Nexweşiyên Yildirim ê 9 rojan li Îmraliyê ma giran dibin

  • rojane
  • 09:27 26 Çile 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Mehmet Saît Yildirim ku 9 rojan li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ma, 5 sal in bi tena serê xwe di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Birayê wî Hasan Yildirim bal kişand ser tenduristiya birayê xwe û got ku li dijî birayê wî pêkanîneke taybet heye. 
 
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Mehmet Saît Yildirim ê 72 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Îzmîrê girtî ye, roj bi roj girantir dibin. Yildirim piştî anjiyoya li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurtê ku di 18'ê Kanûna 2023'yan de sewqî wê hatibû kirin, bi 3 rojan car din ew anîn girtîgehê û xistin hucreya yekkesî. 
 
FERMANA WEZARETA DADÊ
 
Yildirim, di 5'ê Çileyê de hevdîtin bi parêzera xwe Fatma Demîrerê re kiriye û gotiye ji ber ku dê nikaribe bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne daxwazname daye Îdareya Girtîgehê û Dozgeriya Girtîgehê û rû bi rû hevdîtin kiriye. Yildirim piştî hevdîtina bi îdareyê re li benda rapora nexweşxaneyê ye. Tê gotin ku Yildirim bi fermana Wezareta Dadê di hucreya yekkesî de tê girtin. 
 
RAPORÊN NEXWEŞXANEYÊ
 
Yildirim di sala 2015'an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber nexweşîna dil nabe ku "bi tena serê xwe bimîne." Di sala 2017'an de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dîsa serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Odemîş a Îzmîrê da û û nexweşxaneyê got "mayina di hucreyê de ji bo wî nebaş e." Di sala 2018'an de vê carê ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Vê nexweşxaneyê jî rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da wî. Fitiq, hîpertansyon, arterîosklerotîk KOAH, nexweşîna pişikê û nexweşîna demaran bi Yildirim re heye. 
 
‘BÊHIQÛQÎTÎ YE'
 
Parêzera Yildirim Fatma Demîrerê diyar kir ku di hucreya yekkesî de girtina muwekîlê wê ne hiqûqî ye û got: "Der barê vê mijarê de hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re hatin kirin. Nexweşiya dil a kronîk a muwekîla min heye. Gava tiştek bibe kesek tune ye mudaxile bike. Berdana wî ya bi şertî 25'ê Sibata 2025'an e. Lê di vê heyamê de di hucreyeke yekkesî de ragirtina wî ne wijdanî ye." 
 
ÎMRALIYÊ BIBÎR XIST
 
Demîrerê bi bîr xist ku muwekîlê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê tenê 9 rojan li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê maye û got: “Em dixwazin muwekîlê min demek berî demkê bê berdan. Em ê di rojên pêş de ji bo taloqkirina înfazê serlêdanê bikin. Hem temenê muwekîlê min mezin e hem jî nerihet e. Nexwînên wî yên kronîk hene, nikare bi tenê bimîne. Îdare tu belgeyan nade. Em nizanin bi qestî ye yan na. Ger nerihetiyek çêbibe, dibe ku bibe sedema encamine nebaş e. Ewlehiya muwekîlê min, mafê jiyanê û tenduristiya wî di berpirsyariya rêveberiyê de ye."
 
PÊKANÎNÊN KÊFÎ
 
Birayê Yildirim Hasan Yildirim jî diyar kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî birayê wî 5 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin û got ku ev ne hiqûqî ye. Yildirim anî ziman ku birayê wî ji ber ku li Îmraliyê maye bi muameleya taybet re rû bi rû ye û wiha got: "Hemû pirtûkên wî hatin desteserkirin. Pirtûka ku nivîsandibû jî nedan wî. Herî dawî xebateke wî ya pirtûkê hebû. Du lênûskên wî yên ku hemû nivîsên wî tê de hatind esteserkirin. Ez jî wekî birayê wî û wekî xizmekî wî vê dibêjim: 'Ev pêkanîn keyfî, neqanûnî û derqanûnî ne. Ez vê yekê qebûl nakim.'"
 
9 ROJAN LI ÎMRALIYÊ MA
 
Ji bo hevdîtinên aştiyê yên li Îmraliyê hatin kirin, li ser daxwaza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan "sekreteriya"ya ji 5 kesan pêkhatî hat avakirin. Yildirim di 15'ê Adara 2015'an de di vê sekreteryayê de cih girt. Yildirim piştî 9 rojan ji ber nexweşiya dil ji Girtîgeha Îmraliyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Bolüyê hat kirin. Yildirim ku ji sala 2018'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1'ê ya Kiriklarê di hucreya yekkesî de tê girtin, 29 sal in di girtîgehê de ye û tê payîn ku di 25'ê Sibata 2025'an de bê berdan.
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

31/01/2024
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin