Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir

img
RIHA -  Hat hînkirin ku endamê meclisa şaredariya Bêrecûkê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît gotibû 'em îstifa dikin' û navê wî jî gotibû, haya wî ji naveroka civînê tune bûye. Arar, got: "Ji min re got, di warê madî û manewî de çi hewce be ez ê bikim, lê min qebûl nekir." 
 
Bertekên li dijî Mehmet Begît ê ku ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partiyê) li navçeya Bêrecûk a Rihayê hatibû hilbijartin, lê di 29'ê nîsanê de îstifa kiribû, didomin. 
 
Derket holê ku ji endamên meclisa şaredariyê yên ku Begît ragihandibû ku îstifa kirine, Ahmet Arar îstifa nekiriye. Begît di civîna çapemeniyê de ku di 29'ê nîsanê de li avahiya şaredariyê bi saziyên çapemeniyê yên nêzî desthilatê re kiribû, derpêş kiribû ku "mudaxileyî alayê, posterê Ataturk û posterê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatiye kirin" û ji ber vê tevê endamên meclisê Mahmût Dîrîer, Sakip Yaşar, Reşît Çelîkhan û Ahmet Arar îstifa kiriye. Hat hînkirin ku endamê meclisa şaredariyê Ahmet Arar îstifa nekiriye û haya wî ji naveroka civîna çapemeniyê tune bûye. 
 
Arar, tiştên qewimîn bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir. 
 
Arar diyar kir ku Begît ji wî re gotiye "Em ê civîna çapemeniyê li dar bixin, li cem me bin" û got ku di dema civîna çapemeniyê de pê hesiyaye ku civîn ji bo îstifakirinê bûye. Arar da zanîn ku îdiayên "mudaxaleya ala û posteran" ne rast in ku Begîr ew wekî delîl nîşan dabûn. Arar destnîşan kir ku sedema sereke ya îstifakirinê ew e ku destura dizî û rantê nehatiye dayîn. 
 
Arar bilêv kir ku piştî civîna çapemeniyê Begît zor daye wî ku îstifa bike û ji wî re gotiye ger îstifa bike ew ê di warê madî û manewî alîkariya wî bike. 
 
‘MIN ÎSTIFA NEKIR'
 
Arar bilêv kir ku Begît ji wan re negotiye ku wê civîn têkildarî îstifakirinê de be û got: “Ji wan çar kesên ku Begît îdia dike ku îstifa kirine, yek jê ez im. Lê min îstifa nekiriye. Mehmet Begît qet bi min re neaxivî, rewşê ji min re negot." Arar anî ziman ku Begît piştî civîna çapemeniyê xwestiye wî qaneh bike û jê re gotiye "Di warê madî û manewî çi hewce be ez ê bikim" lê wî qebûl nekiriye. Arar got: "Lê her sê kesên din ên qebûl kirin pê re îstifa kirin. Ji me re got, ger hûn îstifa bikin ew ê di şaredariyê de eywira herî baş bide me. Min jî hewl de ew dest ji vê fikra xwe berde. Ji bo civîna çapemeniyê neyê belavkirin ez pê re axivîm û min got ez qebûl nakim. Paşê ez ji şaredariyê derketim û çûm partiya xwe. Ez bi partiya xwe re me û ez ê tu carî dest ji partiya xwe bernedim." 
 
‘ME NIKARIBÛ DESTÛRA RANTÊ BIDE'
 
Arar ku got “Mehmet Begît îradeya 22 hezar kesî diziye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ew îstifa bike. Divê Begît demildest îstifa bike. Siyaseteke wiha nîn e. Pêwîst e Mehmet Begît ji şaredariyê îstifa bike." Arar anî ziman ku bi hezaran kes beşdarî xebatên hilbijartinê bûne û wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinê de em bi hev re xebitîn û em bi hev re westiyan. Em gund bi gund, derî bi derî geriyan. Min jê re got ku keda van însanan pûç neke, lê min nikaribû wî qaneh bike. Îdîa kir ku mudaxileyî alayê û posterên Ataturk û Erdogan tê kirin. Ev ne rast e. Piştî 31'ê Adarê tu kesî têkildarî vê gotinek jî nekir. Dibêje 'di destê min de dîmen û qeydên dengan hene', ne rast e. Qethiyen tiştekî wiha tune ye. Ji ber ku me destûr neda ku em guherîna îmarê ya ku wî dixwest bike, îstifa kir. Ji ber ku endamên meclisê erkê nedan wî îstifa kir. Me nehişt tiştên gel bifiroşe."
 
MA / Emrûllah Acar 

Sernavên din

09/05/2024
13:40 Li Xezayê hejmara miriyan gihişt 35 hezaran
13:31 Wênesaz Doganê beraet kir
13:23 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Dê têkoşîna me ya birêxistinkirî bi ser keve
13:22 Hejmara miriyên lêhiya li Brezîlyayê derket 100 kesan
12:35 Qeydên ‘Dia, Beyt û Semahan’ dê piştî 21 salan bên weşandin
12:34 Di doza 20 rojnamegeran de tevdîra kontrola edlî nehat rakirin
11:58 Ceza li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê hate birîn
11:32 Fîlozof Morîn: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
11:17 Rastak sibe li Amedê konserê li dar dixe
11:16 DEM Partî: Divê ji bo kesên astengdar serferberî were destpêkirin
11:09 ‘700 hezar mamoste weke keda erzan tên bikaranîn’
10:51 Ketina çiyayên Cûdî û Gabarê ji bo 15 rojan hate qedexekirin
10:42 Kavala: Jinûvedarizandin yek ji rêgeza sereke ya hiqûqê ye
10:17 Ji ber gotina ‘Dîktator Erdogan’ ceza dan xwendekarê lîseyê
10:16 Li 10 bajaran 72 kes hatin binçavkirin
10:10 Saziyeke li ser şopa NÇM’ê: JÎN Art tê vekirin
10:09 Li Bêrecûkê cara duyemîn êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
09:29 ‘Rojnamegerê’ bi milyonan lîre ji qeyûman qezenc kirî niha tetîkkêşiyê dike
09:15 198 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:13 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:11 Bîrtane: Divê her kes xwedî li çalakiya 'bibe dengê azadiyê' derkeve
09:04 Rojnamevana di bin tecrîdê de Dal: Rojnamevanî tê îllegalîzekirin
09:03 Ayaz a li girtîgehê di nava her berxwedanê de cih girtî ye: Li ber xwe bidin
09:01 Girtiyê nexweşê giran Çam: Bijîjk di derî de mûayene kir
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN
08/05/2024
21:19 'Deng bidin daxwaza dayika Emîne Şenyaşarê'
20:34 Li Cenevreyê îşkenceya Îmraliyê hat protestokirin
16:37 Ji bo Ûgûr û Orkmez ji ber deriyê girtîgehê bang kirin
15:57 Bakirhan bertek nîşanî êrişa li Bêrecûkê da: Tu hêz nikarin me ji doza me bikin
15:37 Sînemager li dijî sansûra “Kanûn Hukmu” bang kirin
15:36 Li Rihayê 17 kes hatin berdan
15:25 Dê starta bernameya Cejna Zimanê Kurdî bê dayîn
15:22 Wesayîtên ku qeyûm bi hejmareke zêde kirê kiribûn hatin vegerandin
14:59 Saziyên sivîl ên Şirnexê: Negirtina tevdîran rê li ber mexdûriyetên mezin vekir
14:35 Ji bo nexweşê SMA’yê Mîrzayê16 mehî banga alîkariyê hat kirin
14:15 YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red kir
13:31 Êrişa li dijî DEM Partiyê hat protestokirin: Em natirsin, li vir in
13:26 Partîzan û YDG’ê ji bo girtiyên 1’ê Gulanê bang kir
13:22 Di êrişa DEM Partiyê de birayê Begît hate binçavkirin
12:52 Peace in Kurdistanê têkildarî Îmraliyê ji CPT’yê re name şand
12:34 Li Sîngapûrê balafira şer a F-16 ket
11:53 Ozturk ê polîs lêxistibû hate veşartin
11:41 Amadekariyên hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatin sekinandin
11:40 Di êrişên Îsraîlê de 7 sivîlên din jî hatin qetilkirin
10:09 ‘Jinên penaber rastî nijadperestî, zext û tacîzê tên’
10:01 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
09:51 Rojnamevanan tecrîd nirxandin: Bêyî ku li dijî tecrîdê rawestin nikare behsa azadiyê were kirin
09:48 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê êriş hate kirin
09:47 Derket holê ku kesên wezîr digot ‘bi tiryakê hatine girtin’ polîs in
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 164 roj in di çalakiyê de ne
09:16 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 197 roj in agahî jê nayên girtin
09:09 Rojnamevan ji ber sê peyvan hatine girtin: Ocalan, Îmrali, tecrîd
09:02 Bertek nîşanî bersiva 'tecrîdê' ya wezaretê da: Hûn nikarin wekî tune be tevbigerin
09:02 Endamê meclisê ku Begît îstifa lê ferz kir: Bertîl teklîf kir, min qebûl nekir
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN
08:27 Welatiyê ku polîsê trafîkê bi motosîkletê lêdabû jiyana xwe ji dest da
07/05/2024
20:30 Çalakiya Emine Şenyaşar di roja 96'emîn de ye
18:59 Li Silopiyayê qursên zimanê kurdî hatin vekirin
17:58 DEM Partiyê li Curnê Reş dest bi xebatên hilbijartinê kir : Em ê dîsa bi ser bikevin
16:16 Di dawetê de gule reşandin, pitikeke di zikê dayika xwe de kuştin
16:08 Di nav xwarina girtiyan de gule derket
15:34 Rojnameger jî di nav de 7 kes hatin berdan
15:28 Bertek nîşanî sirgunê li Rihayê dan: Tecrîdê kûrtir dikin
15:15 Rojnameger Dal bi îdiaya ‘sedema ewlehiyê’ tê tecrîdkirin!
15:14 Li Amedê binçavkirin hatin protestokirin
14:58 Misirê êrişa Îsraîlê şermezar kir
14:57 Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin
14:50 Bertekên li dijî Begît didomin: Em ê rê nedin diz û xiyanetê
14:18 Di operasyona li dijî ‘tehliyeyên bi bedela pereyan’ de 9 kes hatin girtin
13:55 Ozel û Bahçelî li Meclisê hatin ba hev
13:25 Li Mêrdînê cotkarê berhema ewil a salê rakirî bi zêrekî hat xelatkirin
12:48 Parêzerên Kavala bi daxwaza jinûvedarizandinê serlêdan kirin
12:45 Hatîmogûllari: Em bi Rêya Sêyemîn dikarin Komara Demokratîk ava bikin
12:10 JINNEWS: Di nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin
12:03 Cezayê hefsê dan hunermend Aydinlar
11:58 MKG: Di meha nîsanê de 10 rojnameger hatin binçavkirin
11:53 Eywana şanoyê ya qeyûm kiribû wêrane dê bê nûkirin
11:29 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Wezîr Tekîn got ku dê 20 hezar mamoste bên tayinkirin
10:13 Li girtîgehên Rihayê di 45 rojan de 35 girtî hatin sewqkirin
10:00 3 meh ên din jî hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:43 Li Rihayê herî kêm 14 kes hatin binçavkirin
09:42 Çîroka Aycanê têkoşer
09:37 Bertekên li dijî zextên ser rojnamegeran: Darizandinên derhiqûqî bi dawî bikin
09:37 Dadgeha Îstinafê ji bo biryara dadgehê ya Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê got 'biryar di cî de ye'
09:36 PEN Norwec îdianameya 29 rojnamevanan lêkolîn kir: Rê li ber binpêkirinê vedike
09:34 Leşkerên îsraîlî li pêşiya Deriyê Sînor ê Refahê ne
09:33 Xebatkarê emniyetê zarok û hevjînê xwe qetil kir
09:11 Xizmên girtiyan di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de ne
09:10 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû: Li dijî tiryakê tîma xwe ava bike
09:07 Mudetnameya Kayarê 31 sal in girtiye hat dirêjkirin
09:02 Rapora pêzaniyê: Kana mermeran dê zirarê bide navenda baweriyê
09:02 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 196 roj in tu agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 7'E GULANA 2024'AN
06/05/2024
22:01 Li Mêrdînê li 13 siyasetmedaran ceza hat birîn
20:14 Wê ji bo Ûgûr û Orkmez biçin ber girtîgehê
19:26 Ji Şenyaşarê bang: Bila girseya li Wanê bê vir
17:06 Encamên hilbijartinê yên teqez bi encam bûn
16:51 Îranê kolberekî din qetil kir