Rapora 2024'an a DFG'ê: 5 hezar û 260 nûçe hatin astengkirin

AMED - DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024'an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de kuştina rojnamevanên kurd û zextên li ser rojnamevanan û astengî û qedexeyên li ser saziyên çapemeniyê hatin destnîşankirin.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024an bi raya giştî re parve kir. DFG'ê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li semta Ofîsa Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê DFGê Selman Çîçek û endamên komeleyê beşdarî civînê bûn. Selman Çîçek di destpêkê de axivî û diyar kir ku ew rojnamevanên hatine kuştin bibîr tînin û naxwazin ku êdî zext li ser rojnamevanan bê kirin.
 
Piştre metna raporê ya bi Kurmancî ji aliyê endamê DFG'ê rojnamevan Bîlal Guldem ve û metna raporê ya tirkî jî ji aliyê rêvebera DFG'ê rojnamevan Medîne Mamedoglû ve hat xwendin.
 
Rapora DFG'ê bi vî rengî ye:
 
“Em îro ji bo rapora binpêkirinên mafên rojnamegeran a sala 2024an eşkere bikin hatine cem hev. Di heman wextê de îro 5emîn salvegera damezrandina komeleya me ye. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji roja damezrandina xwe ve li dijî neheqiyan, zext û binpêkirinan rawestiya û bû xwedî helwest. Mohra xwe li bin gelek xebatên giranbiha da. Bi van kiryarên xwe yên pê bawer di qada rojnamegeriyê de bû çavkaniya referansê. Bi vê boneyê em ji hemû rêveber û endamên me yên di nava van hewldanên giranbiha de cih girtin û bûn xwedî ked; ji hemû dostên me yên destek û pişgiriya xwe ji bo me kêm nekirin re spas dikin. Em carek din damezrandina DFGê pîroz û bimbarek dikin.
 
OPERASYONÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN
 
Zext, astengî û qedexeya li ser rojnamegeran, sazî û dezgehên çapameniyê ji destpêka sala 2024an heta dawiya wê her zêde bûn. Di her du mehên destpêka salê de li Îzmîr û Stenbolê li dijî rojnamegeran operasyon pêk hatin û gelek hevpîşeyên me hatin binçavkirin. Ev jî nîşan da ku desthilatdarî di 2024an de jî zexta darazê wê li ser serê rojnamegaran bidomanda. Û di nava salê de jî wisa bû. Di meha Sibatê de li Îzmîrê 8 rojnameger, di meha Nisanê de li Stenbolê 9 rojnameger, di Roja Rojnamegerên Kurd de, di meha Mijdarê de 14 rojnamegerên ku tenê heqdesta telîfê an go heqdesta çêkirina nûçeyê wergirtine hatin binçavkirin. Di meha Berfambarê de li Wan û Stenbolê 41 rojnamegerên ku qetilkirina hevpîşeyên xwe protesto kirin hatin binçavkirin û ji van 7 rojnameger li Stenbolê hatin girtin. Di vê çarçoveyê de 118 rojnameger di sala 2024an de hatin binçavkirin û ji vana 26 kes hatin girtin.
 
Desthilatdariya AKP-MHPê di 2024an de jî dev ji neyartiya li dijî rojnamegeran berneda. 91 hevpîşeyên me dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 62 rojnameger bi pêkanînên xirab re rûbirû man, 47 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man. Di 2024an de gef li 79 hempîşeyên me hat xwarin.
 
Komeleya me di nava salê de her meh di bin 5 sernavan de mafên rojnamegerên hatine binpêkirin wek rapor amade kir. Binpêkirinên di bin wan sernavan de hatin berhevkirin jî destnîşan dike ku bi dehan rojnameger bi lêpirsînan, bi vebûna dozan û bi cezayan hatine mexdûrkirin.
 
43 ROJNAMEVAN GIRTÎ NE
 
Di sala 2024an de derheqê 74 rojnamegeran de lêpirsîn dan destpêkirin. Lêpirsîna 55 kesan di encamê de veguherî dozê û hatin darizandin. Rojnameger bi giştî di 442 dosyeyan de hatin darizandin. Di van darizandinan de li 67 kesan bi giştî 149 sal û 9 meh cezayê hepsê hat birîn. Li gel 7 rojnamegerên ku li Stenbolê ji bo wêneyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê rakiribûn û hatibûn girtin hêjmara rojnamegeran li Tirkiyeyê di zindanan de bû 43 kes.
 
QANÛNA SÎXURIYÊ
 
Desthilatdarî qîma xwe bi van binpêkirinên mafên rojnamegeran jî neanî û li gel pakêta darazê ya 9emîn hewl dide qanûna “sixurtiya bi bandor” ango “ajantiya etkî” jî derxe. Tê xwestin bi vê qanûnê hê bêtir dor li rojnamegeran bipêçên. Armanc ev e ku rojnamegerên ne li gorî desthilatdariyê rojnamegeriyê dikin bi vê xalê didarizînin û ceza li wan bibirin. Baş tê zanîn ku ev xal-made ne tenê ji bo rojnamegeran tê derxistin. Ev xal ji bo hemû dardorên di ser platformên medya dijîtal de parvekirinê dikin, bixin bin kontrole tê derxistin. Ên ku neyên kontrolê dê bi vê qanûnê bidarizînin û di nav gel de tirs û xofê bidin çêkirin. Rêxistinên Pîşeyî û raya giştî li dij vê xalê helwesteke xurt nîşan dan û rê li ber derxistina vê xalê birîn. Desthilatdariya AKP-MHPê ji ber bertekan xalê bi paş ve kişand, vê carê jî bi navê “Qanûna Casûsiyê” careke din anî Meclisê. Dîsa bi helwesta tund a rojnamegaran û derdorên muxalîf ev xal jî li Meclisê bi paş ve hat kişandin.
 
KUŞTINA ROJNAMEVANAN
 
Desthilatdariya AKP-MHPê êrişên li ser azadiya çapameniyê û azadiya ramanê ne tenê di nava sînorê Tirkiyeyê de pêk tîne. Li derveyê sînorê Tirkiyeyê jî li dij rojnamegerên çapameniya azad ên Kurd didomîne. Qada şerê li dijî Kurdan fire kir û Başûrê Kurdistanê jî kir nav vê qadê. Li vê herêmê li gel PDKê êrişên li ser rojnamegeran firehtir kir. Heke qala hin ji van êrişan bê kirin; di 8ê Tîrmehê de SÎHAya Tirkiyê li Şengalê êriş bir ser Nûçegihana ÇIRA TVê Medya Hesen, Nûçegihanê ÇIRA FMê Mirad Mîrza û ajokarê seyareyê Xelef Xidir. Di vê êrişê de Mirad Mîrza jiyana xwe ji dest da. Di 11ê Tîrmehê de PDKê nûçegihanê Zoom Medyayê Hejîn Fetah, kameremanek û ajokarê bi wan re hatin girt. Mûrat Yazar ê ku ji bo wêne û kişandinê çûbûn Herêma Federe ya Kurdistanê roja 14ê Tîrmehê ji aliyê PDKê ve li Zaxo hat binçavkirin. Asayîşa Suleymaniyê roja 23ê Tîrmehê Nûçegîhanê Rojnewsê Dêrin Rehîm desteser kir û dest danî ser alavên wî yên rojnamegeriyê. Roja 23yê Tebaxê Tirkiyeyê li navçeya Seyîd Sadiq a bi ser Silêmaniyê ve êriş bir ser seyareke sivîl. Rojnameger Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ku di wê seyareyê de bûn hatin qetilkirin. Herî dawî jî roja 19ê Berfanbarê SÎHAya Tirkiyeyê ya li herêma Bendava Tişrînê ya li BakurRojhilatê Suriyeyê wesayîta ku li ser wê ‘ÇAPAMENÎ-PRESS’ dinivîsand jî bombebaran kir. Di vê êrişê de Rojnamegerên Kurd Nazım Daştan û Cîhan Bîlgîn jiyana xwe ji dest dan.
 
SANSURKIRINA MALPERAN
 
Israra desthilatdariya AKP-MHPê ya di siyaseta şer de li ser civakê jî wek sansureke girankirî tê birêvebirin. Polîtîkayên sansurê bi BÎK, RTUK û biryarê mahkemeyan dibe alaveke cezayê û darbeyeke mezin li azadiya çapameniyê dide. Di vê çarçoveyê de di sala 2024an de 501 malperên internetê hatin girtin. Ji bo 5 hazar û 260 nûçeyan cezayê astengkirinê hat birîn. Di her sê mehên dawî yên salê de jî biryarên berhevkirinê xistin meriyetê. Di vê babetê de jî 50 rojname û kovar hatin berhevkirin.
 
ASTENGKIRINA MALPER Û AJANSAN
 
Di cezayê nedîtina nûçeyan de medya sanal jî para xwe girt. Di 2yê Tebaxê de Istagram a ku bi milyonan bikarhenerên wê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hene hat girtin. Malperên xwedî çanda sazî û dezgeyên çapameniya azad yên wek Ajansa Mezopotamya û Rojnameya Yeni Yaşam gelek car bi cezayê astengkirinê re rû bi rû man. Di sala 2024an de ji bo 1092 naverokên medya sanal cezayên xwenegihandinê hat hat birîn.
 
Hêjayî gotinê ye, ligel van hemû zext û cezayan jî rojnamegerên çapameniya azad di sala 2024an de jî li ber xwe dan û serî netewandin. Her çend bi qetilkirina Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hat xwestin dengê çapameniya azad bê birîn jî bi ser neketin. Bi ruhê hevkariya berxwedêr a çapameniya azad li hember van êrişan xeleka berfireh a têkoşîna rojnamegeriyê hat avakirin û ew êriş hatin pûçkirin.
 
Di serî de kedkarên çapameniya azad û rojnamegerên din ên serhildêr li dij van êrişan bi kamera, wênekêş û pênûsên xwe ji ser rêya heqîqêtê xwe nedan alî û destûr nedan ku rastî bên berovajîkirin û di tariyê de bimînin. Em jî wek çanda berxwedêrên çapameniya azad her bêjin, ‘Çapameniya Azad, Civaka Azad’ e û li ser vê çandê û li ser vê ruhê pîroz heta bi hetayê têbikoşin. Em carek din dibêjin ‘Bijî Çapemeniya Azad’.”
 

Sernavên din

11:04 Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
10:58 Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
10:54 Tehliyeya Erden ê 30 sal in girtî ye ji bo 6 mehan hate taloqkirin
10:50 Li gorî Abdullah Ocalan rol û girîngiya Meclisê
09:58 Midûrê emniyetê ji şandeyê re got: Em li benda agahiya Enqereyê ne
09:57 Piştî benzînê îcar jî li motorînê zem hate kirin
09:56 Li ser sînor lêpirsîna înfazê: Serpelê gule reşandî piştre îstirhet kiriye!
09:31 ‘Sakîne Cansiz yek ji jinên herî bibandor bû'
09:05 Têkoşîneke 40 salan ya bêwestan: Ahmet Baysoy
09:01 Rêveberiya girtîgehê 2 salin kincên zivistanê yê girtiyê nexweş nadinê
09:00 ROJEVA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:48 Li Erziromê bi mezinahiya 4.5’ê erdhej çêbû
07/01/2025
20:06 DYE û YE ji bo Sûriyeyê bicivin
20:02 Nûçegîhana JINNEWS’ê Derya Ren hat binçavkirin
19:53 Malbatên ku li sînor tên sekinandin: Em cenazeyên xwe dixwazin
16:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Yenîden Refahê dest pê kir
15:42 TJA’yê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anî
15:39 Sirri Sureyya Onder: Dê Ahmet Turk jî di şandeya nû ya Îmraliyê de cih bigire
15:34 Berxwedana li ser sînor didome: Cenazeyên rojnamegeran teslîm bikin
15:21 Xwestin Tunela Yenîkopruyê bê vekirin
15:15 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan bû 14 hezar û 469 TL
15:14 Şandeya KNK’ê bi PDK-Î’yê re civiya
14:54 MKG'ê rapora 2024’an eşkere kir: 8 rojnamegerên jin girtî ne
14:25 Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e
14:24 Ji bo Prof. Dr. Ekîncî biryara beraet û tehliyeyê
13:48 Zeynep Celaliyan ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ bang kir
13:41 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 154’an
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Partiya DEVA’yê dest pê kir
13:38 PDK û YNK ji bo hevdîtinên hikûmetê civiyan
13:30 Ji Ozgur Ozel pêşniyara ‘komîsyonê’
13:15 Li Erdîşê 3 rojnameger hatin binçavkirin
13:08 Rêveberên Baroya Stenbolê îfade dan: Lêpirsîn li dijî prosedurê ye
13:07 Şandeya ji bo wergirtina cenazeyê rojnamegeran çû: Tenê nahêlin em derbas bibin
12:54 DFG: Dayina cenazeyên rojnamegeran bi keyfî tê astengkirin
12:46 DBP’ê bertek nîşanî astengkirina cenazeyên rojnamegeran da
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Nêzikatiya rast a li dijî pirsgirêka Kurd dê her kesî mezin bike
11:59 ÎHD: Bersiva serlêdana ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran nehate dayin
11:39 Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi Erdogan re hate Enqereyê
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:30 Parêzer dê li dijî necezakirina di doza Elçî de têkoşîna xwe bidomînin
11:06 Li dijî sewqkirina girtiyan bertek: Armanc tunekirina delîlan e
10:50 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Ozgur Ozel dest pê kir
10:44 Karasu: Rêber Apo dibêje ‘em pirsgirêkê dûrî şer çareser bikin’
10:19 Qeyûmê Êlihê neguhêzbarên şaredariyê da ber firotinê
10:17 Pekoz: Ocalan çareseriya demokratîk, hikûmet 'tasfiyeyê' esas digire
09:54 Berxwedana li dijî êrişan didome
09:53 Êş û têkoşîna edaletê ya 9 sal in didome
09:33 Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîşê re 84 roj derbas bûn: Midûra wargehê pirs nebersivand
09:29 'Ne tenê muxalif, divê hemû derdor aştiya civakî xurt bikin'
09:21 Li Girtîgeha Kiriklarê girtî dîsa ji ber xurekan jehrî bûn
09:01 Nivîskar Îmrek: Aştî wekî nênûk û goşt e
09:01 Bavê Leyla Şaylemez: Heya komkujî eşkere nebe sûcdar Fransa ye
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:55 Li Çînê bi pileya 7.1 erdhej çêbû
08:47 Şandeya ku dixwaze cenazeyên rojnamevanan werbigire 16 saetin tê sekinandin
06/01/2025
16:24 10 baroyan daxuyanî dan: Biryara sînorkirinê ya li ser dosyaya Rojîn Kabaîşê rakin
15:59 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Partiya Saadetê re dest pê kir
15:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê bi dawî bû
15:31 Saliha Aydenîz: Divê Ocalan azad bibe ku aştî çêbibe
15:28 Nobeta li ser sînorê Kobanê didome: Dê piştgiriya me ya ji bo Kobanê bidome
14:52 Mûstafa Karatepe ku nexweşê penceşêrê ye piştî 30 salan hate berdan
14:47 Malbata Gulistan Doku bi dozger re hevdîtin kir
14:41 Xwendekar ji bo Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş meşiyan
14:05 Ekolojîst: Em ê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
13:39 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û AKP’ê dest pê kir
13:36 Tulay Hatîmogûllari têkildarî gotinên wê yên hatine berevajîkirin daxuyanî da
13:22 Girtiyên jin ên hatin derbkirin sewqî girtîgehên cuda kirin
12:44 Ji bo edîtorê Rojnewsê Ehmed biryara tehliyeyê hate dayin
12:44 Ji 80 baroyan ji bo Tahîr Elçî daxuyanî
12:41 Dayika Aştiyê Bedriye Demîr hat bibîranîn
12:36 Onder: Piştî serdana Demîrtaş em ê daxuyaniyeke berfireh bidin
12:18 Ji bo rojnamegerên hatin qetilkirin merasîma cenazeyê hat lidarxistin
12:13 Li Amedê nexşerêya ‘çareseriyê’: Divê zemîna qanûnî amade bikin û Ocalan azad bibe
12:06 'Ne Erdogan ne jî Bahçelî, baweriya me bi Abdullah Ocalan heye'
11:35 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Davûtoglû dest pê kir
11:31 Parêzer Tamur: Bi hedefgirtina rojnamegeran re Peymana Cinevê binpê kirin
11:02 DEM Partî ji bo nirxandina peyamên Ocalan civiya
10:55 Celal Firat: Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Elewiyan referanseke
10:54 Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
10:34 Abdullah Ocalan: Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:47 Serokê TOD-DER’ê Kan: Divê guh bidin peyamên Ocalan
09:30 Li Wanê rêyên 493 gundan hatin girtin
09:00 ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:47 Xwebûn bi manşeta ‘Nexşeya 2025’an diyar kir’ derket
05/01/2025
15:44 Emîne Şenyaşar li ser sînorê Kobanê bang kir: Bila ev zilm bi dawî bibe
15:27 Gurgîn Oktar piştî 30 salan hate berdan
14:54 Ekolojîst li ser sînorê Qamişloyê ne: Rojava modêla çareseriya Rojhilata Navîn e
14:24 'Em hêza xwe ji paradîgmaya Abdullah Ocalan digirin’
13:50 DBP dê meşa xwe bi hevserokên giştî yên heyî re bidomîne
13:48 Tulay Hatîmogûllari: Divê şertê aştiyê azadiya Ocalan be
13:07 Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
12:27 ‘Heke ji bo Gulistan Doku edalet pêk bihata niha Rojîn û Narîn dê bijiyan’
12:20 Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
12:16 Abdullah Ocalan: Divê Tirkiye bi Kurdan re yekitiya demokratîk esas bigire
11:37 Malbata Rojîn Kabaîşê: Piştî qetilkirin, avêtin avê
11:24 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Çareserî, vekirina deriyên Îmraliyê ye
Keskîn Bayindir: Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome
11:01 Cengîz Aktar: Li Sûriyeyê her tişt dê li gorî daxwaza Enqereyê nebe
10:35 ‘Heta tecrîd ranebe çareserî nabe’
09:59 Bekaroglû: Divê Meclis sererastkirinên rê li ber demokratîkbûnê vedikin çêbike
09:18 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jiyana me her tim şer bû’ derket