'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’

  • rojane
  • 15:24 29 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê hatiye destpêkirin de hat diyarkirin ku divê îradeya çareserî û aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan esas were girtin. 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê navçeya Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 7’an de didome. 
 
Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Çanda Devkî Dîrok Wêjeyê (SOZ-DER), parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev li çalakiya îro bûn. 
 
Di çalakiyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin û daxuyanî hate dayin. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI PEYAMA ÎMRALIYÊ DERKEVIN’ 
 
Hevşaredarê Xelfetî ya Rihayê Merhmet Karayilan di daxuyaniyê de got: “Hûn nikarin Pirsûs û Kobanê ji hev cuda bigirin. Kobanê, bi têkoşîna gelên cîhanê hat bidestxistin. Niha li ser qadên jiyanê yên gelan gef hene. Ev gef li ser hemû gelên herêmê ye. Guleyên diavêjin Kobanê li dilê me dikeivn. Em îro bi kelecan şiyar bûn ji ber ku ji Îmraliyê xeber hat. Bi muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd birêz Ocalan re hevdîtin hate kirin û em jî li ser sînorê Kobanê ji birêz Ocalan re silav dişînin. Divê bersivê bidin hewldanên aştî û çareseriyê yên birêz Ocalan. Em jî dê xwedî li peyama Îmraliyê derkevin û têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
'EM Ê KOBANÊ BI TENÊ NEHÊLIN’
 
Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Ahmet Baran jî geşedanên li Sûriyeyê bi bîr xist û wiha got: “Kurdên Sûriyeyê bi tenê nînin. Em ê destûrê nedin Kurd qurbanî terorîzma cîhadîstan bên kirin. Di serdema DAIŞ’ê li seranserî herêmê teror dikir de Kurdan ji bo ewlehiya herêmê roleke mezin lîstin lê mixabin mitefîkên wan ên rojavayî niha ew bi tenê hiştine. Kurdên Sûriyeyî ji ber êrişên cîhadîstan niha di xetereyê de ne. Divê ev êriş bên sekinandin û tavilê muzakere dest pê bikin. Me duh li dijî terorîzma DAIŞ’ê çawa piştevanî kiribe, dê îro jî Kobanê bi tenê nehêlin.” 
 
BANGA BERSIVDAYINA ÊRIŞAN
 
Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî ya pir hesas re derbas dibin ku hem xetereyên xwe hem jî derfetên xwe yên dîrokî yên mezin hene.  Piştî di 8'ê Kanûnê de rejîma Baasê ya 61 salî hilweşiya, geşedan û qewimînên li Rojava û Sûriyeyê jî, ber bi asteke din ve çûn. Ji van geşedan û qewimînan em tê derdixin ku hem hêzên hegemonîk hem jî Tirkiye ji bo jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê ketine nava hin hewldanan. Lê ev liv û tevger, li bara gelan bûne cihê fikarên mezin; ji lew re ne liv û tevgerên ji bo Sûriyeyeke demokratîk in, berevajî liv û tevgerên li ser esasê Sûriyeyeke ji ya berê tundtir û hişktir in. 
 
Ev yek, ji êriş û gefên li hemberî xaka Rojavayê û rêveberiya Rojavaya ku jiyaneke nû lê tê avakirin û ji bo hemû reng, deng û baweriyan cihê hêviyê ye, xuya ye û eşkere li meydanê ye. Di serî de Tirkiye û hin hêzên din ku ji jiyana nû ya li Rojavayê hatiye avakirin û ji bo hemû gelen cîhanê bûye îlham ditirsin, dixwazin van geşedanên dawî veguherînin firsendekê. Bi vê re jî, vê pergala jiyana nû ya ji aliyê gelen Sûriyeyê ve hatiye qebûlkirin û ji bo aramiya herêmê cihê hêviyeke mezin e, ji holê rakin. Ji bo vê jî, bi awayekî tund êriş dikin; jîngeh, sivîl û rojnamevan jî tê de her tiştî hedef digirin. 
 
Lê em baş dizanin ku armanca sereke ya van hewldanan; şikandina hêviya ji bo Şoreşa Rojavayê û pê re jî jiholêrakirina şoreşê ye û bi taybetî jî di sedsala 21'ê de Rojhilateke Navîn a ji kurdan xalî ye. Lewma banga me nivîskar û rojnamevanên kurd, pêşî ji bo raya giştî ya Kurdistanê ew e ku li dijî van planên qirêj û êrişên qirker ên dixwazin wekî sedsala 20'î kurdan ji her derî xalî bikin, xwedî helwest bin û li dor statuya Rojavayê bibin xelek. Banga me ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê û navneteweyî jî ew e ku li hemberî van gef û êrişên ku dixwazin jiyana gelan a bi kedeke mezin hatiye avakirin bêdeng neminin û bi her awayî li dijî van êrişan rabin.  Ji lew re Rojava, tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelan hêvî ye.”
 
'BIRÊZ OCALAN SILAV ŞAND’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku pergala hevjiyana azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef tê girtin û ev tişt anî ziman: “Netewe dewlet ev 100 sal in dixwazin gelan tune bikni. Lê hesabên wan hev negirtin. Dem dema yekitiyê ye, dem dema wê ye ku em deng bidin kesên hêviyê mezin dikin. Ji birêz Ocalan silav hat. Birêz Ocalan got ku dê ji hêla pozîtîf ve piştgiriyê bide pêvajoyê. Em jî li ser sînorê Kobanê, bi ruhê berxwedana Kobanê bang li gel û hemû rêxistinên civaka sivîl dikin ku deng bidin vê bangê. Divê tavilê zemîna siyaseta demokratîk were amadekirin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxedana Rojava", "Hezar silav ji Îmraliyê re” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. 
 
 
 

Sernavên din

02/01/2025
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?
10:26 KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe pisûleya me ya têkoşînê
10:24 Mele Bîlgîn: Ger aştî û demokrasî hebe dê welat pêş bikeve
10:23 Îmzevanên Bangawaziya Aştiyê: Hevdîtina Îmraliyê ji bo hemû aliyan peyamek e
09:23 Hevserokê DEM Partiyê yê Gebzeyê hate binçavkirin
09:22 Ji Mandela heya Ocalan kampanyaya azadiyê
09:17 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan ev salek û nîvin nobetê digirin
09:10 Li Heskîfa nû bi navê jiyanê tiştek tune ye!
09:09 Ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê: Elewî tim di hedefê de ne
09:04 Li dijî qedexe û astengiyan berxwedana çand û hunerê domiya
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2024'AN
08:46 Li Xezeyê zarok ji sermayê jiyana xwe ji dest didin
30/12/2024
16:46 Cendirmeyan xwest dadgehê bilezûbez asteng kir
16:09 Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk hatin şandin
16:08 Fahriye Ceylan piştî 32 salan hate berdan
15:37 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bidomin
15:27 Saliha Aydenîz: Pêvajo bi naskirina statûya Rojava dikare dest pê dike
15:11 Ji bo Zeynep Aslan şîn hate danîn
14:46 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Divê xwedî li peyama Rêbertiyê derkevin
14:35 Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
14:03 Wezaret dê li dijî biryara der heqê Nevzat Bahtiyar de îtîrazê bike
14:01 TJA: Hevdîtina Îmraliyê hêza îradeyê nîşan da
13:11 Girtiyan ji bo xwedîderketina li Rojava bang kirin
13:08 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:07 NPG'ê bîlançoya sala 2024'an eşkere kir
13:07 Li Şamê lîstikên dewleta tirk
12:22 DEM Partî: Em ê di sersalê de daxuyaniyeke berfireh bidin
12:03 ‘Ocalan careke din nîşan da ku hêza çareseriyê ye'
11:24 Xwebûn bi manşeta ‘Rojava dilê Kurdan e’ derket
11:03 Li 3 noqteyên sînor dê çalakiyên girseyî bên lidarxistin
10:57 Melayên tev li nobetê bûn: Têkoşîna ji bo mazluman ferz e
10:24 Giliyê Osman Taşdemîr li baroyê kir: Rastî tacîz û gefên wî hatim
09:59 Tevî cerdevanan got ‘me kuştiye’ jî dosyaya Yaginli hate girtin
09:05 Bi milyonan di tevahiya salê de li her derê bang kirin: Ji Abdullah Ocalan re azadî
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2024'AN
29/12/2024
17:26 'Ocalan ji sala 1998’an heta niha ji bo çareseriyê amade ye’
16:40 OHD û MED TUHAD-FED: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê pêvajoya hiqûqî bê destpêkirin
15:50 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Divê muxatab peyama Îmraliyê esas bigirin
15:24 'Divê îradeya çareserî û aştiyê ya Abdullah Ocalan esas were girtin’
15:19 DFG û MKG dê ji rojnamegerên girtî re name û pirtûkan bişînin
14:48 Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:26 Pervîn Buldan: Ocalan xwest her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê
14:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Abdullah Ocalan balê dikişîne ser berpirsyartiyeke dîrokî
14:08 DBP: Divê xwedî li perspektîfa çareseriyê ya Ocalan were derketin
13:48 Hejmara kesên di qezaya balafirê ya Koreya Başûr de mirin derket 174’an
13:35 'Cezayê dane Nevzat Bahtiyar wijdana gel rehet nekir’
12:50 Kolberekî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:35 Girtiyê nexweş Burhan Adsiz rakirin nexweşxaneyê
12:11 Li Wan û Colemêrgê rêyên 214 gund û mezrayan hatin girtin
11:49 Hunermendan ji bo Rojava bang kirin: Em bibin dengê azadiyê
11:31 Abdullah Ocalan: Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û biratiyê ye
10:47 ‘Em ê heqdestê hejariyê qebûl nekin’
10:45 'Bêdengiya li hemberî êrîşan hevpariya sûc e'
10:21 Welatiyên Bazîdê: Çareserî, azadiya Abdullah Ocalan e
10:10 10 sal piştre li heman cihî bang kirin: Dê Kobanê nekeve
09:43 Li Koreya Başûr qezaya balafirê: Herî kêm 122 kes mirin
09:42 Hejmara 96’an a Kovara Jinê derke
09:24 Ji bo Kurdî fikra hevpar: Divê em bêhtir bên cem hev
09:14 Kampanyaya ‘Azadiyê’ dê di 2025’an de jî bênavber bidome