Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê û navçeyên wê welatiyên ku ji ber qirêjiya hewayê ya ji ber bikaranîna komirê ya bêqalîte pêk tê bêmaske nikarin derve, xwestin çareyek ji vê meseleyê re bê dîtin. 

Bi hatina zivistanê re li Colemêrgê hewaya qirêj kiriye ku welatî nikarin bêhnê bistînin. Sedema vê qirêjiyê jî bikaranîna komira bêqalîte ye. Li hin taxên navendî yên bajêr û li navçeyên wê Gever, Şemzînan û Rûbarokê xeta gaza xwezayî tune ye. Ji ber vê yekê, ji bo germkirinê komir tê bikaranîn. Lê belê dûmana komirê ya ji kulekên saziyên dewletê, malan û kargehan dertê bêhnê li bajêr û navçeyan diçikîne. 
 
‘DÊ HEYA KENGÎ WIHA BE'
 
Ji welatiyên Şemzînanê Mazlûm Dûyan anî ziman ku bi salan e heman êş û azarê dikişînin û got ku hewaya qirêj bi taybetî qadên jiyanê yên kesên extiyar û nexweşînên wan ên kronîk hene teng dike. Dûyan derpêş kir ku nexweşiyên şewbî di demsala zivistanê de ji ber qirêjiya hewayê zêdetir dibin û wiha got: “Em ê heta kengê jiyaneke wiha bidomînin? Nexweşxane tijî nexweşên kronîk û şewbê ne. Tevî ku bi salan e em gazincên xwe tînin ziman jî, kes dengê me nabihîze. Divê rayedarên dewletê ji vê qirêjiyê re çareyekê bibînin. Em hêvî dikin ku rayedar rojek berî rojekê di vî warî de gavinan biavêjin."
 
Dûyan da zanîn ku ji bo pêşî li vê qirêjiyê bê girtin, ewilî divê pêşî li bikaranîna komira bêqalîte bê girtin û ji bo kulekan fîltre bên bikaranîn û paşê jî xebatên çêkirina binesaziya gaza xwezayî bên destpêkirin.
 
‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE'
 
Ji welatiyan Ozan Akbaş jî bilêv kir ku hewa herî zêde ji ber komira bêqalîte qirêj dibe û ev komir herî zêde li saziyên dewletê tên bikaranîn. Akbaş diyar kir ku divê rayedar di vê mijarê de teftîşan bikin û got ku mirov ji bo hewaya paqij derdikevin derve, lê ev yek li Şemzînanê ne wiha ye. 
 
Akbaş got: “Em nikarin derkevin derve, bêhnê bistînin. Qirêjî danê êvarî dest pê dike heya serê sibehê didome. Em nikarin bêyî maske derkevin derve û bimeşin. Ji ber vê qirêjiyê gel naxwaze derkeve derve. Her kes dikuxe û yên bi nexweşiyên kronîk bi wan re hene xirabtir dibin."
 
Akbaş anî ziman ku ji ber qirêjiyê gel ji van deran koç dike û wiha got: “Em daxwaz dikin ku ev yek bê kontrolkirin û destûr neyê dayîn ku komira bêqalîte bê bikaranîn. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihîstin û guh li daxwazên me bê kirin." 
 
 

Sernavên din

04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir
16:44 Di bîranîna Qasim Silêmanî de teqîn çêbûn: Hejmara miriyan derket 103’yan
16:26 Dayikên Aştiyê di çalakiya 'azadiyê' de ne
16:22 Demîrtaş: Xweseriya demokratîk, sozeke ji bo bidawîkirina pirsgirêka kurd e
14:30 Li dijî kurd, elewî û panaberan herî kêm 208 êriş hatin kirin
14:11 Selahattîn Demîrtaş ji bo şîna bavê xwe peyam şand
13:32 Li dijî baregeha DYA’yê ya li Hesekê êriş hate kirin
13:01 Çaglar: Neguhêzbarên şaredariyê weke malê talanê tên belavkirin
11:46 Di 2023'yan de herî kêm 48 kolber hatin qetilkirin
11:23 Hejmara kesên di erdheja Japonyayê de mirîn derket 64'an
10:52 Zema ji bo mûçeya memûr û teqawidan hatiye kirin diyar bû
10:30 Li gorî TUÎK’ê enflasyona sala 2023’yan ji sedî 64,77 e
10:26 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:14 Şavlûk: Divê xwedî li ‘Kampanyaya Azadiyê’ were derketin
10:09 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 127’ê
09:49 Dê dosyaya 13 kesên li Cizîrê hatine qetilkirin bibin DMME’yê
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 71 roj in agahî nayên girtin
09:34 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 38’an de didome
09:19 Rapora KCDP’ê ya 2023’yan: Di salekê de 315 jin hatin qetilkirin
09:07 Girtiyê nexweş: Xwarinê nadin û pirtûkên me desteser dikin
09:06 Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar
09:05 'Karker dê herî kêm di şeş mehên 2024'an de di biniya sînorê birçîbûnê de bixebitin'
09:03 Berdevka TOP'ê Gozen: Dê di 2024'an de berxwedanên karkeran zêde bibin
09:02 Dayika Aştiyê Korkût: Ez ê heya dawiya temenê xwe ji bo aştiyê bitêkoşim
09:00 Mexdûrên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li benda çareseriyê ne
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2024'AN
02/01/2024
19:08 Cenazeyê Şavlig piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
18:09 Nûçegihanê me Yalçin hat berdan
16:57 Tuba Işik ku peyamên nîjadperest parve kiribû li Agiriyê hat protestokirin
16:18 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Daxwaza me zelal e, ji bo Ocalan azadî!
15:56 Dest danîn ser nameyên girtiyan ji rewşenbîr û Meclisê re şandin
15:53 Cezayê qedexeya hevdîtinê li rojnamegerên qetilkirina Jîna Emînî ragihandin birîn
15:47 Rojnameger Hakan Yalçin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin
15:29 Demîrtaş: Dewleta we welatê me dagir kiriye
14:13 Serdanên ji bo şîna malbata Demîrtaş didomin
14:11 Bi îdiaya ‘ji bo Îsraîlê sîxurtiyê dikin’ 33 kes hatin binçavkirin
13:26 Li Amedê cînayeta kar
13:14 Denîz Poyraz di rojbûna xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn
12:32 Ji bo biçin Îmraliyê her hefteyê daxwazname dinivîsin
12:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 YSK’ê navê partiyên ku dikarin tev li hilbijartinê bibin eşkere kir
11:45 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Başak Demîrtaş ne bi tenê ye
11:32 Demîrtaş: Ez parastina xwe diyarî bavê xwe dikim
11:21 Di sala 2023’yan de li Îranê 823 kes hatin bidarvekirin
11:03 Dîsa medyaya AKP’ê dîsa nûçeya asparagas a ‘lezgîn’
10:59 Nivîskarê misirî: Êdî dema derxistina Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê hatiye
09:48 ‘Dewleta tirk bi êrişên xwe pergala neteweya demokratîk hedef digire’
09:17 Li Meletiyê qeza: 4 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn
09:03 70 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 37’an de didome
09:01 Beyoglû yê AKP’î bi nelirêtiyeke din di rojevê de ye
09:00 Têkoşîna ji bo 'bila ekoqirkirin wekî sûc bê hesibandin'
09:00 Du kurên wî ketine ber çerxa tiryakê: Polîsan gef lê xwar
09:00 Bavê Sebahat Tûncelê: Divê gel zêdetir piştgiriyê bide greva birçîbûnê
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2024'AN
01/01/2024
22:49 Li êrişa li ser Şêrawayê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da
20:09 Hejmara 5'an a 'Bultena Tecrîdê' derket
15:56 Bi awayekî girseyî serdana şîna bavê Demîrtaş kirin
15:44 Di roja ewil a salê de nobeta ‘azadiyê’ girtin
15:42 Rojnamevan Yalçin ê binçavkirî dê sibê bibin dozgeriyê
14:05 Demîrtaş dê sibê parastina xwe bidomîne
13:38 Lêpirsîna ‘pirtûkan’ li girtiyan dan destpêkirin
12:57 Li Edeneyê şewat: 3 kes mirin, zarokek birîndar bû
12:39 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 320 jin hatin qetilkirin
11:57 Tirkiyeyê bi SÎHA’yê êrişî Silêmaniyeyê kir