Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne

  • rojane
  • 09:09 2 Kanûn 2023
  • |
img
WAN - Welatiyên li Wanê ku piştgirî dan çalakiya girtiyan a bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin, di roja 6’emîn de berdewam dikin. Çalakiyên greva birçîbûnê ya ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de tên domandin, dê heta 15'ê Sibata 2024'an bi awayekî dorveger dewam bikin.
 
'DIVÊ EV ZILM BI DAWÎ BIBE'
 
Welatiyên ku di Civîna Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê de li hev civiyan, diyar kirin ku daxwazên wan û yên çalakgerên di greva birçîbûnê de heman daxwaz in. Kadîr Çîçek anî ziman ku li gund, kolan, tax û girtîgehan zilm li kurdan tê kirin û got: "Dixwazin dengê me bitepisînin. Lê çi qas zext û zilm bê kirin jî dê têkoşîna me xurttir bidome. Em amade ne ku piştgiriyê bidin girtiyên xwe yên li zindanan di grevê de ne. Çawa ku girtî li zindanan li ber xwe didin, divê em jî li derve piştgiriyê bidin berxwedana wan. Heta ku em netêkoşin em ê tiştekî bi dest nexin. Divê desthilatdariya heyî gavinan biavêje. Ev zilm û zordarî divê bi dawî bibe."
 
Şahabettîn Elsîs diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û grevên birçîbûnê divê her kes dengê xwe bilind bike û wiha got: "Pêwîst e parêzvanên mafê mirovan û rûsipiyên kurdan ji bo şikandina vê tecrîdê li hev bicivin û bixebitin. Heta em nebin yek, dê pirsgirêkên me bi heman awayî bidomin."
 
Mustafa Yalçinkaya jî wiha got: "Li girtîgehan destpêkirina grevên birçîbûnê, bandoreke mezin li me hemûyan kir. Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û girtiyên din were rakirin. Em dikarin bi xwedîderketineke xurt van polîtîkayan bidin sekinandin. Divê em li qadan û kolanan dengê xwe bilind bikin. Yekane daxwaz û xwesteka me azadiya me ye."
 
'GER HEVDÎTIN ÇÊBIBE DÊ KRÎZ BIQEDE'
 
Îbrahîm Sungur anî ziman ku divê destekê bidin çalakgerên greva birçîbûnê û wiha axivî: "Divê bajar bi bajar, navçe bi navçe em piştgiriyê bidin vê çalakiyê. Divê ne ji girtîgehan, ji kolanan dest pê bike. Lê belê ancax bi vî awayî dengê me bibihîzin. Êdî li kuçeyan dem dema çalakiyên bêîteatiya sivîl û demokratîk in. Tecrîd wê bi berxwedaneke xurt bê şikandin. Wê bi têkoşîn û yekitiyeke xurt bê şikandin." 
 
Emîn Orhan jî bang li hemû derdoran kir ku bibin dengê girtiyan. Orhan got: "Zindan ne cihê greva birçîbûnê ne, girtiyên me jixwe nexweş in û di bin zextan de ne. Grev ji bo gel e, ne ji bo girtiyan. Ger gel piştgiriyê nede dê ev bibe xeletî û şaşiyeke mezin. Divê boykot bên kirin, grev bên destpêkirin. Sedema bingehîn a van krîz û aloziyan jî ew e ku ji Îmraliyê deng dernakeve. Eger hevdîtin bên kirin dê krîz û şer bi dawî bibin."
 
‘EM DIXWAZIN TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Mehmet Keser diyar kir ku tecrîd li ser hemû kurdan tê meşandin û got: "Divê ev gel êdî serî hilde. Rêberê gel bi salan e di girtîgehê de ye. Ji sedî 70'yê kurdan niha daxwaza rakirina tecrîdê dikin. Dema ku tecrîda li ser Ocalan rabe, dê ev pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bên çareserkirin. Têkoşîna li zindanan bilind bûye ji bo me hemûyan e. Divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê."
 
Selahattîn Ertaş jî got: “Ev têkoşîn ya me hemûyan e. Mirov ber bi mirinê ve diçin û bedena xwe didin ber birçîbûnê. Pêwîst e her kes hay ji vê yekê hebe. Ev têkoşîn têkoşîna Kurdistanê ye û divê her kes piştgiriyê bide vê têkoşînê.
 
 

Sernavên din

03/12/2023
18:43 Li Misircê 2 girtiyên piştî 30 salan hatin berdan bi girseyî hatin pêşwazîkirin
18:28 Ciwanên HEDEP’î bi lêdanê hatin binçavkirin
17:11 Ji girtiyên li dijî binpêkirinan derketin re cezayê hucreyê birîn
17:02 Amedspor li hemberî Kastamonu Sporê 1-2 têk çû
16:58 Li Kerboranê bi ser malan de hate girtin: Kesek hate binçavkirin
16:50 Hevserokên nû yên Komeleya Lêkolînên Kurdî diyar bûn
16:42 Çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan diyarî girtiyên nexweş hatin kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê li Edeneyê bi ciwanan re civiya
15:50 ‘Divê em xwedî li girtiyan derkevin û barê wan sivik bikin’
15:39 Ji Komeleya Ekolojiyê ya Amedê ‘Bazara Pevguhertinê’
15:30 Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê
15:03 Li Amedê agir bi otobûseke rêwiyan ket
14:59 Rewşa Makbûle Ozer dê sibe zelal bibe
14:58 Di wesayîta li Kerboranê ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin de teqîn çêbû
14:48 Şîna Azad Satilmiş ê cenazeyê wî di qutiyê de hatibû dayîn bi girseyî hat ziyaretkirin
14:39 Rapora girtiyên nexweş: Rewşa wan giran dibe
13:42 Yuksekbag û Okali ên bi hev re hatibûn girtin piştî 30 salan bi hev re hatin berdan
13:32 Tecrîda Îmraliyê di rojeva Parlamentoya Norveçê de ye: Divê CPT rapora xwe biweşîne
13:16 Hatîmogûllari: Divê kotaya îstîhdamê ya ji bo astgengdaran ji sedî 10 be
12:25 Hejmara 3’yan a Bûltena Tecrîdê derket
12:01 Li Mûşê bi ser malan de hate girtin
11:55 OHD: Tecrîdê bi dawî bikin, daxwazên girtiyan bi cih bînin
11:12 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Yên ku çavkaniya wan heqîqet, tune nabin
10:51 Ji bo 3 rojnamegerên girtî dê li 3 bajaran daxuyanî bên dayîn
10:46 MYK’a HEDEP’ê bi rojevên girîng civiya
10:39 Ji edîtorê Rojnewsê Ehmed 40 roj in tu agahî nayên girtin
10:39 Kovara Jinê bi berga ‘Karesat jî di nav patriyarkayê de ne’ derçû
10:28 Tîryakî: Dê li 200 navendan pêşhilbijartin bên kirin
09:47 Greva birçîbûnê di roja 7’an de didome
09:36 Rêvebereke din ê rêxistina sûc li Stenbolê hate girtin
09:09 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Em nikarin çayekê jî vexwin
09:07 Banga ji bo danişîna rojnameger Muftuoglû, Gok û Yilmaz: Em ê rojnamegeriyê biparêzin
09:05 Qeyûmê bajêr qedandî vê carê jî çav berdaye boriyên binerdê
09:04 ‘Greva birçîbûnê peyamek e ji dînamîkên civakî re'
09:00 ROJEVA 3'YÊ KANÛNA 2023'YAN
02/12/2023
19:55 Rapora meha Mijdarê ya DFG'ê: Di 52 dozan de 93 rojnameger hatin darizandin
17:33 MYK’â HEDEP’ê ji ber mijarên sereke sibê dicive
17:19 Mitînga KESK’ê ya Kartalê: Ne budçeya sermayeyê ya gel
16:50 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Çavê kurdan li Îmraliyê ye
16:42 ‘Girtiyê nexweş Akbaba yê 31 sal in girtî ye nayê darmankirin’
16:13 'Parastina Dayikên Şemiyê parastina mafên mirovan e'
15:48 Çevîrmen: ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ da girtiyê dikeve diyalîzê
15:19 Kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst, 29 sal in aqûbeta wî nayê zanîn
14:58 ÎHD'ê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsî
14:50 Girtiyên di çalakiyê de peyam şandin: Dem dema ji polîtîkayên şer re bêjin “na” ye
14:26 Cenazeyê Ozbey a li herêma Marûnisê jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin
14:03 Mitînga herêmî ya Amedê ya KESK’ê: Em bi 'jin, jiyan, azadî'yê li vir in
13:55 HEDEP’ê ji bo kongreya Mêrdînê banga tevlibûnê kir
13:54 Ji bo Ozer a 81 salî bang kirin: Bila pêvajoya ATK’ê jinûve dest pê bike
13:09 Komeleya Ekolojiyê dê ‘Bazara Pêvguhertinê’ li dar bixe
13:02 Serdana malbata Elçîçek kirin
12:46 39 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
12:24 Yuksekbag ê 30 sal in girtî bû hate berdan
11:52 Li Bedlisê zêdetirî 50 kesan hatin girtin
10:33 Îsraîl ji hewayê êrişî Sûriyeyê kir
10:15 Kuçukbalaban: Heke tecrît dom bike wê gengeşiyên civakî derbikevin
09:56 Girtî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin
09:54 Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê yê nû bû Hakki Ozdal
09:41 Dayika ku cenazeyê keça xwe di kartonê de wergirt: Dewlet çi bike ji tirsa xwe dike
09:20 Di ser bombekirina Ozgur Ulkeyê re 29 sal derbas bûn: Ev agir sînor jî derbas kirin
09:17 Qeyûm 20 milyon TL lê xerc kir, paşê bêheq dewr kir
09:13 Siyasetmedaran ji bo greva birçîbûnê bang kirin: Bibin dengê wan
09:09 Çalakiya girtiyan di roja 6'emîn de didome: Daxwazên wan daxwazên me ne
09:07 Qeyûmê Êlihê di 2 salan de bi bihayê 34 milyon TL'yî 3 îhale dane heman şîrketê
09:04 Parêzerê Eser ê ku polîs ew kuşt: Cezayê heq kiribû nehat birîn
09:02 Ji Hevdîrektorê MLSA'yê Ok banga ji bo danişînên rojnameger Yilmaz, Muftuoglû û Gok
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2023'YAN
01/12/2023
22:17 Lîstika “Çinûr” promiyera xwe kir
19:36 Agirbest bi dawî bû: 109 filistînî hatin kuştin
17:07 Nerazîbûnên li dijî biryara girtina ji peywirê: Em bi TTB'ê re ne
16:25 Di Nobeta Aştiyê de banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ hate kirin
16:06 Dê mutalaya doza Modernîteya Demokratîk were amadekirin
15:55 Turkdogan: Bedelê neçareserkirina pirsgirêka kurd 4 trîlyon dolar e
15:50 Girtiyê ji sedî 90 astengdar ji bo Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye
15:45 Xebatên lêgerînê yên ji bo zaroka 15 salî di roja 5’an de didomin
15:37 HEDEP’ê ji bo Makbûle Ozer serî li ÎHÎK’ê da
15:26 Hevdîtinên mûçeya kêmtirîn taloqî 11’ê kanûnê hatinkirin
15:23 Ji girtiyê xwest tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe 135 hezar TL xwestin
14:00 Doza li Komîteya Amadekar a Newrozê hatibû vekirin hat taloqkirin
13:47 Kesên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin sewqî Mûşê hatin kirin
13:45 Cenazeyê Elçîçek ku di qartonê de radestî malbata wê kirin hate definkirin
13:03 ATK’ê ji bo Ozer a 81 salî û nexweş got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
12:38 Leşkeran barîkat danîn ber karkerên li ber xwe didin
12:12 Gelê Amedê piştgirî da Mizrakli: Em ê li ser sindoqê bersivê bidin
12:01 Bakirhan: Kesên kurdan qebûl nekin dê teqez li ser vê axê winda bikin
11:56 Malbata Ocalan û vasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:55 Ji bo Can Atalay cara duyemîn serî li AYM’ê dan
11:35 Li Bedlîsê 22 kes hatin girtin
11:12 Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in
11:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 5’an de berdewam dike
10:49 Parêzerê Mizrakli: Ji ber nasnameya wî ya polîtîk ceza lê hate birîn
09:56 Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin
09:46 Teqwîma hilbijartinên rêveberiyên herêmî hate weşandin
09:32 Di budçeya ‘edaletê’ ya Wezareta Dadê de 12 girtîgehên nû hene
09:22 Girtiyê nexweş Tanboga 29 roj in li nexweşxaneyê tê ragirtin: Rewşa wî giran e
09:06 Turkmen: OSB veguherîne kampên koleyan
09:05 Înfaza Hatîce Çakmak a 30 sal in girtî ye hat şewitandin
09:04 Qeyûmê Yenîşehîrê bi 9 milyonan miqarne stendiye!
09:03 Dozên 3 rojnamevanan dest pê dikin: Em li cem hevpîşeyên xwe ne
09:02 Gund di nava toza komirê de maye: Rayedar xwe li nedîtinê datînin