39 sal in nav û têkoşîna wê nehatiye jibîrkirin

  • jin
  • 09:00 21 Îlon 2024
  • |

ŞIRNEX - Rahîme Kahraman a ku di 22’yê Îlona 1985’an de li herêma Bestayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê hat teşhîrkirin, jinên Şirnexî navê wê li keçên xwe kirin û tevî ku 39 sal bi ser re derbas bûn jî navê wê nehat jibîrkirin. 

Gelê kurd di salên 1980'î de li dijî "polîtîkayên şerê taybet û ewlekariyê" ku dewletê li Kurdistanê da meşandin  berxwedan û têkoşîn hilbijart. Gelê kurd ê ku li şûna teslîmiyetê berxwedan hilbijart bi her cure êrişên herî dijwar ên dewletê rû bi rû ma. Di wan salan de gelek kesan ji ber tundî û zextên dewletê berê xwe da serê çiya. Yek ji wan jî Rahîme Kahraman (Saadet) e. Kahraman di sala 1960'an de li gundê Goman ê ser bi Dêrsimê di nava malbateke 8 zarokan wan hene û welatparêz de tê dinê. Rahîme Kahraman a ku bi xwendin û nivîsandinê re eleqedar e, di sala ku Lîseya Navçeya Depê qedand, di bin bandora birayê xwe yê ku bi awayekî çalak di nav tekoşînê de cihê xwe digire dimîne û di sala 1979’an de di nav xebatan de cihê xwe digire. 
 
Kahraman bi Mazlum Dogan û Delîl Dogan ên birayên hev re li gund û navçeyên derdorê dixebite. Kahraman bi awayekî çalak beşdarî çalakiyan dibe û piştre jî ji ber zextên dewletê tev li PKK’ê dibe. Kahraman weke yek ji jinên yekem ên tev li PKK’ê bûye cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de digire. Hevalên wê ku qala Kahraman dikin diyar dikin ku ew bi fedekarî û jîrbûna xwe bandorê li jinan dike û piştre jî gelek jin li ser nasname û xwebûna xwe dikevin nava lêgerînê. Kahraman tevî hevalê xwe yê bi navê Fazil Yildirim di pevçûna ku di 22'ê Îlona 1985'an de li herêma Çemê Mezin a Bestayê derketibû, jiyana xwe ji dest dide. 
 
JIN GORA WÊ DIPARÊZIN
 
Mirina Kahraman jî weke jiyana wê ya têkoşer di nava gel de belav dibe.  Piştî ku jiyana xwe ji dest dide jî cenazeyê wî tê teşhîrkirin, bi pişt traktorê ve bi erdê re tê kaşkirin û îşkence lê tê kirin û paşê diavêjin ser çopê. Lê belê gelê Şirnexê ku nekarî vê yekê qebûl bike, cenaze ji wir werdigirin û her du cangoriyan li kêleka hev li Goristana Kendalê Îş a Taxa Dîcle ya Şirnexê vedişêrin. Ji aliyê gelê herêmê ve tê gotin ku piştî koça dawî ya Kahraman, ronahiya kesk a ji ezman cenazeyê wê ronî kiriye û ji piştî wê demê gora Kahraman ji aliyê jinan ve weke tirbe ango ziyaretgeh tê qebûlkirin. Kahraman di nav gel de bi navê Zahîde tê naskirin. Gora Kahraman bi salane ji aliyê jinên Şirnexê ve tê parastin. Jinên bê zarok an jî yên ku bi nexweşiyeke din ketine, tên ser gorê wê û daxwaz û niyazên xwe dikin. Tê gotin gelek kes diçin ser gorê û li şîfayê digerin. 
 
Gelek caran gora Kahraman bi êrişan re rû bi rû dimîne û kêlên gora wê tên rûxandin û şikandin. Her cara gor hatiye rûxandin dîsa ji aliyê gel ve hatiye çêkirin. 
 
Jinên Şirnexî qala têkoşîna Kahraman kirin. 
 
'AXA SER GORA WÊ DERMAN E'
 
Ji jinan Meryem Îrmez diyar kir ku piştî ku Kahraman jiyana xwe ji dest da gora wê weke tirbeyê hate dîtin û wiha got: "Wê demê gundên me nehatibûn valakirin û em li gund li Besta bûn. Wê demê me bihîst ku pêvçûn derketiye û di pêvçûna ku derketiye de Zahideyê jiyana xwe ji dest daye. Gundiyan cenazeyê wê anîn lê nekarîn tiştekî bikin. Kesekî nedizanî ku kesa ku miriye jineke. Çimkî jinên gerilla wê demê tune bûn.Piştre dewlet hat cenazeyê wê bi helîkopterê anîn Şirnexê. Piştî ku jiyana xwe ji dest da herkes diçû ser gora wê dua dikirin û axa gora wê tînan weke şîfa bikar tînan. Kesên ku nexweş diketin axa ser gora wê dibû derman. Min bi xwe jî axa wê anîn û bikar anî û ez niha sax bûme. Dema ku jiyana xwe ji dest da tê gotin ku li esman roniya kesk cenazeyê wê ronî dike. Ev baweriye wiha di nava gel de belav dibe. Piştî Zahideyê jî jinan navê wê rakirin û keçên xwe yên ku ji nû dayik dibûn navên wan dikirin Zahide. Heke ku hûn li Şirnex bigerin hûn ê rastî bên ku navê gelek jinan Zahide ye. Ev hemû jî jinên wê demê ku hatine ser dinê ne. Bi hezaran Zahîde ji dayik bûn. Axa ser gora wê ji nexweşiyan re derman e. Her roj kesên ku diçin ser gora wê duayan dikin û gora wê ziyaret dikin hene. Piştî çend salan şûnde malbata wê hat ku cenazeyî bibe lê piştre dîtin ku li Şirnexê giringiya wê û wateya wê pir mezine gotin,' bila li vir bimîne' her jineke Şirnexî gora wê weke gora zarokên xwe, weke goreke pîroz diparêz e."
 
'GELEK JIN DI XEWNA XWE DE WÊ DIBÎNIN'
 
Ji jinan Nuriye Erkuş jî bi lêv kir jinên Şirnexî gelek ji mirina Kahraman bandor dibin û wiha axivî: “Zahîde li Çemê Mezin di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û termê wê di nava darên spîndarê de hate dîtin. Cenazeyê wê danê êvarê li wir ma, piştre leşker hatin û birin. Piştî ku cenazeyê wê dibin teşhîr dikin û îşkence lê dikin. Ji me re wiha tê gotin. Bi vî awayî me bihîst ku çi hatiye serê Zahide. Bi traktorê kaş dikin û tînin bajêr. Piştî ewqas îşkenceyê cenazeyê wê diavêjin û piştre gel tînin vedişerin. Niha li Şirnexe keseke ku wê nas neke hema hema nine. Herkes diçe ser gora wê duayan dikin û axa wê distînin û tê gotin ku kesên ew kuştine jî axa wê ji bo nexweşiyên xwe bikar anîne. Gelek jin wê di xewna xwe de dibîne. Li vir kesek ku Zahide nas neke tune ye. Her ku em li ber goristanê derbas dibin  em dua dikin û ziyaret dikin. Piştî mirina wê gelek îşkence li laşê wê hat kirin, lê ji 7 heta 70 salî her kesî navê wê bihîst û tişta ku hatiye serê wê zanin." 
 
MA / Zeynep Durgut 
 

Sernavên din

03/10/2024
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket
09:32 KNK: Herin ser sindoqê û dengê xwe bidin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:38 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Qiyametê rakin’ derket
29/09/2024
23:51 Ciwan li dijî tecrîd û îşkenceyê meş li dar xistin
22:58 Îsraîl Yemenê bi balefirên şer bombebaran kir
22:47 Nagîhan Akarsel li Baselê hat bibîranîn: Têkoşîna wê rê nîşan dide
22:30 Amedspor bi serkeftinê maç temam kir