ESKÎŞEHÎR – Der barê hin ekolojîstên ku li dijî kana siyanûrê ya Cengîz Holdînga ya Eskîşehîrê derketin de lêpirsîn hat vekirin.
Li Eskîşehîrê li tax Atalan ya navçeya Tepebaşi û taxa Alpagut ya navçeya Mihalgazî ji bo projeya bi siyanurê dîtina zêr û zîv ya Cengîz Holdîngê di 15’ê tebaxê de civîna ÇED hat lidarxistin. Civîna ku li Mihalgaziyê hat kirin de Midûrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Eskîşehîrê Hikmet Çelîk rêve bir. Bi hinceta ku alîgiriya Cengîz Holdîngê kiriye endamên Platforma Xweza û Jiyanê ya Eskîşehîrê bertek nîşanî Çelîk dan. Piştî hevdîtinê di navbera xebatkarên midûriyetê û hawirdorparêzan de pevçûn derket.
ÎFADEYA HAWIRDORPARÊZÊN GIRTIN
Hawirdorparêzan di 22'ê Tebaxê de bi îdiaya "Di hevdîtinê de mudaxeleyî kesên li dijî madenê bûn, nehiştin biaxivin” der barê rayedarên Çelîk de serlêdana sûc kirin. Her wiha endamên midûriyetê jî der barê hawirdorparêzan de serlêdana sûc kirin.
Endamên Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst Bedî Uygar Ûgûrlû û Mert Guzel, di 30'ê kanûnê de Serokê Meclîsa Şaredariya Odunpazariyê Îsmaîl Kumru bi îdiaya "Zerar dane mal û milkên cemaweriyê" û “teşwîqkirina dijminatiyê” li dozgeriyê îfade dan.
Bedî Uygar Ûgûrlû der barê bûyerê de axivî û destnîşan kir ku ew ê nehêlin Geliyê Sakaryayê wêranbibe û wiha axivî: "Bi zext û binçavkirinan hewl didin vê yekê asteng bikin, lê em ê têkoşînê bidomînin." Ûgûrlû diyar kir ku lêpirsîna der barê wan de ne ‘tacîza darazê ya ewil’ a li hemberî kesên ji bo xwezayê têdikoşin e û wiha got: "Şoreşger û welatparêz dê vê têkoşînê bidomînin. Em bi ti awayî paşve gav navêjin. Niha em hînî van bûyeran bûne û em natirsin."
‘WESAYÎT AJOTIN SER ME’
Li aliyê din Mert Guzel diyar kir ku dema wan belgeyên hevdîtinê xwestine, wesayîta midûriyetê ajotine ser wan û wiha got: "Me xwest ku belge bên teslîmkirin û wesayit ber bi me ve ajotin. Niyeta me tunebû ku li wesayîtê bixin. Cendirmeyan mudaxale kir. Piştre wesayît bêyî ku leza xwe kêm bike bi lez û bez dûr ket."
Guzel anî ziman ku ji ber ku der barê Çelîk de serlêdana sûc kirine rastî tacîza edlî hatine û wiha got: "Ji ber vê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev ne sûcdariya yekemîn e ku dewlet û sermayeyê li me dike. Bi ti awayî rê nedin vê yekê. Em ê nehêlin li Eskîşehîrê qana madenê were çêkirin."