Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn

  • rojane
  • 16:15 22 Mijdar 2023
  • |
img
AMED - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin,  di civîna têkildarî nelirêtiyên şaredariyên Rezan û Peyasê de axivî û pergala qeyûman wiha pênase kir: “Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî şaredariyên Rezan û Peyasê yên Amedê ku bi bûyerên nelirêtî û bertîlê di rojevê de ne, civînek li dar xist. Civîn, li hotêleke navçeya Sûrê hat lidarxistin û hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û encamên meclisa şaredariyê tev li civînê bûn. Li eywana civînê pankarta “Nelirêtiyên qeyûman” hatibû daliqandin. 
 
Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin di civînê de got ku êdî nelirêtiyên qeyûman ewqas zêde bûne ku îktîdar jî nema dikare veşêre. Yildiz, bi bîr xist ku cara ewil di sala 2015’an de qeyûm hatin tayînkirin û ev tişt anî ziman: “Van qeyûman polîtîkaya texrîbkirina aboriyê meşandin. Qeyûmên piştî sala 2019’an jî sepana qirkirina çandî xistin meriyetê. Qeyûman li Kurdistanê rant derxistin pêş û neguhezbarên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe kirin.” 
 
NELIRÊTIYÊN LI REZAN Û PEYASÊ
 
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin jî qala kiriyarên qeyûmên Rezan û Peyasê. Demîr, ji bo pergala qeyûman pênaseya “Şêlandina herî modern a sedsala 21’emîn” kir û wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê adara 2019’an de HDP’ê li Rezanê ji sedî 70’ê û AKP’ê ji sedî 25’ê dengan stand. Ji 37 endamên meclisê 30 jê HDP’î û 7 jî AKP’î bûn. 17 kes li şûna endamên HDP’î hatin tayînkirin. Piştî hinek hevalên me li peywirê hatin vegerandin, AKP bi 20 endaman li meclisê serwer bû. Bi vê yekê re êdî bi rehetî nelirêtî dikir. Çend roj berê Midûrê Îmarê yê Rezanê û Cîgirê Şaredar li ser sûc hatin girtin.” 
 
Bi domdarî Demîr daxuyand ku Şaredariya Rezanê tevî îtîrazên endamên HDP’ê jî 40 biryarên îmarê erê kirine û wiha pê de çû: “Me ev biryar lêkolîn kirin. Di 20’ê sibata 2020’ê de mewzûateke nû ya îmarê anîne. Bi vê mewzûatê re guherînên girêdayî parselê ji hêla şaredariyê ve nayên kirin lê yên girêdayî adayê dikarin biguherînin. Lê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin li gorî vê mewzûatê tevnegeriyan. Di van 40 biryarên ku endamên me li dijî wê îtîraz kirine de jî li gorî mewzûatê tevnegeriyane.” 
 
STASYONÊN SOTEMENIYÊ YÊN LI DIJÎ ÎMARÊ 
 
Di berdewamê de Demîr diyar kir ku stasyonên sotemeniyê bi awayekî dijî mewzûatê ji bo şexsan taybet hatine çêkirin. Demîr, bal kişand ser nelirêtiyên li Mêrdîn, Êlih û hwd. û wiha pê de çû: “Sedema kesên di lehiya li Êlihê de jiyana xwe ji dest dayîn jî ev nelirêtî ne. Xebatên binesaziyê yên li ser rêgeha rûbarî nehatine temamkirin û ev jî bû sedema mirina mirovan.” 
 
Hevserokê HEDEP’a Amedê Abbas Şahîn jî li ser gotina AKP’iyan ku dibêjin “em ê dîsa qeyûman tayîn bikin” sekinî û wiha derbirî: “Bi van gotinan dixwazin bikin ku gel neçe ser sindoqan. Em ê bikevin hilbijartinê û bi ser kevin.” 
 
Civîn, bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

24/11/2023
15:48 Derbarê 7 HDP’iyan de biryara berdanê hate dayîn
15:27 ÎHD: Mirina 34 jinên li bajarên herêmê bi guman in
15:01 Rapora Wanê ya Komeleya Jinan a Starê: Di 22 mehan de 23 jin hatin qetilkirin
14:21 Di êrişa dewleta tirk a li dijî Amûdê de welatiyek hate qetilkirin
13:01 Parlamenterên HEDEP’î: Deynê qeyûmê Wanê nêzî 2 milyar TL’an bû
12:42 Parlamenterê HDP’ê yê berê Aksoy hate girtin
11:51 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê dê kongreya xwe bi dirûşma ‘Vejîneke ciwan’ li dar bixe
11:44 Cenazeyê muretebatekê din jî hate dîtin
11:33 Berdevka HEDEP’ê: Kurtenavê partiyê dê bê guhertin
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin