Dayika girtiyê nexweş Boltan: Bila hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin

  • rojane
  • 09:02 10 Kanûn 2023
  • |
img
AMED - Dayika Civan Boltan ê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye Nazîme Boltan diyar kir ku divê dengê girtiyên di greva birçîbûnê de bê bihîstin û got ku divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
 
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. 38 girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin hene. Lê tevî hemû bangawaziyan jî nayên berdan û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Girtiyên nexweş ên serbest tên berdan jî piştî derketina ji girtîgehê di demeke kin de jiyana xwe ji dest didin. Di 2 salên dawî de zêdetirî 100 girtiyên ku di girtîgehê de bi mirinê re rû bi rû hatibûn hiştin jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî jî girtiyê bi nexweşiya giran Cemal Tanhan (68) ku 30 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dima, di 23'yê cotmehê de ji ber felcbûnê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bolû ya Îzzet Baysalê. Tanhan ku di 27'ê cotmehê de sewqî Beşa Cerahiyê ya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê hatibû kirin, di 6'ê mijdarê de biryara tehliyeyê wî hatibû dayîn. Lêbelê Tanhan di 4'ê kanûnê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest dabû. Mirina Tanhan, biryarên Saziya Tiba Edlî (ATK) ku raporên "dikare di girtîgehê de bimîne" ji bo girtiyên nexweş amade dike, da ber nîqaşan. 
 
‘GER BIHATA DERMANKIRIN DÊ BIJIYA'
 
Dayika Civan Boltan ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Bolûyê û di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de Nazîme Boltanê bertek nîşanî neberdana girtiyên nexweş da. Dayika Boltan bi bîr xist ku sal û 3 meh an ji bo girtiyên nexweş Nobeda Edaletê li dar xistine û got ku yekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş bû lê nehatiye qebûlkirin. Boltan, destnîşan kir ku sedema mirina girtiyên nexweş AKP ye û got: “Cemal Tanhan 68 salî bû û ger di wextê xwe de bihata dermankirin, dê îro bijiya. Ev zilm e."
 
‘GAVA TÊN BER MIRINÊ WAN RADIKIN NEXWEŞXANEYÊ'
 
Boltan, anî ziman ku heta rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş neyê asteke krîtîk nayên berdan û wiha got: “Ji ber ku dizanin girtiyên nexweş wê kengê bimirin lê bes ji bo peyama 'li girtîgehê nemir' bidin wan berdidin. Lê ev ne berdan e. Heke di wext de midaxile li nexweşan bê kirin, dê ev mirin çênebin." 
 
RAPOR NEDAN WÎ
 
Boltan, diyar kir ku kurê wê jî di lîsteya girtiyên nexweş ên giran de ye, nayê dermankirin û berdana wî tê astengkirin û wiha got: “Kurê min çend meh berê birin ATK’ê lê tevî hemû nexweşiyên wî jî ATK’ê rapor nedayê. Ev zilm û heqaret e. Em vê yekê qebûl nakin. Ji ber ku wezîfeya xwe bi cih neanîne, em dixwazin berpirsên ku wî derman kirine ji kar bên dûrxistin. Divê girtiyên me yên nexweş bên berdan, em ê bi xwe wan derman bikin. Ger hewce bike, em dikarin xaniyê xwe bifroşin, deyndar bibin, birçî jî bimînin, lê em ê zarokên xwe derman bikin." 
 
‘BILA HEVDÎTIN BI ABDULLAH OCALAN RE BÊ KIRIN'
 
Boltan ku beşdarî Nobeda Edaletê ya ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê bû, diyar kir ku divê ev daxwaza girtiyan bi cih were anîn. Boltan, axaftina xwe wiha qedand: "Zarokên me di demên dawî de dîsa dest bi greva birçîbûnê kirin û ger hewce bike em ê heya dawiyê li pişta zarokên xwe bin û piştgiriyê bidin doza wan. Dema ku tecrîd rabe dê gelek pirsgirêkên li welêt, bi taybetî jî pirsgirêka kurd çareser bibe. Çareserkirina van pirsgirêkan bi tecrîdê ve girêdayî ye. Ji ber vê tecrîdê zext li girtîgehan li girtiyan û li derve jî li ser me tê kirin. Ev ê heta kengî wiha berdewam bike? Em ê vê qebûl nekin. Divê tecrîd di zûtirîn demê de bê rakirin û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.
 
MA / Mehmet Guleş
 

Sernavên din

14/12/2023
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike