Ji Stenbolê bo Meşa Azadiyê bang: Em ber bi azadiyê ve gav diavêjin

  • rojane
  • 11:13 16 Mijdar 2023
  • |

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bal kişandin ser meşa ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve û wiha gotin: “Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in. Lewma em ê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ber bi azadiyê ve dimeşin.” 

 
Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA- TUHAYDER), kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê, Alimên Olê, Komeleya Lêkolînên Kurd û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) têkildarî “Meşa Azadiyê” ku dê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, li avahiya HEDEP’ê ya bajar daxuyanî dan. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ KURD HEDEF GIRTIN’ 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka MA-TUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr ve hate xwendin. Demîr, got ku bi avakirina netewe-dewletê re li vê erdnîgariyê polîtîkayên zext, pişaftin û yekperestiyê li gelan hatiye ferzkirin. Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev polîtîkaya pişaftinê bi taybet jî li dijî gelê kurd hate meşandin û bi vê yekê re mafên sereke yên gelê kurd, çand, ziman û qadên wan ên jiyanê hedef hatin girtin. Di demeke ku em dikevin sedsala duyemîn a komarê de, komarê di nava 100 salan de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk tu çareserî pêş nexist û di sedsala nû de di polîtîkayên şer de israr dike.” 
 
SIYASETA DABEŞKAR A ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê 
 
Bi domdarî Demîr, anî ziman ku polîtîkayên zext û şer di serdema îktîdara AKP-MHP’ê de hêj bêhtir hatine kûrkirin û wiha pê de çû: “Destûra Bingehîn û biryarên DMME’yê hatine binpêkirin, bi rejîma qeyûman vîna gelê kurd tê xespkirin, operasyonên qirkirina siyasî tên meşandin û bi polîtîkayên dîlgirtinê re li dijî gelê kurd û tevahiya civakê hiqûqa dijminatiyê xistine meriyetê. Kesên li dijî zextên li ser zimanê me yê dayikê derdikevin tên lînçkirin û ev yek encama polîtîkaya dabeşkariyê ya îktîdarê ye.” 
 
Di berdewamê de Demîr destnîşan kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di neçareserkirina pirsgirêka kurd de biisrar e û vê yekê yekser eleqeya xwe bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re heye. Demîr, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, encama “hiqûqa dijminatiyê” ya li dijî gelê kurd û destkeftiyên wê ne û wiha axivî: “Tecrîda girankirî ku 25 sal in li ser birêz Abdullah Ocalan tê domandin, tecrîdkirina gelê kurd û gelên ji bo azadiyê têdikoşin e. Li gel vê, her wiha dixwazin bi tecrîdê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya gelên Tirkiyeyê jî tecrîd bikin. Tam ji ber vê yekê ye ku mijara tecrîdê bivê û nevê hewceye bibe rojeva hêz û kirdeyên civakê. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd lê pirsgirêka hevpar a hemû hêzên demokrasî û azadiyê ye. Ji ber ku di heman demê de israra me ya pêkvejiyanê jî tê tecrîdkirin.” 
 
‘EM MECBÛR IN JIYANA NÛ AVA BIKIN’
 
Demîr, anî ziman ku berpirsyartiya ewil a li hemberî tecrîda li Îmraliyê, mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Ev yek, di heman demê de li dijî polîtîkayên şer û tundiyê tê wateya avakirina aştiya birûmet. Weke kesên neçar man qadên xwe yên jiyanê biterikînin, ji neçarî bi rêyên koçê ketin û rastî her cureyên derhiqûqtî û neheqiyê hatin, em mecbûr in ku jiyaneke nû ava bikin. “
 
JI BO MEŞA AZADIYÊ BANG KIR
 
Demîr, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo vê jî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rojeva me ya sereke jî ev e. Em ê di vê çarçoveyê de di 19’ê mijdarê de ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve Meşa Azadiyê li dar bixin. Li dijî kesên dixwazin bêhnê li civakê biçikînin û ji bo ku em bikarin bi rehetî bêhnê bistînin, tekane hêza ku dikare tecrîda sûcê li dijî mirovahiyê bi dawî bike em in. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin, em li gel azadiya birêz Ocalan in. Bi vê sedemê em ê di 19’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bimeşin, em ber bi azadiyê ve gav diavêjin û pêş dikevin.” 
 

Sernavên din

19/11/2023
15:29 Li Botan û Wanê starta 25’ê Mijdarê hate dayîn
14:52 Hatîmogûllari li Bursayê bang kir: Divê em birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bikin
14:12 Meşvanan li ketina Gemlîkê govend gerandin
13:40 Rewşa rêyên Hezroyê ya piştî baranê
13:37 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
12:28 26 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
11:42 Bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ji Stenbolê ber bi Gemlîkê ve dest bi meşê kirin
11:06 Meşvanên Azadiyê gihiştin hev û ber bi Gemlîkê ve ketin rê
10:53 Rêvebereke din ê çeteya tiryakê li Tirkiyeyê hate girtin
10:50 Li dijî baregehên DYA’yê êriş hatin kirin
10:46 Rojeva alîgirên Amedsporê pirsgirêkên bajar bû
10:25 55 binçavkiriyên li Amedê hatin berdan
09:18 Cezayê disiplînê li 14 girtiyên ber strana ‘Lê Amedê’ govend gerandin hate birîn
09:13 Mehmet Ocalan: Ger deriyên Îmraliyê bên şikandin dê aştî bê Tirkiyeyê
09:12 Dayika Ûgûr Kaymaz: Qey dê di gorê de jî rehetiyê nedin me?
09:11 Li nava Ewropayê têkoşîna mafê kurtajê: Jin dê cîhanê biguherînin
09:09 Baskê Meşa Azadiyê yê Enqereyê dest pê kir
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:55 WHO: Nexweşxaneya Şîfayê êdî nikare xizmetê bike
18/11/2023
22:36 Kesên li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
22:22 Çalakiyên “Ji Abdullah Ocalan re azadî” didomin
22:19 Tevî hemû astengiyan jî ber bi Gemlîkê ve dimeşin
21:52 Xelata Paul Grunîngerê dan Ayşe Gokkan
20:32 Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan daketin qadan
20:26 Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin
19:02 Meşa Azadiyê gihaşt Mêrsînê
18:39 Bayindir: Hûn ê nikaribin Meşa Azadiyê bidin sekinandin
18:19 Meşa Azadiyê tehemul nekirin: Parlamenteran rê girt, ciwan meşiyan
16:57 Li kolanên Wan'ê dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ olan da
16:36 Baskê 'Meşa Azadiyê" ya Çûkûrovayê dê ji Mêrsînê bimeşin Gemlîkê
15:56 Ji bo girtiyên nexweş çalakî: Resuloglu, Boltan û Yildiz bila bên berdan
15:28 Li aqûbeta Bayram û Yakar hat pirsîn
15:18 Gelê Mexmûrê “Meşa Azadiyê” silav kir
15:16 Bi govend û stranan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bi rê ketin
14:34 Ji Qada Galatasarayê gazî kirin: Em ê dev ji winda û doza xwe bernedin
14:19 ÎHD’ê aqûbeta Aydogan ê di bin çavan de hate windakirin pirsî
14:12 HEDEP’ê li bakurê Kurdistanê dengê xwe zêde kiriye
12:11 Nivîskar Ozturk û hevjîna wî hatin berdan
12:09 'Meşa Azadiyê’ dest pê kir
10:50 Abdullah Ocalan: Çareserî bi azadiya jinan dikare pêk were
09:58 Jina ku ji malbata xwe alîkarî xwestibû mirî hate dîtin
09:58 Li Xarpêtê du erdhej li pey hev çêbûn
09:45 Di têkoşîna jinê de qonaxa herî girîng: Jin, jiyan, azadî
09:44 Okçû ya ku li Ingilistanê girtî ye: Ez bi deportkirinê re rûbirû me
09:01 Banga ji bo Meşa Azadiyê: Em ji bo avakirina jiyana civakî bimeşin
09:01 Îmzevana Banga Aştiyê Dogan: Divê em ji peyva aştiyê netirsin
09:01 Serokê Baroya Sêrtê: Wext ji bo girtiyê nexweş Kaya kêm dibe
09:00 24 sal in ji bo jiyaneke birûmet têdikoşe
09:00 Di lêpirsîna der barê rojnamevan Boltan de biryara neşopandinê
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2023'YAN
17/11/2023
20:21 'Divê kurd xwedî li vîna xwe derkevin û vê meşê berfireh bikin'
19:02 'Divê em tifaqa xwe xurt bikin'
18:32 Doza Kobanê: Sûcdarkirin heye lê delîl tune ye
17:07 Meşa DÎSK’ê ya Enqereyê: Em ê bi têkoşîna bi hev re qezenc bikin
16:30 Zarokên Leylayê xwestin kujer bê cezakirin
16:28 Meşa Azadiyê sibe dest pê dike: Em dev ji azadiya Ocalan bernadin
16:28 Li Kuçukçekmeceyê di avahiyekê de teqîn çêbû: Kesek mir
16:15 Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan
15:20 Jinên endamên KESK'ê li Amedê starta 25'ê Mijdarê dan
14:32 Li Edeneyê ji jinên girtî re kartên piştevaniyê hatin şandin
14:30 Girtiyê nexweş Kalkan piştî 30 salan hate berdan
14:20 Rakel Dînk: Em vegeriyan rojên şîna xwe ya giran
13:47 Bakirhan gazî xelkê Êlihê kir: Rê nedin tifaqa Torosên Spî
12:55 Nivîskar Fadil Ozturk û hevjîna xwe hatin binçavkirin
12:09 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:07 Bayindir: Meşa Azadiyê destpêka serdemeke nû ye
11:53 Hevserokê MEBYA-DER’ê: Tecrîd rabe dê pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin
10:56 Ji ber barîna berfê û mija zêde li Wanê gelek wesayît di rê de man
10:55 Li pey şopa perperokan: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:31 Xwezaya Nûrheqê diqede!
09:52 Jinên şirnexî: Ditirsin ku dengê Abdullah Ocalan bigihije gel
09:38 Komeleya Alîgirên Amedsporê dê sibê konferansek li dar bixe
09:34 Cara duyemîn êrişî gora Ûgûr Kaymaz û bavê wî hate kirin
09:19 Li malbatên piştî qedexeya derketina derve alîkarî wergirtin lêpirsîn hat vekirin
09:17 Der barê hevpeyvîne neweşandî de biryara neşopandinê!
09:14 Ji bo çareseriyeke demokratîk banga ji bo Meşa Azadiyê
09:11 Çîftyurek: Ocalan dikare rê li ber aştiyê veke
09:06 'Divê hemû aştîxwaz û demokrasîxwaz tev li meşa Gemlîkê bibin'
09:03 Amadekariyên Meşa Azadiyê didomin: Divê encam bê girtin
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2023'YAN
01:37 Li Winterhûrê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ hat lidarxistin
16/11/2023
20:29 Hunermend Ahmet Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
20:24 Li ser X’ê hastaga ‘#Öcalandan966GündürHaberYok'
19:18 Hatîmogûllari: Divê em tifaqa têkoşînê ava bikin û xwe birêxistin bikin
17:27 Li Silopiyayê ji bo jinan dîwana dengbêjan
17:00 Qeyûmê Qersê zirara ji ber daxistina fiyetê ava vexwarinê derketî ji endamên meclisê xwest
16:50 Parêzer Safali hate definkirin: Erdal nirxê hemû civakê bû
16:33 Li Qoserê ji bo Meşa Azadiyê bang hate kirin
16:13 HEDEP’ê ji bo cînayeta Dînk daxwaza ‘civîna giştî’ kir
16:11 Sayyîgît: Israra di polîtîkaya tecrîdê de îktîdarê dixitimîne
15:48 DBP'ê û HEDEP'ê du malbat li hev anîn
15:31 Hatîmogûllari: Em ji malbata Hrant Dînk lêborînê dixwazin
15:18 Hejmara duyemîn a ‘Bultena Tecrîdê’ hate weşandin
15:13 Kapan ê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi tilîliyan hate pêşwazîkirin
14:19 Ji wezîrê parastinê pirsî: Li ku derê, çiqas çekên kîmyewî hatine bikaranîn?
14:12 Ji bo Meşa Gemlîkê li Rihayê civînên gel hatin lidarxistin
14:05 Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
13:50 Doza Kobanê: Ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?
13:14 Parlamenterê Partiya Îyî'yê yê Enqereyê Beker ji partiya xwe îstîfa kir
13:09 HEDEP’ê bi daxwaza ‘tavilê li Îmraliyê hevdîtinê bike’ serî li ÎHÎK’ê da