ÎZMÎR – Endama OHD’ê Şukran Ozturk da zanîn ku divê desthilatdarî hiqûqê wek şivekê bi kar neyne, bang li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê kir ku li dijî tecrîdê bêdeng nemînin û li banga Abdullah Ocalan xwedî derkevin.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 23'ê cotmehê de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtina malbatê pêk anîbû. Herî dawî jî di 28’ê kanûnê de parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anîn.
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Şukran Ozturk têkildarî, hevdîtin, tecrîd û "mafê hêviyê" yên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatiye dayîn nirxand nêrînên xwe parve kir û wiha got: "Helbet ev hevdîtin di encama têkoşîna hevpar ya navneteweyî pêk hatin. Nayê wê wateyê ku bi van hevdîtinan tecrîd ji holê rabûye.”
‘EM PERGALA HIQÛQA KU SIYASÎ BÛYE QEBÛL NAKIN’
Şukran Ozturk anî ziman ku hiqûq û rêveberî ji hev cûda nayên destgirtin û wiha got: "Dema ku em li Tirkiyeyê dinêrin, em nikarin ji siyasetê serbixwe pergala hiqûqê bifikirin. Her pergal hiqûqa xwe diafirîne û pêk tîne. Pirsgirêk ew e ku li gorî hiqûqa komarê tevnagerin. Her îktîdar jî li gorî xwe teşe dide hiqûqê. Ji ber pêknehatina hiqûqê dibe sedema neçareseriyan. Ji ber wê yekê mimkun nîn e mirov hiqûqeke ku siyasî bûye qebûl bike, em pergala hiqûqa ku siyasî bûye qebûl nakin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ DIKIN MIJARA BAZARÊ
Şukran Ozturk bal kişand ser biryara DMME'yê ya ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin û wiha got: "Mafê hêviyê di pergala me ya înfazê de yek ji pirsgirêkên herî bi êş e. Di sîstema me ya înfazê de serbestberdana bi şert nîne. DMME'yê di biryara xwe ya li ser Abdullah Ocalan de jî diyar kir ku bêyî mafê hêviyê hebe heta dawiya emrê xwe li girtîgehê hiştin îşkenc ye. Lê vî mafê Abdullah Ocalan nabînin, paşguh dikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi sererastkirinên qanûnî heye. Nahêlin Abdullah Ocalan mafê xwe yên hiqûqî bi kar bîne, lê di siyasetê de wek şantaj û bazarê bikaranîna vî mafî li dijî etîka hiqûqê ye.”
MAFÊ HÊVIYÊ Û BERJEWENDÎ
Şukran Ozturk bibîrxist ku 10 sal in Tirkiyeyê ji DMME’yê xwestiye ku der barê mafê hêviyê de sererastkirinên qanûnî pêk bîne û niha mijar di rojeva Komîteya Wezîran ya Konseya Ewropayê de ye. Ozturk da zanîn ku Komîteya Wezîran ji bo sererastkirinên qanûnî salek daye Tirkiyeyê û wiha axivî: “Divê Komîteya Wezîran ji ber ku Tirkiyeyê biryarên DMME’yê bi cih neaniye ceza bide Tirkiyeyê. Di encamê de qanûnek heye ku divê li gorî biryarên DMME, Parlamentoya Ewropayê û Komîteya Wezîran tevbigere. Îsrara CPT'ê ya ji bo eşkerekirina rapora xwe û bicih naanîna erka xwe, me neçar dihêle ku em bifikirin ku ev yek di van 10 salan de bi Ewropayê re bazariyek tê kirin. Divê Tirkiye li gor biryara dadgeha ku alîgirên Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê tevbigere. Eger vê erka destûrî pêk neynin, divê ev biryara komîteyê weke cezayekê li Tirkiyeyê were birîn. Lê em nizanin ka ew ê vê yekê bikin. Ji ber ku wan ev pêvajo 10 salan dirêj kirin, tê fêmkirin ku li vir jî berjewendî û muzakere hene.”
‘DIVÊ JI BO MAFÊ HÊVIYÊ LI MECLISÊ SERERASTKIRIN BÊN ÇÊKIRIN’
Şukran Ozturk destnîşan kir ku mafê hêviyê mijareke bazara siyasî nîn e û wiha dewam kir: "Tişta ku divê di sîstemeke hiqûqî ya demokratîk û hemdem de hebe ew e ku meclîs derbarê mafê hêviyê de sererastkirinên qanûnî bike. Beriya her tiştî divê di sererastkirinê de 'heta mirinê ji serbestberdana bi şert' bi temamî bê rakirin.
Şukran Ozturk diyar kir ku rakirina tecrîdê û pêkanîna mafê hêviyê wê baweriya bi edaletê xurtir bike û rê li ber aştiyê veke û wiha got: "Eger dixwazin ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngaveke hiqûqî biavêjin, divê bikevin nava hewldanan. Divê ev sererastkirin di vî warî de tevkariyê li aştiyê bike.”
‘DIVÊ HEMÛ CIVAK LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVE’
Şukran Ozturk bal kişand ser banga hemû pêkhateyên civakê ku di hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re beşdarî pêvajoyê bibin wiha axivî: "Em weke OHD'ê piştgiriyê didin vê bangawaziyê û dixwazin ku baro û rêxistinên hiqûqî bi awayekî aktîf tevbigerin. Li dijî tecrîdê beşdarî vê pêvajoyê bibin. Li dijî vê bêhiqûqiya li welêt divê hemû beşên civakê li dijî derkevin. Weke OHD'ê berê jî me ji bo baroyan xwest ku li dijî tecrîdê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Hinek baroyan bersiv dan vê daxwaza me lê hinek baroyan hêj bersiv nedan vê daxwaza me.”
BANG JI BO YEKITIYA BAROYAN
Şukran Ozturk destnîşan kir ku parastin lingek bingehîn ya darazê ye û wiha axivî: “Weke OHD em dixwazin bînin bîra her kesî ku divê em tu carî di vê pêvajoyê de bêdeng nemînin. Ji ber ku ew parastin e ku pergala hiqûqê ber bi nuqteyek nûjentir, demokratîktir vedike. Ji ber vê yekê divê em di pêvajoyên wiha de berpirsyariyê bigirin ser milê xwe. Divê hem baro û hem jî Yekitiya Baroyon ji pirsgirêkên vî welatî û çareseriya wan berpirsyar tevbigerin. Ji ber ku divê tecrîd tenê weke pirsgirêkeke li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê dîtin. Divê em bibînin ku ev mijar di şexsê wî de li dijî demokrasiyê ye. Hiqûq ne darek e ku hikûmet wekî ku bixwaze bikar bîne. Em li ser navê komeleyê ev bang dikin û em dixwazin Yekitiya Baroyan êdî li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne û banga Ocalan di warê hiqûqî de xwedî derkeve. Di vê heyama ku deriyên pêvajoyeke nû vedibe de, divê hemû sazî û baroyên hiqûqî bi taybetî jî Yekitiya Baroyan, rola xwe ya dîrokî bilîzin û li dijî tecrîdê derkevin.”