‘Em ji bo şikandina hiqûqa mêtingeriyê ya li Îmraliyê ketin greva birçîbûnê’

  • rojane
  • 11:45 26 Çile 2024
  • |
img
ENQERE - Siyasetmedarên ku piştgirî dan grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, diyar kirin ku hiqûqa li Îmraliyê di meriyetê de hiqûqa mêtingeriyê ye û ji bo vê yekê jî piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê. 
 
Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê daye destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Bi mebesta piştevaniya bi girtiyên siyasî re, komeke siyasetmedaran li Enqereyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya Enqereyê hatiye destpêkirin û komeke ji 7 kesan pêk tê, îro ji serê sibehê ve çalakî dewrî komeke din kirin. 
 
‘EM PIŞTEVANIYÊ DIDIN GELÊ KURD’
 
Endamê MYK’a Partiya Şoreşger Enes Ugur Tekîn ku grev dewr kir têkildarî çalakiyê wiha got: “Me xwest piştevaniyê bidin gelê kurd. Weke sosyalîstekî tirkiyeyî, em vê pêvajoyê wiha dinirxînin; qedereke hevpar a şoreşa Tirkiye û Kurdistanê heye. Tam jî ji ber vê sedemê em hewl didin piştevaniyeke jidil bidin têkoşîna azadiyê ya gelê kurd. Lewma em tev li greva birçîbûnê bûn. Ev demekî dirêje em wisa difikirin ku polîtîkaya li dijî gelê kurd tê meşandin, bi gotineke rasttir hiqûqa li dijî gelê kurd hiqûqa mêtingeriyê ye. Bandora şerê mêtingeriyê yê li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin e.” 
 
‘KOMARA TECRÎDÊ’
 
Tekîn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha domand: “Tirkiye veguheriye komara tecrîdê. Karker û kedkarên tirkiyeyî di tecrîdê de ne û pirsgirêkên ku ev şerê mêtingeriyê diafirîne her roj dijîn. Weke kirdeya têkoşîna karker û kedkarên tirkiyeyî ya li dijî îktîdarê, em jî bi gelê kurd re di nava piştevaniyê de bin. Bi kurt û kurmancî li Îmraliyê hiqûqa li Îmraliyê, hiqûqa mêtingeriyê ye. Li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Hiqûqa navxweyî û navneteweyî binpê dikin û hiqûqa mêtingeriyê xistine meriyetê. Rewşa girtî ya rêbertiya gelê kurd û pêşengên wan ên siyasetên demokratîk wiha dinirxînin. Li gorî me em bi têkoşîneke yekgirtî dikarin vê rewşê ji holê rakin.” 
 
‘DIVÊ XWEDÎDERKETIN HEBE’
 
Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Enqereyê Ayşenûr Dîlan Karademîr jî diyar kir ku şikandina tecrîda li Îmraliyê, şikandina tecrîda ku bandorê li wan jî dike, ji bo azadiya Kurdistanê û ji bo qelskirina stratejiya şer a li Kurdistanê tê meşandin ketine greva birçîbûnê. Karademîr, wiha domand: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û hevalên me yên girtî li dijî vê li ber xwe didin. Divê tevahiya gelê kurd û rêhevalên me li her deverê xwedî lê derkevin. Ev pêvajoya li girtîgehan dest pê kirî girîng e û heke em xwedî lê derkevin û dengê xwe derxînin, em ê bi ser kevin.” 
 
‘TIRKIYE DI TECRÎDÊ DE YE’
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Enqereyê Ramazan Karakoç jî wiha got: “Ji bo ku em vî dengî bidin bihîstin û rê li ber tecrîdê bigirin me dest bi greva birçîbûnê kir. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê niha bandorê li tevahiya Tirkiyeyê dike. Em tecrîdê dijîn. Ev nêzî 2 sal in heta daxuyaniyên çapemeniyê jî em nikarin derveyî avahiya partiyê bidin. Ev nîşan dide ku tecrîd li tevahiya welêt belav bûye. Ji bo vê mijarê bêhtir bixin rojevê me piştgirî da.” 
 
‘PIRSGIRÊK VEGUHERÎN GIRÊKÊ’
 
Rêveberê DEM Partiya Çankayayê Mert Omer Beyoglû jî anî ziman ku xwestin bi vê çalakiyê piştgiriyê bidin rêhevalên xwe.  Beyoglû, diyar kir ku pirsgirêk êdî veguherîne girêkekê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev 40 sal in li Tirkiyeyê şer heye. Divê ev şer bi dawî bibe û aştiyeke mayînde çêbibe. Hinek daxwazên girtiyên şoreşger hene. Em jî ji bo piştgiriya bi van daxwazan re bi qasî ji dest tê piştevaniyê dikin.”
 

Sernavên din

31/01/2024
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin