Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne

img

RIHA - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa Pirsûsê de got: “Hemû dinya deyndarê Rojava û Kurdan e. Em mecbûr in statûya vê derê biparêzin.” Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser peyama ji Îmraliyê hatî û got ku dê israra di têkoşînê de bi xwe re serkeftinê bîne. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Kobanê bi meşekê hatin protestokirin. Bi hezaran kesên li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin gel hev, berîqetên leşkeran derbas kirin û bi dirûşm û çepikan meşiyan. 
 
Piştî meşê jî daxuyanî hate dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li vir axivî û wiha got: “Daxwaza ku îro divê pêşiya wê were vekirin, daxwazên gelê Kurd in. Li ser peyama birêz Ocalan tê axaftin. Çima, ji ber ku pozîsyona gelê Kurd a li vê erdnîgariyê dizane. Rojava xelet ji bo gelên Tirkiyeyê tê vegotin. Bila guh bidin dengê gelê Kurd ê li ber xwe dide. Li Rojava paceyeke azadiyê heye. Manîfestoya jiyanê ya jinan li wir nivîsandî heye. Dijminên herî mezin ew in ên ku rêya aştiyê digirin. Piştevaniya li vê derê, sînoran ji holê radike û sînorên netewedewletê hilweşandiye.” 
 
'DINYA JI BO ROJAVA DEYNDAR E’
 
Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Tu kes dê nekare sînorekî bo berxwedana me deyne. Em mecbûr in statûya Rojava biparêzin. Çeteyên dûvikên OSO’yê şandin Rojava. Me ev qebûl nekir û dê qebûl nekin. Ne em tenê, hemû dinya ji bo Rojava û Kurdan deyndar e. Bila kesek hewl nede mîna DAIŞ’ê bike. Sedema hatina me ya vê derê ew e ku pirsgirêka Kurd û ya demokrasiyê ya Tirkyeyê were çareserkirin. Li Sûriyeyê li dijî neteweyên cuda komkujî tê kirin. Gelê Kurd, muxatabiya birêz Ocalan esas digire. Nêzikatiya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava, nêzikatiya li hemberî hemû Kurdan e. Lewma bila hewl nedin siyaseteke cuda bimeşînin. Dê piştevaniya me ya bi gelê Rojava re bi dawî nebe.” 
 
SILAV JI KOBANÊ RE ŞAND
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Tu ferasetên ku gelên Kurd û Ereb ên li Sûriyeyê tune dihesibînin dê nekarin hebûna xwe bidomînin. Tevî astengiyan jî me meşa xwe li dar xist. Silav ji Kobanê re. Heta ku gefên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomin dê piştevaniya gelê Kurd, dostên wan û hêzên demokrasiyê jî bidome. Gelê Kurd ji şerê 2011’an heta niha statûya Rojava xist meriyetê. Divê hemû dinya vê bizane; Rojava ne herêmekî mîna medyaya alîgir vedibêje ye. Li Rojava jin di rêveberiyê de cih digirin, pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev di meriyetê de ye. Li wir peymaneke civakî ya ku gel û baweriyan nas dike di meriyetê de ye. Li dijî El Nusra, DAIŞ, El Qaîde û hwd. têkoşîneke xurt a hiqûqê birêxistin kiriye. 
 
PEYAMA ÎMRALIYÊ 
 
Gelê me yê hêja; em bi kelecaneke mezin bi şandeya çûye Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kirî re hatin gel hev. Şandeyê, silavên birêz Ocalan ji we re anîn. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê niha jî li Meclisê hevdîtinan dike. Piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re dê daxuyaniyeke berfireh parve bike. Em vê baş dzanin ku peyama ji Îmraliyê hatî peyama aştiyê û çareseriyê ye. Bêguman têkoşîna gelê Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê em hatin van rojan. Heke îro li Îmraliyê hevdîtinek hatibe kirin, ev bi saya berxwedana gelê me ye. Ricaya min ji we ew e ku heta pêvajoya li Rojava zelal dibe û hevdîtinên li Îmraliyê digihijin astekê hûn dev ji têkoşînê bernedin. Heke em li qada xwedî li vê têkoşîna xwe derkevin û li ber xwe bidin, bêguman em ê bi ser kevin. 
 
ROJNAMEGERÊN HATIN QETILKIRIN NEHATIN JIBÎRKIRIN 
 
Binêrin, niha li pêşiya min wêneyên kedkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hene. Ez di hizûra we de wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em li her çar aliyên Kurdistanê bi hêvî, bi israr têkoşiyan û hatin van rojan. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn ji bilî aştî û çareseriyê tu vebijêrkên din li pêşiya me nînin. Birêz Ocalan li Îmraliyê li ser vê vebijêrkê bi şev û roj dixebite û em jî dê li ser zemîneke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.” 
 

Sernavên din

06/01/2025
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê - HATE NÛKIRIN
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'