DMMO’yê ji bo endama xwe ya girtî bang kir

  • rojane
  • 11:37 4 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - DMMO'yê der heqê girtina endama xwe Amîne Demîr û 50 jinên TJA'yî de daxuyaniyek dan û wiha got: “Em diyar dikin ku bi taybetî Amîne Demîr, divê kesên bi salane bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin bên berdan û em dibêjin ku heta endama me azad nebe em ê dosya û doza wê bişopînin.”
 
Odeya Şêwirmendên Darayî ya Amedê (DMMO), têkildarî doza derbarê endama wan Amîne Demîr û 50 jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye vekirin de, li avahiya xwe ya li navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyek dan. Endamên Komele Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO), Odeya Avahîsazên Amedê (DMO) û gelek şewirmendên darayî tevli daxuyaniyê bûn.
 
Metna daxuyaniyê ya kurdî ji hêla endama DMMO'yê Sema Koç, ya tirkî jî ji hêla Serokê DMMO'yê Şiyar Bozhan ve hat xwendin.
 
'HIKÛMET DADWERIYÊ JI BO ZEXTÊ BI KAR TÎNE'
 
Koç, bal kişand ser giringiya saziya wan û diyar kir ku ew rêxistineke pîşeyî ne ku krîza aborî ya li Tirkîyeyê tê jiyîn û zirarên civakî û siyasî yên ji ber vê qeyranê ji nêz ve nas dikin û dişopînin. Koç, da zanîn ku di vê pêvajoya ku kedkar û mûçegir di bin çewisandinê de ne, ew jî wek kedkaran para xwe jê distînin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de hikûmet, wek tê zanîn hêza dadwerîyê wek amûra zextê li ser civakê bi kar tîne. Bi taybetî di salên dawî de, pratîkeke ku tu eleqeya wê bi hiqûq û edaletê re nîne, bi hezaran kes di bin navê şahidên nepen û eşkere de, bêyî delîlên berbiçav hatin binçavkirin, girtin û heta cezakirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku salek berê hatibû destpêkirin de endama Odeya me, Rêvebera berê ya Lijneya Disîplînê û hempîşeya me Şêwirmenda Darayîyê Amîne Demîr ji bo îfadedayînê hat gazîkirin, li ser vê bangê çû îfadeyê û mixabin ji ber sedemên ku heta niha jî em nizanin hat girtin.”
 
'DELÎLÊN BERBIÇAV NÎNIN'
 
Koç, anî ziman ku tevî ku der barê hempîşeya wan Amîne Demîr de delîlên berbiçav nînin jî, di encama pêkanînek wiha de ev saleke li Girtîgeha Sîncanê bi îfadeyên şahidên eşkere û nepenî de girtî ye. Koç, destnîşan kir ku hempîşeya wan Amîne Demîr ji ber berdewamiya girtina xwe nekarî pîşeya xwe ya Şêwirmendiya Darayîyê bimeşîne û di pêvajoya girtina xwe de jî zirarên madî û manewî dikişîne. 
 
‘EM Ê DOZA WÊ BIŞOPÎNIN’ 
 
Koç, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya vê dosyayê de rewşa heyî ya pergala darazê ya li Tirkiyeyê jî tê dîtin. Tevî ku di encama lêpirsîn û operasyona li Enqereyê hat destpêkirin de bi dehan jin hatin binçavkirin û girtin, lê sîstema darazê bi mehan nekarî biryarê bide kîjan dadgehê dê li vê dosyayê binere. Dema ku dosya di navbera dadgehan de diçû û dihat, kes ferq nedikir ku kesên di vê çarçoveyê de hatine girtin hê di girtîgehê de ne û mafên wan tên binpêkirin. Rewşa endama me rêvebira me Amîne Demîr û jinên ku di çarçoveya heman dosyayê de hatin girtin û darizandin jî heman rewş e. Di çarçoveya vê dosyayê de di 7'ê mijdarê de rûniştina dozê dê pêk bê.  Em diyar dikin ku bi taybetî Amine Demîr, divê kesên bi salane bi awayekî derhiqûqî di girtîgehan de tên girtin bên berdan û em diyar dikin ku heta endama me azad bibe em ê dosya û doza wê bişopînin.”
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat
17:54 Ciwanê ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
17:43 Rojnamevan Şardan hat berdan
15:27 487 êzidiyên din vegeriyan Şengalê
15:13 Ji Blinken daxuyaniya piştî hevdîtina bi Fîdan re
15:12 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan bixebitin
14:47 Çemê Dîcleyê tê qirêjkirin û qeyûm jî lê temaşe dike
13:59 ‘Bangawaziyên îro ji bo Filistînê tên kirin wê demê ji bo Kobanê dihatin kirin’
13:24 Der barê rojnamevan Kanbal de dozek nû hat vekirin
12:32 Di êrişa li dijî Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn
12:14 Rejîma Îranê girtiyê siyasî yê kurd Qasim Abeste bi darve kir
12:12 Aktivîsta filistînî Ahed Tamîmî hate binçavkirin
11:59 Keskîn û Kuçukbalaban weke Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê yên nû hatin hilbijartin
11:39 Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin
10:07 Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê: Divê dîlgirtiyên Doza Kobanê tavilê bên berdan
09:25 Doza tacîzê ya çawişê pispor: Berdana wî li dijî hiqûqê ye
09:12 Dayika lîstikvanê Amedsporê di maçê de hat binçavkirin
09:11 Dayikên Aştiyê: Tecrîd wê rabe û aştî wê were
09:06 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Em berê xwe bidin Îmraliyê û tecrîdê rakin
09:04 Yurdatapan ku ‘Banga Aştiyê’ îmze kir: Deklarasyon ji bo çareseriyê girîng e
09:01 Xelkê Wanê: Çareserî ne şer e razemaniya ji bo aboriyê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:54 Xwebûn bi manşeta ‘Ha Erdogan ha DAIŞ’ derket
05/11/2023
18:06 Li Silopiyayê konsera bi coş
16:46 Polîsan mudaxileyî kesên hewl didan bikevin Baregeha Încîrlîkê kirin
16:28 Amedsporê li sehaya xwe Etîmesgut Belediyespor 1-0 têk bir
16:20 Li Îranê bi dehan xwendekar jehrî bûn
16:18 KCDP: Di cotmehê de 19 jin hatin qetilkirin
16:10 Urun ê têkiliya wî bi Ak Ocaklari re heye bi hişbirê hate girtin
16:03 Ji konferansa DBP’e çendek nîşe: Bi kurdî dest pê kir, bi kurdî bi dawî bû
15:35 Di atolyeyên TJA’yê de rojev tecrîd û şerê taybet bû
15:11 Konferansa Ciwanan a Cîhanê: Hewl didin femînîzmê manîpule bikin
14:53 Dayika Aştiyê Eryilmaz: Me soza têkoşînê daye zarokên xwe
14:52 Orman: Dê ciwan dest ji têkoşîna xwe bernedin
14:42 Kaya: Pergal ji girtiyên siyasî ditirse
14:15 Hatîmogûllari: Em ê têkoşîna aştiyê birêxistin bikin
14:03 Belgeya helwestê ya DBP’ê: Seferberiya xwebirêxistinkirinê hate destpêkirin
13:48 Bakirhan: Pêdiviya me ya herî mezin yekitiya neteweyî ye
13:34 TJA li Îzmîrê bi jinan re civiya
13:15 Girtiyên siyasî kongre silav kirin û gotin: Xwediyê fikriyata DBP’ê birêz Abdullah Ocalan e
13:03 Akdag: ‘Jin, jiyan, azadî’ serhildana jinan e
12:51 Kesên ji bo hevserokatiya giştî ya DBP’ê hatin pêşniyarkirin diyar bûn
12:43 Dê di 18’ê mijarê de ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bê destpêkirin
12:32 Bayindir: Ji Kurdistanê re azadî, ji Rojhilata Navîn re demokrasî
12:17 Aydenîz: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe em ê li ber xwe bidin
12:08 Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a El-Megaziyê kir: Herî kêm 51 kes hatin qetilkirin
11:48 Navên tirkî li gund û meydanên Efrînê hatin kirin
11:35 12 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:14 Konferansa DBP’ê bi coşeke mezin dest pê kir
11:08 Unver: Ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re em naxwazin PDK li Mexmûrê be
10:42 Li Aydinê lehî rabû: 2 kes mirin
10:40 Hejmara 36’an a Kovara Jinê derçû
10:39 Bi hezaran kes herikîn konferans DBP’ê
10:39 Doza 22 jinên tên darizandin dest pê dike
09:59 Di lêpirsîna Kader Ortakaya de ev 9 sal in tu pêşketin nînin
09:14 Unsal: Ger deriyên Îmraliyê vebin dê aştî çêbibe
09:10 Bi demsala zivistanê re liv û tevgera li Sûka Sobefiroşan zêde bû
09:09 'Divê qanûna sansurê bê betalkirin'
09:08 Sûcên li hemberî zarokan: Ji ber terîqetan em nikarin pêwendiyê bi malbatan re deynin
09:07 Şaredarê derbasî AKP'ê bû şaredarî di nava deynan de hiştiye