Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin

  • rojane
  • 16:19 10 Gulan 2024
  • |
WAN - Li Wanê têkildarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê 8 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ve çalakî û aktîvîteyên bi awayekî hevpar bên lidarxistin hatin aşkerekirin. 
 
8 rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên li Wanê hatin bahev, têkildarî 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî dan û bernameya aktîvîte û çalakiyên ku dê di navbera 12 û 19’ê gulanê de li dar bixin ji rayagiştî re parve kirin.
 
Daxuyaniya di pêşengtiya Komeleya Lêkolînên Çand, Huner û Ziman (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Platforma Ked û Demokrasiyê de hate kirin li avahiya ARSÎSA’yê pêk hat. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn pankarta “Herdem kurdî, her der kurdî” hate daliqandin. 
Dil, Kültür ve Sanat Araştırmaları Derneği (ARSİSA), Destar Dergisi,  Tevgera Jinên Azad (TJA), Hakların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (DEM Parti), Demokratik Bölgeler Partisi (DBP), Hakların Demokratik Partisi (HDP), İnsan Hakları Derneği (İHD), Emek ve Demokrasi Platformu öncülüğünde yapılan açıklama ARSİSA binasında gerçekleşirken, açıklamanın yapıldığı salona, "Herdem Kûrdî, her der Kûrdî" pankartı asıldı.
 
‘KURDÎ DI BIN DORPÊÇA POLÎTÎKAYÊN PIŞAFTINÊ DE YE’
 
Rêveberê ARSÎSA’yê Şevket Acar ê di daxuyaniyê de axivî, qala polîtîkayên pişaftinê yên li dijî ziman kir û cejna gelê kurd pîroz kir. Acar, bi lêv kir ku bi salan e li dijî kurdî polîtîkayên pişaftinê di dewrê de ne û got: “Heta hin serdeman kurdî hate qedexekirin û li kesên diaxivîn ceza dihate birîn. Tu caran kurdî nebûye zimanê fermî û perwerdehiyê. Di sedsala 21’an de jî polîtîkayên pişaftinê yên li dijî kurdî berdewam dikin. Kurdên li derveyî Kurdistanê dijîn, ji bo bi kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Parlamenterên li Meclisê dema peyveke kurdî axivîn, mîkrofonên wan tên girtin. Çima li dijî kurdan ev qas polîtîkayên qirêj tên meşandin? Ji ber ku dema serdest dixwazin gelekê ji holê rakin êrişî zimanê wan ê dayikê dikin. Zimanek nasname û hebûna gelekî ye. Dixwazin kurdan ji holê rakin.”
 
Acar, diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê kurdî pêk tên li ber xwe dide û ev tişt gotin: “Em banga xwe careke din dubare dikin; Em polîtîkayên qirêj ên li ser zimanê kurdî şermezar dikin û qebûl nakin. Destê xwe ji zimanê kurdî bikişînin. Her çiqas li dijî kurdî polîtîkayên qirêj bên meşandin jî kurdî bi têkoşînê hat heta van rojan. Zimanê kurdî ji aliyê Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan û Baba Tahirê Ûryan ve emanetî gelê kurd hatiye kirin. Weke şopdarên van nirxan em ê bi parastina zimanê xwe bi pêş ve biçin.”
 
Piştî axaftina Acar, bernameya çalakî û aktîveteyên ku dê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Wanê bên lidarxistin hate aşkerekirin. 
 
Bernameya 15’ê Gulanê wiha ye; 
 
“* 12’ê gulanê: li Mîksê dê serdana gora Feqiyê Teyran bê kirin û daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn. 
 
  * 13’ê gulanê: Li Parka hunerê bi pêşengiya jinan daxuyaniya çapemeniyê dê bê dayîn. 
 
  * 13’ê gulanê: Li Navenda Çanda Nûdayê dê şeva dengbêjan bê lidarxistin. 
 
  * 14’ê gulanê: Dayikên Aştiyê dê bên ziyaretkirin. 
 
 * 14’ê gulanê: Li ŞanoWanê dê belgeya mezûniyetê ya xwendekarên ARSÎSA’yê bê dayîn û aktîvîteya stran û helbestan bê lidarxistin. 
 
 * 15’ê gulanê: Di pêşengtiya jinan de dê li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî û meş bê lidarxistin. 
 
 * 15’ê gulanê: Li BASK-DER’ê dê şahiya ciwanan were lidarxistin. 
 
 * 16’ê gulanê: Li Navenda Çanda Nûdayê dê şahî û pêşbirk bê lidarxistin. 
 
 * 19’ê gulanê: li ARSÎSA’ye dê ji bo nivîskar Sîdar Jîr roja îmzeyê û gotûbêjê were lidarxistin. 
 
* 25’ê gulanê : Li Erdîşê dê mitîng were lidarxistin.” 
 
 

Sernavên din

12/05/2024
18:21 Li Bismilê ji bo Cejna Zimanê kurdî panel û xwendina helbestan
17:51 301 madenvan di salvegera xwe ya 10’emîn de hatin bibîranîn
16:45 Cenazeyê Soydan dibin Geverê
16:41 Xizmên girtiyan piştgirî dan çalakiya girtiyan
16:34 Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dayîn 35 hezar derbas kir
15:33 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
14:43 AFAD 4 saet piştre çû cihê qezayê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
14:34 Li Endonezyayê wesayîta xwendekaran qeza kir: 11 kes mirin
14:24 Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye
13:52 Arat a tehliye bû: Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere
12:29 Serokkomarê Iraqê: Sedema pirsgirêka avê welatên cîran in
11:53 Bihayê zêr dîsa rabû
11:18 Li Efxanistan û Endonezyayê lehî rabûn: 327 kes mirin
10:47 Li girtîgehê mirineke biguman
10:42 Qanûna ku destûra îmarê ji holê radike kete meriyetê
09:35 Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket
09:21 Di rojekê de herî kêm 97 jin rastî tundiyê tên
09:16 Jinên xizan ên Taxa Kamberiyeyê
09:04 Li girtiyê 31 sal in di girtîgehê de ye doza 'heqareta li serokkomar' hat vekirin
09:04 Yekitiya Ekolojiyê civiya: Li dijî qirkirinê banga têkoşîna hevpar
09:02 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm
09:02 Midûriyeta Girtîgehan berpirsiyarî xist stuyê cendirmeyan
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed ev 201 roj in li ku ye?
09:00 Girtiyên siyasî 168 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:00 12'Ê GULANA 2024'AN
08:54 Ji bo 19 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
11/05/2024
22:04 Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn
19:13 Lêgerîna edaletê ya Şenyaşarê di roja 100’emîn de ye
18:59 Li Colemêrgê teqîna cismekî kesek birîndar bû
16:43 Jinan ji CPT’yê re name şandin
16:26 Li 3 bajaran ji bo berdana girtiyên nexweş bang hate kirin
15:36 Şaredarê AKP’î ji şîrketa şaredariyê her meh 33 hezar lîre mûçe girtî ye
15:24 Artêşa Israilê beriya êrîşa Refahê daxuyanî da
15:16 Îşkenceya li Şakranê hate şermezarkirin
15:05 Rêxistinên kedê êrişa li dijî DEM Partiyê şermezar kirin
14:44 Komxebata Weşanên Kurd dest pê kir
14:38 Xizmên windayan li 3 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
14:32 Ji bo Halîl û Kasim Alpsoy edalet xwestin
14:00 ‘Dema Ocalan diaxive pêşî li çareseriyê vedibe’
13:19 ARÎ DER: Em ê jiyana azad bi zimanê azad ava bikin
12:25 Yekitiya Ekolojiyê li Amedê civiya
12:21 Malbata girtî: Yên dibêjin 'Tecrîd tune' bila li girtîgehan binerin
12:06 Derket holê ku jina 7 sal in winda bû hatiye qetilkirin
11:42 Ji bo 29 bajaran hişyariya bahoz û barîna baranê
11:11 DFG’ê ji bo Ehmed daxuyanî da: PDK bi helwesta xwe sûc dike divê Ehmed berd e
10:43 Di qezayên faîlên wan diyar de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan
10:05 Parêzera Abdullah Ocalan: Tirkiye biryarên NY'yê yên tedbîrê îhlal dike
09:19 Sehafên Dîlokê serfetihê jî nakin
09:16 Ji rojnameger Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
09:15 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 167'emîn de didome
09:09 Rêveberê ARSÎSA'yê Acar: Divê 365 rojên salê kurdî be
09:07 Alîkarê Dîrektorê IPI Grîffen: Li hemberî rojnamegerên kurd 'taciza darazê' heye
09:04 Gurbuz: Ne tecrîd, divê em behsa azadiyê bikin
09:03 Qeyûmê Amedê berî ku biçe 267 kîlo çerez xwariye!
09:00 ROJEVA 11'Ê GULANA 2024'AN
00:18 Konsera Rastak rastî eleqeyeke mezin hat
10/05/2024
20:28 Mîhrîcana Fîlman a Jinan dest pê kir
20:25 Ji xwendekarên zanîngehê piştgirî ji bo Şenyaşarê
20:08 Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
16:41 Rojnameger Celal Başlangiç li Stenbolê hat bibîranîn
16:19 Li Wanê bernameya Cejna Zimanê Kurdî hate aşkerekirin
16:10 Doza şantaj û tecawiza li dijî zarokê ya li Îdirê hate taloqkirin
16:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîdê bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin
15:38 Artêşa Îsraîlê Refah dorpêç kir: 110 hezar kes ji cihê xwe bûn
15:34 Parêzeran li bûlwara qeza lê çêbûyî bang kirin
15:04 Bertek nîşanî qirkirina daran a li Dêrsimê dan
13:56 ÎSÎG: Di meha nîsanê de 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:40 Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
13:24 Îdianameya 9 rojnamevanan pêşkeşî dadgehê hate kirin
13:21 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 0,1 kêm bû
13:17 Celal Başlangiç hate definkirin
12:36 Li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Amedê gelek girtî hatin sewqkirin
12:27 Ji Dadgeha Bilind biryara ‘Qanûna Sansurê’: Cezayê rojnamevan Aygul hate xerakirin
12:09 Welatiyê çûbû pincarî mirî hate dîtin
12:03 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ekolojîst ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya nû li Amedê dicivin
11:45 Di 13 pirsan de Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar
11:24 Tîryakî: Qeyûman bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê girtine kar
11:05 Dogan: Dê biryara Doza Kompasê ya Kobanê girîng be
10:44 Ji bo girtina Turk ê bi milyonan lîre ji şaredariyan qezenc kirî gilî hat kirin
10:23 Wekîlên li Licikê lêkolîn kirin: Sedî bi sed paşguhkirin heye
10:09 Di nava 3 salan de herî kêm berdana 384 girtiyan hate astengkirin
09:31 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
09:16 Ji bo kurdan nas bikin hatin Amedê
09:14 ‘Têkoşîna Hozan Mizgîn dê di hunera kurdî de bijî'
09:10 Tûrnûvaya fûtbolê ya Gulistan Dokû: Ciwan li dijî şerê taybet li qadê ne
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 199 roj in tu agahî nayên girtin
09:02 Li girtiyan îşkenceya 'lêgerîna nava dev'
09:01 Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan 6 polên zimanê kurdî vedike
09:00 ROJEVA 10’Ê GULANA 2024’AN
09/05/2024
19:38 Sara Kaya hat tahliyekirin
18:43 Deklerasyona 15’ê Gulanê hat eşkerekirin
16:47 Ji bo pêşbirka çîrokan a Huseyîn Denîz serlêdana dawî sibê ye
16:16 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
15:38 Êrişên li dijî DEM Partiyê hatin şermezarkirin: Em ji çeteyan natirsin
15:37 Kekê Begît ê êrişî avahiya DEM Partiyê kiribû hate girtin
14:52 Bernameya merasîma kûpayê ya Amedsporê diyar bû
14:30 Di hefteyekê de 4 kolber hatin qetilkirin
14:10 Baskê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ yê Wanê sibe dest pê dike