Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin

  • rojane
  • 09:11 21 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Li gundên Farqînê ji ber lehiyê zirarek mezin gihiştiye malê gundiyan. Gundiyan bertek nîşanî tevdîr negirtinê dan û dan zanîn ku pêvajoya hilbijatinê ji bo dengan tên, lê wekî din tu kes li deriyê wan nade. 
 
Li ber lehiya ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê rabû, zirarek mezin gihand can, mal û milkên xelkê. Li gorî agahiyên dawî li Amedê kesek û li Êlihê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji bilî vê yekê jî gelek zirarek madî gihiştiye mal û milkê welatiyan. Li gundên Girhebeş, Weysikan, Siloqê û Fêra yên bi ser navçeya Farqîna Amedê ve zirarek mezin gihişt malên gundiyan û gelek zevî, bostan, baxçe û lodên kayê ketin ber lehiyê û pê re çûn. Li gundê Fêra ku ji nêzî 170-180 malan pêk tê,  gelek baxçeyên zerzevatê ji lehiyê zirar dîtin û bi saetan gundî nekaribûn ji malên xwe derbikevin. Her wiha 3 pir di nava gund de hene û pirekê ji lehiyê zirar dîtiye. Gundiyan bertek nîşanî tevdîrnegirtin Şaredariya Farqînê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ne dan û ji bo ku careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin bang kirin. 
 
JI BO PIRÊ SERLÊDAN KIRINE LÊ BÊBERSIV MAYE 
 
Gundiyê bi navê Îbrahîm Ergun da zanîn ku 15 sal berê pirên nava gund xelet hatine çêkirin û got ku deriyên piran gelek biçûk in û têra ava lehiyê nakin. Ergun diyar kir ku lodên wan yên kayê tev şil bûne û heke kareke baş hatiba kirin ev zirar çênedibûn. Ergun anî ziman ku wan bi rêya keyayê gund ji bo pirên mezintir bên çêkirin serî li saziyên pêwendîdar dane û wiha got: “Heke pirên mezintir hatiban çêkirin, ev zirar çênedibûn. Ji ber lehiyê rê tev bûne herî û şagirtên me nekarin îro biçin dibistanê. Divê rayedar hatiban û li rewşê nihêrîban. Piştî lehiyê tu kes nehat û li halê me nepirsî. Gava dibe zivistan belkî 9-10 caran em bi bûyerên wiha re rûbirû dimînin, lê heta niha tu kesî pirsa me nekiriye. Rêyên me tev herî ne û wesayît nikarin tê re derbas bibin. Heke werin rêyên me çêkin û tevdîr bên girtin wê ewqas zirar negihîje gund jî.” 
 
‘QEYMEQAMÎ LI DERDÊ WAN GUHDAR NEKIRIYE’ 
 
Gundiyê bi navê Îhsan Gezîcî jî ku baxçeyê wî yê zerzevatê zirarek mezin dîtiye, da zanîn ku vê lehiyê zirarek mezin daye mal û milkê xelkê. Gezîcî anî ziman ku divê şaredarî pêşî li ber bûyerên wiha bigire û çareyekê bibîne. Gezîcî diyar kir ku heta niha tu rayedar nehatine vir û tu xebat nekirine û wiha got: “Ev der jî mîna bajarekî ye, bûye tax. Divê çareseriyek bê dîtin. Em çûn bi qeymeqam re me yê hevdîtinê bikira, lê ji ber ku li cihê xwe nebû, me nekaribû derdê xwe bibêjin. Me daxwazname nivîsandin, lê tu bersiv jî nehat dayîn. Em bi baxçeyên xwe debara xwe dikin. Firingî, îsot, bacanê reş hwd. Weke hûn jî dibînin lehî hat û hemû bi xwe re biriye. Dema lehî li vî çemî radibe ji bo zar û zêçên me jî xetereyê çêdike. Heke her du aliyên çem bi betonê bê çêkirin, wê gelek baş be. Gava pêvajoyên hilbijartinê tên, lê gava pêvajo diqede careke din nayên. Xwesteka me ew e ku pirek ji bo me bê çêkirin û çareseriyek jî ji bo ava çem bê dîtin. Zarokên me nikarin biçin dibistanê, heke nexweşek me çêbibe, ambûlans nikare bê ber derî. Dapîra min 100 salî ye û nexweş bikeve ez ê çawa wê bibim taxa hember? Lewma divê ji bo mala me pirêk bê çêkirin. Heke pir nebe jî bila çareseriyeke din bibînin.”
 
MA / Bazîd Evren 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/11/2023
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin
16:22 Malbat ji ber jiyana Babayîgît ku dozger got ‘di girtîgehê de ye’ bifikar e
16:21 CFWIJ: Di êrişa Îsraîlê de 2 rojnamevan hatin kuştin
15:58 Di doza li ser îfadeya şahid hatibû vekirin de biryara yekkirina dosyayê hat dayîn
15:43 Ji jinên girtî re qert şandin û zincîra mor çêkirin
15:21 Di hevdîtinên bûdçeya Wezareta Dadê de tecrîd hat protestokirin
15:15 Li Edliyeya Îzmîrê nobeta edaletê hate lidarxistin
15:08 Di hevdîtinên bûçeya Wezareta Dadê de rojev tecrîda li Îmraliyê bû
15:06 Qenala avê ya bi betonê serê wê hatiye girtin rê li ber mirina 4 kesan vekir
14:42 Adibellî: Ez bi mudaxileya polîsan hatim girtin
12:45 Hatîmogûllari: Em ê hesabê ji zîhniyet qeyûm bipirsin û wezareta jinan ava bikin
12:34 Danişîna doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
12:17 Li Kocaeliyê jinek hate qetilkirin
11:56 Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên herêma Serhedê hatin girtin
11:47 Bakirhan ji bo 50+1’ê bersiv da Erdogan: Pergala ku civak ne di nav de neçarî tunebûnê ye
11:39 DFG: Ew ‘Generalên Biçûk’ ên Apê Mûsa bûn
11:24 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:09 ‘Dê berdewama Meşa Azadiyê were’
11:07 Bernameya meha kanûnê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:42 Li Enqereyê bi ser malan de hate girtin
10:17 Di rapora pispor de polîs ‘bêqisûr’ hat dîtin
10:12 Jin dê hêj bihêztir derkevin kolanan
09:57 28 roj in tu agahî ji rojnameger Ehmed nayên girtin
09:28 Bagerê çatiya wî firand: Nêzî 150 hezar lîre zirara min heye
09:19 Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk bi cilên pêşmergeyan xwe li herêmê bi cih dike
09:18 Fermandara YJŞ'ê Bêrîvan: Em xwe bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' mezin dikin
09:16 Dayikên Botanê: Heya tecrîd hebe em ê di bin zilmê de bin
09:14 Hunermend Bagca: Divê hemû kesên ji demokrasî û aştiyê bawer dikin berpirsiyariyê hilgirin
09:11 Piştî lehiya li Farqînê: Tenê ji bo rayan tên li deriyê me didin
09:07 Elkê amadekariyên zivistanê kiriye
09:04 Li Mexmûrê bi pêşengiya jinan jiyana azad tê avakirin
09:01 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2023'YAN
20/11/2023
22:56 Girtiyê 68 salî di beşa awarte de kelepçe kirin
22:52 Êrişî Minbicê hat kirin
19:43 Li Rihayê di 10 mehan de 545 zarok bi êrişa zayendî re rû bi rû man
18:51 4 kesên li Êlihê jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
17:21 Kilamên xwe ji bo jinên têkoşer gotin
17:02 Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re anî bîra Fîdan: Hûn navnîşana çareseriyê dizanin
16:28 19 girtîgeh 60 caran ziyaret kirin: Divê mekanîzmaya venêrtinê ava bikin
16:10 Li Qilebanê civîna jinan: Pêwîste êdî Ocalan azad bibe
15:24 Rapora mafên zarokan a ÎHD’ê: Herî kêm 191 zarok binçavkirin
15:07 Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Maf li ser kaxizê man
14:52 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Meclisa Jinan a HEDEP'ê li ber Girtîgeha Sîncanê stara 25'ê Mijdarê da
14:05 Ji bo girtiyê ji sedî 93 astengdar serlêdana ÎHÎK’ê hate kirin
14:03 Ji jinên girtî re bi boneya 25’ê Mijdarê name hatin şandin
13:51 ÎHD: Bila tecrîda Îmraliyê bê bidawîkirin
13:36 Bîlançoya bager û baranê: 9 kes mirin, 11 kes jî winda ne
13:35 Dikandaran bi derfetên xwe rê li ber avê girtin
13:10 Li Serhedê berf barî, riyên sedan gundan hatin girtin
12:50 Ûgûr Kaymaz û bavê wî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
12:47 Bakirhan: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bikin hûn ê tecrîda li ser Ocalan rakin
12:03 Cenazeyê zaroka yek salî ku ber lehiyê ketibû hate dîtin
11:52 Aligirên Amedsporê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:04 Zarokê 5 salî yê ber bi lêhiyê ketibû, mirî hate dîtin
10:46 Meteorolojiyê 18 bajar bi qodên zer û porteqalî hişyar kir
10:46 3 xwişk û bira ber ava lehiyê ketin
10:11 Li gelek bajaran dibistan ketin betlaneyê
10:04 Li Çewlîgê 2 otobus wergeriyan: 22 kes birîndar bûn
09:55 Barana zêde bû lêhî: Li Mêrdînê av kete malan
09:48 Girtiyê nexweş ku rewşa wî giran bû rakirin nexweşxaneyê
09:34 Li Amed û Êlihê baraneke zêde barî: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
09:14 Jin dê bi mijara ‘rêxistinbûnê’ tev li Meşa Şevê ya 25’ê Mijdarê bibin
09:13 Ohne ya ji Ingilîstanê: Heya ku hemû jin azad nebin, dê tu jin azad nebe
09:11 Doz li zarokekî hat vekirin
09:09 Rastiya Tirkiyeyê: Tu hêviya min ji dewletê nîne
09:08 Tê xwestin rojnamevanê ku cezayê wî yê darvekirinê heye bişînin Îranê
09:06 Rojmameya Xwebûn bi manşeta “Jin pêşengê Jiyanê ne” derket
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2023'YAN
19/11/2023
23:53 Li Stenbolê welatiyên di 'Meşa Azadiyê' de hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:17 Der barê kujer Ogun Samast de îdianameyek nû hat amadekirin
18:35 Xemsariya qeyûm gund veguherand golên avê
18:25 Li gundên Farqînê lehî rabû
17:33 Amedspor li sehaya xwe beraber ma
16:56 Xelata ‘Mirovayî û wêrekiyê’ dan Ayşe Gokkan
16:33 Meşvanên Azadiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna me bidome
16:15 Meteorolojî li ser hev hişyariyan dike
16:15 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:11 Aydin ê piştî 30 salan tehliye bû: Ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne
16:10 Li Mêrdînê piştî bagerê asîman zer bû!
15:43 Meşvanên Azadiyê tu astengî nas nekirin û xwe gihandin Gemlîkê
15:41 Li Amedê ‘Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen’ hate vekirin