‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’

  • jin
  • 10:55 24 Îlon 2024
  • |
img
WAN - Parastvana mafên jinan Ruya Kûrtûlûş anî ziman ku polîtîkaya malbata pîroz a AKP ji zilam re qada nû ya tundiyê ava dike û diyar kir ku divê li dijî vê rewşê têkoşîn were dayîn. 
 
Bertekên li dijî modela malbata ku AKP wek “pîroz” dihesibîne û dixwaze têxe meriyetê didomin. Desthilata ku ji Paymana Stenbolê a wek navneteweyî mafên jinan diparast vekişiyaye, dixwaza modela xwe ya malbatê têxe meriyetê û tundiyê jî asayî bike. Parastvana mafên jinan Ruya Kurtuluş anî ziman ku ev rewş ji bo zilaman qada nû ya tundiyê ava dike. 
 
POLÎTÎKAYA ‘MALBATA XURT, NETEWEYA XURT’ DIPARÊZIN
 
Kurtûlûş da zanîn ku ev demeke Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi ser polîkayên malbatê disekine û wiha got: “Ji ber ku dibêje ‘civaka xurt, civaka neteweyî’ ava dike û bi diruşmeya ‘malbata xurt neteweya xurt’ tevdigerin. Kesên LGBT, femînîst û jinên têkoşer jî wek kesên malbatê ji holê radikin îlan dikin. Lê belê em vê yekê di jiyana xwe de çawa dijîn? Xurtkirina malbatê, astengkirina dest ji hev berdanê û tundiya di nava malê domdar dike, mekanîzmayên li dijî tundiya malê hatine avakirin, ji holê tên rakirin. Herwiha keda jinê ya di nava malê berçav nayê girtin. A rastî polîtîkayên malbatê van hemû rastiyan vedişêre.” 
 
‘DESTHILAT JI ZILAMAN RE QADA TUNDIYÊ AVA DIKE’
 
Ruya Kûrtûlûş
 
Kûrtûlûş bi bîr xist ku bûyerên tundiyê yên li dijî jinan herî zêde di nava malê de pêk tên û axaftina xwe wiha domand: “Hûn kîjan malbatê diparêzin? Ev pergal anku sermayedarî, malbatekî wisa ava kir ku zilam ji bo 3 kurîşan dixebite, jin di nava malê de bêpere dixebite. Herwiha jinan bi mûçeyekî gelek kêm didin xebitandin. Destdirêjiya zarokan îro herî zêde li van malbatan çêdibin. Di malbatên îro de jin xwedî kar nîn in, li malê dimînin, girêdayî malbat, bav û zilam in û gelek caran neçarî jiyana bi tundî a bi zilaman re dibin. Ev yek rêk û pêk tê kirin û a rastî desthilat ji zilaman re di nava malê de qada tundiyê ava dike. Li aliyekî bindestan, karkeran dieciqînin, li aliyekî di nava malbatê de mafê tundiyê didin zilaman. Hewl didin mekanîzmayên wekî Peymana Stenbolê ku jinan diparêze, ji holê rakin. Dîsa hewl didin mafên me yên di Qanûna Sivîl de ji holê rakin.” 
 
‘PÊVAJOYA DEST DANÎNA SER DESTKEFTIYAN’
 
Kûrtûlûş bal kişand ser têkiliya “dewlet-malbatê” û axaftina xwe wiha domand: “Lewma polîtîkaya malbatê wek polîtîkayekî stratejîk a dewletê, di nava jiyana me de cih digire. Ev polîtîka wek tundî, zext û mêtina kedê didome. Em hem di nava malê de ji aliyê zilam ve hem jî li pey zilam ji hêla rayedarên dewletê tên eciqandin. Em rastî polîtîkayên ku daxwaza azadiya jinan ji holê rakin tên. Ev demekî dirêj em li dijî van têdikoşin. Em difikirin ku tundiya dewleta zilam, pêvajoya dest danîna ser destkeftiyên jinan daye destpêkirin û ev pêvajo girantir bûye.”
 
‘DEWLET RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE’
 
Kûrtûlûş da zanîn ku li Tirkiyeyê derbarê tundiya li dijî jinan bi awayekî berfireh nayên girtin û ev tişt gotin: “Daneyên tundiyê car caran werin parvekirin jî rast e nerast e em nizanin. Ji ber dewlet rastiyan berovajî dike. Dewlet daneyên aboriyê jî berovajî dike û armanc dike ku her tiştî baş nîşan bide. Lê belê em dizanin ku di jiyana me de tiştekî wisa nîn e. Astengkirina têkoşîna jinan, girtinên jinan, zext ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna jinan e. Lê belê li dijî vê yekê li Tirkiyeyê tevgerekî xurt a jinan û femînîstan heye. Tevgera jinan ev demekî dirêj e hem ji bo mafên xwe, hem jî ji bo destkeftiyên xwe yên qanûnî têdikoşin. Jin ne tenê ji bo hev biparêzin, divê ji bo riyên piştevaniyê peyda bikin jî kedê bidin.”  
 

Sernavên din

29/09/2024
14:05 Artêşa Îsraîlê: Rayedarê Hîzbullahê Nebîl Kavuk hate kuştin
13:40 Li Amedê 6’emîn Bazara Pevguhertinê hate vekirin
13:29 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Kabaîş didomin
13:27 Li Pasûrê operasyona leşkerî: Daristan tê bombebarankirin
12:25 Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji ber rewşa li Lubnanê maseya krîzê ava kir
12:20 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiya cezayê îdamê protesto kirî
12:14 22 hezar û 215 lubnanî derbasî Sûriyeyê bûn
11:51 Li Pasûrê ‘herêma ewlehiya taybet’ hate ragihandin
11:43 New York Timesê tora îstîxbaratê ya Îsraîlê li dijî Hîzbullahê ava kirî vegot
11:17 Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir
10:56 Dosyayên doza tacîz û tecawizê yên li wargeha cemaetê kirin yek
10:43 Liceyî madenan naxwazin: Em ê dev ji xaka xwe bernedin
10:33 Bi komployê bersiv dan hewldanên ji bo çareseriyê
10:06 Li DYA’yê Bahoza Heleneyê: 63 kes mirin
10:04 Ji bo Nagihan Akarsel bang: Bila kesên cînayet teşwîq kirin bên darizandin
09:35 Hejmara nû ya Kovar Jinê derket
09:33 Sewalkar: Em bifiroşin jî zirar dikin xwedî jî bikin her zirarê dikin
09:04 Li Edeneyê dozeke din a ‘xespkirina îradeyê’
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2024’AN
28/09/2024
20:08 Li Stenbolê şahiya jinan
17:00 Ceylan Onkol di salvegera 15’emîn de hat bibîranîn
16:35 Li Licê protestoya madenê: Em ê rê nedin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga ‘berdana lezgîn’
15:03 Komkujiya Roboskî di meha 153'yemîn de ye: Em ê nedin jibîrkirin
14:47 Hizbulahê piştrast kir ku Hesen Nasrallah hatiye kuştin
14:35 Xizmên Windayan li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn
14:22 Êrişî Şaxa YNK’ê hate kirin
14:21 Aydenîz a serdana girtiyan kir: Divê raporên tenduristiyê yên bêalî bên dayîn
13:53 Li Cizîrê fûara ‘jinên hilberîner’
13:43 Dayikên Şemiyê: Divê kujerên Abdulmecît Baskin bên cezakirin
13:17 Li Sûltangaziyê bi çekê êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
12:01 Çîçek: Armanca tifaqê rûxandina desthilata faşist û rizgarkirina siberojê ye
11:22 Artêşa Îsraîlê îdia kir ku lîderê Hizbulahê hatiye kuştin
11:21 KASED dê ‘Festîvala Sûrfestê’ li dar bixe
11:04 Li şûna tundiya polîsan doz li çalakvan hate vekirin
10:33 Xebatkarên MED-DER’ê yên hatin berdan: Wê xebat û têkoşîna me ya ziman bidome
09:56 Derûnnas Tekînalp: Yê ku Narîn kuştî ne keseke, feraseteke
09:55 Dr. Berwarî: Plana tunekirina destkeftiyên kurdan di dewrê de ye
09:06 Wêneyên hunermend û nivîskarên kurd li ser dîwaran hatin neqişandin
09:05 ATK’ê ji bo Yildiz a li ser sedyeyê hate girtin rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ da
09:04 Ji bo mitînga ‘Azadiyê’ bang: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:00 Pêvajoya ber bi 9'ê Cotmehê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2024'AN
27/09/2024
20:50 Hevserokê MED-DER'ê yê berê Rifat Ronî hat girtin
19:36 Operasyona li dijî saziyên ziman: 2 kes bi daxwazê girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:46 Ji mamosteyên kurdî yên binçavkirî 7 kesên din jî hatin berdan
16:41 Polîsê ji bo ‘parastina’ wê hatiye peywirdarkirin ew tacîz kir
16:00 Di doza protestoya komkujiya jinan de biryara beraetê
15:46 ‘Li girtîgehên Herêma Serhedê tecrîd di asta herî jor de ye’
15:44 Doza Hasret Tûtalê hate taloqkirin
15:03 Hat îdiakirin ku mamosteyekî zarokek tacîz kir
14:57 Bi hinceta ‘rojeva neyînî ava dike’ dest danîn ser nameya binpêkirinê
14:55 Jina hatibû derbkirin û tacîzkirin banga piştevaniyê kir
14:47 Ewlekariya şaredariya CHP’î li mamosteyan xist û gefa kuştinê li rojnameger xwar
14:44 Dayikên Aştiyê zextên li ser zimanê kurdî şermezar kirin
14:31 GABB’ê biryara dewrkirina avahiya akademiyê betal kir
14:08 Li Amedê sempozyûma navneteweyî: Divê avahiyên dîrokî û nirxên çandeyî bên parastin
13:12 Baroyan bertek nîşanî binçavkirina perwerdekarên kurdî dan: Bêhiqûqî ye
13:11 Îsraîlê 5 leşkerên Sûriyeyê kuştin
12:49 Micira asfaltê ji bo nedin şaredariyê rijandin sergoyê
12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Turkoglû: Em ê rê nedin çeteyan û şerê taybet
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin