikin? Hûn der barê Eren Bulbul de çi difikirin?' dipirsin û li gor bersivan helwesta xwe ya ji bo neberdana girtiyan ji Lijneya Îdare û Çavdêriyê re dibêje. Dozgerê girtîgehê jî bi eşkere gotiye 'Heya hûn nebêjin PKK rêxistina terorê ye hûn ê neyên berdan' û girtiyan jî xala azadiya fikr û ramanê ya di Destûra Bingehîn de bi bîra wî xistiye, lê dozger gotiye 'Ev çîrok in' û li dijî hiqûqê tevgeriyaye." 
 
DERMANKIRINA WAN TÊ ASTENGKIRIN
 
Di raporê de li ser girtiyên nexweş jî hatiye sekinandin. Hatiye diyarkirin ku girtiyê nexweş Metîn Gelnî nexweşînên dil, fitiq û sînuzîtê pê re hene û li ser mejiyê wî plakek çêbûye û diêşe, lê belê hewl dide bi dermanan êşa xwe kêm bike û girtiyê nexweş Saît Gurkan ê nexweşîna dil pê re heye jî qalpaxa dilê wî qels e û Hasîp Avşar jî nexweşînên roviyan û mîdeyê pê re hene. Girtiyan di raporê de diyar kiriye mehê carekê an wan dibin revîrê yan na û sewqa wan a ji bo nexweşxaneyan jî bi mehan didome. 
 
 

Sernavên din

03/10/2023
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir
14:46 Ji bo lêpirsîna siyasetmedarên binçavkirî biryara ‘nepeniyê’ hate dayîn
14:41 Saziyên zimanê kurdî: Wê operasyonên we serê me netewînin
14:22 Di doza ‘bikaranîna çekên nukleer’ de wê mutala bê amadekirin
14:13 Kesên Xelata Tibê ya Nobelê wergirtin diyar bûn
14:11 Du roj piştî redkirina daxwaza tehliyeyê jiyana xwe ji dest da
13:35 Fezlekeyên parêzbendiya 4 mebûsan li Meclisê ne
13:04 Danişîna tecawiza li zarok: Peyama cerdevanê bersûc a ‘bi darê zorê revand’ di dosyayê de ye
12:41 Li Stenbolê dê binçavkirin bên şermezarkirin
10:52 Çîçek: Em ê li dijî tecrîdê pir mezin li ber xwe bidin
10:19 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Her tişt ji bo azadiyê' derket
09:43 Xizmên Abdullah Ocalan: Tecrîd dê bi bertekên xurt ên gel bê rakirin
09:18 AYM’ê cezayên ji ber greva birçîbûnê hatiye birîn wek ‘binpêkirinê’ nedît!
09:12 Li Stenbol û Kirklareliyê gelek kes hatin binçavkirin
09:10 Akin: Tecrîd dom nake, divê fersendê bidin Abdullah Ocalan
09:09 ‘Rastiya gelekî ku li derdora Abdullah Ocalan bûye xelek heye’
09:07 Dayika Şemiyê Hanim Tosûn: Bila dewlet arşîva windayan eşkere bike
09:04 Soylû ew hedef nîşan dabû: Heta 15 salan ceza jê re tê xwestin
09:01 Agahî ji Îmraliyê nayê girtin: DMME û CPT bûn saziyên bi guman
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2023'YAN
01/10/2023
23:39 Balefirên şer ên tirk Binarê Qendîlê bombebaran dikin
23:16 Alîgirên Elazigsporê êrişî Batman Petrolsporê kirin
21:58 Mîhrîcana FîlmAmedê bi dawî bû: Em deyndarê şoreşa gelê xwe ne
21:42 Li Babilê agir bi malekê ket: 7 ferdên malbatê mirin
18:47 Amedspor 4 gol avêtin Ûşaksporê
18:34 HPG'ê der barê êrişa li Enqereyê de daxuyanî da
16:59 Li Îzmîrê erdhej
16:57 'Divê em nehêlin tu cenazeyên din ji girtîgehan derkevin’
16:04 Partiya Çepên Kesk li ber Meclisê bang kir: Ji bo çareseriyê divê birêz Ocalan bi rola xwe rabe
15:45 Çawişên pispor ên jin tacîz kirin hatin derbkirin
15:41 Di vekirina Meclisê de Erdogan peyama makeqanûna nû da
14:43 Wezîr Yerlîkaya têkildarî êrişa bombeyî daxuyanî da
14:36 Mîhrîcana belgefîlman bi panela ‘Mafê temsîla birûmet’ domiya
13:45 Di mehekê de 91 caran êrişî Efrîn û Şehbayê kirin
13:26 Hat îdiakirin ku li Hezroyê zarokekî bavê xwe kuşt
13:22 Partiya Çepên Kesk beriya kongreya mezin bi gel re civiya
12:43 Li Agiriyê zexta ‘veguhestina dengan' li karmendan tê kirin
12:32 Ozalp 48 roj piştî taloqkirina înfazê jiyana xwe ji dest da
12:07 Ogut a ji Komkujiya Vartînîsê xelas bû: Xwedî li têkoşîna min derkevin
11:45 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê Nagihan Akarsel bû
11:25 Şêx û eşîran piştgirî dan HSD’ê
11:16 Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
11:01 Şewata li Akdagê xwe bi xwe vemirî
10:59 Xebatkarên FîlmAmedê: Mîhrîcan bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin didome
10:32 Berteka 'hevkariyê' ya li dijî PDK'ê: Dest ji xiyanetê berdin
10:20 Li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê êrişa bombeyî hate kirin
10:19 31 sal in li birayê xwe yê windakirî digere
09:43 ‘Paradîgmaya bi komployê hedef hatibû girtin gerdûnî bû’
09:06 Daxwaza taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Nebîoglû 4 meh in hatiye sekinandin
09:06 Bayindir: Divê her kes li dijî tecrîdê di 9'ê Cotmehê de li Amedê be
09:04 Mehmet Ocalan: Divê herkes bertekeke mezin nîşan bide ku deriyê Îmraliyê vebe
09:02 Ji bo Ocalan bedena xwe dabûn ber mirinê: Berxwedana li dijî tecrîdê lawaz e, divê berxwedan mezin bibe
09:00 Qeysika girtiyê nexweş hat desteserkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:08 Rojnameya Fermî: Hilbijartinên rêveberiyên herêmî di 31’ê adarê de ne
30/09/2023
22:09 Li Geverê konsera 'Vejîn'