Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin

  • rojane
  • 16:02 28 Cotmeh 2023
  • |
img

STENBOL - Kesayetên ku deklarasyona “Banga Aştiyê” îmze kirin dan zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê her kes ewilî ji aştiyê bawer bike. 

 
Siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de koma ji 78 kesan pêk tê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane li hev civiyan. 78 kesayet bi sernavê “Deklarasyona Banga Aştiyê” li hotelek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û deklarasyonê ragihandin.
 
Di deklarasyonê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane carek din Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek navnîşan hat nîşandan û bang hat kirin ku demildest tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin. 
 
BÎRDAL: HÊ JÎ TECRÎD DIDOM Û RÊ XITIMÎNE 
 
Beriya eşkerekirna deklarasyonê Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal axivî û got: “Em dixwazin çek rawestin, şer biqede û dawî li qetlîaman bê anîn. Du sal berê li vir ji bo bidawîkirina tecrîdê konferansek hat lidarxistin. Mixabin tecrîd hê jî bi dawî nebûye. Lewma em dibêjin divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn û heke aştî pêk were dê rê li ber demokratîkbûnê jî veke. Li ser gelê Rojava û Xezeyê du sê sal in şer û qetlîam heye. Aştî bi gelê kurd û gelê Filistînê dikare were. Heta ku aştî û li hevkirin bi gelê kurd û filistînê re neyê kirin, azadî û aştî nayê ser vê axê. Lewma em dibêjin çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk wê rê li ber deriyê Îmraliyê veke û tecrîd bi dawî bibe. Deriyê tecrîdê deriyê demokrasiyê ye. Kengê zext û tecrîd biqede wê çaxê em dikarin li ser aştî, heqîqet û edaletê biaxivin.” 
 
Piştre dekarasyon hat xwendin û bi dû re jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û akademîsyen Fatma Gok axivîn. 
 
GOK: DIVÊ ŞER BIBE DERDÊ HER KESΠ
 
Akademîsyen Fatma Gok ku metnê îmze kiriye anî ziman ku li Rojhilata Navîn li ser mirovahiyê dramek pir mezin diqewime û divê her kes li ber şer rabe û her kes şer ji xwe re bike derd û kul. Gok got ew bi hêvî ne ku wê ev banga wan bigihîje girseyên pir mezin û heta aştî pêk were dê dest ji doza aştiyê bernedin. 
 
TURK: DIVÊ EWILÎ EM JI AŞTIYÊ BAWER BIKIN 
 
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê hewldan û têkoşînek pir cidî didin û wiha axivî: “ Ji bo em aştiyê pêk bînin divê beriya her tiştî em baweriya xwe bi aştiyê bînin. Divê li hemberî maf û azadiya hemû gelan hurmet bê nîşandan. Lê mixabin ji ber ku feraseta hurmetnîşandayî nîne heta îro aştî pêk nehatiye û şer diqewime. Rojhilata Navîn bûye fiçiya barûdê. Divê hem gelê kurd hem jî gelê tirk di çarçoveya nirxên demokrasiyê de li derdora pergalek aştiyane kom bibin. Divê gelên Rojhilata Navîn ji bo aştiyê bikevin nava tevgerê. Mantiqa ku kurdan tune dihesibîne li ser kar e û hê jî înkara kurdan û gelan tê kirin. 
DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURDAN DITEPISÎNIN 
 
Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de dixwazin hemû kurdan bitepisînin û bêdeng bikin. Divê pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Dema me bi birêz Ocalan re hevdîtin kiribû jî me viya gotibû. Divê her kes ji bo aştî û çareseriyê were cem hev û piştevaniya pêkanîna aştiyê bike.”
 

Sernavên din

02/11/2023
08:59 Zem li bihayê cigareyê hate kirin
08:26 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Em ê li dijî dozên we yên kompasê bêdeng nemînin
01/11/2023
22:22 Huda Kaya hat girtin
20:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Roja Kobanê ya Cîhanê
19:39 Rojnamevan Tolga Şardan hat girtin
19:16 Eleqeyeke zêde ji bo kargeha zarokan a Gerok MA'yê
18:59 Dozger xwest ceza li 6 rojnamevanan bê birîn
18:14 Rojnamevan Dînçer Gokçe hat berdan
17:29 Huda Kaya hat binçavkirin
16:48 Pêşnûmeya têkildarî êrişên Tirkiyeyê bi hinceta ‘mijarên divê neyên kirin’ paşve hate şandin
16:31 Rojnameger Dînçer Gokçe hate binçavkirin
16:16 275 caran êrişî Efrîn û Şehbayê hate kirin
15:41 HEDEP’ê ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê pêşniyarqanûn da Meclisê
15:35 ‘Kesên li Kobanê li ber xwe dan cîhan ji belaya DAIŞ’ê xelas kirin’
15:28 TDÎ: Tê xwestin ku hiqûqek serwer bê avakirin
15:27 Rojnameger Tolga Şardan hate binçavkirin
15:11 OHD’ê têkildarî tecrîda li Îmraliyê bulten amade kir
14:35 Tîryakî: Peyva welat ser zimanê wan kêm nabe lê di rastiyê de bazirganiya tiryakê heye
14:28 Rapora girtîgehan: Kurdî qedexe ye û girtiyên nexweş nayên tedawîkirin
13:51 Li Silopiya 5 kes hatin binçavkirin
13:14 Rêveberiya Xweser: Kobanê hêj bi êrişên tunekirinê re rû bi rû ye
13:13 Hevserokên HEDEP’ê: Berxwedana Kobanê rêya me ronî dike
12:10 Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a zimanê kurdî ava bikin
12:02 Penaberê winda ji girtîgehê derket
11:53 Di êrişa dewleta tirk de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn
11:46 8 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:07 Meclisa Jinan a HEDEP’ê: Kobanê çirûska serhildana jinan e û dê tu carî nekeve
10:16 Kavala peyam şand: Hêj jî hêviya min heye
10:14 DBP amadekariya konferansê dike: Tecrîd dê bê destnîşankirin
09:57 Roja kesên digotin ‘jiyaneke nû pêkan e’: Roja Rojava ya Cîhanê
09:28 Bereket Kar: Rojhilata Navîn dê bibe cihê pêleke berxwedanê ya nû
09:22 Budçeya Wezareta Xizîne û Darayî li komîsyonê hate qebûlkirin
09:12 Li Botanê erdnîgarî ji mirovan tê xalîkirin, bîra dîrokî tê tunekirin
09:09 Prof. Dr. Gok: Abdullah Ocalan dê tevkariyeke mezin li aştiyê bike
09:09 Girtiyê bi epîlepsiyê ketiye xistin hucreya yekkesî
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:45 Dîlan û Engîn Polat ên hevjînên hev hatin binçavkirin
31/10/2023
23:19 Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a Agiriyê ya HEDEP'ê Ozgur jiyana xwe ji dest da
22:47 Muftuoglûyê 'Xelata Rojnamevana Herî Bibiryar' wergirt
19:28 Orûç ku ji girtîgehê derket: Bijî çapemeniya azad
19:22 Gerok Ma'yê li Silopiyayê kargeha zarokan li dar xist
18:27 Rojnamevan Arslan ji girtîgehê derket
17:00 Kesê ku ji ‘Doza Sereke ya KCK’ê girtîbû hat berdan
16:54 Çawişê pispor ê 4 zarok tacîz kiribû hate berdan
16:19 Wezaretê xwest û dadgeriyê ji bo nûçeya zaroka êzidî biryara astengkirinê da
16:16 Rojnamevan Mehmet Şah Orûç hat berdan
16:01 ROJNEWS: Em tawanbariyên der barê Silêman Ehmed de red dikin
15:39 Walîtiya Kocaeliyê ‘meşa kurdî’ qedexe kir
15:16 Bavê Leyla Şaylemez ji doza jê dihat darizandin beraet kir
14:08 Der barê rojnamevan Arslan de biryara beraetê û tehliyeyê hat dayîn
13:47 Leyla Guven ji doza xwe ya li Silopiya hat beraetkirin
13:39 Doza Kobanê: HDP’ê hêza bazariyê ya kurdan zêde kir lewma dewlet aciz bû
13:33 Danişîna ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin
12:34 Îdia: Cîgirê qeyûm 800 TL bertîl xwest
12:22 32 meh in agahî ji Ocalan nayê girtin: Parêzeran dîsa serlêdan kir
12:04 Bi rayedarên dewletê re radibe û rûdinê: Ji wesayîta wî 50 kîlo esrar derket
10:48 Kobanê: Destana jiyana nû
10:32 Hevseroka ku sîxurtî lê hat ferzkirin: Ez li ser karê xwe me
10:07 Du jinên ku gefa kuştinê li wan tê xwarin: Emniyet xemsar nêz dibe
09:55 Parêzer Aydin: Bi neberdana Kişanakê dixwazin muxalefetê dîzayn bikin
09:06 Girtiyê nexweş bi alîkariya dîwaran diçe cihê hevdîtinê
09:05 Civaknas Bariş: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe
09:05 MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş
09:04 Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane!
09:01 ‘Çareserî bi paradîgmaya Ocalan pêkan e’
09:00 ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN
30/10/2023
17:44 Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in
17:26 Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e
16:45 13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:33 Rêveberê HDP’ê Şenyuz hat girtin
16:24 Sahanî Loûk a ku Hemasê îşkence lê kiribû mir
16:17 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê: Em ê li ber zextan serî netewînin
16:07 Li Hevseroka HEDEP'a Sûrê sîxurtî hatiye ferzkirin
15:43 Beştaş: Dadgehên herêmî li ber biryarên DMME’yê û AYM’ê radibin
15:37 Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin
15:02 Fîlmê ‘Gava Şitil Mezin Dibin’ xelata ‘Fîlmê Herî Baş’ wergirt
14:50 Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê
14:36 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:28 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:22 Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin
11:48 Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin
11:32 6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin
11:18 Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan
09:16 Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir
09:15 Danişîna rojnamegerên girtî Orûç û Arslan sibê ye
09:15 8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne
09:13 Têkoşîna çand û hunerê: Civakek bi rêya hunerê heye
09:12 Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were
09:09 ‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’
09:08 Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin
09:05 Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne
09:03 Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin
09:01 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Konfederalîzma Demokratîk’ derket
29/10/2023
22:27 Ciwanan li dijî êrişan xebatên stickeran kirin
19:37 Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû
19:29 Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin
18:55 Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin
18:44 Sempozyûma Bajêr a Mêrdînê: Jinûveavakirin bi polîtîkayên ekolojîk pêkan e