Li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyan bîranîn: Em helal nakin!

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku di erdheja 6'ê Sibatê de hilweşiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di bîranînan de peyama "Em ji bîr nakin, em helal nakin" hat dayîn. 

Di ser erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de ku navenda wî Mereş bû, salek derbas bû. Di yekemîn salvegera erdhejê de li Hatay, Semsûr, Meletî, Kilîs, Osmaniye, Edene, Dîlok, Amed û Riha yên ku bandor ji erdhejê girtibûn, saet di 04:17'an de bernameyên bîranînê hatin lidarxistin. Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi çalakiyên wekî daxuyanî, meşale û meşên bêdeng hatin bibîranîn.
 
LI ÎSKENDERÛNÊ MEŞA BÊDENG
 
Li navçeya Îskenderûn a Hatayê ku di erdhejên 6'ê Sibatê de bandoreke mezin girt, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Bi banga Înîsiyatîfa 6'ê Sibatê ya Îskenderûnê bi hezaran kes li ber konê dildarên erdhejê ya li Taxa Mustafa Kemalê hatin cem hev. Bi hezaran kes bi meşaleyan li nêzî avahiya ku di erdhejê de hilweşiya, bêdeng meşiyan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên bajêr jî beşdarî meşê bûn.
 
Gelek welatiyan wêneyên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Piştî meşê li cihê avahiya hilweşiyayî mûm hatin pêxistin. Welatiyan  wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, pêlîstokên zarokan û qurnefîl danîn. Di bîranînê de ku êş û hêrs serdest bû, saet di 04.17'an de deqeyek rêz hat girtin. Hêsir ji çavên gelek kesan bariyan. 
 
Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Îskenderûnê Mustafa Unsal di bîranînê de axivî. Unsal diyar kir ku her çend salek derbas bûye jî ne şîna wan û ne jî êşa wan bi dawî bûye. Unsal gotinên Serokkomarê AKP'î Erdogan ên li Hatayê şermezar kir û got ku "tol" ji gelê Hatayê hatiye stendin. 
 
Unsal got: "Em ê li dijî vê pergala qirêj a ku roj bi roj nanê kêmtir dike, têkoşîna xwe ya ji bo ked û demokrasiyê bi biryardarî bidomînin. Dê piştevaniya me ya ji bo mexdûrên erdhejê ku ji roja ewil a erdhejê dest pê kir, bidome."
 
RIHA 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ber avahiyeke li Kolana Îpekyolû ya navçeya Halîliyeyê ku di erdhejê de hilweşiya, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Di bîranînê de ku gelek kes lê amade bûn, li cihê avahiya hilweşiyayî qurnefîl hatin danîn û mûm hatin pêxistin.
 
Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Bûlût Ezer, piştî deqîqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşan da ku çima berpirs nehatine darizandin. Ezer got: “Ev felaketeke xwezayî bû. Lê ev mirin ji ber karesateke sûnî pêk hatin. Diviyabû berpirsyar bên eşkerekirin û kesek bihata girtin. Lê mixabin tu kesî berpirsyariya vê meselê negirt ser xwe. Tenê doza helaliyê kirin û ji mirovan re gotin 'me efû bikin.' Lê em tu carî efû nekin, em ê tu carî helal nekin."
 
MEREŞ
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê welatî di dest wan de ji Hikûmet Qonaxiyê heya Sate Kûlesyiyê meşiyan. Piştî meşê mûm hatin vêxistin û lic ihê avahî lê hilweşiyan qurnefîl hatin danîn. 
 
SEMSÛR

Yek ji bajarên ku hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Semsûr bû. Li Semsûrê jî girseyeke qelebalix kom bû. Welatiyên ku bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Mîmar Sînan hatin gel hev pankarta “Em di şînê de ne, ji bîr nakin” vekirin. Girseyê xwest ku berpirsyar bên darizandin û dovîzên “Bila hemû berpirsyar bên darizandin”, “We mirov terkî mirinê kirin” û “Deng hebû dewlet tunebû, deng qut bû dewlet hat” vekirin.

BERTEK NÎŞANÎ WALÎ DAN

Heta ber Kuleya Saetê meşa hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak wiha got: “Em ê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re bidomînin, birînên xwe bi hev re bipêçin û êşên xwe parve bikin.”

Welatiyan jî qurnefîl danîn pêşiya Kuleya Saetê. Di wê navberê de bertek nîşanî waliyê Semsûrê Osman Varol û wezîrê berê Adil Karaîsmaîloglû dan. Hinek welatipyan bi gotinên “Em heqê xwe helal nakin” bertek nîşan dan û girseyê dirûşma “Gelo kes dengê me dibihîse?” berz kirin.

Piştre jî pivdankên reş û spî berdan hewayî. Pêkhateyên platformê li pêşiya Îsîas Hotelê find vêxistin.

AMED

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê jî bîranîn li pêşiya Sîteya Diyar Galerîayê ku 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn li dar xist. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û gelek kes heta sîteyê meşiyan û qurnefîl danîn cihê kavilan.

Berdevka Platformê Elîf Turan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Li gel ku salek derbas bûye hêj jî êşa wê nûye. Yên ku tevdîrên pêwîst negirtin, yên guh nedayîn zanist û teknîkê ev erdhej veguherandin karesatekê.”

Namzet Dogan Hatun jî got ku hemû kes bûye şahidê karesatê. Dogan anî ziman ku ew di erdhejê de bûne şahidê bêxwedîtiyê.

Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

EDENE

Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê jî li navçeya Çukurovayê li pêşiya Apartmana Alpargunê ku 96 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn merasîma bîranînê li dar xist. Tevî rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin, find hatin vêxistin û meşale hatin hilgirtin. Di bîranînê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Beşdaran gotin ku dê qurbaniyan ji bîr nekin, berpirsyaran efû nekin û hevhelal nekin.

OSMANIYE

Li Osmaniyeyê jî li pêşiya herêma Sîteyên Metîn Tamer a Taxa Adnan Menderes merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û dua hatin xwendin. Beşdaran qurnefîl danîn cihê kavilan. 

 

Sernavên din

11/02/2024
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin