‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir

  • rojane
  • 13:58 30 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - “Meşa rêzgirtina li îradeyê” ya ku DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê daye destpêkirin dest pê kir. 

 
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) “Meşa rêzgirtina li îradeyê” dest pê kir. Baskên meşê yên Marmara û Egeyê bi rê ketin. 
 
STENBOL
 
Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Alî Bozan jî di nav de, gelek kes di saetên serê sibehê de li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoy a Stenbolê hatin gel hev. Meşvanan pêşmalkên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin û beriya bi rê kevin daxuyanî dan. 
 
Parlamenter Çîçek Otlu di daxuyaniyê de wiha got: “Di berxwedana Wanê de me kurdan û gel, kedkar û tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê nîşanî rejîma faşîst a AKP’ê da ku em ê bi tu awayî serî li ber wan netewînin. Piştî tayînkirina qeyûm, me Nobeta Edaletê ya bi dirûşma ‘Stenbol ji bo Colemêrgê li ser pêya ye’ da destpêkirin û ev nobet roj bi roj mezintir dibe. Ji Stenbolê heta Amed û Îzmîrê, ji Îzmîrê heta Samsun û Şirnexê, tevahiya gelan dibin yek û li dijî xespa qeyûmên rejîma AKP’ê têkoşînê mezin dikin.” 
 
‘BIJÎ TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ’
 
Otlu, bal kişand ser meşa ku dê ji Stenbolê heta Colemêrgê li dar bixin û wiha got: “Ev meşa edaletê tê wateya qebûlnekirina xespkirina îradeya gelê kurd. Ev meş, xwedîderketina li ked û azadiya xwe ye. Ev meş, bersiveke li dijî rejîma AKP’ê ye ku li Kurdistanê daristanan dişewitîne. Em ji bo parastina mafê xwe yê jiyanê ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Em bi xwe dê hevşaredarên xwe hilbijêrin. Dê meşa me ya edaletê bidome, qeyûm dê biçin û em ê bimînin. Bijî têkoşîna yekbûyî.”
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmên “Dê qeyûm biçin em ê bimînin” û “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin. Piştre jî 10 kesên di baskê meşê yê Stenbolê de cih digirin, ji hêla partiyiyan ve ber bi Colemêrgê ve hatin birêxistin. 
 
Kom dê li her bajarê bi tevlibûnên nû meşan li dar bixe. 
 
ÎZMÎR
 
Meşvanên li Herêma Egeyê jî li Îzmîrê hatin gel hev. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut, Hevseroka DEM Partiyê ya Mûglayê Neslîşah Çetînkaya û Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çubk jî di nav de, gelek partiyî li pêşiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê hatin gel hev. Beriya meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, ne ji qeyûman re” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana Colemêrgê” hate berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Îzmîrê Mehmet Kuruş di daxuyaniyê de axivî û got ku dê AKP neçar bimîne ku li hemberî berxwedana gel a biisrar paşvegavê biavêje. Kuruş, wiha domand: “Bi hincetên çêker û delîlên sexte, hevaşerdarê me yê bi îradeya gel hatiye hilbijartin hate girtin. Xwestin îradeya xelkê Colemêrgê xesp bikin. Xuyaye ku îktîdara AKP’ê dê vê polîtîkayê belav bike. Qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin, ne tenê êrişeke li dijî gelê kurd e. Polîtîkayên qeyûm, darbe ye. Ji bo cîbicîkirina azadî, demokrasî û aştiyê divê pêvajoyeke têkoşînê dest pê bike. Meşa ku em ê îro bidin destpêkirin, ‘meşa rêzgirtina li îradeyê ye.’ Meş dê li her aliyê Tirkiye û Kurdistanê bê lidarxistin. Armanca meşê ew e ku darbe bên berterafkirin û rêz ji bo îradeya gel were girtin.” 
 
Piştî daxuyaniyê meşvan bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Enqereyê ve hatin rêkirin. 
 

Sernavên din

03/07/2024
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn