Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir

  • rojane
  • 09:05 15 Sibat 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Amed Dîcle da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca tesfiyekirina kurdan pêk hatiye û got: "Ocalan bi paradîgmayeke nû hêzên komploger têk bir."

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên global destpê kir û di 15'ê Sibata 1999'an de bi radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dewam kir, di sala 25'an de ye. Ji dema ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê girtin. 35 meh in tu xeber jê nayê girtin. Rojnameger - nivîskar Amed Dîcle, armancên komploya navneteweyî nirxand.
 
 Rojnameger Amed Dîcle
 
ARMANCÊN KOMPLOYÊ
 
Dîcle, da zanîn ku hêzên ku di komployê de rol girtine bi armanca tasfiyekirina Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd tevgeriyane û got ku ew hêz dixwazin pirsgirêka kurd bitepisînin. Dîcle, da zanîn ku ev hêz dixwazin kurdan di warê siyasî û bîrdozî de qir bikin û got: "Armancên komployê gelek in; qedandin, îmhakirin, tesfiyekirin. Nexwestin bi revandina birêz Ocalan tu valahiyê bihêlin. Ji ber ku bi girtina birêz Ocalan dixwestin bi navê hêviyê tiştekî nehêlin. Hêzên ku komployê çêkirin, piştî wê jî sêwirandibûn. Ji ber vê yekê jî pergala Girtîgeha Îmraliyê pêş xistin û xwestin bi vê bigihên armanca xwe. Li Îmraliyê pergaleke îşkenceyê ava kirin û ev pergala îşkenceyê hê jî didome."
 
'OCALAN BI PARADÎGMAYA XW EKOMPLO TÊK BIR'
 
Dîcle, da xuyakirin ku hêzên global bi komployê nikaribûne bigihêjin armancên xwe û got ku ev yek bi paradîgmaya Abdullah Ocalan a li Îmraliyê pêk hatiye. Dîcle, wiha domand: "Birêz Ocalan -vê wekî zayîna sêyem bi nav dike- ji destpêkê ve bi pêşxistina paradîgmayeke nû komployê têk bir. Ew difikirîn ku dê birêz Ocalan nikaribe tiştekî pêş bixîne, lê Ocalan li wir paradîgmayeke nû pêş xist û got, ‘çendî ez ji be rkomployekê li vir têm girtin jî, 'lê heya ez nefesê bistînim ez ê biêtkoşim û ez ê vê komplyê têk bibim.' Ev paradîgma ji aliyê hemû bindestên cîhanê ve û kesên li derî pergalê mane tê qebûlkirin. Ên komployê çêkirin jî piştî wextek pêşengtiya Ocalan û rol û rista wî ya di aştî û çareseriyê de qebûl kirine. Tirkiye jî vê yekê qebûl kiriye ku dem bi dem hin hevdîtin pê re kirin." 
 
Dîcle, anî ziman ku armanceke komployê ya din jî "destpêkirina şerê kurd-tirkan" bûye û got: "Birêz Ocalan got, bi revandinê re dê şerekî ku pêşî lê neyêg irtin dest pê bike û dê hêviya ji bo aştiyê bê tunekirin. Ji bo pêşî li vê yekê bigire, paradîgmayeke nû pêş xist."
 
KAMPANYAYA 'AZADIYA ABDULLAH OCALAN'
 
Dîcle, diyar kir ku li hemberî Abdullah Ocalan nêzîkatiyeke dijminane heye û tecrîda mutleq a 35 meh in tê meşandin wekî mînaka vê nêzîkatiyê nîşan da. Dîcle got: "Ne dost û ne jî dijmin nehatine wê astê ku nikaribin rastiya birêz Ocalan înkar bikin. Hebûna wî kir ku hem ji aliyê dost û hem jî ji aliyê dijminan ve were qebûlkirin. Di encama berxwedana birêz Ocalan a li dijî komploya navneteweyî û tecrîdê de û bi berxwedana wî ya teorîk, felsefî û pratîkî ya li dijî vê pergala îşkenceya Îmraliyê, îro ro li kurd û tevgera kurd û li Rojhilata Navîn û cîhanê hatine wê astê ku neyên paşguhkirin. Em dibînin ku bê di şert û mercên îşkenceyeke giran de jî berxwedaneke çawa nîşan dide. Di van şert û mercên giran ên işkenceyê de ev pêşketineke mezin e. Her kesê aştî û çareseriya siyasî dixwaze, divê ji vê berxwedanê îlhamê bigire û piştgiriyê bide kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgrêka kurd re'. Birêz Ocalan komployê bi paradîgmaya xwe ya nû têk bir."
 
MA / Yusra Batihan
 

Sernavên din

19/02/2024
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin