NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partîyê ya çûyî Îmralîyê got: "Li gorî pêvajoyên berê hêvîya me mezintir e. Em ê di sala nû de daxuyaniyeke berfireh bidin.”
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder têkildarî hevdîtina li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, agahiyek parve kir.
Di nîşeyê de wiha hate gotin: "Ji ber hesasiyeta pêvajoyê me agahiyên berfireh ên li ser mijarê nedan çapemeniyê. Heta ku pêvajo bigihêje astekê em ê nikaribin agahiyê bidin çapemeniyê. Ev yek nayê wateya veşartina hin tiştan, ev yek li gorî hurmeta li hevdîtinan e ku em ê bikin. Lê belê heke pêwîstî bi gotinekê hebe, em dikarin bibêjin ku ji pêvajoyê derbasbûyî bêhtir hêviya me mezin e. Dem dema xwişk û biratiyê ye, dema aştiyê ye. Di sala nû de bi navê heyetê em ê daxuyaniyeke berfireh bidin."