Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e

NAVENDA NÛÇEYAN-Li Wargeha Mexmûrê çalakvanên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nobedê de ne, diyar kirin ku peyema Abdullah Ocalan girîng e û gotin: "Pêvajoya aştiyê ji ya şer talûketir e. Ji ber wê divê her kes hessas tevbigere û tevlî vê pêvajoya ku serokatî daye destpêkirin bibe." 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, di bin tecrîdeke giran de ye. Abdullah Ocalan ku nêzî 4 salan tu agahî jê nedihatin girtin, di 23’yê Cotmehê de bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kiribû ku tecrîda heyî didome. Piştî van geşedanan, Wezareta Dadê destûr da ku şandeya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat, di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan bi raya giştî re hate parvekirin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina duyemîn de jî anî ziman ku xurtkirina biratiya Kurd-Tirkan berpirsyartiyeke dîrokî ye û bang li partiyên muxalîf û rêxistinên civaka sivîl kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê nekevin pey hesabên teng û demkî,Abdullah Ocalan bi lêv kiribû ku dem dema demokrasiyê û biratiya gelane. 
 
Nobeda li Wargeha Penaberan a Mexmurê bi daxwaza şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome. Çalakvanên ku tevlî nobedê bûne têkîldarî peyama Abdullah Ocalan de axivîn. 
 
'HER KES DIVÊ TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE'
 
 
Ji welatiyan Sadik Heştanî diyar kir ku peyama Abdullah Ocalan ji aşitiyeke mayin de re perspektife û wiha axivî: "Mirov ji bo birêz Abdullah Ocalan çi bike kêm e. Ev çalakiyên bi vî rengî dewletê jî nêçar dike ku hevdîtinê bi serokatî re bikin. Ev pêvajoya ku em niha tê de ne, pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ji ber wê jî divê ku gelê kurd li her derê dengê xwe bilind bike û hem xwedî li serokatî û hem jî xwedî li vê pêvajoyê derbikeve. Tecrîda ku hê niha jî didome di şexsê serokatî de li ser gelê kurd tê meşandin. Her kurdek vê tecrîtê li ser xwe qebûl dike. Ji ber wê jî her kurdek li ku derê be yê ku li dijî vê tecrîtê acize û çareseriyê dixwaze divê ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Hevdîtina bi serokatî re ji bo me mizgîniyeke xêrê bû. Ev hevdîtin hevdîtineke cih de bû.Di vê pêvajoyê de hevdîtineke bi vî rengî pir baş bû. Lêbelê divê ku em nebêjin,' hevdîtin çêbû em bisekînîn' gotina dawî ya serokatî ye. Îro li Rojhilatanavîn xetimandinek heye. Em wê baweriyê de ne ku di hevdîtinê de perspektîfa ku serokatî daye û ev nêrînên wî dê rêya aşitiyê veke. Divê çar perçeyên Kurdistanê piştgiriyê bidin serokatî û vê pêvajoyê bigihîjin encamê. Banga me ew e ku herkes ji bo ku tevlî vê pêvajoyê bibe gavên mezintir biavêje." 
 
'HÊVÎ DIKIN BIBE SEDEMÊ AŞITIYÊ'
 
 
Ji çalakvanan Xanê Hilalî jî destnîşanî hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin kir û got ku êdî dem dema dawî li anîna zilm û bindestiyê ye û got: "Em gelek keyfxweş in ku ev hevdîtine çêbû. Çimkî ev demeke dirêj bû ku me tu agahî ji serokê xwe nedigirt. Weke ku miroveke tirbê derketiye em wisa bûne. Daxwaza me ew e ku dewletên dinyayê hemû destên xwe bidin hevdû. Ev hevdîtina ku bi serokatî re pêk hatî hêvî dikin ku bibe sedemê aşitiyê, demokrasî û azadiyê. Em aşitiyê û mirovahiyê dixwazin. Em dixwazin ku serokê me bê berdan. Ev 26 sal in girtîgehê de ye, ma heta kengî dê girtîgehê de be? Em azadiya fizîkî ya serokê xw dixwazin. Hebûn û tunebûna me serokê me ye. Em ê her tim bi serokê xwe re bin. Kî destê xwe ji aşitiyê re direj bike em ê bi wan re bin. Serokê me îro ji bo tevahiya cîhanê li berxwe dide û aşitiyê dixwaze. Ji bo xîzanan, ji bo bindestan, ji bo mazluman aşitiyê dixwaze. Heta ku em serokê xwe fizîkî di nav xwe de nebînîn em ê di nav çalakiyê de bin. Serokatî di nava wan çar diwaran de ye, sankî em di nav wan çar diwaran de ne. Em ê çalakiya xwe pêş bixin û bernedin. Heta ku rih canê me de be em ê çalakiya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya serokatî bidomînîn. Bila bizanin ku kurd hene serokê me heye û hebûn tunebûna me ye. Sekna me ye, dilê me ye û mejiyê me ye. Wî em ji tariyê derxistin anîn ronahiyê. Dem dema azadiya serokê. Dem dema avakirina aşitiyê ye. Ji zilm, zordarî êdî bese. "
 
'FIKIR Û RAMANÊ SEROK APO TECRÎDÊ ŞIKAND'
 
Xanê Hilalî, bal kişand li ser bandora tecrîtê ya li ser gel û civakê û got: "Ev tecrîd li ser tevahiya gelê mazlume. Îro ev tecrîd bandorê li ser herkesî dike. Ev tecrîd li dijî exleq û wijdanê ye. Vê tecrîtê li tevahiya cîhanê deng vedaye ku bêhiqûqi ye. Ji Ewrupa û heta çar perçeyên Kurdistanê herkes li ser piyane. Îro tecrîd li Rojhilatanavîn li ser hemû gelên mazlume. Li ku miroveke bindest hebe tecrît li ser wî ye jî. Tecrît bandorê li herkesî dike. Tecrîtd di aliyê jiyanî de, aliyê exleqî de bandorê li ser her kesî dike. Fikir û ramanê Rêber Apo ev tecrîd şikandiye. Rêbertî di fikir û raman de ne di tecrîtê de ye. Wî tecrît şikandiye û tune kiriye. 4 salan pê re hevdîtin nehate kirin. Di bin tecrîdeke evqasî giran de kî bûya niha xwe wenda kiriba. Ew îradeya wî ya ji pola li dijî vê polîtîkayê sekinî û ev tecrîd têk bir."
 
'PÊVAJOYA AŞITIYÊ JI YA ŞER TALÛKTIRE'
 
 
Ji çalakvanan Şiyar Erkendî jî, anî ziman ku peyama ku ji Îmraliyê hatiye ew weke ferman qebûl dikin û got ku erka her welatpareziyekiye ku ji bo ku ji vê pêvajoyê re bibe bersiv tebikoşe û ev tişt got: "Hevdîtina ku bi rêbertî re hatiye kirin ji bo me gelek girînge. Dema ku piştî hevdîtinê hate ragihandin ku moralê wî pir xweş bû em pir keyfxweş bûn.Ji keyfan xew nekete çavê min. Divê ku em di vê pêvajoyê de pir baldar bin. Çi bibe çi nebe hê nediyare. Lê baweriya me bi rêberê me heye û wê çareser bike. Serokatî gotiye,' ez ji her tiştekî re amade me' ji ber wê jî heta dawiyê baweriya me bi wî heye. Dema ku em medyaya şerê taybet dinêrîn herkes li gorî xwe şîrove dike. Hin nijadperest şîroveyên cuda dikin. Lêbelê em bawerin û dê serokê me vê jî derbas bike. Ev pêvajoya ku rêbertî daye pêşiya me em ê li gorî wê bimeşin. Lêbelê divê ku em gelek û gelek hişyar bin. Di hêla ewlehiyê de, jiyanî de em divê ku hişyar bin. Ev der Rojhilatanavîne û mirov nizane ku dê kengî çêbibe. Lêbelê ev xalên ku serokatî diyar kirine pir girîng in.  Çimkî pêvajoya aşitiyê ji ya şer talûketire. Ji ber wê divê ku herkes hessas tevbigere. Heta ku bi temamî deriyê Îmraliyê venebe çareserî çênabe. Heta ku azadiya fizîkî ya serokatî pêk neyê çareser nabe. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye û divê ku ew derî vebe. Ev hevdîtina ku hatiye kirin jî ne wan bi daxwaza xwe kir ji ber wê çêbû, berxwedana gelê kurd bû sedem ku hevdîtin pêk bê." 
 

Sernavên din

06/01/2025
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket
09:15 Aldar Xelîl: Çareseriya li Sûriyeyê bi projeya Neteweya Demokratîk pêkan e
09:00 Li ANKA-DER'ê serdema qeydên nû dest pê dike
09:00 ROJEVA 5’Ê ÇILEYA 2025’AN
04/01/2025
16:49 'Şertê yekem ê aştiyê azadiya Abdullah Ocalan e'
16:47 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê di çalakiyê de ne
15:55 'Rojava ji bo hemû cîhanê model e'
15:46 Jinên di qedexeyên derketina dervê de hatin qetilkirin li ser gora xwe hatin bibîranîn
14:58 Li 3 bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:36 Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin
14:24 Li bakurê Tişrînê şerekî dijwar diqewime
13:25 Ji bo birayên Efeoglû yên di binçavan de hatin windakirin doza edaletê kirin
13:07 Jinên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:32 Li Rojhilatê di 2024’an de 63 kolber hatine qetilkirin
10:58 Îranê di rojekê de 9 kes bi dar vekirin
10:54 Li Edeneyê karkerek jiyana xwe ji dest da
10:29 Li Dêrazorê 3 zarok ji ber mayinê birîndar bûn
09:30 Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin
09:23 Rengê Xelfeliyê diguhere
09:04 Mexmûriyên ku di çalakiya nobedê de ne: Çareserî bi azadiya Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN
03/01/2025
18:25 Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin
16:20 Li ser sînorê Kobanê bang kirin: Israra di têkoşînê de dê bi xwe re serkeftinê bîne
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê - HATE NÛKIRIN
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'