Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn

  • rojane
  • 17:06 6 Kanûn 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin ragihandin ku tev li greva birçîbûnê bûne û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin.” 
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê jî ragihandin ku tev li çalakiyê bûne. 
 
Jinên girtî peyamek bi raya giştî re parve kirin û wiha gotin: “Komara Tirkiyeyê ku sedemîn damezirandina xwe pîroz dike, bi saya berxwedan û bedelên mezin a gelên qedîm ên Anatoliya û Mezopotamyayê hate avakirin. Lê belê hêzên hundir û derve yên hegemonîk komar neçarî xwe kirin û di nava zîhniyeta yekperest-neteweperest de fetisandin û welatê me veguherandin girtîgeha gel û mafan. Hêzên kapîtalîst ên rojavayî ji bo serdestiya xwe ya li Rojhilata Navîn, TC neçarî xwe kirin. Ji bo vê yekê jî Peymana Lozanê ku belgeya destûrdayînê ya pişaftin û parçekirina kurdan e diyarî T.C.’ê kirin. 
 
Gel, welatparêz, şoreşger, dostên hawirdorê, misilmanên dij-kağîtalîst, dij-emperyalîst û rast, zarokên rewşenbîr ên welêt ên di avakirina komarê de cih girtin, ji bo komar demokratîk bibe û rêzê ji mafên mirovan re bigire ev sed sal in bedelekî giran didin û li ber xwe didin. Yek ji van zarokên welêt jî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. 
 
EV PEYWIRA ME TEVAN E
 
Birêz Abdullah Ocalan ev 25 sal in li dijî tecrîda girankirî berxwedaneke bêhempa raber dike. Birêz Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina trajediyên di şerê Îsraîl-Filistînê de ku tevahiya cîhanê rakiriye ser pêyan, ji bo xwişk-biratiya gelên Rojhilata Navîn projeya ‘Yekitiya Gelên Rojhilata Navîn’ pêş xist, nexşerê diyar kir û pêşkeşî raya giştî ya Tirkiye û cîhanê kir û dike. Ji bo aştiyê têkoşîneke mezin dide. Hêzên navneteweyî yên ku birêz Ocalan bi komployê girtin, 25 sal in di tecrîdê digirin û ‘Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’ ava kirin, ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê weke qada şer a gelan bihêlin dixwazin birêz Ocalan bêbandor bikin. Notirvaniya Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê jî dane dewleta T.C. Ev tecrîd, li tevahiya welêt, gelên me û hêviya demokrasiyê tê kirin. Ji bo ku pirsgirêka kurd a ku T.C.’ê mehkûmî neçareseriyê dike û dike ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn neyên çareserkirin zindî tê hiştin, ev projeya siyasî hatiye pêşxistin. Ev tecrîda behsa xeberê heta binpêkirina qanûnên T.C. û navneteweyî ye jî. Sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Yên ku vê pergalê didomînin jî ev hêz bi xwe ne. 
 
Heta ku ev tecrîd bidome dê tu destûreke bingehîn li welêt çênebe. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk divê tecrîd rabe. Ji bo vê jî banga me ya ji bo tevahiya mirovahiyê ew e ku ji bo rakirina tecrîdê tavilê peywira xwe pêk bînin. Ev yek, peywira me tevan e. 
 
LI GORÎ ME DÊ BIGIHE ARMANCA XWE
 
Em weke jinên girtî yên li Girtîgeha Gebzeyê tên ragirtin, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ ku we gelê me yê welatparêz-şoreşger-demokrat daye destpêkirin pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku dê bigihije armanca xwe. Ji bo piştgiriya bi pêngavê re em jî çalakiya greva birçîbûnê ya demkî û dorveger didin destpêkirin. 
 
Heta ku tecrîda li Îmraliyê hebe dê demokrasî, aştî, mafên mirovan û azadiyên welêt û gelên me jî tecrîdkirî bin. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome dê tecrîdkirina Rojhilata Navîn jî bidome. Tecrîdê bi dawî bikin! Bijî têkoşîna gelên me ya aştî, demokrasî û azadiyan.” 

Sernavên din

09/12/2023
11:07 Parêzerê ku ji ber axaftina bi kurdî hat derbkirin: Ev berdewamiya hişmendiya ‘Tirkî biaxive, pir biaxive’ ye.
11:05 Asya Gezer: Em ê dest ji hesabpirsîna Gerîbeyê bernedin
10:34 Ayhan ê beriya 50 salan Abdullah Ocalan nas kir: Tecrîd ji bo Tirkiyeyê tê wateya karesatê
09:31 46 roj in agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 13’an de didome
09:28 Ji bo Zindana Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ li Enqereyê hevdîtin hatin kirin
09:23 Demîr: Em ê derî bi derî bigerin û behsa tecrîdê û grevên birçîbûnê bikin
09:15 Doza xaniyên xwe yên ku ji ber îhmalkariyê xesar dîtine dikin
09:12 Tatli ya di greva birçîbûnê de: Divê toreke têkoşînê bê avakirin
09:03 Ji endamên HPG'ê yên ku PDK'ê ew girtin, 2 sal in xeber nayê girtin
09:01 Parlamenterê HEDEP’ê Ocalan: Dema azadbûna birêz Ocalan hatiye
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:59 Cenazeyê zaroka di çem de hatibû ditîn hate veşartin
08/12/2023
20:19 Êrişî baregeha DYE'yê ya li Hewlêrê hat kirin
19:51 Ji Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Bakirhan li Stenbolê hin serdan
19:19 Girtiyê ku piştî 32 salan ji girtîgehê derket bi dirûşmeya 'bijî berxwedana zindanan' hat pêşwazîkirin
16:50 Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Wanê rêzeçalakî bên lidarxistin
16:50 Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bersiva Îmraliyê da HEDEP’ê
16:20 Dadgehê projeya HES’ê ya Geliyê Zîlanê da sekinandin
16:12 Xwê, lîmon û şekir nadin girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne
15:58 Serokê AKP’ê yê Navçeyê yê berê Bîlîcî ji ber qaçaxçîtiya hişbirê hate girtin
15:44 Hatîmogûllari: Girtiyên di greva birçîbûnê de doza azadiya Ocalan dikin
15:23 DÎSK dê li 11 bajaran meşan li dar bixe
15:18 Girtiyan ji Nobeta Edaletê re peyam şand: Yan azadî yan azadî
15:06 Erdogan duh ji bo Mîçotakîs gotibû ‘kesekî wisa ji bo min tune ye’ îro got ‘dostê min’
15:06 Diyanetê di vebijêrkên ziman de cih neda kurdî
14:54 Altiparmak: Otorîteyên populîst hiqûqê weke amûr bi kar tînin
14:16 Li dijî Seferatxaneya DYA’yê ya Bexdayê êriş hate kirin
14:07 Girtiyê nexweş Yûsûfoglû piştî 32 salan hate berdan
13:55 Biryarên demborînê yên têkildarî cînayetên siyasî û komkujiyan xist rojeva Meclisê
13:17 Tevî serlêdanan tevdîr nehatin girtin, malbat bê avahî man
13:12 Berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê didome
13:11 Di êrişa komên paramîlîter de 7 leşkerên Şamê hatin kuştin
12:48 Hiqûqnas dê ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT û Wezareta Dadê bidin
12:25 Polîsan tundî li Berdevka Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê kirin
12:23 Têkildarî xetereya li ser Girava Îmraliyê pêşnûme dan Meclisê
12:22 Doza rojnameger Canozer ji ber dubareyê hate redkirin
12:22 AYM fikraya ‘her çend endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ betal kir
11:38 Piştî erdhejê malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kirin
11:29 Rojnameger Gok: Ya ku dê dawiya li faşîzmê bîne heqîqet e, divê mirov biisrar be
10:55 NÇM dê 32’yemîn salvegera xwe bi konserekê pîroz bike
10:32 Li dijî parêzerê li qereqolê bi miwekîlê xwe re bi kurdî axivî êrîş hate kirin
10:21 Girtî: Rêya xelasiya ji krîzê azadiya Abdullah Ocalan e
09:53 Qeyûm tabelaya bi kurdî rakir
09:29 Rojnews: 45 roj in rojnamevan Silêman hatiye revandin!
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 12’an de didome
09:27 Greva birçîbûnê di roja 12'an de ye: Daxwazên wan banga ji bo aştiya civakî ne
09:26 Dê biryara ATK'ê ya der barê Makbûle Ozerê de rê li ber gelek mirinan veke
09:25 Banga ji bo mîtînga 'Malnişîna Mezin': Ji bo siberoja zarokan
09:24 Dayika Ayten Beçetê: Em naxwazin bar tenê li ser milê girtiyan be
09:24 Bêyî plana îmarê li qeraxa çem destûra înşeatê hatiye dayîn
09:01 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Darizandineke dijhiqûqî hate kirin
09:00 Prz Bekçî: Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel dûr nîn in
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2023'YAN
07/12/2023
19:14 Hatîmogûllari: Em ê hemû şaredariyan car din bi dest bixin
18:24 Doza Kobanê: Bi vê dozê re li Konya û Îzmîrê Kurd hatin qetilkirin
17:01 Bertek nîşanî biryara domandina rewşa girtî ya rojnameger Muftuoglû dan: Rojnamegerî sûc nîne
17:00 Danasîna mîrateya çanda Amedê li Îzmîrê hate kirin
16:53 Têkildarî êrişên li dijî cenazeyan daxuyanî hatin dayîn: Dawî li van polîtîkayan bînin
16:50 Meclisa Jinan a HEDEP’ê ji bo bernamzetiyê bang li jinan kir
16:43 Nobeta Edaletê: Nifteya azadî û edaletê di destê Ocalan de ye
16:32 Serokê Meclisê Kûrtûlmûş çû serdana HEDEP’ê
16:24 Fîncanci: ATK ne qonaxa dawî yê dayîna biryarê ye
15:59 HEDEP’ê li Dîlokê ji bo hilbijartinê daxuyanî da: Îdiaya me mezin e
15:44 Derbarê rojnamevan Yildiz de biryara beraetê hate dayîn
15:34 TJA’yê piştgiriya karkerên Ozak Tekstîlê kir
15:24 Di Konferansa Kurd de Lozan hate nîqaşkirin: Projeya Anatoliyayê ya pirrengî avêtin çopê
15:09 Çîçek piştî erdhejê pêşniyazpirsek da Meclisê: Rewşa Abdullah Ocalan çawa ye?
13:54 Hatîmogûllari çû serdana gorên Poyraz û Tanhan
13:33 Doza rojnameger Muftuoglû: Hêj parastin neqediyayî biryara domandina rewşa girtî hate dayîn
13:03 Erdogan dîsa ji gotina xwe vegerî: Dê bi Mîçotakîsê tune hesiband re hevdîtinê bike
12:32 Miftî xwest karkerên ji bo mafên xwe li ber xwe didin ji mizgeftê derxîne
12:27 Projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ didome
12:14 Olûçê HEDEP’î: Kesên ji pêşhilbijartinê derbas nebin nikarin bibin namzet
12:13 135 saziyên sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in, em li vir in
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:59 Rojnameger Furkan Karabay hate binçavkirin
11:55 Dayik, keç û neviya wê ya 3 salî ji ber îdiaya polîsan a ‘qûşxane-tawa’ hatin girtin
11:04 Ji JINNEWS'ê çeteleya tundiyê: 36 jin hatin qetilkirin
10:41 Girtî: Çalakiya me heya em digihijin armanca xwe dê bidome
10:10 Leyla Guven: Hêj darbest derneketin divê her kes tişta ji dest tê bike
09:44 Ji rojnameger Silêman Ehmed 44 roj in tu agahî nayên girtin
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 11’an de didome
09:43 Derûnas Tekînalp: Modernîteya kapîtalîst çavkaniya nexweşiyên derûnî ye
09:42 Sêrtî namzetên çawa dixwazin?
09:39 Li Efxanistanê mirina biguman a jinan zêde dibe: Di 4 salan de 4 hezar û 300 jinan jiyana xwe ji dest dan
09:12 ‘Deriyê Îmraliyê dê bi têkoşînê vebe'
09:11 Ji Nobeda Edaletê bang: Xwedîderketineke civakî divê
09:04 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê bi 'Jin, Jiyan, Azadî'yê yekitiya xwe ava bikin
09:01 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2023'YAN
06/12/2023
22:12 Bi etîketa ‘#DirenişTecridiYenecek’ banga ji bo grevên birçîbûnê: Tu jî bibe dengê wan
20:27 Doza Kobanê: Aştî bi rakirina tecrîdê pêkan e
19:47 Grevên birçîbûnê li ber NY’yê hatin silavkirin
19:40 Dê li gelek deverên cîhanê çalakiyên ‘Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan’ bên lidarxistin
18:29 Li Rihayê fîlmê Press hat pêşandan
17:12 Aydin Erdem li ser gora xwe hat bibîranîn
17:06 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê tev li greva birçîbûnê bûn
16:59 Cenazeyê zaroka ku hate îdiakirin xwe avêtiye çem hate dîtin
16:45 Tecrîda girankirî û greva birçîbûnê di rojeva Meclisê de ne
16:44 Beştaş: Ji bo ku tecrîd rabe em bi hemû hêza xwe têbikoşin