'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'

  • rojane
  • 09:41 21 Hezîran 2024
  • |

STENBOL - Xizmên girtiyan ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakiyen "Deng bide azadiyê" kirine, diyar kirin ku tevî hemû zextan heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bikin dê li qadan bin.   

Pêngava "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de asta cîhanê dest pê kir didome. Li Bakurê Kurdistanê jî girtiyên siyasî dest bi çalakiyan kiribûn. Piştî girtiyan dest bi çalakiyan kir, malbatên girtiyan jî dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Nobeta Edaletê berdewam dike. Malbatên girtiyan niha bi navê "Deng bide azadiyê" çalakiya xwe berdewam dikin. Malbat, ji bo daxwazên girtiyan pêk bên, her hefte li pêş girtîgehan çalakiyan li dar dixin û daxwazên xwe tînin ziman.    
 
'HETA OCALAN AZAD BIBE DÊ ÇALAKÎ BIDOMIN'  
 
Ji xizmên girtiyan çalakger Fincê Akman, anî ziman ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin û wiha got: "Abdullah Ocalan vîna zarokên me ye. Nêzî 3 meh in em agahî ji zarokên xwe nagirin. Zarokên me ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dest bi çalakiyan kirine. Ji bo şertên fizîkî ya Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine. Cîhan rewşa Ocalan meraq dike. 3 salin em agahiyê jê nagirin. Heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê çalakiyên me bidomin.   
 
'LI DIJÎ ZEXTAN TÊKOŞÎNA REWA FERZ E'   
 
Ji xizmên girtiyan Raife Çelîk jî bal kişand ser girîngiya têkoşînê û wiha got: "Zextên li ser kurdan her ku diçe zêde dibin. Li pêş girtîgehan û li her qadê êrîşî kurdan dikin. Çalakî û daxuyanî mafên me yên xwezayî ne. Tevî hemû zextan gelê kurd û dostên xwe têdikoşin. Em li pey şopa zarokên xwe ne. Em vê zilmê qebûl nakin. li dijî zextan hemû cureyên têkoşînê rewa ye. Em ê her tim li ber xwe bidin. Heta zarokên me û rêberê me girtî be, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em bang li hemû gelê kurd ê bi rûmet dikin ku li çalakiyan xwedî derkevin."   
 
'EM Ê HER DEM LI QADAN BIN'
   
Xizma girtiyan Gulsum Dag jî anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û wiha axivî: "Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe em ê li qadan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Em li pêş girtîgehan in. Em dixwazin daxwazên zarokên me pêk bînin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em tu carî li hemberî zextan serî natewînin. Em ê her dem li qadan bin."   
 
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE SER PIYAN' 
  
Xizma girtiyan Cemile Karakaş jî anî ziman ku ew tu carî tecrîdê ji bîr nakin û wiha got: "Dewlet ji bo tecrîdê bide ji bîrkirin qeyûm kir rojevê. Em tu carî tecrîdê ji bîr nakin. Ji ber tecrîd heye qeyûm jî heye. 3 sal in em agahiyê ji zarokên xwe nastînin. Em di cejnê de jî agahiyê ji zarokên xwe nagirin. Divê hemû kurdên xwedî bi rûmet li dijî vê neheqî, tecrîd û zulmê dengê xwe bilind bikin. Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan parçe bibe em ê li qadan bin." 
 

Sernavên din

23/06/2024
18:54 Li Silopiya û Hezexê şewat derket
18:45 Li herêma operasyonê mudaxileya li şewatê tê astengkirin
17:56 SGDF’ê 11’emîn Lijneya xwe ya Giştî pêkanî: Tecrîd bandorê li her qadê dike
17:26 Li Amedê jinek di nava kolanê de hate qetilkirin
16:52 Kaydu piştî 15 salan hate berdan
16:30 Baroya Amedê bang li rayedaran kir: Peywira xwe pêk bînin
15:43 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de peyama israra têkoşîna li dijî tecrîdê
15:06 Rejîma Îranê ciwanekî kurd binçav kir
14:52 Waliyê Mêrdînê û wekîlê AKP’î ji mala şînê hatin derxistin
14:44 TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e
14:43 Par jî li heman herêmê şewat derket: DEDAŞ biqisûr hat dîtin û tazmînat da
14:29 Li Şemrexê ji ber birûskê şewat derket
13:24 Ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn edalet xwestin
12:56 ‘Bila cihê şewatê weke Herêma Karesatê bê ragihandin’
12:51 Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin
12:45 Şewata li Hezexê hat kontrolkirin
12:42 Operasyona leşkerî ya li Mawayê hate berfirehkirin
12:37 Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin
12:11 Rastî û hûrguliyên piştî şewatê
12:09 Li Şirnexê wesayîta cerdevanan qeza kir: Cerdevanek mir
11:32 Bîlançoya cejnê: Di 8 rojan de 68 kes mirin
11:25 Li xaka kurdan nêzikatiya cotstandartî
10:56 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin
10:52 Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê
10:20 Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne
09:34 Hejmara 69’an a Kovara Jînê derket
09:23 Li Îzmîrê du xwişkan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:14 Gundiyên bertek nîşanî walî dan hatin derbkirin: Walî neçar ma ji gund derkeve
09:05 Li Mêrsînê cînayet: Pergal kuştina jinan teşwîq dike
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 210 roj li pey xwe hişt
09:01 Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî!
09:00 ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê