Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin

  • rojane
  • 16:56 19 Îlon 2024
  • |

MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê hevdîtinên xwe domand. Bakirhan, got ku tevahiya pirsgirêkan dê bi şandina îktîdarê çareser bibin. 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê çû serdana karkerên febrîqeya paketkirinê ya li navçeya Akdenîzê. Bakirhan,  ewil li gilî û gazincên karkeran guhdarî kir û diyar kir ku karker û kedkar her ku diçe xizantir dibin û sedema vê jî îktîdar e. Bakirhan, got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi têkoşînê heye û ev tişt anî ziman: “Çareseriya hemû pirsgirêkan, şandina îktîdarê ye.” 
 
BALKIŞAND SER PIRSGIRÊKA KURD
 
Bakirhan, piştre jî derbasî Kompleksa Halê ya Tarsusê û li esnaf û karkeran guhdarî kir. Bakirhan, li vir jî anî ziman ku îktîdar gel xizantir dike û sermayedar jî roj bi roj dewlemendtir dibin. Bakirhan, got ku di bingeha hemû pirsgirêkan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û diyar kir ku çareserî bi diyalog û aştiyê pêkan e. 
 
KEDKAR NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
 
Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn serdana Şaredariya Akdenîzê û piştre jî bi kedkarên kafeyê re civiyan. Bakirhan, di serdanê de ev tişt anî ziman: “Teqawidan, di hilbijartinê de dersekî baş da îktîdar û muxalefetê. Em dixwazin teqawid hêza xwe bi kar bînin û bingeheke xurt a têkoşînê ava bikn. Em bi îktîdareke li gel şer û sermayedaran cih digire re rû bi rû ne. Lê divê mirov hêza 16 milyon teqawidan bi kar bîne.” 
 
Bakirhan danê êvarî jî, li Kompleksa Halê ya Tarsusê bi esnaf û karkeran re li Şaredariya Akdenîzê bi malnişînan re li hev civiya. Herî dawî li Parka Bariş a Taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê bi karkerên bêtemînat têne şixulandin re hevdîtin kir.  Tevî karkerên bêtemînat têne şixulandin, ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes beşdar bûn.
 
Karkeran anîn ziman ku bi awayekî bêtemînat zêdetîrî 12 saetan ji bo 600 TL dixebitin û gotin ku heqdestê xwe nagirin û di bin krîza aborî û xizaniyê de mane. Karkereke jin bilêv kir ku keda wan tê desteserkirin û ne karker qasid û çawiş qezenç dikin. Karkerekî mêr jî diyar kir ku zêdetirî 12 saetan ji bo 600 TL dişixule, lê pereyê ku tê dayîn têr nake û pirsa; “Gelo em dabara xwe çawa bi vê mûçeyê bikin?” kir.
 
‘DESTHILATDARÎ DIJMINÊ KURD, ELEWÎ Û KARKERAN E’
 
Piştî karkeran, Bakirhan mafê axaftinê girt. Bakirhan bal kişand ser rewşa karkeran û krîza aborî ya ku roj bi roj kûrtir dibe û destnîşan kir ku ew daxwaza nan û edaletê ji desthilatdariyê dikin. Bakirhan got, “Em wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Em ji desthilatdariya qesrê ku ji me re kar nabîne û neçarî xebitandina bêsîgorte dike dipirsin, çi karê te li Sûriyeyê heye! Li Iraqê çi karêî we heye. Hûn çi ji Rojava dixwazin… Em ji we dipirsin, eger hûn nikarin bikin bicehimin herin. Em pir xirap tên rêvebirin. Ew dixwazin civakê birizînin. Em hewl didin civakeke exlaqî û polîtîk biafirînin. Ew şaredariyan di bin deynan de hiştin. Em her qirûşê şaredariyê weke rûmeta xwe diparêzin, ji bo park, rê û baxçeyan xerc dikin.”
 
Bakirhan bi berdewamî got: “Edalet, nan û zad bidin me. Hûn ji bo pêşeroja xwe dixebitin, pêşeroja 85 milyon kesan ne di xema we de ye. Şandina vê desthilatdariyê deynê stûyê me ye. Piştrast bibin ku hêviyên me mezin in, em 40 sal in têdikoşin. Me gav paşde neavêt, ji niha şûnde jî bi vî rengî bidomînin. Em ê vê desthilatdariyê ku dijminê Kurd, Elewî, kedkar, ciwan û kesên hildiberîne ye bişînin.
 
 

Sernavên din

22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim
16:20 Li Amedê baran û gijlokê jiyana bajar felc kir
15:37 Li Aydinê 7 kes hatin binçavkirin
14:34 Di dema kontrolkirina nasnameyê de polîsan gule reşandin
13:53 Rojnameger Seyît Evran hat bibîranîn
13:40 Li DYA’yê êriş: 4 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
13:39 Komxebata Jineolojiyê bi rûniştinan didome
12:47 Li Depê bêtehemûliya li dijî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî
12:44 Amedsporê serlêdana sûc kir
12:27 Di pevçûnê de leşkerek hate kuştin
12:27 Kongreya PYD’ê di roja 2’yemîn de didome
11:18 Pevçûnên di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de dijwar bûn
10:36 Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike
10:18 Li Xorasanê di madena komirê de teqîn çêbû: Gelek kes mirin
10:04 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:57 Gunay Kubîlay li dijî kelemçeyê derket û neçû nexweşxaneyê
09:55 Ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:41 Girtiyê lêgerîna nava dev red kirî nayê tedawîkirin
09:14 Ji ber nameya ‘fikaredar’ a nehatiye teslîmkirin lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye
09:01 Girtiyê ku nexweşîna wî dereng hat tespîtkirin bi mirinê re rû bi rû ye!
09:00 Nexweşxaneyê xwest ATK der barê girtiyê di nava ciyan de biryarê bide
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÎLONA 2024’AN
08:50 Di Turnuvaya Gulistan Dokuyê de maçên nîvefînalê hatin lîstin
00:44 Ciwanên li Şirnexê di çalakiyan de civiyan
21/09/2024
21:32 'Hûn nikarin Çapemeniya Azad bêdeng bikin’
20:12 Rojnamevan Aykol: Min alayê ji Apê Mûsa girtiye
20:02 Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine
19:11 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 31’emîn de ye
17:34 Ciwanan kolanê Cizîrê paqij kirin
16:50 MSD: Aştiya rast bi dawî anîna dagirkeriyê mimkûn e
16:43 Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e
16:37 Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin
16:17 Birûskê li welatiyên ku çûn giya kom dikirin da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
16:12 ‘Nûçeya Rabîayê dewlet aciz kir’
15:27 Hatîmogûllari li Edeneyê bi teqawîdan re civiya
15:18 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
15:04 Hatîmogûllari: Mirov nikarin nanekê bibin mala xwe
14:47 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniya piştevaniya bo rojnamevan Onver
14:22 Ji bo Anter Anter li Sitîlîlê şîn hat danîn
14:14 Îsraîlê dibistana ku filistîniyan xwe spartibûnê bombebaran kir
13:59 Xizmên Windayan li aqûbeta 8 windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin
13:47 Birayê Huseyîn Morsumbul ê hatiye windakirin: Ez edaletê dixwazim
11:55 Sê welatiyên ku wesayîta wan qelibî qenala avê mirin
11:54 Rojnamevan Rabîa Onver a bi ser mala wê de girtin çima bû hedef?
11:50 Jinek li Mêrdînê bi awayek guman mir
11:48 Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e
11:14 Sadik Tan: Heke tiştek were serê min girtîgeh berpirsiyar e
11:11 Keskîn: Armanca me em tecrîdê bikin rojev û meseleya kurd gengeşe bikin
11:03 Sarica: Hişyariya biryara navberê ya Komîteyê ya ji Tirkiyeyê re nîşaneya qonaxeke nû ye
10:33 Biryara Dadgeha Bilind esas nehat girtin: Berdana Çetîn Arkaş 6 mehan hat dirêjkirin
10:29 Heta henaseya xwe ya dawî bû dengê gelê xwe
10:15 Komxebata Jineolojiyê: Armanca me zanistek azad e û azadkirina jinan e
09:46 Der barê Akiş de îdianameyeke din jî hat amadekirin
09:45 Xizmên windayan guh nedan OHAL'a fiîlî jî: Têkoşîna ji bo edaletê didome
09:39 Dîcle Anter: Kekê min deriyê bavê min her tim vekirî hişt
09:05 Xizmê girtî: Em jî tên cezakirin
09:04 Hozan Kazo behsa dîmenê xwe yê bi Apê Mûsa re kir: Ew ji bo me îlham bû
09:00 39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2024'AN
20/09/2024
21:45 Li Elbakê ji ber lehiyê mal di bin avê de man
18:56 Li Botanê ciwan civiyan
16:42 Emîne Şenyaşar bû mehek li Meclisê daxwaza edaletê dike
16:34 Doza Necmettîn Fendîk hate taloqkirin
15:47 Ji bo nêçîra pezkoviyan ‘îhale’ hat vekirin
15:42 Der barê rojnamevanê girtî Yalçin de lêpirsîn hat destpêkirin
14:36 Tuncel: Divê em pêşengtiyê ji guherîn û veguherînê re bikin
14:20 Di lêpirsîna Narîn Guranê de li dijî girtinan îtîraz hate kirin
14:14 Girtiyê li Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê: Em hatine tecrîdkirin
14:08 Anter Anter dê li Zivingê were definkirin
14:04 Komîteya Wezîran Tirkiye hişyar kir: Heke gav neyê avêtin dê biryara navberê bê nîqaşkirin
13:26 Hatîmogûllari: Karesata herî mezin a bi serê vî welatî hatî AKP ye
12:43 Encamnameya Sempozyûma Çandiniyê hat eşkerekirin
12:22 Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinan hat taloqkirin
11:46 Kurê Apê Mûsa, Anter Anter jiyana xwe ji dest da
11:27 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:10 Li gorî qeymeqamê Pirsûsê 'guncav' nîne navê ‘Mem û Zînê’ li parqê were kirin
11:06 Apê Mûsa li cihê hatibû qetilkirin hat bibîranîn: Me pênûsa te li erdê nehişt
10:59 Li xizmên xwe yên ku di pevguherandinê de winda kiriye digere
10:29 DSÎ'yê newal paqij nekir û mal di bin avê de man
10:23 Li gelek bajaran dê barîneke zêde bibare
10:03 ‘Dixwazin Tirkiye xwe ji Sûriyeyê vekişîne û li Iraqê qadekî bidin SMO’yê’
10:02 Der barê wêneyên Jîna Emînî û Narîn Guran de lêpirsîn hat destpêkirin
10:00 ‘Em li bendê ne ku di Mitînga Azadiyê de beşdariyeke mîna ya Newrozê çêbibe'
09:46 Li Dîlokê mirina biguman a jinekê
09:44 ATK: Narîn Guran bi xeniqandinê hatiye kuştin
09:39 Metîna hate topbarankirin
09:38 Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokûyê de 4 tîm derketin nîvefînalê
09:37 32'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî sibê dest pê dike: Em ê bersivê bidin hemû cîhanê
09:19 'Generalên Biçûk' pênûsa wî li erdê nehiştin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2024'AN
19/09/2024
16:56 Bakirhan: Pirsgirêk dê bi şandina îktîdarê çareser bibin
16:52 Bîranîna Jîna Emînî: Li dijî tecawiz û komkujiyan em xwe bi rêxistin bikin