Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê

  • rojane
  • 13:49 15 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Parlamenterên DEM Partiyê ji bo lêkolînkirina bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên Tirkiyeyê, pêşnûmepirsek dan Meclisê. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, pêşnûmepirsek dan Serokatiya Meclisê. 
 
Parlamenteran di pêşnûmeyê de bi bîr xistin ku Abdullah Ocalan zêdetirî 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in jî tu agahî jê nayên girtin. Parlamenteran xwestin ku bandora tecrîda li ser Abdullah Ocalan a li ser geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên Tirkiyeyê ji her alî ve were lêkolînkirin û rêyên çareseriyê bên dîtin. Bi domdarî parlamenteran xwestin ku li gorî xala 98’emîn a Destûra Bingehîn û li gorî xalên 104 û 105 ên Rêziknameyê, Lêkolîna Meclisê bê destpêkirin û Komîsyona Lêkolînkirinê bê avakirin. 
 
Di hinceta pêşnûmeyê de wiha hate gotin: “Pirsgirêka kurd zêdetirî sed sal in didome û di roja me bû sedema mirina bi deh hezaran kesan, koçberiya bi milyonan mirovan û rê li ber windahiyên mezin ên aborî û civakî vekir û vedike. 
 
DI BINGEHA KRÎZAN DE PIRSGIRÊKA KURD HEYE
 
Di bingeha krîzên piralî yên Tirkiyeyê de ev pirsgirêk heye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk, di sala 2012’an de li Girtîgeha Îmraliyê di navbera Abdullah Ocalan û şandeyên hikûmet û dewletê de hevdîtin dest pê kirin û welêt kete ‘Pêvajoya Çareseriyê.’ Lê belê tevî hemû hewldanên Ocalan jî hikûmetê ev pêvajo di sala 2015’an de bi dawî kir û li polîtîkayên milîtarîst vegeriya. Di dîroka komarê de hewldana aştiyê ya herî sîstematîk û berfireh hate bidawîkirin, tecrîda li ser Ocalan hate girankirin û di nava 35 mehên dawî de jî bi tu awayî agahî jê nayên girtin. 
 
REWŞA AGAHÎNEGIRTINA MUTLEQ HEYE
 
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di 5’ê tebaxa 2020’an de rapora xwe eşkere kir û rewşa agahînegirtina mutleq weke ‘incommunicado’ pênase kir û got ku ev pergala di meriyetê de îşkence ye. Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di 6’ê îlona 2022’yan de xwest ku rewşa ‘incommunicado’ were bi dawîkirin û divê girtî bêyî ku bên astengkirin divê bikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê ev biryara komîteyê nehat bicihanîn û ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq tu gav nehatin avêtin. 
 
SERMUZAKEREVANÊ PIRSGIRÊKA KURD OCALAN E
 
Tecrîda girankirî û rewşa agahînegirtina mutleq a li Abdullah Ocalan tê ferzkirin, nabe ku tenê sepaneke ji bo şexsekî taybet were dîtin. Abdullah Ocalan, di pirsgirêka kurd de ji hêla her kesî ve weke sermuzarekevan û aktorê sereke yê siyasî tê qebûlkirin. Lewma jî ev sepana dermirovî ya li dijî wî di meriyetê de, pergaleke tecrîdê ye ku bandorên wê yên giran ên polîtîk, aborî, civakî û hiqûqî li ser civakê hene. 
 
TECRÎD JI ÎMRALIYÊ BELAVÎ HEMÛ GIRTÎGEHAN BÛ
 
Tecrîd ji Îmraliyê dest pê kir û li hemû girîgehan belav bû. Ev yek, tiştekî rashatî nîne. Girtîgehên bi tîpa hucreyê ku di salên 2000’î de bi Girtîgehên bi Tîpa F’ê nîqaşa li ser wan hat destpêkirin ku îzolasyoneke mezin hedef digire, bi lez û bez tê belavkirin. Girtîgehên ku weke girtîgehên bi tîpên Y, S û bi ewlekariya bilind tên binavkikrin, ji hêla psîşîk û fîzîkî ve texrîbateke mezin li ser mirovan dike. Girtî û hikûmxwar tên tenêhiştin, hewldan îradeya wan parçe bikin û tune bikin û ji hêla fîzîkî û ruhî ve jî tunekirinê esas digirin. Ev girtîgeh, weke ‘odeyên yekkesî’ hatine avakirin. Ev veguherîna li girtîgehan dest pêkirî ji ewil jî li Girtîgeha Girava Îmraliyê kete meriyetê û teknîkên rêvebirinê yên li ser bingeha tecrîdê jî li vir hatin pêşxistin. 
 
QANÛNÊN OCALAN! 
 
Sererastkirinên qanûnî ku weke ‘Qanûnên Ocalan’ tên zanîn û bandorê li hezaran girtî û hikûmxwaran dikin, divê di vê çarçoveyê de bên destgirtin. Yek ji sererastkirinên hiqûqî yên di şexsê Ocalan de hatine kirin jî bicihneanîna berdana bi şert e û girtina girtiyekî ya heta mirinê di girtîgehê de ye. Lê belê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adaqra 2014’an de têkildarî Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û ji bo wî biryara girtinê ya heta mirinê hatiye dayîn got ku binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Pêwistiyên vê binpêkirinê nehatin bicihanîn û gelek sepanên bi awayekî fîîlî li Îmraliyê ketin meriyetê di demên piştre de li girtîgehên din hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de, gelek hukm û sererastkirinên ji bo bisînorkirina hevdîtina parêzer-miwekîl ên di CMK’ê de cih digirin, encama pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ne. Ji serdanên ziyaretvanan heta mafên telefon û ragihandinê girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin û ev sepan tevek jî ji ewil li Girtîgeha Îmraliyê ketin meriyetê. 
 
DAHATA NETEWEYÎ BI GIRANKIRINA TECRÎDÊ RE DAKET 
 
Di serdema ‘Pêvajoya çareseriyê’ de tecrîd hate sivikirin û mirinên ji ber pevçûnan kêm bûn. Di vê serdemê aramî û hizûra li welêt zêde bû. Seerokwekîzê demê Recep Tayyîp Erdogan di sala 2013’an de got; ‘Yek ji encamên herî girîng ên pêvajoya çareseriyê teqez dê bibin daneyên aboriyê.. Bi pêvajoya çareseriyê re em mirovên xwe ji gefan xelas dikin û dê ji hêla aboriyê ve jî serdemekî nû bidin destpêkirin.’ Di sala 2013’an de dahata neteweyî derket asta herî jor û bi girankirina tecrîdê û destpêkirina pêvajoya şer re jî ev rêjeye daket. Tê gotin ku lêçûnên ku feraseta ‘ma hûn dizanin bê ka heqê fîşekekê bi çiqasî ye?’ ji bo şer xerc kirin, di nava 40 salan de trîlyon dolar derbas kiriye. 
 
VEGUHERÎ TEKNÎKA BIRÊVEBIRINÊ
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bidawîkirina şer, Ocalan hêj jî pozîsyona xwe ya siyasî ya sermuzakerevan diparêze û bi tecrîda li ser wî re krîza aborî her ku diçe girantir dibe. Di heman demê de tecrîda li Îmraliyê, êdî veguheriye teknîkekê rêvebirinê ya siyasî. Bi vê yekê re azadiya gel tê bisînorkirin, binpêkirin zêde bûne û bûye sedema krîzên darazî-hiqûqî û aborî. Sedema bingehîn a van krîzan jî tecrîda li Îmraliyê ye. 
 
DAXWAZA BI MILYONAN KESAN: BILA TECRÎD BÊ BIDAWÎKIRIN 
 
Ji ber van sedeman, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane, di 27’ê mijdarê de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin, li gelek bajaran Nobetên Edaletê hatin destpêkirin. Di serî de li Tirkiyeyê, ev çalakî, xwepêşandan û kampanya li gelek welatan berdewam in. Daxwaza rewa û mafdar a bi milyonan kesan ew e ku pirsgirêka kurd li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê û bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Bi vê yekê re dixwazin rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî were vekirin. Daxwaza ew e ku aştiya civakî ya di navbera gelan de bikeve meriyetê û dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn. Rakirina tecrîdê, mecbûriyeteke. 
 
DIVÊ LI ÎMRALIYÊ LÊKOLÎN WERE KIRIN 
 
Di vê çarçoveyê de ji bo otorîteya siyasî ya heyî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xwedî îrade be, em dixwazin ku TBMM şert û mercên giran ên tecrîdê li Îmraliyê bi xwe lêkolîn bike, encamên geşedanên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî yên tecrîdê derxîne holê û ji bo diyarkirina rêyên çareseriyê jî komîsyoneke lêkolînkirinê ava bike.”
 

Sernavên din

19/02/2024
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin