Aydenîz: Ha Tirkiye ha DAIŞ ferqa wan ji hev nîn e

  • rojane
  • 11:12 11 Cotmeh 2023
  • |

AMED -DBP, Partiya Çepên Kesk, TJA û MED TUHAD-FED'ê û partiyên Kurdistanî bi boneya êrişên li dijî Rojava şermezar bikin bi hevre civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka DBP'ê Aydenîz anî ziman ku ferqa êrişên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ji hev tune ye

 
Partî û rêxistinên kurdan ên ku ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Pariya Çepên Kesk, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin daxuyanî dan.  
 
Daxuyanî li Buroya Şêwirmendiya Navenda Giştî a DBP’ê ya li  Amedê hat lidarxistin. Rêveberên saziyên navborî û her wiha Rêveberên Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Kominîst a Kurdistanê (KKP) tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz di daxuyaniyê axivî. 
 
Di civînê de hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz axivî û wiha got: “Ji 5’ê cotmehê heta niha dewleta AKP-MHP’ê bi awayekî dijminantiya kurdan êrişî Rojava dike. Di van êriş û bombebaranê de tesîsên av, ceyran û petrolê hilweşandin. Depoyên zexîre û genim û her wiha nexweşxane bombe kirin. Di vê bombebaranê de jiyana gel hatiye bombe kirin. Li Bakur u Rojhilatê Sûriyeyê gele herêmê jiyanek hevpar ava kirine û bi hevre di nava aramiyê de dijîn. Ev êriş li dijî vê jiyana hevpar û pergala demokratîk e. Êriş bi şiklê xwe dişibin êrişên DAIŞ’ê. Cudahiya êrişên Tirkiyeyê û êrişên DAIŞ’ê ji hev tune ye. Bi van êrişan jiyana gele Rojava armanc kiriye. Bi van êrişan sûcê mirovahiyê tê kirin.”
 
ÊRIŞÊN LI SER ROJAVA NE DI XEMA CÎHANÊ DE YE 
 
Aydenîz da zanîn ku bi van êrişan sûcê mirovahiyê tê kirin, lê hemû parazvanên mafên birovan û rêxistinên cîhanê bêdeng e û wiha got: “Li dijî van êrişên li Rojava hemû cîhan bêdeng e. Tê zanîn ku li Îsraîl û Fîlîstînê jî şerekî dest pê kiriye. Bi van şeran di sedsala Lozanê û sedsala Komarê de dixwazin ji nuve ve Rojhilata Navîn li gorî xwe xêz bikin û dizayn bikin. Vê dîzaynkirinê ne li gorî berjewendiyên gelan, dixwazin li gorî berjewendiyên dewletên hegomonîk xêz û dizayn bikin. Em dibinin ku di bin vê plan û dîzaynê de gelê Îsraîl û Fîlîstîn tên pelçiqandin û kuştin. Beriya êrişê Wezîr Hakan Fidan digot hemû pergala enerjiyê hedefa me ye. Got em ê êrişî jiyanê bikin. Wekî wî Serokê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî got ‘Em ê li Gazzeyê ceyran, av û gazê tevî qut bikin.’ Îro hemû cîhan li dijî vê gotinê bertekan nişan dide. Lê gotina Netenyawî û Fîdan mina hev in. Li dijî jiyana mirovahiyê hatiye gotin. Divê gelê cîhanê li dijî Rojava jî bertekên xwe bînin ziman. Yên ku li dijî gotina Fîdan li çepikan dixin, hêz dane Netenyawû. Netenyahû ji Hakan Fîdan hêzê digirin. Feraseta herduyan yek e.
 
LI MEXMÛRÊ MIZGEFT BOMBE KIRIN, KA EHLAQÊ ŞER Û MAFÊN MIROVAN
 
Serokê Tirkiyeyê Erdogan ji bo Fîlîstinê got ‘Divê sincê şer hebe. Lê îro li Rojava îstasyon û santralên av, ceyran, petrolê bombe dikin. Hemû xizmeta nexweşxane, av, ceyran û petrolê felç dikin. Li Mexmûrê mizgeftê bombe dikin. Ka mafê mirovan. Li Dêrikê nexweşxane bombe kir. Li dehan cîhan ambarên genim, depoyê zexîre bombe kirin. Li Eyn Îsa zarok qetil kirin. Ka sincê şer, ka mafên mirovan. Ka hikûq. Li vir dijminantiya kurdan dikin."
 
'MIFTEYA AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN DI PERGALA OCALAN DE YE' 
 
Aydenîz bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a ‘Deriye aştiya cîhanê di aştiya Rojhilata Navîn re derbas dibe’ û wiha got: “Em jî dibêjin ji bo Rojhilata Navîn pergala aştî û çareseriyê heye. Xwediyê vê pergalê jî Birêz Ocalan e. Lê Birêz Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke geran de ye. Pergala Birêz Ocalan peşkeş dike, pergala ekolojik, demokratîk û pergala parastina azadiya jinê ye. Îro ev pergal li Rojava, li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê di pêşengiya jinê de tê avakirin. Lê bi van êrişan dixwazin vê hêvî û pergalê hilweşînin.  Em dibêjin mifteya  aştî û çareseriya Rojhilata Navîn di Îmraliyê û pergala Birêz Ocalan de veşarî ye. Birêz Ocalan pergala aştî, çareserî û demokrasiye ava dikin. Lê bi van êrişan dixwazin van hêvî û vê pergalê têk bibe. Bi destê hikûmeta AKP-MHP’ê dixwazin azadiya gelan û azadiya kurdan tune bikin.  Ji bo gelê Fîlîstîn çalakiyan li dar dixin. Lê li aliyê din li Rojava bi rojan bombe tê barandin. Lê ji b ovan êrişan bêdeng e. Ev dirûtî ye.”
 
'ÊRIŞÊN LI DIJÎ LI DIJÎ PERGALA ROJAVA, KED Û JIYANÊ NE' 
 
Aydenîz di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî sazî, partî û dezgehên kurd dibêjin ev êrişên li ser Rojava li ser ked, jiyana hevpar, mafê mirovan û pergala demokratîk pêk tên û wiha  lê zêde kir: “Divê li dijî van êrişan hemû gelên cîhanê denge xwe bilind bikin. Divê her kes helwesta xwe nişan bide. Eger dixwazin li Rojhilata Navîn demokrasi pêş bikeve, divê her kes denge xwe bilind bikine. Ji bo demokratîkbûna rojhilata Navîn divê pirsgirêka kurd û pirsgirêka fîlîstîn bê çareserkirin. Çareserî ne Netew Dewlet e. Çereserî Neteweya Demokratîk e. Ev jî bi pergala Konfederalîzma Demokratîk pêkan e. Em mafê hemû gelê kurd diparêzin. Divê hemû sazî û rêxistinên kurdan jî destkeftiyên kurdan biparêzin û li dijî van êrişan denge xwe bilind bikin. Divê bi ruhê yekîtiyê mafê kurdan biparêzin. Divê Neteweyên Yekbûyî jî li dijî binpêkirina mafên mirovan erka xwe pêk bînin. Divê tene raporan nenivîsin. Divê li dijî van êrişan mudaxaleyekê bikin. Divê Neteweyên Yekbûyî rol û rista xwe pêk bînin.”
 
'QADA HEWAYÎ JI ÊRIŞAN RE BIGIRIN' 
 
Salîha Aydenîz, bang li hêzên navdewletî jî kir û got: “Divê DYA, Rûsya û Fransa qada hewayî ji êrişan û balafiran re bigire. Îro Rojava di aliye bazirganî, aborî û siyasî di bin ambargoyê de ye. Em bang li rayedar û erkdaran dikin ku van ambargoyan bi dawî bikin. Ev êriş di heman demê de li dijî pêşengiya jinan e. Îro li Rojava sûcê mirovahiyê pêk tê. Em ê li dijî van êrişan tu carî bêdeng neminin. Çawa bi heman ruh û seknê em li Kobanê xwedî derkevin. Em ê dîsa bi heman ruh û seknê li hemû Rojava xwedî derkevin. Em ê bi ruhê Kobanê, bi ruhê yekîtiyê di nava çalakiyan de bin.”
 
Nûnerên partî û rêxistinên din jî axivîn û xwestin êriş bi dawî bibin û her kes li dijî van êrişan bertekên xwe bînin ziman.
 
 

Sernavên din

14/10/2023
21:40 Li Helebê êrişa bi SÎHA'yê
20:56 Dayikên Şemiyê hatin berdan
16:30 Partiya Çepên Kesk îdiaya wezîr Yerlîkaya derewand
16:26 Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan
15:20 Li Dîlokê tabelaya HDP'ê hat dizîn
15:07 ‘Bila girtiyê nexweş Ayhan Aykaç bê berdan’
15:00 ‘Girtiyê nexweş Parlak dibe ku yekane gurçika xwe winda bike’
14:58 Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:54 Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû hat bibîranîn
14:04 'Em li cem têkoşîna Dayikên Şemiyê ne'
12:56 Rojnamevan Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da
12:35 Dayikên Şemiyê bertek nîşanî dorpêça polîsan dan: Rêzê ji AYM’ê re bigirin
10:50 Kongreya bi heybet a Partiya Çepên Kesk sibê ye
09:51 Li Hatayê polîsan bi ser konteyniran de girtin
09:05 Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike
09:04 Ciwanên enternasyonalîst bi giştînameyeke ku hatiye betalkirin tên deportkirin!
09:04 Ji ber şewata ku tu eleqeya wî pê tune ye cezayê muebedê lê birîn
09:03 'Di avakirina bajarên hêşîn de wê jin pêşengtiyê bikin'
09:01 Budak: Li aliyekî bi quranê sond dixwe û li aliyekî jî fermana kuştina kurdan dide
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:59 Li Amedê 4 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
13/10/2023
23:51 Temelê HPG'î li bajarê xwe hat definkirin
19:11 Dê li Amedê 'Rojên Marksîst' bên lidarxistin
19:04 Doza Kobanê: Dadger û dozgerên biryara guhdarkirin dan ji FETO'yê hatine îxrackirin
17:52 QSD: Me li Eyn Îsayê li dijî baregeha dewleta tirk çalakiyek kir
17:48 Li Gazeyê hejmara miriyan derket hezar û 799’an
16:52 Li Efxanistanê di mizgeftê de teqîn çêbû: Mirî û birîndar hene
15:43 Li Qoserê êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
15:34 Can ji wezaretê re got: Ji her xetereyeke jiyanî Wezareta Dadê berpirsyar e
15:00 Xelkê Mexmûrê êrişa dewleta tirk şermezar kir
14:04 Feqiyên kursa quranê gurî bûn
13:18 Filmê ‘Li Sûrê Devran’ tê pêşandan
12:30 Polîsan bi ser PSAKD’ê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
12:02 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:40 44 sal cezayê hefsê dan faîlê destdirêjî li zarokê kirî
10:39 Pekoz: Heke Îsraîl qadên pevçûnan fireh bike dê rasterast bandorê li kurdan bike
10:11 Li Enqereyê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
10:05 Rewşa Armita Garawandî hê jî krîtîk e
10:04 Tirkiyeyê dîsa êrişî Mexmûrê kir: Jinek birîndar bû
09:39 Li Rihayê qeza: 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
09:28 Ciwanên enternasyonalîst şandin GGM’yê
09:14 Halîse Aksoy a nehat berdan: Tolê ji min distînin
09:12 Cinayeta rojnamevan Bagdû: Dosye 9 sal in wekî xwe ye
09:10 Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:07 Hem dikanên wan şewitîn hem jî hat xwestin ji dikanên xwe derkevin
09:05 ‘Divê ku rêveberiyên xwecihî ji jinan re qadên aboriyê ava bikin’
09:03 Derhênera kurd Çelîk: Divê jin di sînemayê de bi wêrek û bawer bin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:52 Binefser Kaya di şer de hate kuştin
12/10/2023
23:32 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ciwanan bi dawî bû
22:51 Tirkiyeyê ji hewayê ve êriş bir ser gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
22:45 Li Mûşê 9 kes hatin binçavkirin
20:49 Mezlûm Ebdî: Tirkiyeyê çavkaniyên herêmê hedef girtin
19:07 Îsraîlê êriş bir ser balafirgehên Şam û Helebê
16:45 Danişîna ewil a rojnameger Yilmaz di 12’ê kanûnê de ye
16:44 Li Qoserê înşeata pirtûkxaneyê rûxiya: 4 karker birîndar bûn
16:23 Kevneşopiya hezar salî jî hat qedexekirin
15:54 Komeleya Lêkolînên Kurd dest bi kursên serdema payîzê dike
15:49 ‘Rewşa Ahmet Altûn çareser bikin dê ev dosya çareser bibe’
15:27 Ekelîk ê piştî 30 salan hat berdan: Jiyan bi berxwedanê derbas dibe
14:54 Li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin
14:53 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14:35 Ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin
14:35 Ji Kenyayê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
14:34 Li daîreyên qada leşkerî hezar û 256 ‘hilbijêr’ hatine qeydkirin
13:47 Hevseroka HDP’a Îzmîrê Çelîk a hate girtin rastî lêgerîna tazî hat
13:07 Êrişên dewleta tirk li gelek bajaran hatin protestokirin
12:55 Di Doza GOÇÎZDER’ê de mutala bê amadekirin
12:34 Beştaş: Şaxa zeytûnê dirêjî Filistînê dikin lê li kurdan bombeyan dibarînin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgerî û girtîgehê dan
11:49 Mihemed Hemîd: Ez dixwazim hesab ji dewleta tirk bê xwestin
11:15 Şerê Îsraîl-Filistînê: Herî kêm 2 hezar û 400 kes mirin, 338 hezar kes koçber bûn
11:14 AYM'ê ji bo Can Atalay biryar da
11:07 Bi ser qetilkirina Hevrîn Xelef re 4 sal derbas bûn: Li Rojava dîrok jinûve tê nivîsandin
11:05 Çalagan: Ya ku di Doza Kobanê de tê darizandin îradeya jinan e
11:00 Temel: Em ê bi kongreye destpêkekî nû bikin
10:37 Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dê bê berfirehkirin
10:02 Dr. Berwarî: Tirkiyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê dagir kiriye
10:00 Li gundê Banayê 29 roj in çûna nav zeviyan û baxçeyan qedexe ye
09:53 Poşmantî li Sevilgenê 30 sal in di girtîgehê de ye tê ferzkirin
09:11 Ciwanên enternasyonalîst: Têkoşîna jinên kurd dê bi sînordarkirina erdnîgariyê re kêm bimîne
09:09 Girtiyên bi kurdî parastin kirin wekî mafê bêdengiyê bikaranîne hat hesibandin!
09:07 Di înşeata nexweşxaneya 500 nivînî de 5 karker dixebitin
09:06 Rencus: Li Rojava sînordarkirina hêza kurdan ne pêkan e
09:04 Sewalvan: Ceh nîne ku em bidin heywanan
09:02 ‘Li dijî tundiya li ser jinan hewceye çareseriyên kolektîf bên pêşxistin’
09:01 Lîstokên hilbijartinê yên AKP'ê li Botanê dest pê kirin: Divê gelê me yê Botanê hişyar be
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN
11/10/2023
23:37 Şahînê HPG'î li gundê xwe hat veşartin
22:22 Li Silêmanî êrişa çekdarî: Êrişkar hat kuştin
19:35 Li Amedê ji bo zarokan 'Kargeha Çîrokên Afirîner'
19:00 Senatorê Awûstralyayî: Divê Tirkiye hesabê sûcên kiriye bide
17:28 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:00 Di doza berteka li dijî tecrîdê de biryara beraetê: Tundî û gef tê de tune ye
16:52 Bafil Talabanî: Tirkiye nikare bi gef û êrişan pirsgirêkan çareser bike
16:29 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû wê di 7’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger
16:28 HDP’ê paçên reş bi avahiyên xwe ve danîn
16:18 Cerdevanekî li Mêrdînê hevjîna xwe qetil kir
16:08 Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn