Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne

  • rojane
  • 09:03 29 Sibat 2024
  • |
img
AGIRÎ - Welatiyên ku ji şaredariya AKP'ê ya Agiriyê nerazî ne, ji bo çareserkirina pirsgirêkan îşaret bi DEM Partiyê dikin. 
 
Ji hilbijartinên herêmî re hindik ma. Ji bajarên ku encamên hilbijartinê tên meraqkirin yek jê jî Agirî ye. Şêniyên bajêr bertek nîşanî şaredarê AKP'î Savci Sayan ku piştî jib o parlementeriyê namzetî danî îstifa kir û rêveberiya wî. Lê di vê hilbijartinê de çav li DEM Partiyê ne. DEM Partî jî bi namzetên hevşaredariyê Hazal Aras û Mehmet Akkûş xebatên xwe yên hilbijartinê yên li vir didomîne. 
 
'ME DI DEMA DBP'Ê DE XIZMET DÎT'
 
Ji şêniyên bajêr Kadîr Çakir diyar kir ku ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên DEM Partiyê. Çakir anî ziman ku sedema vê yekê "xizmet û çareserî" ye û got: "Berpirsyarê hemû neyînîyên li Agiriyê desthilata AKP'ê ye. AKP'ê 19 salan şaredarî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî 3 salan şaredariyê bi rê ve bir. Bi rastî jî DBP'ê wê heyamê gelek xizmet kir. Savci Sayan tiştê ku soz dabû bi cih neanî. Mirov li benda xizmetê ne. Bajarê me û rêyên me qirêjî ne û di nava çopê de mane. Sedema vê jî AKP ye. Ji ber ku yeqîn dikim dê DEM Partî vê yekê çareser bike, ez ê raya xwe bidim wê."
 
Yûsûf Tûtak diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û diyar kir ku namzetên ku ew ê dengê xwe bidin wan "namzetên dilpak û rast in." Tûtak got: "Xizmetên şaredarê AKP'ê yê niha diyar in. Tu xizmet ji bajêr re nekiriye. Ji ber ku namzetên AKP'ê bi rant, berjewendî û bertîlê re mijûl in. Êdî gel ji derewên AKP'ê têr bûye. Her kes dizane. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê tiştekî nekin jî qet nebe ji bo azadiya kurdan û zimanê wan têkoşîneke bêhempa didin." 
 
'EZ Ê RAYA XWE NEDIM AKP'Ê'
 
Cengîz Taşdemîrê ku polîtîkayên aboriyê yên desthilatê rexne kir, diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin namzetên ku xizmetê ji bajêr re bike. Taşdemîr got: “Gelên li Agiriyê mirovên feqîr in. Mirov nikarin nan bibin malê. Em şaredarekî ku xizmeta vî welatî bike dixwazin. Ez ê dengê xwe nedim vê pergala ku mirovan ber bi xizaniyê ve dibe. Ji ber ku dema ez nikaribim nan bibim malê, hemû partî bi ser bikevin çi ye? Min hîn biryar nedaye ku ez ê dengê xwe bidim kê. Em ê li projeyên wan binêrin, ez zanibim dê kî xizmeytê bike ez ê raya xwe bidim wan. Lê şaredarê niha tu xizmetek ji vî bajarî re nekir. Berovajî vê yekê zêdetir zerar da. Em ê bêtir bi baldarî deng bidin da ku ev rewş dubare nebe." 
 
Memdûh Tarhan got: "Partiya min DEM Partî ye. Ez di wê baweriyê de me ku Aras û Akkûş dê xizmetên baş bikin. Hazal Aras berê hevşaredara Giyadînê bû. Xizmetên pir baş pêşkêş kir. Pir zehmet e ku namzetê AKP'ê û partiyeke din li vir bi ser bikevin. Ji ber ku ji bilî DEM Partiyê partiyên din li pê rantê û nelirêtiyê ne. Ez hêvî dikim ku dê di 31'ê Adarê de li vî bajarî tiştên baş çêbibin."
 
Adem Kanat jî xizmetên QArasê yên li navçeya Giyadînê bi bîr xistin û got: "Em baweriya xwe bi DEM Partiyê tînin. Ji ber ku em dızanın bö politikaya DEM Partiyê berê çawa bajêr bi rê ve birine." 
 
'EZ Ê RAYA XWE BIDIM PARTIYA KU ZIMANÊ MIN DIPARÊZE'
 
Resûl Bayhan diyar kir ku li welat krîzeke giran a aboriyê heye û got ku partiya ku dê ji pirsgirêkên li welêt re alternatîfekê peyda bike DEM Partî ye. Bayhan got: "Ez difikirim ku ev hilbijartin wê gelek bireqabet derbas bibe. Krîza aborî heye û ev rewş gelekî zextê li mirovan dike. Lê belê rewşeke bi vî rengî heye; desthilateke ku pereyan dide xwarin heye. Ez yeqîn dikim kue v dê di hilbijartinê de jî xwe bide der. Bawer nakim ku îradeya gel bi tevahî di sindoqan de derkeve. Pêwîst e dengê xwe bidin kesên ku dê xizmeta vî bajarî bikin. Em li projeyên namzedên şaredariyê dinêrin. Ez ê piştgiriyê bidim namzetên ku ziman û çanda min diparêzin."
 
MA / Hakan Yalçin 
 
 
 

Sernavên din

05/03/2024
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket