Bavek û 2 jê nexweş 4 kur

RIHA - Mehmet Arslan diyar kir ku metirsiya jiyanê ya 2 kurên wî yên ji ber li îşkenceya li girtîgehê li wan hatiye kirin careke din rû dane heye û bang li ÎHD, OHD û parlamenteran kir ku zarokên wî bên dermankirin. 
 
Muameleya xerab û îşkenceya li birayên hev Arslan ên ku di 18'ê Cotmeha 2018'an de li taxa Ziyarêta Mezin a navçeya Pirsûsê ya Rihayê di bin îşkenceyê de hatin girtin, li girtîgehê didome. Fevzî Arslan (55) û birayên wî Omer (36), Mehmet Haşim (46), Mehmet Kasim (32) û xizmê wan Khlel Khlel (30) bi îdiaya îstîxbarata "sûqîqastê" ya li dijî Parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hatin binçavkirin. 5 kesên ku 15 rojan li Şaxa TEM'ê hatin girtin, bi darê zorê îfadeyên ji aliyê polîsan ve hatibûn amadekirin îmze kirin. Di raporê de ku di 31’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) ve hat amadekirin jî îşkenceya giran a li 5 kesan hatiye kirin derket holê û her 5 kes 15 roj şûnde ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
 
Di îdianameya der barê 5 kesên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tên girtin de îdiaya "sûîqestê" ya wekî hinceta binçavkirinê hatibû pêşkêşkirin tune ye, lê gelek bûyerên ku di dîrokên cuda de li bajêr qewimîn, di îdianameyê de cih girtin. Li ser îfadeyên ku di bin îşkenceyê de hatin girtin, dadgehê bi hinceta "Xerabkirina yekîtî û yekitiya dewletê" û "kuştina biplan" 3 caran cezayê muebeda giran li birayên hev Fevzî û Mehmet Kasim Arslan û Khlek Khlel birî. Li birayên Omer û Mehmet Haşim re bi hincetên "Bê destûr peydakirina madeyên xeternak", "teşebusa kuştina biplan", "zirara li malê cemaweriyê û stendina çek û fîşekên bêruxset" 28 sal cezayê girtîgehê hat birîn. 
 
Heyeta 1Dadgeha Edliyeya Herêmî ya 18'emîn a Dîlokê di 19'ê Sibata 2020'î de biryar qebûl kir. Dadgeha Bilind jî di 17'ê Çileya 2024'an de biryarê pejirand. Parêzeran piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Dosye hê li Dadgeha Destûra Bingehîn e, lê her 5 kes di hucreya yekkesî de ne. 
 
HATIN SIRGÛNKIRIN
 
Birayên Arslan û xizmên wan Khlel Khlel yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hatin girtin jî mexdûriyeta wan dewam kir. Beriya 5 kesên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtî Mehmet Kasim Arslan di 17’ê Kanûna 2020’î de sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 a Amedê hat kirin. Paşê xizmê wan Khlel Khlel di 29’ê Tebaxa 2021’ê de sewqî Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê kirin. Birayên hev Fevzî, Omer û Mehmet Haşîm di Hezîrana 2024’an de şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa Y a Suluca Edeneyê. Malbata ku li 3 bajarên cuda girtiyên wê hene, ji bo hevdîtinê zehmetiyan dikişîne.
 
NIKARE BIÇE CEM ZAROKÊN XWE
 
Mehmet Arslan (84) diyar kir ku zarok û biraziyên wî bi komployan hatine girtin û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikarin bi zarok û biraziyên xwe re hevdîtinê bikin û wiha got: "Tiştek û delîleke tune bû, bi îşkenceyê hatin girtin. Em mexdûr in."
 
Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber îşkenceya li hatiye kirin çûye nexweşxaneyê û li wir hatiye binçav kirin û got ku ji ber îşkenceyê "mejiyê wî dihele". Arslan destnîşan kir ku kurê wî nayê dermankirin. 
 
'BILA WAN BERDIN EM Ê WAN DERMAN BIKIN'
 
Mehmet Arslan diyar kir ku kurê wî Fevzî Arslan ê ku bijîşkan jê re gotiye ancax 2 salan bijî tevî hemû bangawaziyan jî nehatiye berdan û kurê wî Omer Arslan jî bi nexweşîneke nayê zanîn ketiye û nayê dermankirin. Arslan bilêv kir ku di hevdîtina dawî de kurê wî gotiye êdî ji ber nexweşînê nikare deyax bike û got: "Belkî jî nîşaneyên pençeşêrê bin. Bila wan berdin em ê wan derman bikin." 
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN'
 
Mehmet Araslan anî ziman ku her du kurên wî ji ber îşkenceya ku li wan hatiye kirin gelekî nexweş ketine û jiyana wan di xetereyê de ye. Arslan got: "Ez nikarim biçim zarokên xwe bibînim. Zarokên wan hene û nikarim debara wan bikim. Em edaletê dixwazin." 
 
Mehmet Arslan bang li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û parlamenteran kir ku biçin girtîgehê û pirsgirêkên girtiyan di cih de tespît bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkan bikevin nava liv û tevgerê.
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN