Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye

  • jin
  • 09:08 5 Çile 2024
  • |
MANÎSA - Sakîne Demîr der barê keça xwe Sêvê Demîr ya li Silopiyayê bi 11 guleyan hatibû qetilkirin axivî û anî ziman ku doza keça wê doza her kesî ye û wiha got: "Werin em aştiyê bînin vî welatî."   
 
Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir 8 sal berî niha li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin. Sê jinên di dema qedexeyên derketina derve de ji bo hewcedariyên gel, ji taxekê derbasî taxeke din dibûn ji hêla leşkerên di wesayîta zirxî de hatin gulebarankirin û bi giranî birîndar bûn. Her 3 jinên birîndar demeke dirêj li benda hatina ambûlansê man û ji ber zêde xwîn winda kirin, jiyana xwe ji dest dan. Ji sê jinan tenê toqeya şîn a pirçê, xizêmeke zêr û bi dehan qalikên fîşekan man. 
 
Di rapora otopsiyê de derket holê ku Fatma Ûyar bi 3 guleyan, Pakîze Nayir bi 5 guleyan, Sêvê Demîr jî bi 11 guleyan hatiye qetilkirin. Sêvê Demîr ji ber ku ji serê xwe hatibû hedefgirtin, serê wê hatibû perçekirin. Lê belê di doza hatiye vekirin de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara “bêrayetiyê” da û dosye şand Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê. Dadgehê jî destnîşan kir ku her sê jinên siyasetmedar, bi ser gumanê hatine kuştin û dosya da sekinandin. 
 
PIŞAFTIN, ZEXT, NÎJADPERESTÎ Û KOÇBERΠ
 
Sêvê Demîr a di 38 saliya xwe de bi 11 guleyan hatibû qetilkirin di sala 1977’an de li gundê Şûtê ya navçeye Stewra Mêrdînê hate dinê. Ji ber polîtîkayên zext û asîmîlasyonê hêj di 5 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî navçeya Bismil a Amedê kir. Malbata Demîr a 5 salan li Bismilê ma, ji ber zêxtan vê carê jî neçar man ku koçî naveçya Salîhlî ya Manîsayê bike. Sêvê Demîr ku li vê derê karkeriya çandiniyê kir, li dijî zextên netewperestiyê di Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dest bi têkoşînê kir. 
 
 5 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
 
Demîr a ku bêhtir di xebatên jinan de çalak bû, piştre di Komîsyona Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de xebatên xwe domand. Di operasyona 18’ê nîsana 2009’an a bi navê KCK’ê hatiye destpêkirin de hate girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Demîr, di sala 2011’an de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê perwerdeya zimanê zikmakî hatibû li dar xistin bû. Demîr piştî ji girtîgehê derket, di nava xebatên Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih girt û li Mêrdîn û Şirnexê xebitî. 
 
 
‘PIŞTÎ 15’Ê SIBATÊ ÇALAK BÛ’
 
Dayik Sakîne Demîr destnîşan kir ku hêj keça wê di 5 saliya xwe de bi zextên li gundê wan dihatin meşandin hesiya û wiha axivî: “Wê demê ji bo hilbijartinê destûr nedidan ku li Manîsayê buroya hilbijartinê were vekirin. Me rexeke xaniyê xwe weke avahiyê partiyê bi kar anî. Keça min di saet 04.00’ê serê sibê de hişyar dibû, diçû kar û dema vedigeriya jî tev li xebatên partiyê dibû. Girêdayî gel, ziman û Serokatiya xwe bû. Dema birêz Ocalan hate girtin, me dest û piyê xwe ji her karekê kişand û em 23 rojan ji malê derneketin. Vê rewşê bandoreke mezin li Sêvê kir û piştre di xebatan de çalaktir bû.” 
 
 ÇÛNA SILOPIYAYÊ 
 
Dayik Demîr da zanîn ku keça wê li dijî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê dihatin meşandin, çû Silopiyayê. Demîr dema pirsa “Em li vê derê xebatan bi hev re didin meşandin. Ev rê zehmet û giran e. Dê karibî vî barî ragirî?” li keça xwe kiriye, wiha bersiv jê re hatiye dayîn: "Dê karibin 4 qatê ji vê girantir jî hilbigirim.” Dayik bi bîr xist ku dema qedexeyên derketina derve hatine îlankirin xebat hatin destpêkirin û keça wê ji ber berpirsyariya siyasî, ji bona şer bi dawî bibe, çû li Silopiyayê.  
 
HERÎ DAWÎ KEÇA XWE LI AMEDÊ DÎT   
 
Di berdewama axaftina xwe de Demîr da zanîn ku wê herî dawî keça xwe li Amedê dîtiye û wiha pê de çû: “Piştî ku ez hatim Manîsayê li min geriya. Deng dihatin û dema min pirsa ‘Tu çûyî ku derê?’ Jê kir wiha bersiv da min, ‘Ez li Silopiyayê me, ma agahiya we nîn e?’ Keça min siyasetmedar bû. Ji bo kurd, tirk, laz, çerkez hemû gelan xebat dida meşandin. Ew li wir qetil kirin. Piştî ku keça min qetil kirin jî gule lê barandine. Ev edaletek, hiqûqeke çawa ye?”
 
‘BILA ZAROKÊN XWE BIPIRSIN’
 
Demîr destnîşan kir ku keça wê di hevdîtinên dawî de jê re gotiye, “Heke xwîna min biherike, bila li vê axê biherike" û wiha domand: “Ez ji vir bangî dayikên leşkeran dikim; werin em aramî û aştiyê bînin vî welatî. Bila ew jî pirsa zarokên xwe bikin û bêjin êdî bes e. Sêve şehîd bû, piştre bi hezaran mirov şehîd bûn. Ez dixwazim êdî bila kes nemire, bes e.”
 
‘BILA BERPIRSYARAN CEZA BIKIN’
 
Di dawiya axaftina xwe de Demîr da zanîn ku ne kujer ne jî berpirsyar hatin darizandin û diyar kir ku ew ê dest ji dozê bernede û wiha axivî: “Ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî heqê keça xwe biparêzim. Doza Sêvê doza her kesê/î ye. Her roj mirov dimirin. Yên keça min kuştine bila werin cezakirin.”
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

08/01/2024
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye
09:37 76 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê