Welatiyên Amedê: Em ê raya xwe bidin DEM Partiyê

  • rojane
  • 09:02 28 Çile 2024
  • |
img
AMED - Welatiyên Amedî diyar kirin ku ji bo qeyûm biçin dê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha gotin: "Ji ber ku neheqî û bêedaletî tune ye, rast dixebitin. Lewma dengê me dîsa ji bo DEM'ê ye."
 
Tevî ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de li Amedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 62,9'ê dengan şaredariyê bi dest xistibû jî, qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. 4 sal in şaredarî ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin. Gelê Amedê bertek nîşanî polîtîkaya qeyûman da û amade ne ku di 31'ê Adarê de bi Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) bersiva vê yekê bidin. 
 
Welatiyên li Amedê ku hilbijêrên DEM Partiyê lê zêde ne, diyar kirin ku ew ê biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin. bikin. Ji welatiyan Serhat Orûç da zanîn ku DEM Partî ji bo gel dixebite û wiha got: “Partiyên din guh nadin me. Eger hûn li Amedê anketekê bikin dê ji sedî 80’yê gelê kurd dengê xwe bide DEM Partiyê." Orûç bertek nîşanî qeyûman da û got: “Pergala heyî, qeyûm tayîn dike. Em HDP'ê hildibijêrin, AKP tê û qeyûm tayîn dike. Di hilbijartinên Stenbolê de tu pirsgirêk nîn e, lê çima dengên ku li herêmên kurdan hatine dayîn nayên qebûlkirin? Ev, berî her tiştî ji bo gelên Tirkiyeyê şerm e. Ez ê dîsa wek şexs dengê xwe bidim û dengê xwe bidim DEM Partiyê. Eger hilbijartinek bê kirin û ew hilbijartin esas neyê girtin qeyûm bê tayinkirin, ez dibêm gele desthilat biguhere. Em pir nerehet in."
 
XWEDIYÊN ŞAREDARIYÊ
 
Mûzaffer Kocamanoglû anî ziman ku hem ji desthilatê hem jî ji qeyûmên Amedê ne razî ne û got: “Ji bo em qeyûm û kesên tayînkirî ji holê rakin, em dixwazin şaredariyê bidin xwediyên wan ên rast in. Ji ber ku welatî li benda kesên ku bi rastî dê xizmetê bikin sekinîne. Tiştekî ku ev bikin tune ye, karê wan xwarin e. Lewma divê her kes ji boşandina qeyûman biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne." 
 
'DENGÊ XWE BIDIN XWE'
 
Welatiyê bi navê Ahmet Înanç jî diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Wijdanê min dibêje, ev qas zilm êdî bes e. Zilm li me kirin, me dengê xwe nekir, niha dest bi kuştina me kirine, êdî bes e. Li Amedê ji bilî xwarin û xerckirina pereyan tiştekî din nîn e. Amedê ji bo alîgirên xwe îstismar dikin. Ên xweyî wijdan dê deng bi kar bînin û dengê xwe bidin xwe." 
 
Mûazzez Pîran jî nerazîbûna xwe ya ji bp tayînkirina qeyûman anî ziman û got: "Ez tayînkirina qeyûman şermezar dikim." Pîranê diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û bang li welatiyên Amedê kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê. Welatiyê bi navê Mahsûn Kuzu jî got: "Ez ê ji bo edalet, namûs û şerefê dengê xwe bidim DEM Partiyê." 
 
Necîm Toprak diyar kir ku ew ji bilî DEM Partiyê dengê xwe nadin tu kesî û bang li hemû kurdan kir ku dengê xwe bidin DEM Partiyê. 
 
Mûsa Fîdan jî diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û sedema vê yekê jî wiha vegot: "Li gorî min ev dê bi kêrî welatê min û gelê min bê." 
 
Welatiyê bi navê Salih Coşkun jî diyar kir ku ew ê careke din dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Qeyûm ewilî ji bo berîka xwe dixebite. Ma tê tiştekî dike? Na. Ma maf tên parastin? Na. Ji ber vê yekê em dîsa didin DEM Partiyê."
 
MA/ Rûkiye Adiguzel

Sernavên din

31/01/2024
16:58 Nobeta Edaletê: Em tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin
16:46 Maça Amedspor û Aksaraysporê 0-0 xelas bû
16:33 Xelkê Qersê namzetên DEM Partiyê bi coş pêşwazî kir
16:08 DEM Partiyê li navendeke din jî namzetên xwe diyar kirin
15:28 Qers ji bo ‘Meşa Mezin’ amade ye: Em sibe ji bo azadiya Ocalan dikevin rê
14:55 Dayikên Aştiyê ji bo ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ bang kirin
14:06 ESP’ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan greva birçîbûnê da destpêkirin
13:44 Delegasyona YE’yê ya Tirkiyeyê DEM Partî ziyaret kir
13:43 Li Girtîgeha Kurkçulerê 4 girtî li girtîgehên cuda hatin sewqkirin
12:05 Endeksa nelirêtiyê: Tirkiye ji 180 welatan di rêza 115’an de ye
11:37 Koçyîgît ji bo Meşa Azadiyê bang kir: Çi ji destê me bê em ê bikin
10:46 Girtî Yilmaz di dema sewqkirinê de hate derbkirin
10:05 Parêzerê Atalay ê wekîltiya wî hate betalkirin: Ev darbeyeke sivîl e
09:50 'Ji bo zarokên girtî divê alternatîfên înfazê bên sepandin'
09:50 Akçîl ê biryara betalkirina Peymana Stenbolê erê kiribû tayînî AYM’ê kirin
09:05 Di 9 rojan de 19 caran girtî sewqî girtîgehên Tîpa S'yê hatin kirin
09:04 Peyv têra vegotina vê berxwedanê nakin
09:02 Girtî ev 66 roj in ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 PDK’ê rojnameger Ehmed Revand: 99 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:36 Danezana Konferansa Jinên Êzidî hate aşkerekirin
30/01/2024
22:35 Amêdiyê hat bombebarankirin
19:49 Girtiya nexweş Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
19:45 Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:59 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin
17:00 Li 5 bajaran çalakiya ‘azadiyê’: Em dixwazin Rêberê me di nava gelê xwe de be
16:45 Parlamenteriya Can Atalay hate betalkirin
16:22 Di Doza Kobanê de banga ‘hevrûbûna dîrokî’ li Meclisê hat kirin
15:16 Li Meclisê bang li dayikên leşkeran kir: Werin em bi hev re vê xwînê bidin sekinandin
14:25 Dayikan li Meclisê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:13 Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ji bo greva giştî bang kirin
14:06 Cezayê muebbetê dan serokê Ocaka Tevgera Taybet ê Kultur qetil kiribû
14:00 Hevserokên KESK’ê yên nû diyar bûn
13:59 Komeleya Dema Jinê: Di nava 6 mehan de tundî zêde bû
13:53 ‘Doza Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin
13:19 Ji rêxistinên civaka sivîl ji bo girtiya nexweş Arslan 5 daxwaz
13:03 Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne
12:56 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi keşeyê dêra rastî êrişê hatibû re axivîn
12:46 Hatîmogûllari: Dê Meşa Mezin a Azadiyê di 1’ê sibatê de ji du baskan ve dest pê bike
12:20 Şaredarê AKP’ê yê Nûrdagiyê Okkeş Kavak careke din hat girtin
12:07 AKP’ê daxuyanî da: Dê Atalay ji wekîltiyê bixin
11:59 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:33 Navên HPG’iyên di êrişên çekêm kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hatin parvekirin
11:33 Doza rojnamegeran bi sedema ‘xisûsên kêm’ hate taloqkirin
10:53 Li Amedê qeyûman 5 neguhêzbar dan ber firotinê
10:39 Li Bêrecûkê tundiya mêr
10:31 Dr. Berwarî: Divê PDK xwe ji Tirkiyeyê xelas bike
09:50 Li Îzmîrê serdegirtinên malan: 5 kes hatin binçavkirin
09:45 Piştî hevdîtina PDK-MÎT’ê hevdîtinên bi YNK’ê re hatin sekinandin
09:41 Rojnameger Sever: Li Rojhilata Navîn statûya siyasî ya kurdan şert e
09:30 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 65’an de didome
09:09 Taşdogen a ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Li dijî tecrîdê yekdengî divê
09:08 Ji parêzerên serî li wezaretê dan Çîftçîler: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
09:07 98 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Wêneyê ji girtî re hat şandin hat desteserkirin: Ferdên malbatê tune ne!
09:03 Girtiyên li Girtîgeha Tarsûsê bang kirin: Em ji bo hemû gelan li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:47 Li Dîkîliyê keştiya masîvanan binav bû: 3 kes mirin, 2 kes winda ne
29/01/2024
18:51 Di rojekê de li Kampa Holê 29 DAIŞ'î hatin girtin
16:57 Jinan çalakiya greva birçîbûnê domandin
16:50 Nobetên Edaletê didomin: Roja roja azadiyê ye
16:35 DEM Partî û rêxistinên elewiyan serdana Dêra Santa Maria kirin
16:09 Rojnameger Alagaş hate berdan
15:57 Namzetên hevşaredariyê yên DEM partiyê yên Cîhanbeyliyê diyar bûn
15:40 Hejmara kesên ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Marîayê hatine binçavkirin bû 51
15:27 DEM Partiyê namzetên xwe yên 96 navendan eşkere kir
15:25 Bozan ê DEM Partiyî ji Kiratli yê AKP’î re got: An îspat bike yan jî îstîfa bike
14:35 Strana DEM Partiyê ya hilbijartinê: Rabe DEM Hat
14:07 Manaz ê 30 sal in girtî bû hate berdan
13:50 Li Şirnexê rêyên 20 gund û mezrayan ji ber berfê hatin girtin
13:46 Li Dîlokê tundiya mêr: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
13:25 Hatîmogûllari: Em ê bi feraseta azadîxwaziya jinê rêveberiyên xwecihî xurtir bikin
13:18 Danasîna namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê: Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin
13:14 DEM Partiyê muzîka hilbijartinê ya jinan da nasîn
13:05 'Ji bo kesek ji fikrên Ocalan îlhamê negire tê tecrîdkirin’
12:36 Zekeriya Xeyal jinûve ji dayik bû!
12:16 Tûrgay K. ê hevjîna xwe qetil kir reviya
11:53 Li Efrînê di mehekê de 32 kes hatin revandin
11:40 Girtî Çîçek sirgunî Bodrumê hate kirin
11:04 DEM Partiyê namzetên xwe yên jin da naskirin: Hevserokatî xeta me ya binefşî ye
10:06 Gelê di bin zexta Îran û Pakistanê de: Belûc
09:49 Li Wanê malek şewitî: Pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 97 roj in agahî nayên girtin
09:09 Girtiyên siyasî 64 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:08 Girtî Bayhan nivîsand: Dibe ku tecrîd sar be lê ruhê berxwedanê germ e
09:07 Prz. Yureklî: Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda armanca xwe bi ser nakevin
09:05 ‘Divê Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike’
09:01 Nahît Eren: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji bo çareseriyê gelekî girîng e
09:00 29'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:22 Li Îranê 4 girtiyên kurd hatin darvekirin
08:16 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Gel ji bo azadiyê dimeşe” derket
28/01/2024
21:54 Têkildarî êrişa dêrê kesek hate binçavkirin
21:07 Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin
19:48 Serokê MÎT’ê Kalin bi Barzanî re hevdîtin kir
19:22 Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
18:18 Rojnamevan Muftuoglû ya dîl girtî di greva birçîbûnê de ye
17:57 Nûçegihanê me Altintaş bi şertê kontrola edlî hate berdan
17:39 Nobeta Edaletê: Ev çalakî rêwîtiya serkeftinekê ye
16:46 Li Kampa Holê mayin û tunelên veşarî hatin dîtin
16:41 Di Dibistana Marksîzmê de hilbijartinên xwecihî hatin nîqaşkirin