Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne

  • rojane
  • 09:07 17 Sibat 2024
  • |
img

AMED - Emîne Seyhan, xwişka girtiyê nexweş Abdullah Zoraslan Eku 3 roj beriya serbestberdana wî dozek nû li wî hat vekirin, got: “Bi sedan girtiyên nexweş ên wekî birayê min û rewîa wan ji ya wî girantir hene. Li wir li benda mirina wan in." 

Abdullah Zoraslan ê ku di 16'ê Adara 2016'an de li Kolana 5 Nîsan a Taxa Lezgîn Avcî ya 861'ê ya navçeya Rezan a Amedê di pevçûnekê de 13 gule lê ketibûn, ji sedî 85 roviyên wî hatin jêkirin. Ji 13 guleyên ku li wî ketin 6 jê ji laşê wî nehatin derxistin. Piştî tedawiyeke 5 mehan, roja ku di meha Tebaxa 2016'an de wê tahliye bûbûya, ji aliyê polîsan ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji bo wî dosyeyek nû hat amadekirin û der barê wî de biryara girtinê hat dayîn. Îdianameya ku bi îfadeyên şahidan hat amadekirin û daxwaza cezayê muebbedê yê girankirî jê re hat xzwestin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin. Di encama dozê de Zoraslan di 14'ê Kanûna 2023'yan de bi îdiaya "xerakirina yekitî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbedê yê giran xwar û ji ber sûcê "muxalefetiya li dijhî qanûna 6136'an" 17 sal û 6 meh û ji ber "bê destûr ppeydakirina madeyên talûke" 5 sal û 15 meh, bi giştî 53 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. 
 
 
DOZGER: EZ LI BENDA VÊ ROJÊ BÛM
 
Xwişka wê Emîne Seyhanê bertek nîşanî cezayê muebbedê yê ku li birayê wê hat birîn da û got: "Dozger ji birayê min re got, 'Ez li benda vê rojê bûm ku ceza li te bibirim. Ez ê heqê mesrefên nexweşxaneyê jî ji te bistînim.' Birayê min 8 sal in di girtîgehê de ye. Di sala 2016’an de bi 13 guleyan birîndar bû. Gelek caran hat emeliyatkirin. Piştî ku hefteyekê di lênihêrîna awarte de ma ew xistin odeyeke normal. Ji ber emeliyatên tên kirin tenê bi metreyek rûvî dikare bijî. Roja ku ji nexweşxaneyê derket hat binçavkirin. Piştre hat girtin." 
 
Seyhanê diyar kir ku berî bê berdan bi çend rojan birîne ceza bêhiqûqîtî ye û got: “Li dijî vê bêhiqûqiya ku li birayê min tê kirin, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. “Ger hewce bike em ê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û doza birayê min bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê."
 
‘BI MAMA TÊ XWEDÎKIRIN'
 
Seyhanê destnîşan kir ku hîna 6 gule di laşê birayê wî de hene û wiha got: “Gurçikek birayê min tune ye, di gurçika din jî xera bûye û ritma dilê wî jî xera be ye. Ew bi parçeyên metalî yên di beşên cuda yên laş de dijî. Birayê min bi mama tê xwedîkirin." 
 
Seyhanê bi bîr xist ku gelek girtiyên nexweş hene ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê ji yên birayê wê girantir in û wiha dewam kir: “Di hundir de bi sedan girtiyên nexweş ên nexweşînên wekî penceşêr û epîlepsiyê pê re hene. Ev ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Li wir li benda mirinê ne. Ev nêzîkatiya li hemberî girtiyên nexweş neheqî û bêhiqûqî ye. Li dijî van bûyeran divê em li dora girtiyan bibin yek û ji bo wan çi pêwîst be bikin. Ji bo vê têkoşîneke civakî divê." 
 

Sernavên din

22/02/2024
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin