Girtiyê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta ‘gumana revînê’ nayê berdan

img

ÊLIH - Girtiyê nexweş ên birayên hev Emrah û Firat Nebîoglû tevî ku rewşa wan her ku diçe giran dibe jî nayên berdan. Berdana yek ji birayên hev Emrah Nebîoglû yê ji sedî 94 astengdar e bi hinceta “gumana revînê” du sal in tê astengkirin. 

 
Rewşa girtiyên nexweş ku berdana wan tê astengkirin û nayên dermankirin her ku diçe giran dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Birayên hev Firat (24) û Emrah (30) Nebîoglû yên di dîrokên cuda de li Êlihê hatin girtin, tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên giran nayên berdan. Her du bira tenê du ji wan girtiyên ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nayên berdanin. 
 
JI SEDÎ 94 ASTENGDAR E 
 
Yek ji birayên bi navê Emrah Nebîoglû ku di sala 2014’an de di çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de bi guleya ku li serê wî ketibû bi giranî birîndar bû û felç bû. Nebîoglû, tevî vê jî bi hinceta “gumana revînê” nayê berdan. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Nebîoglû de 7 sal û 3 meh cezayê hefsê hatibû birîn û ev ceza niha li Dadgeha Bilind di asta lêkolînê de ye. Nebîoglu ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T a Xarpêtê tê girtin û ji hêla Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê ve derbarê wî de ji sedî 94 rapora astengdariyê hatiye amadekirin, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê yên weke ji ketina taqetê, şemitîna çavan, jidestdana bihîstinê û tansiyona bilind hene. Serlêdanên malbatê yên ji bo darizandineke negirtî kirine jî bêencam mane. 
 
JI SEDÎ 92 ASTENGDAR E
 
Birayê din Firat Nebîoglû jî neçar e ku di hefteyê de 3 rojan bikeve diyalîzê. Firat Nebîoglû yê li di sala 2015’an de li Êlihê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Tevî ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 11 sal û 7 meh cezayê hefsê lê hate birîn bi rêzê sirgunî Girtîgehên Êlih, Gumuşhane, Xarpêt û Amedê hate kirin. Nebîoglû yê niha li Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin, ji ber felca derbaskiriye ji sedî 92 rapora wî ya astengdariyê heye. Nebîoglû yê ji ber têrnekirina gurçikan neçare jiyana xwe girêdayî diyalîzê bidomîne, her wiha pirsgirêkên wî yên jidestdana bihîstin û dîtinê jî hene.
 
GIRÊDAYÎ DIYALÎZÊ DIJΠ
 
Firat Nebîoglû ji ber têrnekirina gurçikan sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê hatibû kirin û nexweşxaneyê derbarê wî de rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Saziya Tiba Edlî (ATK) jî derbarê Firat Nebîoglû de di 14’ê adara 2022’yan de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Her du gurçikên Firat Nebîoglû jî îflas kirine, her 4 serlêdanên ji bo neqilkirina gurçikan Nebîoglû hatin kirin jî bêbersiv man. 3’yemîn Lijneya Îhtîsasê ya Tiba Edlî hema bêje bêyî ku nirxandineke klînîk bike tenê kurteya raporên kevin derxistiye û di 14’ê adara 2022’yan de ji bo tedawiya girtiyê nexweş biryara “dikare di girtîgehê de bê dermankirin” daye. Nebîoglû yê hefteyê du rojan dibin diyalîzê tevî ku donorê guncav hate dîtin jî sewqa wî ya nexweşxaneyê bêbersiv ma. 
 
‘NIKARE PÊDIVIYÊN XWE BICIHBÎNE’ 
 
Apê Nebîoglû yên birayên hev Emîn Şahîn, diyar kir ku Emrah Nebîoglû li mala xwe jî bi alîkariya xwişk û birayên xwe dikarî jiyana xwe bidomîne û anî ziman ku ji roja hatiye girtin ve rewşa wî bêtir xerab bûye. Şahîn, bal kişand ku berdana biraziyê wî Emrah Nebîoglû bi hinceta “gumana revînê” heye ji 5’ê sibata 2022’yan ve tê astengkirin û wiha got: “Kesekî ku nikare pêdiviyên xwe jî bi cih bîne dê çawa bireve. Mayîna wî ya li Mûglayê û girtina wî ya pişt re weke hinceta revînê tê nîşandan. Ev edaleteke çawa ye. Mirovekî bifelc ku têkoşîna jiyanê dide bi awayekî bêhiqûqî tê ragirtin.” Şahîn, destnîşan kir ku rewşa biraziyê wî her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe û bang kir ku divê demildest were berdan.
 
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIR
 
Şahîn, bi lêv kir ku rewşa Firat her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û piştî Dadgeha Destûra Bilind xala “Tevî ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” a TCK’ê betal kir serî li dadgehê dane û li bendê ne ku Firat were berdan. Şahîn anî ziman ku jiyana her du birayan her roja diçe dikeve xetereyê û di mijara girtiyên nexweş de banga hestiyariyê li raya giştî kir. 
 
 

Sernavên din

11/02/2024
09:13 Girtiyên siyasî 77 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:12 110 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Dayika girtiyê nexweş di Nobeta Edaletê de ye: Em bi hêvî ne, li pêşiya me azadî heye
09:04 Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide
09:03 Qeyûmê Cizîrê beriya hilbijartinê 2 milkên din ên şaredariyê jî daye ber firotinê
09:01 25 sal in ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşe
09:00 ROJEVA 11’Ê SIBATA 2024’AN
08:47 Li Geverê bi pileya 4.4 erdhej çêbû
10/02/2024
21:56 Bakirhan: Sedema rizîbûna li Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd e
21:07 Parlamentoya Iraqê têkildarî êrişên Amerîkayê civiya
21:00 Herêma Biradostê hat bombebarankirin
20:56 Li Êlihê pêşandeya 'Bûyer û çîrokên herêma Xerzanê'
20:48 Meṣvanên azadiyê kesên di qezaya li Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn
18:59 Meşvanên Azadiyê Umît Acar bibîr anîn
17:44 Li Dêrsimê namzeta jin diyar bû
17:27 Cemal Gunsel piştî 30 salan ji girtîgehê derket
17:26 Li Dîlokê lîstîka bi navê ‘Qral û Travis’ hate astengkirin
16:58 Ji bo girtiyên nexweşên giran Yavûz û Karaguzel daxwaza berdanê
16:54 Nobeta Edaletê: Bila bi Abdulah Ocalan re hevdîtin werin pêkanîn
16:13 Meşvanên azadiyê kesên gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn
16:00 Bakirhan ê serdana Nobeta Edaletê kir: Dê têkoşîn bi serkeftinê encam be
15:29 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Rêya sêyemîn temînata jiyana hevpar e
15:26 Meşvanên Azadiyê li Dêrîkê ne: Dengê birêz Ocalan dengê azadiyê ye
15:16 Malbatên windakiriyan pirsa faîlên Tekdag, Can, Kaya, Tekçî û Tekelî kirin
15:07 Ciwan û kal û pîr kom bûn û Meşvanên Azadiyê pêşwazî kirin
14:26 Bakirhan li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên civakî re civiya
14:19 Cihê girtiyê edlî yê gef li Ekrem Gun xwaribû hate guhertin
13:09 Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin
12:48 Meha 100’emîn a Komkujiya Garê: Li dijî faşîzmê serî netewandin
12:22 Aydar: Divê demildest muzakere û diyalog were destpêkirin
12:19 Bi îdiaya postere Ocalan daliqandine 2 kes hatin binçavkirin
11:44 ‘Li dijî aqlê kurdan tune dihesibîne her der paytextê berxwedanê ye’
11:09 Planên Tirkiye, Îran û Iraqê yên Kerkukê
11:08 Meşvanên Azadiyê li Qoserê bi hezaran re meşiyan
11:00 Meşvanên Azadiyê serdana malbata Bûbo Taş kirin
10:19 Ji kesên piştî êrişa Edliyeya Stenbolê hatibûn binçavkirin 54 kes hatin girtin
10:00 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 4’emîn hate dirêjkirin
09:38 Namzetên Hevşaredariyê yên Hawêlê: Em ê bi paradîgmaya azadiya jinê tevbigerin
09:36 Ekolojîst Turkay: Fikrên Abdullah Ocalan sînor derbas kirin
09:35 PDK ev 109 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:33 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 76’an de didome
09:33 Parêzer Yilmaz: Gava ku mesele dibe Îmrali, mewzuat nayê cîbicîkirin
09:25 Ji bo endamtiya KCD'ê biryarake emsal: Ne endamtiya rêxistinê ye
09:22 Parêzera Huda Kayayê: Biryara girtinê siyasî ye
09:17 Li MED-DER'ê qursên kurdî didomin
09:11 'Kurdên ku komplo pûç kirin, misogeriya azadiyê ne jî'
09:04 Bangewaziya ‘Meşa Dirêj’: Azadî di felsefeya azadiya Abdullah Ocalan de ye
09:01 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2024'AN
09/02/2024
23:59 Li Sêrtê ciwanek hat girtin
23:05 Endamê MYK'ê yê SGDF'ê Koyûn hat girtin
20:04 MKG: Wê tu zext nikaribe serî bi rojnamegeran bide tewandin
18:30 Meşa Azadiyê li Licê ye
17:08 Li 8 bajaran nobeta ‘azadiyê’: Çalakiya me dê edaletê bîne
17:03 Meşvanên Azadiyê bi suryan û ereban re civiyan
16:59 Serokê AKP’ê yê Dêrgulê îstîfa kir: Li holê çi doz nema ye!
16:34 DEM Partiyê namzetên 16 bajarên mezin, 40 navend û 3 navçeyan aşkere kir
16:14 Ji bo Girtîgeha bi Hejmara 5’an daxwazname dan Miduriyeta Çand û Tûrîzmê
15:43 Şaredarê AKP’î îstîfa kir
15:23 Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
15:07 Namzetên DEM Partiyê yên Stenbolê: Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî
15:06 Rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran da
14:38 Meşvanên Azadiyê Ceylan Onkol bi bîr anîn
14:19 Di doza GOÇÎZDER’ê de biryara beraetê hate dayîn
14:17 Li Amedê têkildarî 536 avahiyên dîrokî pirtûk hat amadekirin
13:58 Hejmara nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
13:55 Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin
13:48 Rojnamevan Selamet Turan hate binçavkirin
13:47 Demîrtaş: Ji bo me mijara esasî pirsgirêka kurd e, kî bixwaze em dikarin pê re biaxivin
12:48 Sefîrê Almanyayê Schulz DEM Partî ziyaret kir
12:16 ‘Heke hûn demokrasiyê bixwazin wê demê deriyên Îmraliyê vekin’
11:47 Li Sêrtê 2 ciwan hatin binçavkirin
11:38 Endamê MYK’a SGDF’ê Koyun hate binçavkirin
11:37 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Ji aktîvîstên fransî deklarasyona 'Li Kurdistanê çareserî siyasî ye'
11:28 Meşa Mezin a Azadiyê di roja 9’an de ye
11:03 Di Meşa Azadiyê de coş roj bi roj zêde dibe
10:40 Li Îzmîrê qeza çêbû: 3 kes mirin 11 kes jî birîndar bûn
09:55 Li girtiyan sepana ‘e-doktor’ê tê ferzkirin: Binpêkirina mafê tenduristiyê ye
09:08 Parêzer Ozkan: Azadiya fizîkî ya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye
09:06 Bi 'rayeya amîrtiyê' ji gelek kesan pere stendiye
09:05 PDK ev 108 roj in derheqê rojnameger Ehmed de tu agahiyan nade
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 75’an de didome
09:03 Pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de nayên dabînkirin
09:03 Înfaza Koç ê 31 sal in girtî ye careke din hat taloqkirin
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye
09:00 Di 25’emîn salvegera komployê de nobeta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’yê digirin
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2024'AN
08:46 Rojnamevan Kîbriye Evren hate binçavkirin
08/02/2024
22:49 Li ser X'ê kampanyaya '#TECRİTHERYERDE’
20:45 Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyê ku 30 sal şûnde ji girtîgehê derket
20:33 Serlêdana li ÎHÎK'ê ya ji bo Abdullah Ocalan hat redkirin
20:26 Meşvanên Azadiyê çûn ser gora Apê Mûsa
17:10 Ji bo azadiya Ocalan çira vêxistin
16:51 ‘Şahidê nepen’ li dadgehê îfadeyên polîsan xwend
16:19 Karkerên înşeatê yên ji bo mafên xwe têdikoşiyan hatin binçavkirin
16:18 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Dê aştî û azadî bi têkoşîna dayikan bên
16:17 Bertek nîşanî binçavkirina parêzerên ÇHD’î hate dayîn
15:24 Çawişekî pispor li Xarpêtê jinek qetil kir
15:00 Ji girtîgehê bidestûr derket û jinek qetil kir
14:36 Doza Kobanê: Dema mijar bû kurd her tişt jê re rewa tê dîtin