‘Meşa Azadiyê’ li Sêrtê bi coş hate pêşwazîkirin

  • rojane
  • 13:02 11 Sibat 2024
  • |

SÊRT - Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê piştî bîranîna li Newala Qesaban gihişt navenda Sêrtê. Meşvan, bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Qersê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin, gihişt Sêrtê. Meşvan, di saetên serê sibehê de çûn navçeya Ziyaretê. Piştî ziyareta turbeyê, li navçeyê meş hat lidarxistin. Meş, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat lidarxistin û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Arslan wiha got: “Tecrîd bandorê li tevahiya jiyana me dike. Heta ku ev tecrîd ranebe dê ne krîzên aborî ne jî yên din bi dawî nebin. Ji bo ev krîz bi dawî bibin û gelê me bi aramî bijî em vê meşê li dar dixin.”
 
BÎRANÎNA LI NEWALA QESABAN 
 
Meşvan, piştre jî derbasî Newala Qesaban ku goristana komî lê ye. Kesên di gora komî de hatin bibîranîn. Parlamentera DEM Partiyê Sebahat Erdogan bertek nîşanî avakirina avahiyan a li Newala Qesaban da. 
 
Salih Kuday jî wiha got: “Em li gelek cihên ku êş lê hatine kişandin geriyan. Xwezî ev êş bi me nedabûna kişandin û em jî mecbûr nemabûna ku li van deveran bigerin. Kirin ku dayik bi hesreta dîtina parçeyeke hestiyê zarokên xwe bijîn. Dema dayikek li hestiyên zarokê xwe digere, hestiyên 8 kesên cuda hatin dîtin. Wê dayikê digot ji vir bêhna zarokê min tê. Ne tenê zarokê wê dayikê, gorên nêzî 400 kesan li vir in. Niha jî dixwazin li ser van hestiyan vîlayan ava bikin. Dawiya vê zîhniyeta dixwaze van avahiyan li vir ava bike nêz e. Ne tenê ji kesên kuştin, ji dayikên wan jî tolê dihilînin. Ji gorên me jî ditirsin.” 
 
 
Aslan a DEM Partiyî helbesta zanyarê kurd Mûsa Anter a ji bo Newala Qesaban nivîsandî xwend. Li cihê newalê dirûşma “Şehîd namrin” hatin berzkirin û beşdaran qurnefîl danîn wir. Di bîranînê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî kevok hatin berdan. 
 
Meşvan piştre jî derbasî navenda Sêrtê bûn. Li vir bi sedan kes tev li meşvanan bûn. 
 
UÇAR: OCALAN QASIDÊ AŞTIYÊ YE 
 
Piştre jî meşvan derbasî navenda Sêrtê bûn. Meşvan li vir jî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Girseyê pankarta “Sêrt meşa azadiyê silav dike” vekir û heta avahiya DEM Partiyê meş li dar xist. Dayikên laçikên spî girê dayîn di pêşiya meşê de cih girtin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
Welatiyên li derdorê jî bi çepik û dirûşman piştgirî dan. Piştî meşa bicoş, li pêşiya avahiya partiyê govend hate gerandin. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun li vir axivî û wiha got: “Gelê Sêrtê ji bo azadiya gelê kurd û birêz Ocalan li ser pêyan e. Dengê ewil ê ji bo maf û azadiya gelê kurd ji Sêrtê bilind bû. We nîşanî her kesî da ku pirsgirêka herî mezin pirsgirêka kurd e û muxatab jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal berê anîn Tirkiyeyê. Gotin qey dê ev pirsgirêk tune bibe lê xelas nebû. Birêz Ocalan ev 25 sal in li ber xwe dide. Dewletê nekarî vê pêk bîne lewma îro tecrîdê ferz dike. Ev tecrîd, şer, xizanî û qirkirina xwezayê ji bo wê ye ku berê gelan bidin hev. Aştî, di deng û gotina birêz Abdullah Ocalan de veşarî ye. Qasidê aştiyê, birêz Ocalan e.” 
 
Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Encama vê meşê dê bibe azadî û ev azadî azadiya me tevan e. Ji bo we tevan serkeftinê dixwazim.” 
 
Piştre jî li avahiya partiyê beşên nivîsên Abdullah Ocalan hatin xwendin. 
 
 

Sernavên din

16/02/2024
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin
13:48 Erdogan ji bo hevdîtina bi Sîsî re çû Misirê
13:36 Meşvanên Azadiyê li Curnê Reş in: Yekane muxatab birêz Ocalan e
13:33 Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin
13:27 Nasnameya hinek karkerên di bin hezazê de diyar bûn
13:26 DEM Partî ya Dêrsimê: Berpirsyarê vê karesatê AKP ye
13:05 Plana îmarê ya Kanal Stenbolê hate betalkirin
12:48 Têkildarî karesata madenê 4 kes hatin binçavkirin
12:33 Rojnamevan bi kelemçekirina bi paş ve hatine binçavkirin
12:27 Walîtiya Dêrsimê ketina Erzînganê qedexe kir: 4 kes hatin binçavkirin
12:12 Li Sêweregê ‘Meşa Azadiyê’
11:29 Ji bo Silêman Ehmed dê li Dadgeha Federe ya Iraqê serlêdan bê kirin
11:00 Cemal Yilmaz ê dayik û kurê wê qetil kirî hate girtin
10:46 Gelê Amedê ‘Rêwiyên Azadiyê’ bi dilgermî pêşwazî kir
10:16 Temellî: Heta ku azadiya fizîkî ya birêz Ocalan pêk were dê çalakî bidomin
10:15 Tehliyeya Demîr asteng kirin û pirsa ‘Çi karê te di nava siyasetê de heye?’ kirin
10:03 Laura Castel: Îmrali, li ser axa Konseya Ewropayê çalereşeke
09:53 Bijîşkê nexweşxaneyê sepanên derhiqûqî li girtiyên jin ferz kir
09:10 Endamên Xeta Jinê ji bo Rojvelat pankart daliqandin
09:09 113 roj derbas bûn, ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayê girtin
09:07 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 80’yan de didome
09:06 Parêzer Demîr: Berxwedana Îmraliyê komplo pûç kir
09:05 Togûrlû yê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir: Dê azadiya Ocalan rê li ber aştiyê veke
09:04 Namzetê ku ji AKP'ê derbasî YRP'ê bû bi sûcê 'gefxwarin' û 'heqaretê' tê darizandin
09:02 Li Amed û Êlihê bi ser malan de hate girtin
09:02 Nexweşxaneya Zanîngeha Haranê di bin navê 'bexşên mecbûrî' de ji nexweşan pere distîne
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2024'AN
13/02/2024
21:38 Ji TJA’yê bernameya xwendinê
21:35 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin