Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike

  • rojane
  • 10:41 10 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Rojnameger Mehmet Emîn Mûtlû destnîşan kir ku li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî herêmên di bin kontrola ereban de dike û wiha got: “Li Dêrazorê kurd nîn e, tev ereb in. Eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweswer de jî tev eşîrên ereb in. Lewma rejîm êrişî ereban dike.” 

Rejîma Sûriyêyê û çeteya girêdayî wê Dîfa El Watanî di 6’ê tebaxê de êrişî Kantona Dêrazor a girêdayî Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê kir. 
 
Êrişên piştî vê yekê dom kirine, ji hêla erebên li herêmê dijîn, bertek nîşanî êrişan dan. Bi ser bertek nîşandana eşîrên ereb, li herêmê , duh sibê êriş zêdetir bûn. Piştî bombebarana duh serê sibê hatiye kirin, tevî zarokan 11 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişan, ereb û gelên li herêmê dijîn bi meşekê bertek nîşanî êrişên rejîmê dan. 
 
Rojnameger Mehmet Emîn Mûtlû yê geşedanên li herêmê diqewimin ji nêz ve dişopîne, têkildarî êrişan, piştperdeya êrişan û geşedanên dawî axivî. 
 
‘REJÎM BI KOMAN DIKEVE HERÊMÊ’
 
Mûtlû da zanîn ku li Dêrazorê çemê Firatê herêmê kiriye du perçe, rojhilatê wê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Sûriyeyê ve; rojavayê wê jî ji hêla rejîmê ve tê kontrolkirin. Mûtlû bi bîr xist ku ji ber vê rastiya xwe li herêmê dem bi dem pevçûnên demkurt derdikevin. Mûtlû destnîşan kir ku tevî vê yekê jî li herêmê gel ji her du aliyan ve diçin û tên û wiha got: “Li vê derê şêniyên gelek gundan xizmên hev in û ji heman eşirê ne. Lewma di navbera her du herêman de çûn û hatin tim çêdibe. Rejîm van çûn û hatine ji xwe re dike fersend û dixwaze têkeve herêma Rêveberiya Xweser. Ji ber vê yekê jî car caran pevçûn derdikevin.” 
 
Mûtlû diyar kir ku êrişên li dijî Dêrazorê tên kirin bi awayekî plankirî tên meşandin, hemû êrişên rejîmê yên berî niha hatine kirin vala hatine derxistin û wiha pê de çû: “Ev êriş bi hevkariya rejîm û komên girêdayî wê ve hat lidarxistin. Belgeyên derketine holê hene. Hêj ku êriş dest pê nekirine, ji fermandarekî hikûmeta Şamê tê li herêmê û bi komên li herêmê re civînan li dar xist. Lewma heke bêjim ku em di êrişan de cih nagirin jî ev yek ne rast e.” 
 
‘HAT ASTA XWE BIRÊVEBIRINÊ’
 
Mutlû bi bîr xist ku beriya Rêveberiya Xweser li herêmê bû, hem eşîrên li hêmê hem jî hin hêzên din, tim bi rejîmê re pev diçûn û got ku rejîm tu caran li herêmê serweriya xwe ava nekir. Mûtlû da zanîn ku herêm di pêvajoyên pişt re ji hêla DAIŞ’ê ve hate desteserkirin piştre jî ji hêla Rêveberiya Xweser ve hate rizgarkirin û wiha dom kir: “Gelê Dêrazorê yekem carê hem wek leşkerî hem jî wek civakî meclisên xwe ava kir û di rêveberiyê de cih girt. Bi vî awayî wek rêxistina xweser a Dêrazorê, hat asta xwe bi xwe rêvebirinê. Eşîr jî bi îradeya xwe tev li vê rêveberiyê bûn. Gelek caran hewldanên sorkirinê yên DAIŞ û rejîma Şamê çêbûn lê belê nekarîn îradeya li vir ava bûye bişkînin. Dîsa jî rejîma şamê dest ji sorkirinên xwe berneda. Ev êrişên pêk tê jî bingeha ji vê yekê digire.” 
 
Mûtlû bilêv kir ku piraniya nifûsa hermê ji ereban pêk tê, piştî êrişan bertekên ereban zêdetir bûne û wiha pê de çû: “Li herêma Dêrazorê kurd nîn in, tev ereb in. Hemû eşîrên di bin siya Rêveberiya Xweser de cih digirin jî tev ereb in. Dîsa hemû rêveberên di Meclisa Sivîl a Dêrazorê de cih digirin jî tev ereb in. Lewma dema erebên li Dêrazorê bertek nîşanî rejîmê dan, êrişên rejîmê dest pê kirin. Li gorî min sedema qetilkirina 11 kesan jî ev yek e.” 
 
HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û REJÎMÊ’
 
Mûtlû bi ser îhtîmala ku êrişên li dijî gelê ereb a li Dêrazorê hatiye kirin ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin sekinî û vê îhtîmalê jî bi pêvajoya “asayîbûnê” ya bi rejîma Şamê ve girê da. Mûtlû axaftina xwe wiha domand: “HSD û Rejîm jî hevdîtinan dikin. Li gorî agahiyên çavkaniyên me yên bi bawer, rejîm daxwazên Tirkiyeyê ji HSD’ê re parve kiriye. Peymana Edeneyê û meseleya 40 kîlometreyan danîne ser maseyê. Ez difikirim êriş di vê çarçoveyê de hatiye plankirin.” 
 
Mûtlû anî ziman ku Tirkiye piştî êrişa Tirkiyeyê li herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser ve bi SÎHA, ÎHA û çekên giran dest bi êrişan kir û got: “Ev tê wateya ‘em di çarçoveya hevpar de êrişan dikin’.”
 
‘HSD BERSIVÊ XURD DIDE’
 
Mûtlû destnîşan kir ku HSD’â ji ereb, kurd, suryanî û ermenên girêdayî Rêveberiya Xweser in, bersivên xurt dide êrişan. Mûtlû diyar kir ku HSD hemû êrişên li dijî axa xwe hatiye kirin vala derxistiye, dê van êrişan jî vala derbixe û wiha axivî: “Behtir hewldanên çareseriyên siyasî hene. Fikra avakirina herêmekî bêpevçûn heye û di vê hêlê de gelek pêşveçûn jî hene. Dema pêwîst dibe bersiva êrişan jî tê dayîn. Rejîm heya niha di tu êrişên xwe de tu encam negirtin.”
 
‘DI NAVBERA HSD Û REJÎMÊ DE HÊJ DIYALOG ÇÊNEBÛ’
 
Mutlû diyar kir ku piştî êrişa Dêrazorê di navbera HSD’ê û rejîmê de hêj hewldanekî diyalogê çênebûye û wiha derbirî: “Di peyamên li gel êrişên dihatin dayîn de dianî ziman ku ew di êrişan de cih negirtine û tu agahiya wan bi êrişan re nîn e. Lê pirsekî wiha derdikeve pêş; Wê çaxê kê êrişî herêma di bin kontrola rejîmê de dike?”
 
Mûtlû wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di Rêveberiya Xweser de îradeyekî siyasî û civakî derdikeve pêş. Heke medaxileyên derve çênebin tu pirsgirêka gelan bi hev re nîn e. Tirkiye û hin hêzên din, bi çeteyên girêdayî xwe ve herêmê dixwazin bêaramî bihêlin.” 
 
MA/Mehmet Aslan 

Sernavên din

16/08/2024
23:15 Ji Koçyîgîtê bersiva êrişê: Em ê teslîmî zextên we nebin
23:10 Ji TJA’yê bernameyên xwendinê
19:53 Kesên ji ber govendgerandinê hatibûn girtin hatin berdan
16:39 Hevserokên DEM Partiyê: Êrişa li Meclisê çetevaniya siyasî ye
16:34 Li Amedê 3 kesên ku êrişî kafeyan kiribûn hatin tehliyekirin
16:07 Ozel serdana Gulistan Kiliç Koçyîgît kir
16:02 Ozel: Heke li Meclisê xwîn dirije wê welatî çi bike?
15:38 Di rûniştina bo Can Atalay de hovîtiya parlamenterên AKP’ê
15:30 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
15:09 OHD’ê îşkencekirina girtiyên li Girtîgeha Kocaeliyê piştrast kir
14:02 Li Sûriyeyê li pey hev 2 erdhej çêbûn
13:37 Bi ser erdheja Marmarayê re 25 sal derbas bûn: Tu gavên tevdîrê nehatin avêtin
13:34 Guneş: Divê ÎHÎK têkildarî îşkencekirina girtiyan lezgînî bicive
11:57 Danişîna Dilrûba Y. a astengiyan rexne dikir dê di 3’yê îlonê de were lidarxistin
11:30 Kesên bi hinceta govenda kurdî hatibûn girtin, hatin berdan
11:29 Şaredariya Amedê biryar da ku 150 otobusên nû bikire
11:14 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:43 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî dê li Amedê were vaşartin
10:37 Temenekî ku bi têkoşînê derbasbûyî: Alî Şukran Aktaş
10:32 Teqawit: Em dikarin bi hev re biguherînin
10:30 Tirkiye 40 sal in êrişî Başûr dike: Nikarin bi van êrişan bi ser bikevin
09:44 Meclis dê ji bo Can Atalay awarte bicive
09:43 Cengîz Înşaat guh nade biryara dadgehê
09:26 Xwediyê daweta ku polîsan avêt ser: Nikarin me bêdeng bikin
09:25 'Em tenê dikarin zebze û fêkiyên xerabe bikirin'
09:03 Ji bersiva ‘Ma ne şerm e’ re 6 meh ceza!
09:01 Li Wanê di salekê de 400 dikan hatine girtin: Çareserî rawestandina şer e
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXÊ 2024'AN
15/08/2024
22:20 Nobedên li dijî qeyûm didomin
17:04 ‘Bila daxwazên Şengul û Dogan werin qebûlkirin’
16:20 Di girtîgehên Tekîrdag û Kocaeliyê de gefa mirinê û lêdan
15:17 Ji TJA'yê piştgiriya jinên efxan: Em ê bi hev re gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bidomînin
14:18 Şaredariya Cizîrê li şûna xefikên mirinê ji çûkan re hêlîn çêkirin
13:58 AKP’î bertek nîşanî ‘transferên şaredariyan’ da û îstîfa kir
12:56 Rejîma Îranê 4 girtiyên din bi darve kirin
12:46 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Li çend bajaran serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
12:44 Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
11:34 Temellî: Em modela Rojava pêşniyazî Rojhilata Navîn dikin
10:38 Dr. Tarik Ziya Ekîncî koça dawî kir
10:34 Li Serêkaniyê 4 kes hatin binçavkirin
10:03 Efxanistan ji bo jinan veguherî girtîgehê
10:01 Jinên koçber li her qadê bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin
09:47 Dikana ku her tiştê wê bi kurdî ye: Zanga Sê Rengî
09:06 Rouhî Shafîî: Gava şerê me bideng dibe, dinya xwe li bêdengiyê datîne
09:05 Bi hinceta di hucreya yekkesî de 'ragihandinê' dike nayê berdan
09:03 ‘Em bimirin wê karê me jî bimire’
09:02 Girtiya jin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye ev 5 meh in nabin kontrolê
09:00 ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2024'AN
08:52 Benzîn carek din hat bihakirin
08:47 Di şevekê de 3 jin hatin qetilkirin
14/08/2024
20:17 'Heta talana xwezayê rawestê em ê her derê bikin qada çalakiyê'
18:15 Ji ber stranên kurdî ceza li wan hat birîn
16:19 Rapora Komeleya Dema Jinê: Jin xizmeta bi kurdî dixwazin
15:54 Giliyê qereqola erdê wî yê tapokirî bi têlan girtî kir
15:44 Li Dîgorê 6 jê zarok 17 qurbanî hatin bibîranîn
15:23 Cenazeyê Aktaş bi girseyî hate oxirkirin: Derwêşê kurdan bû
14:26 4 cenaze li nexweşxaneyê tên sekinandin
14:20 130 rewşenbîran bang kirin: Qanûna qetilkirina ajalan betal bikin
13:06 TJA û DEM Partî: Hûn ê li hemberî îradeya jinan têk biçin
12:35 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
12:31 Cerdevanê li ser sînor: Leşker naxwazin biçin operasyonê
11:53 Mavî yê 75 salî ku krîza dil derbas kir hate girtin
11:42 Waliyê Kerkûkê dest bi peywira xwe kir
11:28 Komkujiya Dîgorê: 31 sal derbas bûn, kujer nehatin cezakirin
11:27 Ji ber vîrusa 'xuriya meymûnê' li Efrîqayê rewşa lezgîn hate ragihandin
11:04 Omer Ocalan ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:34 Serdagirtina dawetê: Te çima strana ‘Hinê li teştê kin’ gotiye!
10:16 Hevşaredara Avkevirê Dûman: Pratîka Bûdak xiyanet û teslîmiyet e
10:15 Bayindir: Ya ku li ber têkçûnê ye ne têkoşîna kurdan e, polîtîkayên AKP’ê ye
09:53 Ji SES'ê semînerên tenduristiyê yên bi zimanê dayikê
09:52 Dayikên Aştiyê: Tecrîd û şer îstiqrarê naynin
09:33 Ji rewşa kurê xwe yê di hucreyê de tê ragirtin fikaran dike
09:21 Li Colemêrgê di mehekê de 50 dikan hatin girtin
09:00 Têkoşîna Egîd pêşengiya bi milyonan kesî kir
09:00 ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2024'AN
08:53 Li Meletiyê otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 jê giran 14 kes birîndar bûn
08:13 Cenazeyê Aktaş gihîşt Meletiyê
13/08/2024
22:28 Li Şirnexê gelek dever hatin qedexekirin!
22:06 Piştî 55 rojan cenazeyên wan hatin veşartin
20:13 2 cenaze radestî malbatên wan hatin kirin
16:38 Weşanxaneya Aramê 16 pîrtûk çap kir
16:29 Jin di kargeha ‘şerê taybet’ de li hev civiyan: Em ê serê xwe netewînin
16:14 Zarokê ku ji zinar ve ket xwarê mir
16:13 Tedawiya karkerên ku di teqînê de birîndar bûbûn didome
15:57 Li Xezeyê hejmara miriyan derket 40 hezaran
15:36 Waliyê Kerkûkê Taha mazbataya xwe wergirt
15:31 Eşîrên ereb êrişên rejîmê şermezar kirin: Em bi HSD’ê re ne
14:58 Artêşa tirk êrişî gundê Efrînê kir
13:16 Endamê Koma Aştiyê Aktaş ber bi Meletiyê ve hate oxirkirin
11:56 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
11:00 Li Sêwazê erdhej çêbû
11:00 Jinên Iraqî û êzidî: Guhertina Qanûna Rewşa Şexsî êrişeke li dijî mafên jinan e
10:45 Li Agiriyê efsûniya zeviyên gulberojan
10:17 Şahîn a bi îdiaya ‘êrişa bi beroş-exlewîkê’ hatibû girtin tehliye bû
09:51 Li restoranta HD Îskender astengkirina kurdî: Mişterî aciz dibin!
09:50 Dê hewa ji dereceyekê heta 3’yan germtir bibe
09:49 Şêniyên Xanika Jêr: Em dixwazin meseleya qenalîzasyonê ya gund bê çareserkirin
09:04 Cara ewil li Marsê rezervuara avê hate keşfkirin
09:03 Waniyan bertek nîşanî krîzê da: Bila bes ji me re çîrokan bibêjin