Bertek nîşanî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê dan

  • rojane
  • 09:08 27 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê nayê qebûlkirin û gotin,: “Divê tu rojnameger li hemberî qetilkirina Nazim û Cîhan bêdeng nemîne. Divê êdî em zincîrên tirsê bişikînin." 

Êrişên dewleta tirk û komên wê paramîlîter ên bi navê SMO yên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên êrişên li ser Qerekozaq û Bendava Tişrînê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û Bajarokê Sirrînê de ji aliyê Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk (SÎHA) ve hatibûn qetilkirin.
 
Qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê li gelek bajaran hat protestokirin. Di çarçoveya van çalakiyan de 7 jê rojnameger 9 kesên ku di 21'ê Kanûnê de li Stenbolê di dema daxuyaniyê de hatin girtin.
 
HevserokaPartiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê Gonca Yangoz, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Stenbolê Alî Bal û Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê Çîçek Ariç li ser zextên li ser çapemeniyê qetilkirina rojnamegeran axivîn.
 
Gonca Yangozê diyar kir ku qetlîam dê xebatkarên Çapemeniya Azad netepisîne û da zanîn ku Bîlgîn û Daştan rûyê rast yê polîtîkayên şerê taybet ên desthilatê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re eşkere kirine. Gonca Yangozê got: “Di rewşên wiha de partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên ku dixwazin xwe bigihînin nûçeyên rast, bi têkoşîna hevpar li dijî êrişan derdikevin. Tişta ku herî zêde jê ditirsin bi berfirehkirina xeta têkoşîna hevpar a li dijî komkujiya gelan bilindkirina dengê me yê hevpar e. Siyasetmedar û rojnamegerên ku dibêjin 'ev pênûs wê nekeve erdê' jî binçav dikin. Kuştina rojnamegeran polîtîkaya çavtirsandina Çapemeniya Azad e. Desthilat bi polîtîkayên xwe yên çewisandinê dixwaze atmosfera tirsê ava bike. Divê zincîrên tirsê bên şikandin. Tişta ku îro bi serê van rojnamevanan de hat, ne garantî ye ku wê sibe neyê serê rojnamegerên din jî. Lewma divê tu kes li hemberî qetilkirina Nazim û Cîhan bêdeng nemîne."
 
Çîçek Ariçê diyar kir ku wan geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê wergirtine û diyar kir ku di şer û pevçûnên li Rojhilata Navînê de gelek rojnameger jiyana xwe ji dest dane. Çîçek Ariçê got: “Wan bi xwe jî diyar kirin ku bûne hedef. Di demekê de ku li dijî kurdan propagandaya reş dihat kirin, 2 rojnameger bi hinceta ku agahiyên rast ji raya giştî re dane, bûn hedef. Min li ser vê bûyerê di çapemeniya tirk de zêde tiştek nebihîstiye. Du hevpîşeyên wan hatin kuştin. Kesî nexist rojevê. Jixwe ev kes rojnameger bûn. Li ser navê çapemeniyê li wir bûn. Ger îro welatek rojnamegerên xwe neparêze, navê vê rizaîbûn e. Heke kesek mîna min nafikire, gelo ev tê wê wateyê ku ew mirinê heq dike?"
 
‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ GUH BIDE DAYIKA CÎHAN BÎLGÎNÊ'
 
Çîçek Ariçê da zanîn ku binçavkirina rojnamegerên li hemberî qetilkirina rojnamegeran û bi zext û tundiyê û girtina 9 rojnamegeran nayê qebûlkirin û got: “Zextên li ser rojnamegeran tên kirin, asta ku azadiya çapemenî û îfadeyê li Tirkiyeyê gihaştiyê derdixe holê. Rojnameger Ozlem Gurses ji ber ku got, 'Avaniya DAIŞ'ê, yanî pêkhateya TSK-SMO'yê li herêmên ku kurd lê hene, destkeftiyên biçûk bi dest xistine' hat girtin. Ji bo rexneyek herî biçûk jî rojnamegeran binçav dikin. Divê hemû li hemberî vê qiyamet bê rakirin. Em jî heman tiştî dibêjin. Lê li hemberî mirina du kesan ev qas bêdengî nayê qebûlkirin. Daxuyaniya dayika Cîhanê hebû. Cîhan jineke bi hêz e ku xwendiye û xwe bi pêş xistiye û gotiye ku ew li vir her karî dikare bike. Lê wê ya dijwar hilbijart. Li gorî min divê raya giştî guh bide dayikê."
 
‘RAYA GIŞTÎ BÊDENG E'
 
Alî Bal diyar kir ku di rejîmên zordest de ji bo agahiyên rast bigihêjin raya giştî di serî de rojnameger tên hedefgirtin û bi bîr xist ku Kobanê jî ev demeke dirêj e hedef tê girtin. Bal got: “Tirkiye bi hinceta ewlehiya sînor êrişî herêmên Rojavayê û Kobanê dike. Têkoşîna kurdan a ji bo daxwaza mafên xwe dewam dike. Di van demên dawî de bi taybetî di êrişên hewayî de bi dehan sivîl hatin qetilkirin. Rojnamegeran sivîlên hatin qetilkirin ji raya giştî ya Tirkiye û cîhanê re ragihandin. Bi daxuyaniya dawî ya Devlet Bahçelî re feraseta ku wê li welêt pêvajoyeke nû dest pê bike çêbû. Lê em bi pêkanînên tam berevajî re rû bi rû ne. Hat gotin ku dê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Berevajî vê, rewş diqewime. Li hemberî rojnamegerên hatin qetilkirin di raya giştî ya cîhanê de bêdengiyek heye. Sedema bingehîn a ku ev bertek pêş neket, têkiliyên bazirganî yên Tirkiyeyê yên bi Ewropa û welatên din ên emperyal re ye. Ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve têra xwe bertek nîne. Bêdengiya derdorên îslamî û rojnamegerên li Tirkiyeyê bi taybetî yên ku der barê Filistînê de hesas in li hember vê mijarê nayê qebûlkirin."
 

Sernavên din

15/01/2025
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan