‘Em dev ji nivîsandina rastiyê bernadin’

  • rojane
  • 10:22 26 Kanûn 2024
  • |

WAN – Rojnamegerên li Wanê bertek nîşanî qetilkirina hevpîşeyên xwe dan û gotin, “Tevî binçavkirin, girtin û zextên bi salan, me paşve gav neavêt. Em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên hatin qetilkirin bidomînin."

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopandin, di 19’ê kanûnê de li ser rêya navbera Bendava Tişrîn û Bajarokê Sirrîn ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) ên Tirkiyeyê ve hatibûn qetilkirin. 
 
Rojnamegerên di saziyên çapemeniyê yên cuda yên Wanê de dixebitin, têkildarî qetilkirina 2 rojnamegeran û zextên dawî nirxandin kirin.
 
 
Nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Onver diyar kir ku bi salan e li hemberî Çapemeniya Azad zext û êrîş tên kirin û got ku wan têkoşîna xwe ya li hemberî vê yekê mezin kirine û bi ragihandina rastiyan re bersiva pêwîst dane. Rabîa Onver bertek nîşanî qetilkirina rojnamegerên ku bi armanca êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re ragihandine da û wiha axivî: “Hevalên me yên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji ber ku rastî nivîsandin bûn hedef û hatin qetilkirin. Kuştin, binçavkirin, îşkence û girtin nikarin paşde gav bidin avêtin. Têkoşîna me bi têkoşîna Nazim û Cîhanê ya heqîqetê mezin dibe. Piştî her êrîşekê em zêdetir bi pîşeya xwe ve girêdayî dibin. Weke xebatkarên Çapemeniya Azad em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin.”
 
‘EM Ê RASTIYAN AŞKERA BIKIN’
 
 
Rojnameger Oktay Candemîr da zanîn ku hemû hevrêyên wî yên hatine qetilkirin wê têkoşîna xwe bidomînin û rojnamegerên li Rojava û Başûr hatin qetilkirin di çarçoveya cînayetên kiryar nediyar de hatin hiştin. Candemîr anî ziman ku di salên 90'î de li ser sînorên Tirkiyeyê rojnameger hatin qetilkirin, lê îro ev mirin ji sînoran derbas bûne û got, "Di çalakî û çalakiyên bi armanca qetilkirina rojnamegeran de xebatkarên çapemeniyê tên binçavkirin û girtin.”
 
Candemîr anî ziman ku ji aliyekî ve behsa aştiyê dikin û ji aliyê din ve qetilkirina sivîl û rojnamegeran nakokî ye û wiha axivî: “Em nikarin bi vî rengî behsa aştiyê bikin. Weke Çapemeniya Azad em ê rastiyan derxin holê. Em ê mîrateya ku wan li pey xwe hiştine bigirin û xebatên wan ên neqediyayî biqedînin. Em ê alên hevalên xwe yên hatin qetilkirin û hatin girtin ji cihê ku lê hiştin hildin û têkoşîna wan bidomînin."
 
‘TIRKIYE JI BO ROJNAMEGERA BÛYE DOJEH’
 
 
Rojnameger Ruşen Takva diyar kir ku dema li Tirkiyeyê dixebitî bûn şahidê qetilkirina rojnamegeran û divê ji asta herî jor bertek bên nîşandan. Takva anî ziman ku ew qetilkirina rojnamegerekê weke êrîşekê li ser hemû çapemeniyê dibînin û wiha got: “Ji ber ku êrîş li dijî mafê raya giştî ya girtina agahiyan e. Rojnamegerên ku bertek nîşanî kuştina hevpîşeyên xwe didin, tên binçavkirin û girtin, ev rewşeke tirsnak e. Hûn nikarin li tu welatên cîhanê helwesteke wiha bibînin. Çavê hemû cîhanê bi taybetî jî Tirkiye li geşedanên li Sûriyeyê ye. Her kes li bendê ye ku nûçeyên rast ji wir werin. Em rojnamegerên li Tirkiyeyê dixebitin herî zêde li bendê ne ku geşedanên li vir ji raya giştî re ragihînin. Lê mixabin ev rewş li Tirkiyeyê tam berovajî ye. Li Tirkiyeyê bi taybetî li Wanê zexteke mezin li ser rojnamegeran heye. Tirkiye ji bo rojnamegeran bûye dojeh.”
 
‘EM PAŞVE GAV NAVÊJIN’
 
Takva diyar kir ku ew ê pênûsa hevrêyên xwe yên hatine qetilkirin li erdê nehêlin û wiha pê de çû: “Tevî zext û binçavkirinan jî em ê têkoşîna xwe bidomînin û agahiyên rast ji raya giştî re ragihînin. Hikûmet ji bêdengiya saziyên navneteweyî ya li hemberî zextên li ser çapemeniya kurd sûd werdigire. Li gel salên binçavkirin, girtin û zextan jî tu kesî ji me gav paşde neavêt. Me bi zelalî ragihand ku em bi kuştin, binçavkirin û girtinan paşde gav navêjin û dest ji nivîsandina heqîqetê bernadin. "
 
LI SÛRIYEYÊ 756 ROJNAMEGER HATIN QETILKIRIN
 
 
Rojnameger Arîf Aslan bibîrxist ku ji sala 2011’an heta niha li Sûriyeyê 756 rojnameger hatine qetilkirin, êrîşên li hemberî xebatkarên çapemeniyê nayên qebûlkirin û got ku erka xebatkarên çapemeniyê ew e ku bi kamera û pênûsan rastiyan derxînin holê. 
Aslan anî ziman ku vegotina rastiyan nabe sedem ku bibe hedefa êrîşan û wiha got: “Hêzên li Rojhilata Navîn dixwazin her tişt li gorî fikrên wan pêk were. Encam çi dibe bila bibe em ê weke xebatkarên çapemeniyê mafên rojnamegeran biparêzin. Pêdivî ye ku em têbikoşin da ku rojnameger li van xakan fikr û rastiyên xwe bi serbestî binivîsin."
 
Rojnameger Aslan diyar kir ku raya giştî û saziyên çapemeniyê yên navneteweyî bertekên têrker nîşan  nadin û wiha axivî: “Rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî bi taybetî dema ku mijar çapemeniya kurd be, bêdeng dimînin. Weke rojnamegerên kurd tevî hemû zehmetiyan em ê pîşeya xwe bidomînin. Em ê li hemberî hemû êrîşan rastiyan nîşanî cîhanê bidin û rastiyê binivîsin.”
 

Sernavên din

15/01/2025
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî