Li dijî astengkirinên şanoya kurdî xwe bi xwe eywana xwe ava kirin

  • rojane
  • 09:46 17 Cotmeh 2023
  • |
img

MÊRDÎN - Şaneşîn Performans a li Mêrdînê xebatê xwe dike, ji bo kurdî şanoyê dikin bi astengkirina eywana şanoyê re re rû bi rû ma û li ser vê yekê eywana xwe ava kir. Endamê Şaneşîn Pefromansê Şêrko Janzêm got: “Heke em xwedî li hev dernekevin kes li me xwedî dernakeve.” 

Komek ciwanên ku di sala 2020’an de ji bo tevkariyê li şanoya kurdî bikin û bi kurdî şanoya hilberînin hatin gel hev. Ji sala 2022’yan û vir ve li bajarê Mêrdîn û bakurê Kurdistanê bi navê Şaneşîn Performans dest bi pêşandana lîstikên xwe kirin. Komê heta îro 3 lîstikên bi navên "Becir", "Penceşêr" û "Înfaz" derket pêşberî temaşevanên xwe. Li dijî qedexeya şanoya kurdî gelek caran bi astengiyan re rû bir û man. Komê demek berê biryar da ku şanoyên xwe ava bikin. Endamên komê çalakî pêk anîn û ewil ji bo eywana ku dê ava bikin cihek kirê kirin. Piştre endamên komê destên hev girtin û eywan ku di her qonaxê de ew bi xwe lê xebitîn amade kirin. 
 
Şaneşîn Performans hewl dide ji bo her parçeyek Kurdistanê bi dirûşma “Ji Çaran yek” lîstikek amade bike. Komê ji bo rojhilatê Kurdistanê lîstika bi navê “Înfaz” amade kir û li ser dika xwe nîşanî şanohezan da.
 
LI DIJÎ KÊMASIYÊ HATIN GEL HEV 
 
Ji avakarên Şaneşîn Performansê Şêrko Janzêm bi bîr xist ku mamosteyên kurdî û kesên bi şanoyê ve eleqedar dibûn wek komekî civiyane û got: “Me li Mêrdînê didît ku di warê şano, xebatên çand û hunerî de kêmasiyek heye. Me li ser vê yekê komek ava kir. Me biryar da ku em ê şanoyêbikin. Lîstika me ya ewil Becir bû. Me di sala 2021’ê de derxist. Em li 13 cihan derketin ser dikê. Piştre me Perneceşer amade kir. Em li gelek bajarên Kurdistanê û li ODTU’ya Enqereyê derketin ser dikê.” 
 
LI DIJÎ ASTENGIYAN SAHNEYA ALTERNATÎF AVA KIRIN
 
Şêrko Janzêm diyar kir ku li Mêdînê hewceyî bi dikek ango sehneyek alternatîf heye û wiha got: “Ji bo em derkevin ser dikan me gelek caran destûr digirt. Me jî li ser vê yekê got, ‘çima sahneya me nîne û em sehneya xwe ava nakin’. Me ewilî vir kirê kir. Me di 6 mehan de hewl de vir temam bikin. Paşê me dest bi bilêtên kombine kir. Gelek kesan destek da kampanya me. Me hêdî hêdî dest pê kir û eywana xwe ava kir. Li Mêrdînê eywan nebû. Şaredariyê eywan nedida şanoya me. Zanîngehê jî eywana xwe nedida me. Eywanên taybet jî gelek biha bûn. Li ser vê yekê em jî rabûn me vê sehneya xwe çêkir. Em ê li vir cih bidin sinemaya alternatîf jî. Em ê li vir cih bidin çalakiyên çand û ziman.” 
 
KELACANA WAN DIDOME 
 
Janzêm destnîşan kir ku wan bi kelecanek mezin dest pê kiriye û wiha axivî: “Dema me eywana xwe ava dikir, hestên pir ezamet bi me re çêbûn. Dema em nû derketin ser dikê, em ewqas ne bi kelecan bûn. Me dixwest em tiştekî çêkin û bêqisûr be. Hê jî kelecana me didome.”
 
‘EM XWEDÎ LI HEV DERKEVIN’ 
 
Janzêm anî ziman ku divê xebatkarên çanda kurd û gel xwedî li hev derkeve û got: “Heke em xwedî li hev dernekevin wê kes xwedî li me dernekeve. Kes nayê ji me re eywanekê venake. Eşkere dikarim bêjim, ji bilî me kes xwedî li me dernakeve.”
 
JI BO HER PARÇEYÊ LÎSTIKEK 
 
Janzêm da zanîn ku wan lîstika “Înfaz” diyarî rojhilatê Kurdistanê kiriye û wiha got: “Me xwest em ji bo her parçeyekê lîstikek amade bikin. Me xwest em bi lîstikan silavê bidin parçeyên din ên Kurdistanê. Perneceşer qala kolonyalîzmê dike. Me hewl da em qala Bakur bikin. Paşê şoreşa li Rojhilat xwe da der û me hewl da em wir silav bikin. Belkî kêmasiyên me hebin lê dîsa jî me hewl da em qala wir bikin. Em ji bo kurd û Kurdistanê şanoyê dikin. Em ê her çar lîstikên xwe amade bikin û em ê bêjin 4 parçe yek e.” 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

20/10/2023
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike
09:04 Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e
09:03 Rojnamevan Chrîs den Hond: Divê em rastiya gelê kurd ragihînin cîhanê
09:03 Ji bo posterên Erdogan milyon û 828 hezar TL hat xerckirin!
09:02 Mexdurên erdhejê vê zivistanê jî bêwar in!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2023'YAN
18/10/2023
21:18 Êrişî mizgefteke li Xezeyê hat kirin
18:23 Li ber NY'yê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
17:58 Ji MSD'ê banga ji bo aştiyeke mayinde
17:46 Amedsporê li deplasmanê Karamansporê 2-1 têk bir
16:47 Bozan: Em ê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin
16:30 Li Îzmîrê erdhej çêbû
16:06 HDK: Ji bo ku qirkirinê rawestînin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin
16:05 Cezayê muebbetê li faîlê Fîrdevs Babat hate birîn
15:35 CPJ: Di şerê Îsraîl-Filistînê de 17 rojnameger hatin kuştin
15:31 Dîmenên ku îtîrafên Koç ê DAIŞ’î tê de bûn dan temaşekirin
15:30 Ji bo Farisogûllari 26 cezayê hefsê hate xwestin
14:57 Rapora OHD’ê ya Amedê: Di mehan de mimaleya xerab li 667 kesan hate kirin
14:27 Cenazeyê rojnameger Salaz li Wanê hate definkirin
14:16 Êrişên Îsraîlê hatin protestokirin
13:20 Biden li Îsraîlê ye: Wisa xuya dike ku teqîn aliyê din pêk aniye
13:20 Di doza ‘sindoqa winda de’ dê li şahidan bê guhdarîkirin
12:50 Şewata li Licê xwe bi xwe vemirî
12:48 Ewlehiya li derdora Konsolosxaneya Îsraîlê hate zêdekirin
11:17 Kelecana HEDEP’ê: Derenceyên serkeftinê li pêşiya me ne
10:46 Pentagonê daxuyanî da: Em ji Îsraîlê bibawer in
10:43 Yilmaz: Bêyî ku ferq û cudatî bê kirin divê li dijî êrişan deng were derxistin
10:17 Azadiya çapemeniyê piştî qanûna sansurê kete kategoriya “xeternakê”
10:16 Baroya Amedê dê ji bo betalkirina biryara ‘ÇED erênî ye’ ya ji bo Geliyê Zorê serî li dadgehê bide
10:01 Abdullah Ocalan: Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin
09:05 Li Wanê fiyetê kirêyan 4 qat zêdetir bûn
09:04 Li ser 800 kesî îfade dabû: Beyanên wî yên pûç di girtenameyên dadgehê de ne
09:03 Ciwanên daxilî nava tiryakê hatine kirin behsa tiryaka ji aliyê polîs-notirvanan tê firotin kirin
09:02 Ûca: Tirkiye dixwaze DAIŞ'ê car din bi ruh û can bike
09:01 3 demsal in di konekî de dimînin û va zivistan jî bi ser wan ve hat
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:40 Cenazeyê rojnameger Salaz gihişt Wanê
17/10/2023
22:45 HEDEP: Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku dengê aştiyê bilind bikin
22:06 Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir: Herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan
21:34 Tezkereya ji bo êrişên derveyî sînor li Meclisê hat qebûlkirin
19:13 Cenazeyê dayika Zekiye Alkanê hat veşartin
18:32 Can a ku bi beyanên Akbiyik hatibû girtin hat berdan