Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike

  • rojane
  • 09:06 25 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Jorge Pînto ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Dadê da got: "Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan wê bibe alîkar ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd."  

 Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike. Di 23’yê Cotmehê de Abdullah Ocalan di hevdîtina bi biraziyê xwe Omer Ocalan de bal kişandibû ser tecrîdê. Di 3'yê Kanûnê de heyeteke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dabû. Endamê Meclisa Komarê ya Portekîzê Eduardo Jorge Costa Pînto ku yek ji wan serlêdêran e, li ser girîngiya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan axivî.
 
ÇARESERIYA SIYASÎ
 
Pînto diyar kir ku Abdullah Ocalan gelek caran pêşniyaza avakirina rêya aştiyê kiriye û vekirina vê rêyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê baş e. Pînto anî ziman ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke ku çareseriyeke siyasî dixwaze û wiha got: “Eşkere ye ku pirsgirêka siyasî bi tundî, êriş û girtîgeheke neadil tê bersivandin. Rewşa birêz Ocalan jî ev e. Baş tê zanîn di çi şert û mercan de di girtîgehê de ye. Me ev hewldana girîng kir ku em du tiştan bibêjin. Ya yekem; ev rewş ne adil e. Hemû dadgehên bêalî û alîgir ên li ser asta Ewropayê jî dibêjin ku tecrîd neqanûnî ye. Ya herî lezgîn ev e ku were çareserkirin. Ya duyemîn; ji bo pirsgirêka siyasî ya li ber destan, pêdivî bi bersiveke siyasî heye. Serbestberdana birêz Ocalan dê ji bo çareseriya siyasî ya vê pirsgirêkê bibe alîkar."
 
MÎNAKA MANDELA
 
Pînto diyar kir ku di dîrokê de gelek rêxistinên bi navê "terorîst" hatine binavkirin tevkariyeke mezin li demokrasiyê kirine û got ku ew rewşa Nelson Mandela dişibîne rewşa Abdullah Ocalan. Pînto anî ziman ku Mandela bi "terorîzmê" hatiye tawanbarkirin û girtin û di dema ku di girtîgehê de bûye pirsgirêkên siyasî yên li welêt nehatine çareserkirin û got: "Piştî ku Mandela hat berdan, tev li rewşa siyasî ya Afrîkaya Başûr bû. Pirsgirêka birêz Ocalan û Tirkiye û gelê kurd jî bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê azadiya birêz Ocalan wê bibe gaveke krîtîk û girîng ku di nava Tirkiyeyê de ber bi rastiyeke nû ve biçe. Ev jî dê bandorê li Sûriyeyê bike." 
 
SEDEMA BÊDENGIYÊ
 
Pînto diyar kir ku rapora herî dawî ya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (CPT) ya der barê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên ku bi bdullah Ocalan re di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne ji ber Tirkiyeyê destûr nedaye nehatiye weşandin û got ku ev rewş rewşeke "gumanbar" e. Pînto destnîşan kir ku di raporên berê yên CPT'yê de jî rastiya tecrîdê û neheqî û bêqanûniya wê li holê ue û got ku li ser sedema bêdengiya dewletên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê (YE) tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî ev tişt gotin: “Tirkiye endamê NATO'yê ye ku ji bo bibe endamê YE'yê serlêdana xwe dike. Dibe ku ji ber vê hin dewlet an jî piraniya dewletan naxwazin rasterast bi Tirkiyeyê re hevrû bibin. Hin dewlet di wê baweriyê de ne ku rewşa birêz Ocalan ne adil e, lê ji ber ku naxwazin bi Tirkiyeyê re hevrû bibin bêdeng dimînin. Ev jî rewşeke bi pirsgirêk e. Ji ber ku dixwazî bila têkildarî birêz Ocalan be yan jî ne têkildarî wî be, an jî têkildarî Tirkiyeyê be yan jî nebe, li hemberî mafên mirovan û demokrasiyê çiqasî bêdengî bê kirin, wê rejîmên otokratîk tundtir bibin. Divê em li her derê cîhanê rêzê ji demokrasî û mafên mirovan re bigirin. Dema mijar dibe Tirkiye û birêz Ocalan, ev yek pêk nayê."
 
Pînto diyar kir ku kurd qebûl dikin ku êrişên li Sûriyeyê li hemû kurdan tên kirin û wiha got: “Erdogan hewl dide ji rewşa nediyar a Sûriyeyê sûd wergire; Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê ku civakên cuda bi hev re dijîn bi xwe ye. Herêmek e ku jin ji hemû deverên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetir xwedî hêz in. Tişta ku li wir qewimî li seranserê cîhanê bû mînak. Ev rewş di heman demê de kesên ku rejîmeke otokratîk an nakokî dixwazin jî ditirsîne. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze bi bandorkirina desthilatdariya nû ya Sûriyeyê dawî li desthilatdarî an jî rewşa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne. Dibe ku ev yek jî bandorê li tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bike û Erdogan jî bi vê yekê dizane. Ew hewl dide bi vê hevsengiyê bilîze." 
 
‘BIDAWÎKIRINA TERÎDÊ JI BO ME HEMÛYAN BAŞ E'
 
Pînto destnîşan kir ku divê girîngiyê bidin geşedanên li Tirkiyeyê û kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Li gorî min ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo pirsgirêkên bi vî rengî jî wê bibe mînak û rêber li seranserê cihanê. Ji ber vê yekê dawîlêanîna li tecrîda li ser birêz Ocalan û rûniştina li ser maseya muzakereyê dê xizmeta her kesî bike. Ez bi dil û can bawer dikim ku avakirina welatekî nû ku tu kes lê neyên cudakirin dê ji bo her kesî baş be. Ev meseleya demokrasî û mafên mirovan e."
 
MA / Hîvda Çelebî

Sernavên din

19/01/2025
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin