Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin

  • rojane
  • 15:08 30 Hezîran 2024
  • |
img

STENBOL - Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe li Stenbolê bi rojnamegeran re civiya. Tekçe, li dijî tayînkirina qeyûman peyama mezinkirina piştevaniyê da. 

 
Şandeyeke ji Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û rêveberên Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê pêk dihat, bi hêzên ked, aştî û demokrasiyê û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir. Di çarçoveya bernameyê de şandeyê li Hewldana 78’an a li Şîşliyê bi rojnamegeran re civînek li dar xist. 
 
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê Aylîn Hacaloglû di serî de axivî û kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn. Hacaloglû bi domdarî bal kişand ser tayînkirina qeyûm û peyama yekitiyê da. 
 
'GEL ÎRADEYA XWE NÎŞAN DA’ 
 
Hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe jî diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm, destûr nehatiye dayîn ku ew bikevin şaredariyê. Tekçe, anî ziman ku namzetê AKP’ê beriya hilbijartinê tevî AKP û walî bertîl daye gel û xwestiye vîna gel îpotek bike. Tekçe, wiha domand: “Walî tevî AKP’iyan mal bi mal geriya û deng xwest. Tevî vê jî xelkê bajar îradeya xwe nîşan da. Lê îktîdara AKP’ê ji vîna gel re rêz negirt û qeyûm tayîn kir. Gelê me bertek nîşan da û têkoşîna xwe didomîne. Her wiha gelên Tirkiyeyê li gelek bajaran çalakî û xwepêşandan li dar xistin û piştgirî dan me.” 
 
'JI BO DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN HATIN VÊ DERÊ’ 
 
Tekçe, pirsên rojnamegeran bersivand û wiha got: “Bajarê herî zêde li dijî sepanên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê dengê xwe derdixîne Stenbol e. Lewma em hatin vê derê. Bi taybet jî me xwest dengê xwe bi hêzên demokrasiyê û cîhanê bidin bihîstin. Ji bo bidawîkirina rejîma qeyûm a îktîdarê û têkoşîna hevpar a bi gelên Tirkiyeyê re em hatin vir. Em dixwazin bibêjin ku rejîma xespkar û diz qebûl nakin. Şaredarî malên gel in. Gel jî xwedî li mal û partiya xwe derdikeve. Her wiha meşa ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve ji bo me gelek girîng e.” 
 
'MAFÊ ME YÊ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ BINPÊ DIKIN’ 
 
Bi domdarî Tekçe anî ziman ku divê tu kes li dijî derhiqûqtiyan bêdeng nemîne û wiha pê de çû: “Em dibînin ku îktîdara AKP’ê di hiqûqê de cotstandartiyê dike. Heke derheqê hevşaredaran de biryarek were dayîn, hevşaredar ji hêla endamên meclisê ve tên hilbijartin. Lê dewlet li şûna vê bike, qeyûm tayîn kir û xesp kir. Derhiqûqtiyên heyî tenê bi vê bisînor nînin. Ez hevşaredara Colemêrgê me. Bi tayînkirina qeyûm re hem mafê min bijartin û hilbijartinê hem jî yê xelkê Colemêrgê hatiye binpêkirin.” 
 
Endamê Meclisa Şaredariya Colemêrgê Necîp Coşkun jî wiha got: “Hevdîtinên ku em li vir dikin, liv û tevgereke li dijî rejîma qeyûm û xurtkirina xeta têkoşînê ye. Hemû xebatên me yên endamên meclisa şaredariyê ji hêla qeyûm ve tên astengkirin.” 
 
DÊ HEVDÎTIN BIDOMIN
 
Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Evîn Tan jî got ku armanca wan a ji hatina Stenbolê ew e ku piştevaniyê mezin bikin. Tan, da zanîn ku dê hevdîtinên wan bidomin, dê bi şandeyên nû re hevdîtinên xwe bidomînin û anî ziman ku ew dixwazin hîn bêhtir bi gelên Tirkiyeyê re bên gel hev. 
 

Sernavên din

03/07/2024
09:52 Rapora pispor cara duyem got: Li Çemê Zorê çêkirina HES’ê ne guncav e
09:51 Bi rojan e li pêşiya nexweşxaneyê ne: Dixwazim keça xwe bibînim
09:45 Li Rihayê qeza: Kesek mir
09:21 Çalakiya ji bo 'azadiyê' di roja 220’an de ye
09:03 Rojnamevan Herekol: Wê bandorê li tevahiya Başûr bike!
09:02 Li dijî girtîgehên wekî 'Çalan' di çalakiyê de ne: Rewşa wan nebaş e
09:02 Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im
09:01 Komeleya Birca Belek: Ji bo ziman rewşa awarte hewce dike
09:00 ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
02/07/2024
23:07 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm di roja 25’emîn de ye
21:33 Meşa 'Rêzgirtina Li Vînê' li Êlihê ye
21:19 Banga ji bo 'Rêzgirtina Li Vînê'
20:29 Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn
18:11 Jinan bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîs dan: Em li vir in!
16:56 Piştî Rezanê îcar jî li Sûrê xwestin provakasyonê bikin
15:43 Dayik ji ber AYM'ê bang kirin: Heya tecrîd ranebe wê pirsgirêk çareser nebin
15:40 Lêgerîna tazî li girtiyên hatine sewqkirin ferz kirin
15:06 DEM Partiyê li dijî êrişên nijadperest banga civîna lezgîn li ÎHÎK’ê kir
14:59 Ji MSD’ê banga kongreya niştimanî
14:49 Bîranîna Madimakê: Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe
14:47 Dayika Soylû ya li Meclisê axivî: Mûxatab Abdullah Ocalan e
14:25 Bi daxwaza ji hucreya yekkesî derbasî qawîşê bibe ev 78 roj in di grevê de ye
14:14 Çawişên pispor ên zarok tacîz kiribûn hatin berdan
13:26 Şewata pirêzeyê li daristanê ket
13:15 Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir
13:14 Dayikên Aştiyê li Meclisê tecrîd şermezar kirin
12:53 Hatîmogûllari: Rêya lihevkirina bi Şamê re ji Kobanê derbas dibe
12:51 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin li Rihayê jî mirineke biguman
12:37 Bernameya ‘Meşa Rêzgirtina li Îradeyê’ ya Wanê hate eşkerekirin
12:19 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 ‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’
11:37 Navê Alî ÎsmaÎl Korkmaz li parkekî Îzmîrê kirin
11:10 Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin
10:56 2 parêzerên ÇHD’î hatin binçavkirin
10:49 Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin
10:30 Di 6 mehan de 6 hezar û 499 ÇED hatin ragihandin
10:19 Li Rihayê zem li veguhestinê kirin
10:17 Bi hezaran kes ji bo bîranîna Komkujiya Madimakê meşiyan
10:06 Dadgehê plana îmarê ya qeyûm red kir
10:05 Têkildarî teqîna li Îzmîrê 2 kes hatin girtin
09:34 Çalakiya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di roja 219’an de ye
09:17 Niha jî Newala Qoriyê û Çemê Dîcleyê bi hilweşandinê re rû bi rû mane
09:02 Wan amadekariyên 'Rêzgirtina li vînê" dike
09:02 Li Kartalê berteka hevpar: Şaredarî yên me ne, qeyûm darbe ye
09:01 PDK'ê kontrol xist destê Tirkiyeyê!
09:00 ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
07:49 Seranserî şevê li dijî penaberan êrişan berdewam kir
07:46 Ciwanê nehate tayînkirin neçarî întîharê hate kirin
07:36 Di kabîneyê de guhertin
01/07/2024
23:59 Hevşaredar Tekçe bi rêxistinên hiqûqê re civiya
23:38 Ji Stenbolê bang kirin: Em dest jê bernadin
22:04 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Edeneyê ye
21:03 Danişîna doza Semra Guzelê hat lidarxistin
19:07 Tecrîda Îmraliyê wê li Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bê gengeşekirin
19:03 Banga xwedîderketina berxwedana li girtîgehan kirin
16:51 OHD û DEM Partiyê ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm serlêdan kirin
16:48 Li Qeyseriyê faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
16:31 Di Doza Komkujiya Garê de biryar hat dayîn
15:50 Baroya Şirnexê: Em ê çavê xwe ji talankirina xwezaya Botanê re negirin
15:49 Cotkaran DEDAŞ protesto kirin
15:36 DBB’ê civîna ewil a ‘plana stratejîk’ bi jinan re li dar xist
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn