NAVENDA NÛÇEYAN - Kolberekî li ser sînorê bajarê Baneyê yê rojhilatê Kurdistanê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpa’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku kolberê Kurd ê bi navê Idrîs Nadirî (30) ku xelkê gundê Qul Esterî yê bajarê Bane yê rojhilatê Kurdistanê ye, di dema kolberiyê de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye.
Hate gotin ku Idrîs Nadirî bi 3 hevalên xwe re ji ber barîna berfê ya li sînorê Baneyê, asê mabûn û Idrîs Nadirî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest daye. Rêxistinê da zanîn ku rewşa kolberên din jî ne başe.