Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin

  • rojane
  • 18:59 30 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên DEM Partiyê li gelek kesan ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Amedê ji bo 96 navendan, namzetên xwe yên hevşaredariyê dan nasîn. Gelek endamên hevşaredariyê îro li herêmên xwe yên hilbijartinê bi awayek girseyî hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyên pêşwazîkirinan de dîmenên xweşik derketin pêş. 
 
MÊRSÎN 
 
Namzetên Şaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê, Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz piştî ku duh tev li bernameya danasînê bûn, îro dora saetên nîvro gihaştin Mêrsînê. 
 
Gelak rêxistinên sivîl, rêxistinên navend û navçeyan ên partiyan û gelek kes li pêşiya têketina turnîkeyên Mêrsînê, namzetên hevşaredariyê pêşwazî kirin. 
 
Girse tevî baranê bi alên DEM Partiyê namzetan, bi coşeke mezin pêşwazî kir û piştre wek konvoy hat Rêxistina DEM Partiyê ya li navçeyê Akdenîzê. Dema pêşwazîkirinê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan û Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan destnîşan kirin ku ew starta hilbijartinê dane û dan zanîn ku ew ê qeyûman bişînin. Namzetên Hevşaredariyê Arslan û Sariyildiz jî anîn ziman ku ew ê pêvajoya hilbijartinê bi gel re bidin meşandin. Girse piştî daxuyaniyê tev li Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova) bûn. 
 
AGIRÎ
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li Agiriyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Namzet li navenda Agiriyê û navçeyên wê Panos, Bazîd, Giyadîn, Dutax û Avkevirê bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet bi konvoyên ji sedan wesayîtan pêkhatî li navenda bajar û navçeyan geriyan.
 
Li kolana herî qelebalix a bajêr li Kolana Cûmhûriyetê ya Agiriyê bi beşdariya hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr axivî û got: "Em projeyên ku em nikaribin soz bidin, pêşkêş nakin. Em bi projeyên domdar tên. Heya ava qirêj û meseleya gihaniyê, em ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan tên. Em ê şaredariya Agiriyê bi dest bixin. Desthilat ji bo Şaredariya Agiriyê ji gelek cihan hilbijêran vediguhêzîne bajêr. Em ê van kirinan bişopînin. Em ê serlêdanên pêwîst bikin. Em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin."
 
ÎDIR
 
Li Îdirê namzetên hevşaredariyê, li hevraza Sûverenê ji aliyê partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Namzet bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin. 
 
BEDLÎS
 
Namzetên Bedlîsê li Tesîsên Bêhnvedanê yên Bûzlûpinarê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Namzetê Hevşaredarê Bedlîsê yê DEM Partiyê Enver Barîn destnîşan kir ku ew ê ji bo şaredariyeke azad û civakî bixebitin. Barîn got: "Heta hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê divê hemû gelê me baş bixebite. Em ê her saniye, her deqe bixebitin ku vê zîhniyeta talanker bişînin cihê ku jê hatine. Serkeftin wê ya me be, serkeftin wê ya gelan be."
 
MÊRSÎN 
 
Namzetên Hevşaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê Nûriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz îro danê nîvro piştî bernameya danasîna namzetan ji Amedê vegeriyan Mêrsînê. 
 
Namzetên hevşaredariyê ji aliyê saziyên sivîl ên bajêr, rêxistinên bajêr û navçeyan û gelek welatiyan ve li tûrnîkeyên li têketina Mêrsînê hatin pêşwazîkirin.
 
Tevî baranê jî girse bi alayên DEM partiyê namzetan bi coş pêşwazî kir. Girseya gel piştre bi konvoyekê tevî namzetan derbasî Rêxistina Navçeya Akdenîz a DEM Partiyê bûn. Namzetên li vir jî bi coş hatin pêşwazîkirin û di dema pêşwazîkirinê de li ber stranan govend hat gerandin. 
 
ŞEMZÎNAN
 
Namzetên hevşaredariyê yê navçeya Şemzînanê yên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet Naîf Erogûz û Nazdar Opengiîn ji aliyê Rêxistina Navçeya Şemzînanê ya DEM Partiyê ve û gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Namzetên ku li ber rêxistina partiyê ya navçeyê bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin û paşê bi konvoyeke mezin li nava bajêr geriyan. 

Sernavên din

03/02/2024
14:09 Meşvanên Azadiyê li Giyadînê ne: Nikarin Ocalan bidin jibîrkirin
13:00 Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
11:40 Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê bi coş hatin pêşwazîkirin
11:26 Ji Mûşê ji Îmraliyê re 50 name hatin weşandin
11:24 Derbarê 71 kesên mafê xwe ye protestoyê bikaranîn de doz hate vekirin
10:57 Meşvanên Azadiyê li Bazîdê ne: Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan
10:43 Îrmez: Heta ku Abdûllah Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
09:32 Serokê nû yê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan
09:25 Ji rojnameger Silêman Ehmed 102 roj in tu agahî nayên girtin
09:22 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 69’an de didome
09:21 Koçkirina ji herêmên erdhejê didome
09:12 Parêzer Savaşan: Heta nepêwendîdanîn bi dawî nebe dê tecrîd parçe nebe
09:07 Yolerî: Me ji CPT'yê xwest ku zorê bide hikûmetê
09:04 ‘Yê ku aştiyê bîne Ocalan e'
09:02 Ciwan li dijî 'şerê taybet' nobedê digirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2024'AN
08:51 Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhej çêbû
02/02/2024
19:56 Ji Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kampanyaya '1000 Name Ji Îmraliyê Re'
19:30 Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Ûmay jiyana xwe ji dest da
19:03 Şaxa ÎHD’yê ya Şirnexê piştgirî da Nobeta Edeletê
18:53 Meşvanên Azadiyê serdana girtiyên ji girtîgehê derketin kirin
17:01 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Meşa Azadiyê bû
16:48 Li Mûşê trên û TIR li hev qelibîn: 3 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn
16:43 ÎHD: Ji bo aştiyeke civakî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin
16:01 Piştî operasyona li Bagokê biryara qedexeyê hat dayîn
14:48 Li Îdirê coşa Meşa Mezin a Azadiyê
14:20 Karataş ê 33 sal in girtî bû hate berdan: Daxwaza me azadiya Ocalan e
13:52 Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin
13:45 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Komkujiya Ermenan’ beraet kir
13:42 DEM Partî: Dem dema şandina qeyûman e
13:14 Li Geverê Meşa Azadiyê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:08 Meşvanên Azadiyê kesên li Dîgorê hatin qetilkirin bi bîr anîn
13:03 Li Bagok a operasyona leşkerî lê hate destpêkirin dengê teqînan tê
13:01 Ji bo Atalay ê wekîltiya wî betal kirin serî li AYM’ê dan
12:24 Li dijî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê êriş hate kirin
11:51 Rapora meha çileyê ya DFG’ê: Hêj 53 rojnameger girtî ne
11:44 Otobusê li TIR’ê da: 19 kes birîndar bûn
11:43 Rojnamevan Aysever hate binçavkirin
11:36 Meşvanên Meşa Mezin a Azadiyê li Dîgorê ne
11:35 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:33 Zextên li dijî rojnamevanan ên li Herema Kurdistanê emerîkî jî aciz kirin
11:29 Ji civîna rizgariya netewî ya gelê kurd heta meşa azadiyê ya ji bo Ocalan
11:23 Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
11:07 Abdurrahîm Yilmaz piştî 31 salan tehliye bû
11:05 Karkerên Ozak Tekstîlê: Em bi hev re bin û bi hev re bi ser kevin
10:39 ‘Palali Sabrî’ ku êrişî berxwedêrên Geziyê kiribû hate kuştin
10:22 Ji ber êrişa li dijî Dêra Santa Mariayê 25 kes hatin girtin
10:02 Li dijî komployê xeleka berxwedanê: Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!
09:34 Ji rojnameger Silêman Ehmed 101 roj in tu agahî nayên girtin
09:32 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 68’an de didome
09:31 Lijneya îdareyê guh neda biryara dadgehê
09:20 Hevalê Viyan Soranê ew vegot: Sînorên ji jinan re hatine xêzkirin derbas kir
09:04 Li Hatayê bijîşk û ekîpman tune ne, nexweş diçin derveyî bajêr
09:02 Di erdhejê de tişta ku desthilatê nikaribû bike kirin
09:01 Pasûrî: Dê dengên ji derve nikaribin qeyûman rizgar bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2024'AN
01/02/2024
23:59 Li Stenbolê ji bo Meşa Azadiyê fenerên miradê hatin firandin
21:51 109 rêxistinên Sûriyeyê bang li saziyên navneteweyî kirin
20:10 Ciwanên ku li Wanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan
18:57 Hevseroka KNK’ê: Metirsî li ser statuya Herêma Kurdistan û gelê kurd heye
16:35 Nobeta Edaletê: Dem dema azadiyê ye
16:15 Meşvanên Azadiyê li Elbakê ne
15:36 Ji Bursayê piştgirî dan Meşa Mezin a Azadiyê: Em ê nesekinin
15:22 Rêxistinên hiqûqê: Cihê Atalay ne Sîlîvrî ye, Meclis e
15:21 Li Êlihê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
15:20 Li kolanên Qersê dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bilind bû
15:01 Meşvanên azadiyê li navçeyên Wanê ne
14:50 Odeya Avahîsazan: Hûn li Zindana Amedê çi vedişêrin?
13:49 Bi pirekê ve pankarta ‘Azadiya rêbere me azadiya me ye’ hate daliqandin
13:24 Gavên ewil ên Meşa Mezin a Azadiyê hatin avêtin
12:51 Di doza tacîzê de daxwaza cezakirinê
12:44 Bayindir: Em ê tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin
Bakirhan: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
12:11 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:10 Pira dîrokî ya Şapatanê li ber hilweşînê ye
11:55 Li Qersê ‘Meşa Azadiyê’ dest pê kir: Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin
11:50 Zema ji bo simîdan dê bihata kirin taloqî piştî hilbijartinê kirin
10:58 DEM Partî komcivîna xwe ya di 6’ê sibatê de dê li Hatayê pêk bîne
10:48 Tirkiye bi hevdîtinên xwe yên bi Iraq û Îranê re çi armanc dike?
10:41 Rojnameger Kanbal ku ji ber wêneyên parve nekirî dihat darizandin beraet kir
10:35 Li Wanê starta Meşa Mezin a Azadiyê hat dayîn: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo gelê kurd statû
10:33 Li Rihayê avahiyek hilweşiya: 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn
10:25 Li Hatayê xwendekar hêj jî travmaya erdhejê dijîn
09:56 Danişîna 18 rojnamegeran dest pê kir
09:47 Gefa kuştinê li girtî Ekrem Gun tê xwarin
09:41 Komplo di 25 saliya xwe de ye: Çi qewimî?
09:40 Li Rihayê ne hilweşandina avahiyan ne jî avakirina wan temam bû
09:22 DFG'ê ji bo Ehmed bang li saziyên rojnamegeriyê kir: Bêdeng nemînin
09:04 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 67’an de didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 100 roj in tu agahî nayên girtin
09:03 Sedema cezayê ku li Mizrakli hat birîn: Îfadeyên îtirafkara derewîn esas hatin girtin
09:02 Dîlsîz: Tecrîd hem weke hiqûqî hem jî weke siyasî nayê qebûlkirin
09:01 Bi hinceta ‘ne di rewşeke baş de ye’ berdana wî hat taloqkirin
09:01 Kalçik: Li Wanê 8 qadên avî kirin ‘Bexçeyê Milet’
09:00 Sewalkar ji ber qeyrana aboriyê nikarin karê xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
09:00 Parlamenter Çûbûk: Divê li dijî tecrîdê sosyalîst berpirsyartiyê bigirin
09:00 Roja ku bavê wî hat girtin ji dayik bû: 31 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2024'AN
31/01/2024
20:28 Girtiya nexweş Guven hat berdan
18:33 Rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dan girtiya nexweş Arslanê
18:16 Nobeda Azadiyê: Hefteya 605'an bi komeke nû dewam dike