DEM Partî: Danasîna namzetan dê di 29’ê çileyê de bê kirin

  • rojane
  • 14:04 26 Çile 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku xebatên wan ên li bajarên tê mereqkirin didome û wiha got: “Dê namzetên deverên pêşhilbijartin lê hatiye kirin di 29’ê çileyê de bên danasîn. Dêrsim bêyî DEM’ê nabe û ji DEM’ê nayê veqetandin.” 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê ku du rojan dom kir, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. 
 
Dogan, bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bal kişand ser gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Vaye Kobanê jî ha ket ha dikeve” û wiha got: “Tevî van jî Kobanê hate rizgarkirin û 9’emîn salvegera wê ya ji rizgarkirina ji tarîtiya DAIŞ’ê ye. Salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelan pîroz be.” 
 
DANASÎNA NAMZETAN DI 29’Ê ÇILEYÊ DE YE 
 
Bi domdarî Dogan bal kişand ser pêşhilbijartinên li bajarên Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajo temam bû. Me ne tenê namzetên hevşaredariyê ne hilbijartin. Her wiha endamên meclisan jî hatin erêkirin. Me gotibû ku dê rêzê ji bo encaman bigirin. Hem me hem jî gel tişta diket ser milê wan pêk anî. Dê civîna danasînê di 29’ê çileyê de li Amedê bê kirin. Her wiha dê namzetên herêmên ku diyarkirina wan ji bo meylê hatibû hiştin jî dê di 29’ê çileyê de li Amedê bên nasandin.” 
 
BAJARÊN TÊN MEREQKIRIN 
 
Têkildarî stratejiya li Stenbolê jî Dogan wiha got: “Ji hilbijartinên 2019’an cudatir, stratejiya me ne ew e ku bi aliyekî bidin qezenckirin an jî bidin windakirin. Stratejiya me qezenckirin e. Stenbol, Edene, Mûgla, Aydin, Qers, Mêrsîn, Hatay, Dêrsim; me ev bajar bi taybet nehilbijartine. Lê raya giştî herî zêde van bajaran mereq dike. Têkildarî van bajaran em pir hûr û kûr dixebitin. Nîqaşên têkildarî van bajaran hêj didomin. Lê xebatên me yên di çarçoveya lihevkirina bajar de jî didomin. Heta niha heta astekî pêşketin çêbûye. Em li gel wê ne ku gel bi ser kevin. 
 
DÊRSM BÊYÎ DEM PARTIYÊ NABE
 
Di rewşeke ku xebatên piralî yên partiyê didomiyan, têkildarî Dêrsimê daxuyaniyek hate dayîn. Em dizanin ku Dêrsim bêyî DEM Partiyê nabe û ji DEM Partiyê nayê veqetandin. EMEP, SMF, Eniya Ked û Azadiyê û TÎP’ê ragihandin ku wan tifaq çêkirine. Di vê navberê de hevdîtinên me didomiyan. Xebatên me yên di çarçoveya stratejiya bajar de didomin. Dêrsim jî di nava van bajaran de ye. Dêrsim ji bo me xwedî cihekî taybet e. Di dema berê de bi rêya qeyûm ji destê me hatibû derxistin. Di rewşeke wiha de wêneyê dawî yê bi navê ‘Tifaqa Dêrsimê’ di raya giştî de rê li ber pirsan vekiriye. Dibêjin ‘me ava kir û hûn werin.’ Di demeke ku hevdîtin didomin de ev helwest xebatên heyî bypass dike.” 
 
PIRSA TÊKILDARÎ BAŞAK DEMÎRTAŞ 
 
Li ser pirsa têkildarî namzetiya Başak Demîrtaş a ji bo Stenbolê jî Dogan wiha got: “Başak Demîrtaş rêhevala me ye. Di hilbijartinên gulanê de li qadê li gel me xebitî. Heke bixwaze daxilî siyasetê bibe, bêguman dê ev der DEM partî be. Jixwe Başak Demîrtaş bi xwe bi vekirî dibêje; ‘ Partiya me heta niha pêşniyareke wiha nekiriye. Heke bike ez amade me.’ Heke rojekê bixwaze siyasetê bike, heke bixwaze bibe namzet, navnîşana wê DEM Partî ye.” 
 
 
 

Sernavên din

31/01/2024
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin