Hevşaredaran bersiv dan îdiayên ‘xerckirinan’: Qeyûm bi rêya derewan hewl dide xwe rewa bike

  • rojane
  • 13:55 15 Mijdar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê nûçeyên li ser hinek dezgehên çapemeniyê derheqê şaredariyê de hatine weşandin derewandin û gotin: “Zîhniyeta qeyûm hewl dide derewan ji gel re bike û bi vê rêyê xwe rewa nîşan bide.” 
 
Bi biryara Wezareta Karên Hundir di 4’ê Mijdarê de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hate tayînkirin. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demir ku li şûna wan qeyûm hate tayînkirin, ji aliyê hin saziyên çapemenî û weşanan ve hedef hatin girtin û bi sernavê “derket holê ku di 7 mehan de di bin navê nûner û pêşwazîkirinê de 4 milyon û 505 hezar TL pere xerc kirine” nûçe hate weşandin. Hevşaredaran ev nûçeya navborî, derewandin.
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi îftîra hatiye kirin û hewl dan heye binhişek were avakirin. Daxuyanî wiha domiya: “Tê îdiakirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr di nava 7 mehan de ji bo hewandina nûneran a ji bûdçeya nivîsgeha taybet, 4 milyon û 505 hezar TL xerc kirine. Hejmara ku hatî îdîakirin, bi temamî ne rast e. Derew e, îftîra ye. Ji bo di şexsê gelê Mêrdînê de, feraseteke cuda biafirînin ev nûçe hatiye çêkirin.”
 
PEREYÊ HATIYE XERCKIRIN YEK BI YEK EŞKERE KIRIN 
 
Hevşaredaran pereyê hatiye xerckirin yek bi yek eşkere kirin û destnîşan kirin ku pereyê hatiye xerckirin lêçûnên ji bo beşdarbûn û organîzasyonan e. Daxuyanî wiha dom kir: “Lêçûnên nivîsgeha taybet a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya 7 mehan milyonek û 900 hezar TL ne. Beşekî mezin ê van lêçûnan, ji bo pêşwazîkirina mêhvanên hatin serdana şaredarî û hevşaredaran hatiye xerckirin. Ew jî lêçûnên çay, qehwe, av û meşrubatê ên ji bo meqama şaredarî, meclisên şaredariyê û serokatiyên ji derve hatine ne. Piştî hilbijartinê nêzî 15 hezar kes hatine serdana hevşaredaran û ew pîroz kirin. Dema mirov vê rewşê dinirxîne, milyonek û 900 hezar TL’yên nivîsgeha taybet, li kêleka 10 milyon û 649 hezar û 169 TL’ên qeyûm beriya hilbijartinên 31’ê adara 2024’an xerc kirî weke dilopek behrê dimîne. Her wiha ji lêçûna 4 milyon û 505 hezar TL'yî ya hatiye îdîakirin tenê milyonek û 900 hezar TL ji bo nivîsgeha taybet hatiye xerckirin. 2 milyon û 605 hezar TL’ên mayî jî ne lêçûnên nivîsgeha taybet in. Lêçûnên çalakiya Rojên Mêrdînê ya li Stenbolê ne ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî ve hat lidarxistin, lêçûnên çalakiya danasîna Mêrdînê ya li Fûara Gastronomiyê ya li Amedê ya Serokatiya Daîreya Tenduristiyê, lêçûna çalakiya Şeva Dengbêjiyê ya li Mêrdînê ya Serokatiya Daîreya Karên Civakî û Çandî li dar xistî, lêçûna çalakiya Şahiya Harîrî û lêçûna li konsera li Mêrdînê bû.”
 
‘HEMÛ LÊÇÛNÊN XWE BI XWE PÊK ANIYE’
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû lêçûnên xebatên li bajêr ji aliyê serokatiya daîreyê ve hatiye kirin û wiha hate gotin, “Tevî ku ev lêçûn ji bûdçeya serokatiya daîreyê ve hatiye kirin jî, organên medyayê yên navborî bi zanebûn diyar kirine ku lêçûnên temsîlî û mêvanperweriyê yên hevşaredaran e. Weke ku gelê me yê Mêrdînê jî dizane, Ahmet Turk ê ku di sala 2014'an de weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat hilbijartin, ji roja hatiye hilbijartin û vir ve wesayîta meqamê bi kar ne aniye. Wesayîta xwe ya taybet bi kar aniye û hemû lêçûnên xwe yên wesayîtê jî di nav de bi xwe pêk aniye. Dîsa dema derketin derveyî bajêr, tevî ku mafê wan ê qanûnî heye ku heqê bilêtên balafirê û cihê lê mayînê bistînin jî, hema hema hemû ji budçeya xwe ya şexsî daye.”
 
‘BI DEREWAN DIXWAZIN REWA BIKIN’
 
Hevşaredaran, diyar kirin ku hedefgirtina wan encama zîhniyeta qeyûm e û wiha bi dawî kirin: “Kampanyaya reşkirinê ya li dijî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê birêz Ahmet Turk û birêz Devrîm Demîr, daxuyaniyên tijî îftira û derew, parçeyeke ji zîhniyeta tayînkirina qeyûm e. Zîhniyeta qeyûm a ku tu rewabûna xwe ya exlaqî, siyasî û hiqûqî nîne bi ferasetên derewîn li ber çavên gelê Mêrdînê li rewabûnê digere. Li pêşberî nûçeyên qirêj ên ji derdorên ku fikrên wan qirêj in, em ê tu carî ji nêzîkatiya xwe ya civakîbûn û zelal paşve gavê neavêjin.”
 

Sernavên din

04/12/2024
16:33 DEM Partî çû serdana TURK-ÎŞ’ê
16:32 Li dijî êrişan ser sînorê Kobanê zincîra ji mirovan û meş hatin lidarxistin
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin