Wezaretê pişaftin piştrast kir: Erebî zimanê perwerdeyê, kurdî dersa hilbijarî ye

  • rojane
  • 10:50 10 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Wezareta Karên Derve bersiva pêşnûmeya têkildarî polîtîkayên pişaftinê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî da û piştrast kir ku li van herêman zimanê perwerdeyê erebî ye û dersên tirkî û kurdî jî weke dersên hilbijarî tên dayîn. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Newroz Uysal Arslan û Bêrîtan Guneş têkildarî rewşa bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter de di 10’ê mijdarê de pêşnûme da meclisê. Parlamenteran, sepanên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di meriyetê de ji Wezareta Karên Derve pirsîn. 
 
PIRS 
 
Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin: 
 
“* Gelo rast e ku demografyaya herêma Efrînê bi zanebûn tê guherandin? 
 
* Beriya niha hatibû îdiakirin ku Tirkiyeyê walî tayînî Efrînê kiriye. Çend xebatkarên cemaweriyê yên Tirkiyeyê li Efrînê peywirdar in? Karê van kesan çi ye?
 
* Hejmara kurd, ereb, tirk û gelên din ji 20’ê çileya 2018’an ve li Efrînê çiqas e? 
 
* Gelo rast e ku T.C. amirên îdareya milkî, midûrên dibistanê, bijîşk û mamosteyan tayînî Efrînê dike? 
 
* Zimanê perwerdeyê yê Efrînê çi ye? Kî xebatên perwerdeyê dimeşînin û ev xebat çi ne? Mufredat çawa hatiye amadekirin? 
 
* Guherandina navên cihên Efrînê bi agahî û destûra wezareta we hatine kirin? Heke wisa be sedema van guherandinan çi ye? 
 
*Kîjan kom ewlehiya bajar diparêzin û têkiliya Tirkiyeyê ya bi van koman re çi ye?” "
 
JI BO KOMÊN PARAMÎLÎTER GOTIN ‘HEMPARÊN ME’ 
 
Midûriyeta Karên Siyasî yên Dumend ên Wezaretê bersiva pêşnûmeyê da. Di bersivê de hat îdiakirin ku “Tirkiye ji bo pêşwazîkirina daxwazên gelê Sûriyeyê, parastina yekparetiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî li wir e.” Her wiha ji bo OSO’yê têgeha “hêma” hate bikaranîn û hate îdiakirin ku OSO û komên din ên paramîlîter “daxwaza yekitî û parastina yekparetiyê pêşwazî dikin.” Her wiha wiha hate gotin: “Ev hêma ye di pêşeroja Sûriyeyê de hemparên me ne.” 
 
'TIRKÎ WEKE DERSA HILBIJARÎ TÊ DAYÎN’ 
 
Di bersivê de hat îdiakirin ku Tirkiye girêdayî OSO “personelên cemaweriyê yên sûriyeyî” û “Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê” tevdigere û “perwerdeya pisporiyê dide rêveberên herêmê.” Ji bo pirsa têkildarî zimanê perwerdeyê jî ev bersiv hate dayîn: “Li gorî agahiyên ber destê wezareta me, li herêmê zimanê perwerdeyê erebî ye. Mufredata perwerdeyê ji hêla komîteya ji hêla mamosteyên herêmî ve hatiye amadekirin tê diyarkirin. Tirkî û kurdî weke dersên hilbijarî di mefredatê de cih digirin.”
 
Wezaretê pirsên din bêbersiv hişt. 
 
ASLAN: WEZARET TIŞTÊN HATINE KIRIN DIPARÊZE 
 
Parlamenter Aslan, bersivên ji bo pêşnûmeya wan hatine dayîn nirxand û wiha got: “Wezaret hewcehî bi dijminatiya xwe ya li dijî çand, ziman û hebûna kurdan a li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nabîne. Van sepanên xwe bi eşkereyî dibêje. Di gelek raporên navneteweyî de bûyerên îşkence, windakirina bi darê zorê û guherandina demografyayê hatine vegotin. Xwedî li van sepanan derdikeve û diparêze. Kurdan ji herêmê derdixînin û li şûna wan ereb û tirkan bi cih dikin. Bi bersivên xwe li xwe mikûr hatin. Wezaret dibêje ‘em perwerdeya pisporiyê didin komên paramîlîter. Anku tecrûbeya polîtîkayên pişaftinê hînî wan dike. Bi vê bersivê li xwe mikûr hat ku li xaka Rojava ev polîtîka xistine dewrê.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

14/12/2023
16:08 Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin
15:49 Nobetên Edaletê: Heya Abdullah Ocalan azad dibe dê çalakî bidomin
15:44 Tuncel: Kurd dixwazin xwe bi xwe birêve bibin
15:05 Koçyîgît: AKP hewl dide hegemonyaya çandî ava bike
14:55 Rewşa girtiyê krîza dil derbas kirî giran e
14:31 Li Girtîgeha Kurkçulerê ji ber ‘nîşeyê’ li girtiyan ceza hate birîn
14:27 Li Girtîgeha Bandirmayê binpêkirinên mafan: Girtî hedef tên nîşandan
14:03 Parlamenterê Partiya Saadetê Bîtmez jiyana xwe ji dest da
14:01 Polîsan li Semsûrê dest danîn ser konteynirên rêxistinên civakên sivîl
13:49 Der barê giliya Soylû de daxwazname dan Meclisê
13:20 Rojnameger Sedat Yilmaz hate tehliyekirin
12:47 Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:09 DEM Partî: Divê kêmtirîn mûçe herî kêm 25 hezar lîre be
11:43 Rapora RSF’ê ya 2023’yan: 45 rojnameger hatin kuştin û 521 girtî ne
11:40 Danişîna rojnameger Yilmaz dest pê kir
11:33 Peymana Tirkiye-Hamasê: Li Efrîn, Bab û Cerablûsê endamên Hamasê tên bicihkirin
11:23 Avahiyên bixesar ên li Sûrê rê li ber talûkeyeke mezin vedikin
10:41 Girtî Yaşar: Çalakiya herî mezin derxistina denge
10:31 Qeyûm beriya hilbijartinê neguhêzbar dewr kir
10:22 Li Amed û Enqereyê du jin hatin qetilkirin
10:17 Gelo navê Şêx Seîd di kîjan serdemê de li bûlwara Amedê hate kirin?
10:12 DEM Partî li Îzmîrê diçe kongreyê
09:42 Dê binpêkirinên li Îmraliyê bi saziyên navneteweyî re parve bikin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 18’an de didome
09:29 51 roj in aqûbeta rojnameger Ehmed nayê zanîn
09:02 'Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Kêmtirîn kedkaran temsîl nake'
09:01 Li Şirnexê serlêdanên li DEM Partiyê zêde dibin
09:01 Li Semsûrê kursên kurdî dest pê kirin
09:00 ‘Armanc tunekirina neteweyekê ye’
09:00 Dayikên girtiyan: Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2023'YAN
13/12/2023
22:18 Çalakiya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya li Cenevreyê 3 sal li pey xwe hişt
16:35 Ozel serdana DEM Partiyê kir: Diyalog dê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê bê
16:29 Bozan: Em dengê girtiyan zindî bihêlin
15:56 Di hevdîtinên bûdçeyê de AKP’iyan li baxçeyê Meclisê goştê berxikan biraştin
15:53 Wekîlê berê yê HEP’î Guneş jiyana xwe ji dest da
15:52 Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Edeneyê ji bo serlêdanan bang kir
15:51 Ozel li DEM Partiyê ye: Hevdîtinê dest pê kir
15:48 Di çalakiyên bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tên kirin de peyama bîryardariyê
15:36 DÎSK’ê ji bo ‘5 xal’ li Meclisê bên qebûlkirin bang li parlamenteran kir
15:16 Dedeoglû: Dê Sedat rojnamegeriyê nîşanî wan bide
15:14 Ji ber nûçeya me ya ‘Di Doza Kobanê de dê li îtîrafkaran bê guhdarîkirin’ lêpirsîn hat vekirin
14:56 Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin
14:42 Li Stenbolê starta Nobeta Edaletê tê dayîn
14:40 Doza Kobanê: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe
14:21 DFG Û MKG: Rojnamevan Ehmed ê hatiye revandin berdin
13:51 Di doza rojnameger Kanbal de biryara beraetê hate dayîn
13:50 Kujerê Hrant Dînk xwest navê xwe weke ‘Alî Eren Karadenîz’ biguherîne
13:23 Cendirmeyan êrişî karkerên Ozak Tekstîlê kirin: 19 kes hatin binçavkirin
13:14 Çîrokên wan cuda, daxwazên wan hevpar in: Ji Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî
13:08 2 karkerên li Nîgdeyê ketin tanka kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
12:08 Kiliç ê ketiye greva birçîbûnê di danişînê de parastin nekir
12:05 Biryara AYM’ê ya ji bo Can Atalay
11:21 Danişîna rojnameger Yilmaz sibê ye: Em xwedî li heqîqetê derkevin
11:01 Wêneyê rojnameger Yilmaz bi keça xwe re kişandî weke sûc hate dîtin
10:44 Zekî Manas ê DBP’î hate girtin
10:38 Rêhevalên Gun: Bi taybetî ew hedef girtin
10:32 Ji ber girteka sexte ya polîsan ev 16 sal in di girtîgehê de ye
10:10 Parêzera lubnanî Majed: Fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber in
10:07 ‘Çepa tirk heke bixwaze pêşiya faşîzmê bigire, divê di pirsgirêka kurd de xwedî seknekî hevgirtî be’
10:05 Ji rojnamevan Ehmed 50 roj in agahî nayên girtin
09:49 Li Wanê eleqeyeke zêde ji bo serlêdanên bernamzetiyê heye
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de didome
09:31 Tunela di bin gund de tê çêkirin rê li ber xetereyên mezin vedike
09:26 Malbatên girtiyan: Em bibin yek tecrîdê bişikînin
09:20 Kaya ê di Nobeta Edaletê de bang kir: Ji xeynî berxwedanê tu çare tune ye
09:13 Dayikên ku piştî salan cenazeyên zarokên xwe wergirtin: Em hevalên doza zarokên xwe ne
09:12 Ji DEM Partiyê ji bo Sêrtê banga serlêdana bernamzetiyê
09:03 Di ser qedexeya Cizîrê re 8 sal derbas bûn: Ne dayika wî ne jî gelê wî çok danî
09:01 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2023'YAN
12/12/2023
20:24 Doza Kobanê: An em ê rêyekê vekin an jî em ê rêyekê bibînin!
20:12 Rêveberiya Xweser peymana civakî pejirand
18:41 Guvcîn ê girtî yê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
16:43 Meclisê navber da hevdîtinên bûdçeyê
16:01 Karkerên Ozak Tekstîlê 16 roj in li ber xwe didin
15:30 TÎP çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê
15:12 Piştgirî dan Nobeta Edaletê
15:02 Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
15:01 Amedsporê êrişa li dijî hakem Meler şermezar kir
14:46 Gun ê ku di êrişê de birîndar bû: Ji me re gotin ‘ji vir herin’ û gule reşandin
14:41 Girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de: Xwedî li berxwedana me derkevin
14:23 Tuncel: Tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome
14:22 Bi ser qawişa girtiyan de girtin: Kamera li qawişê bi cih kirin
14:14 Bor ê li ser ‘îxbarê’ hatibû binçavkirin hate berdan
14:09 Pîrên elewiyan û alimên olî: Divê azadiya Abdullah Ocalan were pêkanîn
13:57 Parlamenterê Partiya Saadetê li ser kursiya Meclisê krîza dil derbas kir
13:52 Leşkerê ku ji bertîlê dihat tawanbarkirin ji danişînan hate varestekirin
13:29 DEM Partiyê ji bo serdana Îmraliyê banga civîna lezgîn li Komîsyonê kir
13:27 Girtiyê nexweş Gûvcîn jiyana xwe ji dest da
13:04 Hatîmogûllari êrişa li dijî rêveberên Amedsporê bi bîr xist
13:02 Ji bo rêveberê DEM Partiyê Gun şîn hate danîn
12:55 Ji bo tupên xwînê yên li goristanê biryara ‘hewcehî bi şopandinê nîne’ hat dayîn
12:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 Gelo pêdankerê cînayeta Ahmet Gun sercerdevanê berê ye?
10:56 Mahmût Gun kêliyên êrişê vegot: Êrişkar cerdevan in
10:32 Li Geverê bi ser malan de hate girtin
10:30 8 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibe têdikoşe
10:27 Hevseroka DBP’ê ya Nisêbînê hate binçavkirin
10:08 Ozel dê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bike