Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin

  • rojane
  • 09:09 21 Gulan 2024
  • |
img
AMED - Hevserokê KCDK-E'yê Engîn Sever ku diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin got: "Ger armanc areseriyê pirsgirêka kurd be, destpêkê divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê têkevin dewrê û li dijî van bêhiqûqîtiyan helwestê nîşan bidin." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîda "mutlaq" de tên girtin 38 meh in tu agahî nayê girtin. Bi armanca şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fizîkî, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hat destpêkirin. Kampanyaya ku ji aliyê siyasetmedar, akademîsyen, zanyar, nivîskar, aktîvîst, sazî û rêxistinên navneteweyî ve tên naskirin, roj bi roj mezin dibe. Kampanya bi meş, çalakiya şandina nameyan, xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan berdewam dike.
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ku li Ewropayê têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê bi rê ve dibe, di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên dîplomatîk didomîne.
 
Çalakiyên ji bo şandina nameyan ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re dewam dikin û tê plankirin ku çalakiyên girseyî yên nû di 1'ê Hezîranê de bên destpêkirin. Kurdistanî û dostên wan wê di 25’ê Hezîranê de biçin serdana Nobeda Azadiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ku 12 sal in didome û li ber CPT’ê daxuyaniyeke girseyî bidin.
 
Hevserokê KCDK-E Engîn Sever, kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û helwesta hêzên navneteweyî nirxand.
 
Engîn Sever
 
Sever diyar kir ku bi polîtîkayên tecrîdê yên 26 sal in li ser Ocalan tên meşandin armanc tunekirina kurdan e û got ku bi berxwedana Abdullah Ocalan û kurdan komplo û polîtîkayên tecrîdê pûç bûne. Sever anî ziman ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ku komploya li ser wî hatibû ferzkirin pûç kiriye û got: “Îro paradîgmaya birêz Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û hêzên komploger jê ditirsin. Ji ber vê sedemê bi taybet li ser birêz Ocalan polîtîkaya neragihandina mutleq û tecrîdê tê meşandin."
 
‘MUXATABÊ ME NE TIRKIRYE YE'
 
Sever da zanîn ku kurd û dostên wan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û got ku wan bi kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendan hatiye destpêkirin peyama "Heta birêz Ocalan azad nebe pirsgirêka kurd çareser nabe" daye. Sever diyar kir ku berxwedana wan a li dijî tecrîdê didome û got: “Em ê berxwedana xwe bi avakirina xebatên xwe yên li Ewropayê yên li ser 3 lingan bidomînin. Ya yekem xebatên dîplomatîk ên gelê kurd û dostên wan e. Ya duyemîn çalakiyên girseyî, ya sêyemîn jî belavkirina paradîgmaya birêz Ocalan e. Peyama ku ji lêkolînên me derket bi awayekî zelal nîşan da ku gelê kurd û dostên wan wê vê tecrîdê qebûl nekin. Muxatabê me ne dewleta tirk a komkujer e, CPT ye, Konseya Ewropa û DMME ye."
 
ÇALAKIYÊN 'KURD AŞTIYÊ DIXWAZIN' DEST PÊ DIKIN
 
Sever diyar kir ku ew bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî re azadî, kurd aştiyê dixwazin" plansaziya çalakiyeke nû dikin û got ku çalakî wê ji 1'ê Hezîranê dest pê bikin. Sever da zanîn ku ew ê bi heman dirûşmeyê li gelek deverên cîhanê û bi taybet li Ewropayê bi heman dirûşmeyan bixebitin û got: "Em ê di 25'ê Hezîranê de biçin Nobeda Azadiyê ya ku li Strasboûrgê di sala 12'emîn de berdewam dike û em ê li ber CPT'yê çalakiyên girseyî li dar dixin. Eger çalakiyên me encam negirin em ê çalakiyên xwe di meha Tîrmeh û Tebaxê de jî bidomînin." 
 
Engîn Sever ku diyar kir ku wê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidomînin got: "Ger armanc areseriyê pirsgirêka kurd be, destpêkê divê dewletên Ewropayê û Konseya Ewropayê têkevin dewrê û li dijî van bêhiqûqîtiyan helwestê nîşan bidin." 
konuştu. 
 
MA / Delal Akyuz 
 
 
 

Sernavên din

23/05/2024
11:01 Ji ber ‘parvekirina nûçeyan’ doz li rojnameger Guleş hate vekirin
11:00 Şahîn a di çalakiyê de ye: Ocalan ji bo Tirkiye û jiyana azad şans e
09:35 Meteorolojiyê ji bo baran, toz û bagerê hişyarî da
09:31 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:31 Li bajarê penîr, penîr bi xiraman tê firotin
09:30 Koordînatorê ECPMF’ê: Tirkiye di serdema herî nebaş a azadiya çapemeniyê de ye
09:04 Piştevaniya Morê wê li 3 herêman konferansan li dar bixe
09:04 Bi hinceta 'pêwendiya wî bi PKK'ê re heye hat îxrackirin lê biryar bi hinceta FETO'yê hat dayîn'
09:01 Yenî Yaşam wê di 6 saliya xwe de bi xwendevanên xwe re bicive: Em hêza xwe ji gel digirin
09:00 Deriyê medreseya dîrokî 2 sal in 'biarîze' ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2024'AN
08:27 Leşkerek mir
08:18 Girtî Akdogan jiyana xwe ji dest da
22/05/2024
21:02 Di îdianameya rojnamevanan de 126 nüce 'sûc' hatine hesibandin
20:41 Li Periyê xebatên hilbijartinê
18:52 Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin
18:39 Ji xizmên girtiyan piştgirî ji bo Emîne Şenyaşarê
16:24 Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîrê Dadê re hevdîtinê kirin
16:17 Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin
16:05 Li Xarpêtê biryara Doza Kobanê hat protestokirin
15:47 Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir
15:22 TJA: Em ê hesaba qetilkirina Zelihayê bipirsin
15:05 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin
14:44 Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin
14:44 Doza rojnameger Ertaş hate taloqkirin
14:23 Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin
13:49 Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir
13:28 Şaredariya Amedê perwerdehiya 'Newekheviya Zayendî' dide
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn